|
domdirêj
bi hest û hizrên xwesparî, radestî
û bindestiyê rû bir û maye û gellek
tiştên bihişmet ên xwezayê wekî
afirînerê
(xweda û xwedawendên) xwe dîtiye. Û
hemû tiştên xwezayî jî wekî hunera afirînerên xwe qebûl kiriye.
Heçku huner, qet ne ew tiştên
xwezayî yên ku xwe bi xwe pêk tên an ji xwe ber pêk hatine ne; berevajî wê,
mudexaleya wan tiştên ku bi destên mirov an ji hêla mirov ve têne şêwandin e.
Ango bi kurtayî huner,
mudexaleya mirov a li hember xwezayê bi xwe ye.
Dîroka mirovahiyê bi nakokî û
dubendiyên nelihev mişt tijî ye. Di her dem û domanê de gellek kes û hêzên
paşverû li hemberî hewldanên hunerane derketine û ber û berhemên hunerî wekî
bêsincî û derexlaqî dîtine. Civatên ku sinc û exlaqê xwe wekî tiştên pîrozwer
dane rûnandin, ji afirînerî û behreyên hunerî dûr û bêpar mane û xwe di nava
kevneşopiyên hezar salan de esirandine. Nivşên ku li hemberî hunerê bertek û
reaksiyonên tund nîşan dane xwe di nava karesatên demê û pevçûnên civakî de
dîtine. Wan, paşê xwe daye şaristaniyên gerdûnî û ji nirxên ku mirov dike mirov
bi dûr ketine. Hê jî nizanin ku huner hem mirov arasteyî rûmet û serbilindahiyê
dike û hem jî mirov ji hest û hizrên nepak, reha û bêrî dike.
Baş tê zanîn ku tu şaristanî bêyî
hunerê pêk nehatiye. Mirovên berê yên ku xwe spartine şikeft û berqefên asê,
pêşî li teht û hêtên şikeftan xêz û wêneyên ku di hest û hizrên xwe de
disihrandin, çêkirine. Reaksiyona mirov a li hemeber xwezayê bi hunerê re der
bûye. Û her wiha pirolekirina
(mubalexeya) tiştên xwezayî
jî dîsa bi saya hunerê pêş ve çûye. Huner, ne derpêşkirina tiştên xwezayî ye.
Lewre tiştên xwezayî ji xwe hene û hêla herkesî ve têne zanîn. Huner vê yekê an
diguherîne an jî mezintir nîşan dide. Ango huner ne wekî fotografê tiştên heyî
ye; ew wêneyên wan e. Wêne, ne sûret an jî siya tişt e; lasayiya (texlîdê) tişt
e. Ji ber wê ye ku huner bi vê taybetiya xwe balê dikêşe û mirov diheyirîne.
Çawa ku tu kes li ber tiştên xwezayî heyr û hejmetkar namîne, mirov li hember
fotografê mirovekî/ê jî zêde heyr û seyr nabe. Tiştê ku mirov heyr û hejmetkar
dike ne sûretê mirov e; wêne an jî peykerê mirov e. Her wiha çawa ku di
fotografê mirov de xweza dixuye, di wêne û peykerê mirov de jî huner xwe dide
der. Ji bo wê, huner ne tiştekî xwezayî ye, çêkiriye; çêkirina ku bi
afirîneriya mirov der bûye ye.
Tiştên ku mirov di hizra xwe de
disêwirîne belê nikare bi awayekî aşkera derbibire, xwe li hunerê digire. Bi
vegotineke din, hest û hizrên ku di hundirê mirov de hatine hecinandin,
tepisandin û ewiqandin bi hunerê re der dibin. Huner, gellek caran tiştên ku
aqil û hiş nagihêjê an jî hestên ku di dilê mirov de nasihire, dike. Lewre huner
tenê ne behreya aqil û ne jî tenê ya hestê ye; ew behreya ku ji herduyan(hest û
aqil) pêk tê ye. Huner çeqa hest û aqil e. Hunera ku ji hestê bêpar be qels,
belê hunera ku ji aqil bêpar be jî kûd (seqet) e.
Huner, afirînerî ye. Afirîşa(xulqa)
mirov ne huner e; huner, afirîndetiya mirov e. Di xwezayê de heyînê ku bikaribe
hunerê biafirîne tenê mirov e. Lewre yê/ya ku hest û aqil pê re gihaye, mirov
e. Yê/ya ku diaxive, difikire û diafirîne mirov e. Yê/ya ku tiştên ji xwe
mezintir dike û diafirîne jî mirov e. Mirov, hem afirînerê hunera xwe û hem jî
afirandiyê(mexluqê) hunera
xwe ye. Tu tişt ji mirov ne mezintir heye û ne jî jê biçûktir. Tu tişt ne ji
mirov birûmetir heye û ne jî bêrûmetir. Tu tişt ne ji mirov qelstir heye û ne
jî xurtir. Tu tişt ne ji mirov xedartir heye û ne jî dilnermtir. Tu tişt ne ji
mirov hovtir heye û ne şarezatir. Tu tişt ne ji mirov baştir hey û ne jî
xerabtir…
Îcar tiştê ku mirov dike mirov yek
jê behredariya mirov a hunerî ye. Huner, tehm û çêja jiyanê ya ku bi herkesî re
peyde nabe ye. Huner, nîşaneya pêşveçûna civakê ye. Huner, pîvanga şarezabûna
civakê ye. Huner, asta/merhaleya bilind a rûmetdariya civakê ye. Civakên ku ji
hunerê bi dûr ketine, tu car nêzîkî aştî, azadî û aramiyê nebûne. Û her wisa ji
hemû nirx û hêjahiyên gerdûnî û şaristaniyê jî bêpar mane.
Tiştê ku nikare xwe bigihînê mirinê
huner e. Huner berxwedana li hember mirinê ye. Temenê mirov kurt, belê temenê
hunera mirov dirêj e. Heke hunerdariya mirov tune be, çêj û wateya jiyana mirov
û nav û dengê mirov jî tune ye.
|