|
a sereke ya li
hemberî xwezayê ked e. Tu tişt bê ked nehatiye/nayê afirandin. Belê tiştê ku
bûye/dibe egera kedxwarî û kedkariyê jî dîsa ked bi xwe ye. Bi kurtayî,
pêwendiyên navbera mirov û civakê, yên mirov û dîrokê û mirov û xwezayê hemû li
ser xîmê kedê hatine avakirin. Ked, hêza diyarker û kilîda hemû deriyên jiyanê
ye. Jiyan û ked bûne wekî nenûk û goşt. Herdu bi hevûdin hatine kelijandin. Ne
pêkan e ku tu hêz dikaribe wan ji hev û din biqetîne.
Tiştên ku mirov serbilind û payeberz dikin, hemû bi saya kedê bi dest dikevin.
Ked, tiştekî wisa pîroz û nirxdar e ku di riya wê de gellek tişt têne kirin û
fedakirin. Keda mirov, rûmeta mirov e. Kesê/a ku li keda xwe xwedî dernekeve,
nikare bibe xwedî hêz û xwedî vîn. Tu mirovê/a xwedî hiş û xwedî raman nikare
keda xwe bi avê de berde an jî bihêle ku hinek rabin keda wî /wê bixun.
Lêxwedîderketina kedê, nirxdayina jiyanê bi xwe ye. Ên ku ji jiyanê hez dikin,
dikarin tevê keda xwe di riya wê de xerc bikin û heta dikarin canê xwe fedayî wê
bikin.
Ji do heta îro, şer û pevçûnên navbera mirov û civakan de hemû li ser kedê ye.
Wekî ku me li jorê jî got, kedê li ser rûyê erdê du nifş mirov afirandine: Yek
jê mirovên kedkar û ya din jî mirovên kedxwar e. Şer û lêqewmînên cîhanê hemû di
navbera van herdu hêzan de derdikeve û xuya ye dê hê derkeve jî. Şerê ku bi
destpêka civakîbûnê de di navbera van herdu hêzên dijber de derketiye bê
rawestan didome û xuya ye dê hê jî bidome. Îcar wekî ku tê zanîn, bi derketina
şerê navbera van herdu hêzan re du çandên bingehîn yên mirovahiyê derketine holê:
Ew jî , yek çanda kedkar û ya din jî çanda kedxwar e.
Çanda kedkar, xwe li gora merc û derfetên demê, hewl dide ku pergala kevneperest
û kevneşopiya statûkoparêz birûxîne û li dewsa wê pergaleke ku mirovan bi
yeksanî birêve bibe ava bike; çanda kedxwar jî ji bo ku têk neçe û pergala xwe
ya kedxwar misoger bike, bi hemû merc û derfetên xwe êrîşî kedê û her wiha hêza
kedkar dike. Ev pevçûn û şerê domdar bi hezaran sal e didome û xuya ye dê hê jî
bidome. Lewre herdu hêz jî xwe mafdar dibînin û ji ser a xwe nakevin. Ev herdu
hêzên şer ên ku vî şerê bê navber û bê deman didomînin, her yek ji wan xwe, xwe
xwedî maf dibîne û dîsa her yek ji wan bi xwe re, bîrdoz, feraset, raman,
ramyarî, çand, huner, wêje, kevneşopî, sinc û têkildariyeke cuda pêk tîne. Ev
herdu çand an kevneşopî jî bi xwe re kesayetiyên cuda diafirînin. Çi ne ev çand
an jî kevneşopiyên domdar ên dîrokî? Yek, çanda pejirandî, a din çanda red e.
Çanda pejirandî statukoparêz û paşverû, belê ya red serhildêr û rexnegir e.
Kesayetiyên çanda pejirandî, nirxê nadin kedê. Ew bixwe, an kedê dixun an jî xwe
didine xwarin. Ango, an ew bi xwe kedxwar in an jî bi kedxwaran re hevkariyê
dikin. An kedkaran didarizînin, an jî gilî û sîxurtiya kedkaran dikin. Hin ji
wan bi xwe karker û kedkar in, belê dijminatiya çîna xwe dikin. Ên ku çanda
pejirandî diparêzin, bê vîn in, armana wan nîn e, tenê bi tevger û bizavên
xwe(Ji aliyê fîzîkî de) dişibine mirovan. Ew xwediyê kesyetiyeke dîl û dardest
in. Li hemberî hemû nûjeniyan derdikevin. Kevnperest in. Girtî û nixumandî ne.
Ji ber ku bi xwe ne ewle ne bi tu kesan jî ewle nabin. Alternatîfa wan nîn e.
Tenê dipejirînin.
Çand û huner û wêje û her wiha kevneşopiyên wan hemû di xizmeta kedxwariyê de ne.
Ew bi xwe wekî alaveke hilberînê an jî alaveke çîna kedxwar têne xebitandin.
Belê yên ku çanda red diparêzin, li keda xwe xwedî derdikevin. Li hemberî
kedxwaran şer dikin. Fikr û ramana xwe ji merc û derfetên jiyanê ji têkiliyên
gerdûnî werdigirin. Bi vîna xwe tevdigerin. Xwediyê vîneke azad û ramaneke
zanistî ne. Xwediyê ferseteke gerdûnî ne. Dixwazin ji bo xwe û serbixwe bijîn.
Hewldanên wan bo vê yekê û di xizmeta vê yekê de ne. Dijminahiyê bi xwe re
nakin. Bi xwe re, bi neteweya xwe re bi civaka xwe re, bi jiyan û cîhana xwe re
li hev in. Ne ku her tiştî red dikin, ji ber ku xwarî û kedxwariyê red dikin,
xwediyê çandeke redparêz in. Ji ber ku kevneparêzî û kevneperestiyê red dikin ew
redparêz têne pejirandin.
Îro şerxwazî, pevçûyîn, kujerî, îxanet, fesadî, xeyidandin, pest û kotek û
çewisandin, îşkence, kîn û rik û li aliyê din jî aştîxwazî, mirovhezî,
azadîparêzî, niştimanperwerî, demokrasî, rêzgirtin û hezkirinên ku di navbera
mirovan de didome, li ser van herdu hîman bilind dibin. Divê mirov ji van herdu
çandanyekê bipejirîne û ya din jî red bike. Lewre herdu bi hev re nameşin. |