|
demokrasî û tiştên ku bi
navê demokrasiyê têne
kirin, tevlîhevdû nebin û qet şaş neyên fêmkirin. Lewre gellek liv û tevgerên ku
li ser navê demokrasiyê tên kirin ku qet ne demokrasî ye. Ew otokrasî(hêza
serdest a ku dewletê diparêze)ye.
Dibe
ku hin kes, nêzîkbûna van herdu têgihên dijber (dewlet û demokrasiyê) û
linikhevbûna wan wekî tiştekî ecêb bibînin. Belê çawa ku hemû dijber li nik
hev û di zik hev de dijîn, dewlet û demokrasî jî bi heman awayî li nik û pevre
dijîn û hebûna xwe didomînin.
Dewlet,
hêz û çîna serwer a ku serdetsî gel û civakê dibe û wê birêve dibe ye. Dewlet,
çendî ku navê demokrasiyê bi kar bîne jî, ew her gav dij û dijberê demokrasiyê
ye û li şûna demokrasiyê otokrasiyê bi kar tîne. Dewlet bi qasî ku dûrî
demokrasiyê ye, ew qasî jî dûrî gel û civakê ye. Têkiliya navbera gel û civakê
têkiliya serdestî û bindestiyê ye. Dewlet, tu carî naxwaze gel û civak azad û
serbixwe bibe. Gel û civak jî, ji bo ku bikaribe azadî û serxwebûna xwe bi dest
bixe, têdikoşe û doza demokrasiyê dike. Demokrasî, wekî hemû kirû û têgihên
sosyolojîk ên din, wateyeke wê ya tenê (ya rastîn) heye. Ew jî serweriya gel û
civakê ango serweriya mirov bi xwe ye..
Demokrasî,
ne navgîna pêdivî û berjewendiyên mirov û ne jî egera jiyanê ye. Demokrasî,
azîneya pêwendî û danûstandinên mirov û sepana rê û rêzikên civakê ye. Mirov ne
ji bo demokrasiyê ye; demokrasî ji bo mirov e. Ji bo wê, divê demokrasî di
xizmet û suxreya mirov û civakê de be. Demokrasî bizav û şêwaza jiyanê ye.
Di
demokrasiyê de
venêrana(kontrola) siyasî ji aliyê gel ve pêk tê. Ji bo wê divê ne demokrasî
serwerê jiyana civakê be, civak serwerê demokrasiyê be. Gel, ji civaka ku ji
takekesan pêk tê ye. Di demokrasiyê de takekes û hemwelatî; ziman, ol, nîjad,
zayend, reng, bawerî, siyaset û fikra wan çi dibe bila bibe, wekhev û yeksan
têne dîtin û hemû li hemberî rêgezên civakê yên heyî xwedî maf in. Tu kes ji yê/ya
din ne binirxtir û ne jî bênirxtir e. Di demokrasiyê de her hemwelatî, li gorî
rêgeza yeksaniyê ye. Û hemû mirov, xwediyê mafên venêrana siyasî ne. Mafê her
hemwelatiyî heye ku nûnertiya civakê ya siyasî hilde ser xwe û bi berpisiyariya
wê tevbigere. Mafê her hemwelatiyî heye ku xwe birêxistin û perwerde bike û
beşdarî rêveberiya civakê bibe.
Demokrasî,
îro ro wekî çarenameya hemû pirsgirêkên navxweyî û navneteweyî yên civakî tê
dîtin. Belê mixabin hemû pirsgirêkên civakî jî li ser navê demokrasiyê pêk tên û
didomin. Demokrasî wekî alaveke nûjen di destê her kesî û her hêzê de wekî
pêlîstokeke bêpere tê xebitandin û bikaranîn. Dûgelên desthilatdar û mêtinger
bi navê demokrasiyê welatan dagir dikin gelên van welatan bindest û talan dikin.
Jin û mêr, pîr û kal, keç û kurên wan digirin, didarizînin û dikujin. Bi navê
demokrasiyê li ser keda mirovan rûdinên û di mal û milkê wan de diçêrin. Bi
navê demokrasiyê mafê jin û zarokan binpê dikin û bindest û bintûte dihêlin.
Ji
takekes û civakê bigir heta gel, nîjad û neteweyê; ji sazî û dezgehên sivîl
bigir heta malbat û mezrîngeyên komelî… hemû demokrasiyê wekî spartek û
asêgeheke negihêj dibînin. Ligel ku di warê karvaniyê de tu kes zêde li
demokrasiyê xwedî dernakeve jî, dîsa wê wekî kilîda deriyê hemû pirsgirêkên
hundirîn û derveyî qebûl dikin û diceribînin.
Gellek
caran demokrasî jî wekî hemû têgihên civakî, bi çend awayan tê ravekirin û
navandin. Û li gorî vê yekê jî tê sefandin û kategorîzekirin. Bo nimûne;
demokrasiya burjuwazî, demokrasiya proleteryayê, demokrasiya gel, demokrasiya
dewletê, demokrasiya sosyalîzmê, demokrasiya liberlaîzmê û hwd. Heçku ji bilî
demokrasiyê tu demokrasiyên din tune ne û ew gellekî dûrî demokrasiyê ne.
Demokrasî tê wateya azadî, wekhevî, aramî û ahengdariya civakê. Heke ku di
civakekê de du çînên dijber û lêkneker hebin, ne pêkan e ku di wê civakê de
demokrasî pêk were. Heta ku çînên serdest û bindest di heman qadê de pevre bijîn,
tu kes nikare behsa demokrasiyê bike. Heta ku dewlet û hêzên dewletê hebin ne
pêkan e ku demokrasî pêk were. Lewre dewlet serdestî û otokrasiyê diparêze û xwe
dispêre hêz û zordariyê. Belê gel hewceyî demokrasiyê ye. Ji bo wê, çawa ku gel
û dûgel nabin yek, demokrasî û otakrasî jî nabin yek û li hevdu nakin.
Demokratîkbûna gel û civakê mimkun e; belê demokratîkbûna dewletekê ne mimkun
e. Dewlet û demokrasî dûrî hevdû ne. Belê gel û demokrasî pir nêzîkî hevdû ne û
qet ji hevdû naqetin.
Îro
li ser rûyê dinê du çînên(hêzên) bibgehîn ên dijber û lêkneker hene. Yek jê
çîna serdest û ya din jî çîna bindest e. Çîna serdest dewlet û otokrasiyê
diparêze. Çîna bindest jî xwe dispêre gel û demokrasiyê. |