|
mirov bigihîje mexsed û armanca xwe;
an jî wekî şêwaza tevgerên mirov ên ku wî/wê ber bi riya hedefa wî/wê vedike,
tê navandin. Belê mixabin siyaset û
polîtîka jî ji wate û armanca xwe pir bi dûr ketine û wekî bingeha durûtî,
alozî, tundî û dubendiyê.
Siyaset, li ser rûyê dinê wekî
hêzeke diyarker xwe li ser tevê mirovahiyê dide ferzandin. Di bingeha bûyer û
qewamên têkel û tevlîhev de, siyaset roleke pir mezin dileyîze. Siyaset, li şûna
ku kêşe û arîşeyên mirovahiyê çareser bike, pirsgirêkên dinê kûrtir û girantir
dike. Ji bo wê, îro ro siyaset ne wekî deriyê çareseriyê, wekî kilîda hemû
pirsgirêkan derdikeve pêş.
Şer û pevçûn, xwekuştin û
hevkuştin, girtin, darizandin û dardekirin û hwd. Hemû bûyerên ji sêrê, ji hêla
siyaseta îroyîn ve pêk tên û wekî tiştên asayî û sêrê têne pejirandin. Sedem û
encam, eger û hincet, mexsed û armanc çi dibe bila bibe, tu kes nikare vê yekê
wekî tiştekî rewa û mafdar bibîne û xwe jê pak bike. Der barê pirsgirêkên dinê
de, hemû mirov -dîn û zarok ne tê de- bi qasî hevdu berpirsiyar û gunehkar in.
Lewre pest û stembariyên ku pêk tên hemû li ber çavên mirovahiyê pêk tên. Ji
ber ku ev bûyerên neyînî ji hêla mirovan ve pêk tên û dîsa çareseriya wan di
destê mirovan de ye, çendî ku xisarê didin tevê mirovahiyê jî, her kes hevpar û
tawanbarê van gunehan e.
Îro di bin sîwana çek û bombeyan
de aştî û aramiya mirovahiyê tê sabotekirin. Çareseriya pirsgirêk û arîşeyên
cîhanê hemû bi şêwazên tund têne manîkirin û astengkirin. Li şûna rêz û
hezkirinê, kîn û nefret û dijminahî tê derpêşkirin. Li şûna jiyanê mirin tê
afirandin. Li şûna avakirinê, rûxandin pêk tên.
Êdî, tu kes guh nade dengê aştî û
biratiyê. Dengê ku heye jî, tê tepisandin û fetisandin. Kesên ku jiyana xwe li
ser şer û pêvçûnên rojane didomînin, bûne rêveber û rayedar. Fitnebaz û
xêrnexwaz bûne serkêş û pêşengên dinê. Şerûd û şerxwaz xwedêgiravî bûne
aştîxwazên cîhanê. Çewsîner,
stemkar, zorker bûne qaşo bûne demokratên gerdûnî. Nezan û xizanên zanînê bûne
ramyar û ramanwer dinê. Hemû serwer û stembar bûne yek; dest dane hevdu û li
hemberî mirovheziyê ber girtine.
Dixwazin tevê mirovahiyê di nav vê
pergala xwe ya stembar de bieciqînin û vê atmosfera reş û tarî li wan bînin
hev.
Mirov, bi saya mirovên têkoşer û
afirîner gellek derfet û serkeftinên girîng bi dest xistine. Pîşe û xebatên ku
mirov bi dest xistine jî gellek caran ji hêla derûnî û jîrayî ve dibin bingeha
aramiyê. Merc û derfetên ku jiyana mirov bextewar dikin, pêkan bûne.
Bêguman siyaset û têkoşneke baş,
standarda jiyanê bilindtir û behreyên mirov ên ku bûyer û rastîniyên jiyanê baş
rave dike, mikûntir dike. Siyaseteke baş, rastîniya navbera bûyeran, dîtina
têkilî û girêdan û rêgezan bi dest dixe. Siyaseteke baş, derfeta arastebûna
afirînerî hilberîneriya ramîn û hizirîna mirov jî pêk tîne. Fikrên qalibgirtî û
neguherbar ên ku di mêjiyê mirov de hatine bicihkirin, ji holê radike.
Cihê ku zanîn û zanistî lê
tunebe, dê mirov qîma xwe bi nezanî û xeşîmiya xwe bîne û dê hemû cehd û
behreyên xwe di riya tiştên nebaş de serf bike û bi kar bîne. Ev tiştekî ji sîrî
û bi ser re ye. Jiholêrakirina tiştên bêkêr û bêrê, ancax bi perwerdehiya
siyaseteke zanistî ya bi rêk û pêk, pêk tê. Zanîn, pêkanîna afirandina ku
cudayetiyê diafirîne ye.
Armanca siyaseta rastîn ew e ku
mirovan ji hêla sincî, hestî û cestî ve pêş ve bibe. û derûnî û hişmendiya wan
bi awayekî ahengdar têkûz bike. Siyaset ji bo ku karakterekî têkûz û ramîneke
azad û zanistî bi mirovan re bigihîne pêk tê. Mirovên ku bi awayekî rastîn
siyasetê dikin, divê ne bi hestyarî, bi berpirsiyarî tevdigerin. Divê xwediyê
nêrîneke berfireh û gerdûnî bin; û rêz û hurmetê bidin mafê mirovan. Divê
avakar, berhemdar, çêker û afirîner bin.
Divê mirovên siyasetmedar û
perwerdekirî, berpirsiyariyê di ser her tiştî re bibînin. Divê li şûna ku
fedakariyê bixwazin, ew bi xwe fedakariyê bikin. Divê, li şûna ku li benda
başiyê bin, ew bi xwe başiyê bikin. Divê li şûna ku bi hêviya pêkhatina rastiyê
tevbigerin, ew bi xwe arasteyî rastiyê bibin. Divê li şûna ku mirov pê re
pêwendiyê deynin, ew bi xwe bibin kiryarên pêwendiyê.
Bi kurtayî, divê siyasetmedar, ji
her kesî duristir, têkoşertir, wêrektir û bibiryartir be. Nexwe, mirovahî tu car
nikare îflehî xwe bibe û xwe ji van arîşe û pirsgirêkn heyî reha û rizgar bike.
|