Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Çima Ziman?

 

Adar Jiyan

adarjiyan@mynet.com

Her civakek, zimanekî wê yê xweser û taybet heye. Îro li ser rûyê dinê nêzîkî heft hezar  zimanên ku têne axaftin hene. Hin him têne axaftin û nivîsandin û hin ji wan jî tenê têne axaftin. Ziman, ew taybetiya ku mirov ji hemû heyberên din

vediqetîne ye.  Ji nav van heyberan ruhberê ku diaxive û dirame tenê mirov e. Û hiş û hizrandin tenê bi mirov  re peyde dibe. Mirov ji ber ku dirame û diaxive jî. Her wiha ji ber ku diaxive jî fikr û ramana wî/wê xurtir û berfirehtir dibe.

 Hin taybetmendiyên zimên ên xweser hene. Bo nimûne; ziman, navgîna axaftin û ragihandina navbera mirovan e. Ziman, xwediyê  hin rêz û rêzikên taybet e. Ziman, bi civakê re derdikeve holê, pê re geş dibe û dijî. Ziman, pergala ramana  neteweyekê nîşan dide. Ziman, kakilê jiyin û behreyên mirov e. Ziman ji dengan pêk tê. 

 Mirov di jiyana xwe de fêrî gellek zimanan dibe; zimanê ku girîngiya wê nayê nîqaşkirin, zimanê maderî(zimanê zikmakî) ye.

 Ji zimanê ku mirov jê dê û bav, malbat û der û dora xwe fêr dibe, re zimanê zikmakî tê gotin.

Ji ber ku mirov wî zimanî di malzaroka diya xwe de fêr dibe, zimanê zikmakî hatiye gotin. Ji bilî Wê jî, ev ziman riknê hemû zimanên din e jî. Lewre gava ku mirov zimanekî biyanî fêr dibe, zimanê zikmakî ji bo xwe wekî bingeh û referans digire.

 Zimanê nivîskî, zimanê civakê yê hevpar e. Rojname, kovar, pirtûk, radyo televîzyon û alavên ragihandinê yên nivîskî hemû vî zimanê hevpar bikartînin. Axaftin û vegotina devkî jî bi siya vî zimanê nivîskî bi dest dikeve. Zimanê nivîskî, her wiha wekî zimanê çandî jî tê zanîn. 

 Axaftin û ziman ne heman tişt e. Ji bo wê divê ev herdu têgeh ji hevdû werin veqetandin. Axaftin, vegotina devkî ya rojane ku bi egera danûstandin û pêwendiya navbera mirovan pêk tê ye. Her mirov dikare biaxive. Belê her mirov nikare li gorî  rêz û rêzikên zimên biaxive.

Zarava, ji ber sedemên koçberî, bişavtin, şer û dagirkirinên ku gel an jî neteweyek pê rû bi rû dimîne, pêk tê. Gava ku gel an jî neteweyek ji ser hevdû belav dibe, her kom û komiçkên ku ji hevdû qeyiyane li ser koka wî zimanî,  awayekî axaftinê û bilêvkirinê bi kar tîne. Ji şaxên heman zimanî ên ku peyv û dengê wan ji hevdû dibin re zarava an jî diyalekt tê gotin. Hemû şaxên zimên xwe dispêrin koka heman zimanî. Şêwe an jî devok, şaxên zimên ên biçûk ku bi guhertin û veguhertinên ku bi salan pêk tên re derdikeve holê.

 Ziman navgîna axaftin û cihêwaziya navbera nîjad û neteweyan e. Hin caran jî wekî zimanekî hevpar dibe qest û qasidê pêwendiya navbera neteweyan. Ziman cîhana awaz û dengvedana navbera netewyan e jî. Her dengek pêkanîna dengekî rengîn û  cuda yê ku ji xwezayê der dibe ye. Her zimanek  ziman navandina dengekî cihêwaz ê vê cîhanê ye. Ziman neynîka hizr û ramanê û berdevkê hest, nîgaş û nîgariyên mirov e. Mirov dikare her mirovî/ê (an jî civakê) di wê neynikê re bibîne. Neynik, ne tu tiştî li rastiyê zêde dike û ne jî jê kêm dike. Ziman jî rewş û awaya rastiniya takeks û civakê deprêş dike. Her mirov, hem li gorî zimanê xwe tê nirxandin, ecibandin û pesinandin û hem jî li gorî zimanê xwe tê rexnekirin, şermezarkirin û darizandin. Ji bo wê ziman ji bo însên ne wezna hin tiştan; pîvana gellek tiştan e. 

 Ziman, nîşana awa û çawaniya jiyana mirov û civakê ye.mirov, gellek xislet û xisûsiyetên civakekê  ji zimanê ku pê diaxive derdixe. Hemû nirx û hêjahiyên nîjad  û neteweyekê yên dîrokî, çandî  û civakî bi saya zimên têne parastin. Ber û berhemên wêjeyî bi ziman re der dibin. Ligel wê, gellek  şahkarên qedîm û kevnare bi sya zimên derdikevin holê.

 Pevgirêdan û dilsoziya navbera mirovan û pêwendiyên wan ên civakî bi saya zimên pêk tên. Têkilî, nêzîkbûn û  ahengdariya navbera mirovan, bi xurtbûna zimên pêşve diçe û diedile.

 Gellek ramanwer û feylosofên dinê mirov wekî ‘lewirê axivok’ bi nav kirine. Bi rastî jî wisa ye. Heke mirov neaxive, dê çi cudatî di navbera wî/wê û lewirên din de bimîne. Gava ku mirov dêhna xwe dide civakên dîrokî yên ku pêşve çûne hemû pêşî arasteyî zimanê xwe bûne û ew pêş de birine. Hemû zana û feylesofên dinê ji nav civakên ku zimanê xwe dewlemend kirine, derketine. Û dîsa hemû ramanwerên navdar û behredar ên wê civakê jî her gav ji nav zimanzanên wê civakê derketine.

 Ji bo wê divê berî her tiştî ziman û dîsa piştî her tiştî ziman were parastin û xurtkirin. Nexwe pêşketin û serkeftina tu civak û neteweyan pêkan nabe.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 23’ê Banemera 1387’ê Rojî