|
berjewendiyên
xwe yên rojane û demdemî rave û şîrove dike.
Wekî civakên dinê yên paşmayî
-wekî civaka rojhilata navîn- têgîna demokrasiyê bi ser re û bi awayekî teng û
req şîrove dikin. Ji bo wê çanda demokrasiyê li gellek deverên dinê zêde pêşve
neçûye û bi azweriyeke mezin nehatiye/nayê pejirandin. Demokrasî li gellek
welatan, bi rê û rêbazên zoran û çêkirî ji jor de li ser gel hatiye ferzkirin.
Heçku demokrasî şêwaza jiyaneke nûjen e. Ji bo wê jî divê ji dil û can were
pejirandin û bikaranîn; ne bo darê zorê.
Demokrasî, ji hêla civakên dinê ve
wekî têgîneke nûjen bi du awayan tê şîrovekirin. Yek, şîroveya Rojava(Ewropayê)
û ya din jî şîroveya Marksîzmê ye. Bi rastî di serî de civakên Rojhilata Navîn û
her wiha gellek civakên paşmayî, bi qasî ku demokrasiyê baş fêm bikin û wê ji bo
xwe wekî diviyatiyeke çarenîn bibînin, serwext nebûne. Navê demokrasiyê
bihîstine belê bi ruh neanîne. Li vê erdnîgariyê gellek kes û civakên
demokrasiyê xeter û tirsnak dibînin jî hene. Heta qet hewcetiyê bi demokrasiyê
naynin û dibêjin “Demokrasî mirovan ji rê derdixe û wan berdide hevdû” Heta ji
hêla gellek kes û civakên Rojhilata Navîn ve, demokrasî demeke dirêj wekî fen û
fûtên civakên xwedênenas û lîstîkên gawirane hatiye dîtin.
Li welatên paşmayî û nemaze jî li
Rojhilata Navîn, gava ku demokrasî tê gotin sê tişt tên fêmkirin. Yek, pergala
sazûmana parlamento, du pirepartîtî û ya siyan jî hilbijartin e. Li gorî van
civakan ku ev hersê tiştên ku wekî rêbazên demokrasiyê tên dîtin hebin
demokrasî jî heye. Belê ev xapandineke mezin e. Lewre, ev hersê tişt ne rêbazên
demokrasiyê ne; ev navgînên ku demokrasiyê pêk tînin in. Alavên ku mantalîteya
pireparêziyê pêk tînin ev hersê tişt in. Ruh û kakilê demokrasiyê pireparêzî ye.
Çi ye pireparêzî? Li gorî vê rêbazê, tu îmtiyaz û cihêwazî di navbera tu bîr û
baweriyan û tu fikr û hizran de nîn e. Her fikr û raman li gorî xwe hêjayî
parastin û vegotinê ye. Û nirxdar e jî. Mafê her kesî heye ku fikr û hizra xwe
derbibire, bîr û baweriya xwe vebêje, bibe xwedî erk.
Li gorî azîneya pireparêziyê, divê
tu sînor ji fikr û hizra mirov re neyê danîn. Mafê tu kesî nîn e ku bi hinceta
qedexekirinê rabe bibêje “ev fikr û raman çewt e, ji bo wê bila tu kes guhê xwe
nediyê.” an jî wekî fikreke xisaram destnîşan bike. Bo nimûne, parastina mafê
azadiya ramanê an jî mafê derbirîna hest û baweriyên arizî li gorî hin kesan
rast, belê li gorî hin kesan jî şaş e. Çi rast û şaş dibe, divê tu bîr û bawerî
û tu fikr û raman qet neyên manîkirin û qedexekirin. Çendî şaş û fahş dibin,
bila bibin(li gorî me) divê neyên manîkirin.
Li gorî rêbazên demokrasiyê, hemû
fikr û bawerî têne gotin û vegotin. Belê pejirandin û nepejirandina wan li gorî
biryara mirovan diguhere. Jixwe demokrasî jî ev e.
Raman û bawerî du tiştên veşartî
ne. Tiştê ku tê manîkirin û qedexekirin ne bîr û bawerî an jî fikr û raman e;
derbirîna wan e. Derbirîna wan wekî sûc tê qebûlkirin îro. Di demokrasiyê de ne
sûcekî fikr û baweriyê heye û ne jî fikr û baweriyeke sûcdar. Di demokrasiyê de
ne bîr û fikr û ramaneke rast heye û ne jî bîr û bawerî û fikr û ramaneke şaş.
Tiştên ku li gorî hin mirovan rast têne dîtin, li gorî hin mirovên din jî şaş
têne dîtin. Ji bo wê, di demokrasiyê de her mirov dikare bîr û baweriya xwe û
fikr û ramana xwe bi serbestî derbibire û bi mirovên din re parve bike. Lewre
gellek bîr û baweriyên ku ji hêla me ve wekî rast têne qebûlkirin ji hêla kesên
pêşberî me ve wekî şaş têne dîtin. Her wiha fikr û raman jî wisa ne.
Bi rastî, wekî ku li jor jî hate
diyarkirin, tiştê ku tê qedexekirin ne bîr û bawerî an fikr û raman e. Lewre,
heta ku fikr û raman neyên ser ziman, tu kes nizane kî çi difikire an bi çi
bawer dike. Lihemberderketin û manîkirina, ne li dijî ramîn û baweriyê ye. Jixwe
ne pêkan e jî. Lihemberderketin û manîkirina derbirîn û vegotinê bi xwe ye. Ew
jî bi xwe re gellek pirsgirêkên mezin tîne. Ji bo wê, divê derbirîna bîr û
bawerî û fikr û ramanê, neyê qedexekirin; berevajî wê, divê qedexekirin û
manîkirina wan were qedexekirin.
Di şert û mercên îroyîn de, rêbazên
demokratîk an jî demokrasiya rastîn kilîda hemû deriyên xêrê ye. Û demokrasî
çareseriya hemû pirsgirêkên dinê ye. Belê hê jî gellek kesên ku demokrasiyê wekî
pirsgirêk dibînin, hene. Ew kesên ku wisa difikirin û li hemberî demokrasiyê
derdikevin, an di wateya demokrasiyê de negihîştine an jî ji ber ku demokrasî
pergla wan a stembar û sûcdar serobin dike, lewma li hember derdikevin
Demokrasî, pêdivî û diviyatiya
rojane û mayînde a dem û serdema îroyîn e. Demokrasî nirxê tevê mirovahiyê ye.
Tiştên ku têne serê mirov û mirovahiyê ne ji ber hebûna demokrasiyê ye; ji ber
tunebûna wê ye. |