Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Bîr Û Baweriyên Pûç

 

Adar Jiyan

adarjiyan@mynet.com

Di jiyana civakên dîrokî de rol û rista ol û baweriyên civakî ya li ser jiyana mirov gellekî balkêş e. Ji bo wê hêja ye  ku mirov bi baladarî li ser vê ristê raweste û serê xwe biêşîne.

Her ol û baweriyên xwedayî li ser riknê hilberiyê ava dibin û

 li gorî  pêwendiyên hilberiyê teşe digirin. Bo nimûne; civaka kolemend, li gorî xwe, xweda û benıyan vedihêne. Dirûvê xwedayên cıvaka kolemend dişibe efendî, dirûvê beniyên wê jî dişibe koleyan. Dirûvê xwedayên civaka derebegî(feodal) dişibe axa û began; dirûvê beniyên wê jî dişibe xulam û qerwaşeyan. Dirûvê xwedayên civaka sermayedar(kapîtalîst) dişibe karsaz(patron) û dirûvê beniyên wê jî dişibe karker(proleter)an. Ango xweda û benî, li gorî pergala heyî rengê dûgela demê dirb û dirûv diguhere.

 Li gorî hin angaştên derezanistî, ne jiyana mirov li gorî ol û baweriyê teşe digire û ne ji dewlet li gorî fermana xweda  tevdigere. Berevajî wê, ol û bawerî li gorî jiyana mirov û xweda jî li gorî pergala dewleta heyî dirb û dirûv digire. Bihuşt û dojehên wê dinê(axiretê) jî li gorî  rewşa vê dinê û jiyana civakê têne sêwirandin. Lewre hem xweda û beniyên demê û hem jî bihuşt û dojehên ku bi destê mirovan/seredestan têne avakirin, li ber çavan e. Her wekî din, dinya û her wiha bihuşt û dojehên ku li ser rûyê dinê têne avakirin hemû wekî yên derewîn û yên dinya din (axiretê) jî wekî yên rastîn têne nîşandan. Belê a rast, her gav yên wê dinê li ser riknê rasteqîniya vê dinê hatine nîgarkirin.

 Tu civak bê ol û bawerî nejiyaye. Belê her civakê jî bêşik xwe spartiye xwedayê ku  ew di hizra  xwe de afirandiye. Gelek caran, ew biş xwe dibe beniyê(evdê) xwedayê ku wî/wê bi destê xwe xulîqandiye. Wekî Cenabê Umerê Xetab jî dibêje: “Me, bi destê xwe ji pelûlê(helawê) senem çê dikirin û em bi wan dihemilîn. Gava ku em diçûn nêçîrê jî, me, ew bi xwe re dibirin çolê. Îcar  ku em birçî dibûn jî, me, ew dixwarin.” Ango wan, xwedayê xwe dixwar.

 Îro jî gellek bîr û baweriyên pûç ên ku bi vî rengî didomin, hene. Gellek mirov dibin dîl û beniyên tiştên ku wan bi xwe afirandiye. Gelek hizr û fikrên derezanistî ên ku jiyana civakê serobin dikin, hene. Di vir de hem rola nezaniyên olî û hem jî rola nezaniyên zanistî ya ku li ser jiyana civakê hikum dike derdikeve pêş. Hewce ye ku ev herdu mijar baş werin dahûrandin û ravekirin. Lewre di navbera nezaniyên olî û nezaniyên zanistî de pêwendiyeke xurt û jênager heye. Gellek caran rê û rêbazên olî û yên zanistî tevlî hevdu dibin.

 Ol û zanîn du tiştên dijber û lêkneker ên bêdeman in. Li cihê ku rêbazên olî hebin, zanîn nikare tevbigere.. Û li cihê ku zanîn jî hebe, ol nikare hebûna xwe bidomîne. Lewre, zanîn li ser riknê şikdariyê ava bûye. Û ol jî  bi şikdariyê re qet nelihev e. Ku şikdarî hebe, ol têk diçe û rola baweriyê namîne. Lewre bawerî, bi tiştên ku hebûn û tunebûna wan ne diyar e, tê. Hewcetiya tiştê ku hebûna wî hatibe selîmandin jî bi baweriyê nîn e. Ji bo wê, ol û bawerî, gellek caran di destê kesên muzir û mizawir de wekî alavên xapandin mêtingeriyê tên bikaranîn. Kesên xeşîm û nezan her gav xwe dispêrin rêbazên olî. Û  baweriyên bêbinyat ji bo xwe wekî qinyat dibînin.

 Bîr û baweriyên pûç tu carî nikarin ji bo pisrgirêkên civakê bibin çareserî. Belê hemû pirsgirêkên civakê, dikarin her gav  girêdayî rêbazên zanistê çareser bibin. Ji bo wê, hewce ye ku em xwe bispêrin rê û rêbazên zanistî û zaneyane. 

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Înî, 14’ê Pûşpera 1387’ê Rojî