|
zanîn li gorî bîr û baweriyên olî,
dê pira siratê, roja mehşerê ji bo hin mirovan bibe wekî balafirgeheke berfireh
û dorhêl; û ji bo hin mirovan jî bibe wekî devê şûrekê ku bi qasî mûyekî zirav û
her wiha mîna gûzanekê tûj û seqakirî ye. Tê gotin ku dê wê rojê kesên qenc û
bawermend, wekî siwarên hespên rewan li bayê bezê, mîna berqtavên biharê di ser
wê pirê re biqevizin; bihêsayî derbas bibin û reha bibin. Belê dê kesên xerab
û tawanbar jî li ser devê wî şûrê ku mû diqelişe, bimeşin. Ji ber tawanbariya
wan dê ew kes geh bikevin vî aliyê dojehê û geh jî aliyê din. Divê Xwedêgiravî
bi ketin û rabûna wan re dê leylanên êgir ên wekî zîhayan(ejderha) wan
daqurtînin; wan bihêrin û peyre wan bera bidin binê newalên dojehê yên reş û
tarî û bêbinî.
Bêguman dojeh, bihûşt, mehşer
sirat, siza û bexşanên wê dinê, hemû li gora pergal û sazûmanên vê dinê hatine
sêwirandin. Lewre di dîroka mirovahiyê de dojeh û bihuştên ku bi destê hêzên
zoran û desthialtdar hatine avakirin, di binehişîna mirovan de bi cih bûne. Dîsa
li gora baweriyên olî, mirovên tawanbar her çi qasî nigaşên dojehê bînin ber
çavên xwe û nigariyên wê yên tund çê bikin jî, dojeha ku dê roja meşherê bê
dadan, qet neşibe wê dojeha wan a nigaşî. Çimkî dê dojeha rastîn sed carî
ji wê dojeha nigaşî û nigarî dijwartir be. Îcar her çend ku îro em jî rûxan
û texrîbatên şerekî nû bînin ber çavên xwe û wî bi awayekî neyînî rism bikin jî,
ew şerê ku îro pêk were dê ji nigar û xeyalên şerê ku em disêwirinin, gellekî
dijwartir û malwêrantir be.
Digel ku di dîroka civakên çîndar
de gellek dojehên zindî û berbiçav pêk hatibin jî, desthilatdarên dinê dixwazin
îro ji nû ve li Rojhilata Navîn dojehekê dadin û gelên herêmê bi carekê re
bavêjin navê. Belê divê baş bê zanîn ku dê agirê wê dojehê pêşî kesên ku ew
dojeh li dar xistine daqurtîne û wan ji eyarekî bixe eyarekî din. Çimkî cîhan,
bi saya zanîn û teknolojiya nûjen bûye nola gundekî biçûk. Hêz û derfeta tu
mirovan nîn e ku bikaribin xwe bavêjin devreyê sînorê vî gundî û xwe ji agirê
wê dojehê xelas bikin.
Derketina şerekî biçûk an jî herêmî
dê bibe sedema serobinbûna welatên derdor û lihevketina tevê dinê. Bi rastî îro
roj destpêkirina şerekî herêmî ne tiştekî ketberê û hêsa ye. Çimkî şerê herêmê,
dê bibe mîna agirê sor ê ku bi pûşê pirêzeyê dikeve, dê hemû welat û parzemînên
dinê bide ber xwe û di laşê mirovahiyê de biçêre. Ji ber wê, tu mirovên xwedî
hiş û raman an xwedî vîn û wijdan, nikarin bi hestên çîminjê tev bigerin û xwe
ji vê berpirsiyarê bêrî bikin. Îro merc û asûnên dinê ji bo pêkanîna karesatên
nû û her wisa komkujî û qirkirina mirovan gellekî guncan û kêrhatî ne. Îro çek
û xumbereyên kujende yên ku bi destê mirovahiyê hatine çêkirin, pêkan e ku di
hundirê çend xulekan (deqîqeyan) de bajarekî serobin bikin û bi sed hezaran
mirovên bêrî tune bikin. Ev karesat û babelotên ku pêk tên, hovîtî, bêînsafî û
bêwijdaniya desthilatdarên dinê li ber çavan radixe. Ji bo wê divê tu mirov ji
dijmin û neyarên mirovahiyê hêvî û gumanê neke. Lewre ne gengaz e ku ew
bikaribin arîşe û pirsgirêkên dinê çareser bikin. Lewre yên ku pirsgirêkan vê
dinê bi destê xwe diafirînin, naxwazin pirsgirêkan çareser bikin. Jixwe sedem û
egera hebûna wan jî ji bo pêkanîna arîşe û pirsgirêkên dinê ye. Pirsgirêka dinê
ya herî tirsnak û erjeng desthilatdarî ye. Û dest hilatdarî şer bi xwe ye.
Hêrs û çavsoriya
hêzên şerûd û êrîşkar bi hemû xofdariya xwe, tirs û saweke mezin dixe dilê kesên
bêrî, mirovhez û aştîxwaz. Belê kes û aliyên ku hevalbendiya şer û hêzên şerûd
dikin, dê berî herkesî ew bi xwe di nava dojeha şer de bixeriqin. Wekî ku li jor
jî hate diyarkirin, tu kes nikare xwe ji ber agirê vê dojehê bide alî. Kêm zêde
dê hemû kes Nesibê xwe ji xisar û texrîbatên şerê dinê hilde û agirê vê
dojehê bitamîne. |