|
zimanê gelan û
perwerdehiyeke zanistî û pêşverû ya nûjen ku li ser hîmê yeksaniyê tê
danîn e. Bi mandelekirina zimanê gelan re tunehesibandina wan, geşedana
hêjahiyên wan ên çandî û civakî jî têne astengkirin.
Îro li gellek deverên dinê, di kesantiya hin gelan de gellek nirx û hêjahiyên
mirovahiyê tên mandelekirin û binpêkirin. Her çendî ku pirsgirêkên dinê yên
siyasî û aborî bandorê li ser rewşa civakê û derûniya wê dike jî, dîsa yek ji
van pirsgirêkan, pirsgirêka perwerdehiyê ye. Fizîknasê navdar yê Elman, Albert
Einstein dibêje: “Dahatûya welatekî, girêdayî perwerdehiya mirovên wî welatî
ye.” Rast e. Gava ku mirov dêna xwe dide welatên pêşverû û civakên şareza yên
cîhanê, hemû bi girîngdayina perwerdehiyê gihîştine asta herî bilind.
Nirxên mirovahiyê hemû bi saya perwerdehiyê bi dest dikevin. Gava ku mirov
perwerdehiya civakên şareza û pêşverû wekî mînak nîşan dide; tê gotin ku :
“aboriya wan gellekî baş e.” an jî “ew, welatên pêşverû ne.” û hwd. Divê bê
zanîn ku hemû civakên hemdem û nûjen, bi saya perwerdehiyê pêşve çûne/diçin. Û
ew bi saya perwerdehiyê pirsgirêkên xwe yên aborî û siyasî çareser kirine/dikin.
Carekê li gellek welatên dinê bêhn û bêta perwedehiya zanistî nîn e. Heke
pergaleke wan î perwerdehiyê hebe jî gellekî dûrî kirîterên navneteweyî yên
zanistî û hemdemî ye. Perwerdehiya nûjen, pêşî mirovên azad, şareza û pêşverû
digihîne. Li gorî krîterên perwerdehiyê yên navneteweyî, divê her zarokek bi
zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibe. Divê pêşî çand, dîrok û neteweya xwe binase
û dide nasandin. Divê, hest û ramana xwe bi zimanê xwe derdibire. Divê xewn û
xeyalên xwe bi zimanê xwe vebêje û binivîse. Divê bi dengê xwe, bi rengê xwe,
xwe wekî kesayetiyeke resen û taybet, bi heval û hemsalên xwe bide nasîn. Divê
gellek nirx û hêjahiyên xwe yên neteweyî bi zarokên cîhanê yên din re parve
bike. Divê bi stran û folklora xwe, welatê xwe bide nasandin. Divê çanda gerdûnî
binase, bi wê çandê re têkiliyê deyne û çanda xwe pêşve bibe. Divê welatên
cîhanê û zarokên wan binase. Divê rêz û giramiyê bide tevê mirovahiyê. Divê kî
şûna hestên dijminahiyê, nasdarî hestên aştî û biratiyê bibe. Divê ji bo
pêkanîna lihevhatin û xweşikiyan dinê hewl bide û pêwendî û ragihandinên mirovî
pêk bîne.
Heke ku zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde nebe û haya wî ji ziman, çand û
dîroka wî nebe, dê ji zanava xwe jî bi dûr bikeve. Û dê xwe ji tu neteweyan
nehesibîne. Zarok, digel ku bi vî awayî ji nirxên xwe yên neteweyî bi dûr dikeve,
nêzîkî tu neteweyên din jî nabe. Zarokê ku pêmaya (mîrateya) çandî ya ku ji
aliyê bav û bapîrê wî/wê de pê mabe, hatibe guhartin û tehrîfkirin, nê pêkan e
ku bikaribe li nasnameya xwe xwedî derkeve. An dê ew zarok bê nasname bimîne an
jî dê zanaveke bêxêr û bêkêr lê bar bibe. Ev jî ji bo zarok, tunekirin û
mandelekirin e. Lewre zarokê ku neteweya xwe nas neke, dîroka xwe jî nas nake.
Zaroka ku dîroka xwe nas neke, dê û bavê xwe jî nas nake. Yên ku dê û bavê xwe
nas neke, xwe jî nas nake.
Hest û ramana her mirovî/ê îro li gorî bîrdoza fermî ya welatê wî/wê teşe û
dirûv digire. Li gorî vê raman û mantalîteyê, çi kesên ku li ser xak û
erdnîgariya xwe dijîn, ji aliyê bîrdoza fermî û kesên ku ew bîrdoz ji xwe re
wekî rêbaz neqandine, “wekî dijmin” têne hesibandin. Çendî ku mirov ne ji wê
neteweyê bin jî, li gorî zagon û bîrdozên fermî divê ku xwe wekî endamên wê
neteweyê bibîne û bihishisîne. Nexwe dê ji aliyê civakê ve wekî kesekî ciyawaz,
xayîn an jî dijmin û neyar bête dîtin. Ji bo wê, hemû zarokên civakên bindest,
ji neçarî xwe dişibînin zarokên kes û hêzên serdest û dixwazin xwe wekî
zarokekên wan nîşan didin. Bi vî awayî, her ku diçe, ew zarok ji zimanê xwe û
girêdayî wê ji çand û huner û kevneşopiyên xwe bi dûr dikevein. Her wiha bi hemû
kesayetiya xwe, ew zarok digel ziman û çanda xwe hin bi hin di nava çerxa
bişavkeriyê de dimehin û tune dibin.
Îro li hemû deverên cîhanê gellek kes û gelên bindest ên ku bi mandelekirin û
tunekirinê rû bi rû dimînin, hene. Li Rojhilata navîn ev tişt dijwartir e.
Mandelekirin sûcekî mezin ê ku mirovahiyê serberjêr dike ye. Mafê tu kes û tu
hêzê tune ye ku çand, huner û zimanê gelan mandele bike û tune bihesibîne.
Mixabin polîtîkaya cîhana serdest li gellek deverên dinê, digel hemû konetî
durûtiya xwe didome. Nemaze jî li Rojhilata Navîn, pir hilum û bandoreke mezin
dihêle. Polîtilaya hêzên serwer û dagirker a belavker, li ser vê erdnîgariyê
pêşî bi tunehesibandinê dest pê dike; bi mandelekirinê didome û bi tunekirin û
ji holê rakirinê bi encam dibe. |