|
Amadekirin: Omîd
Esxeran
Di vê derheqê de du peyv hene ku em pir guhdariya wan dikin û pêkhatîne ji
Federalîzm “Federalism” û Federasiyon “Federation” yan yekgirtina federalî ku di
warê wate de ferq û cudahî di navbera wan duyan de heye.
Federalizm aliyê felsefî û îdeolojîk digire xwe ku armanca wê pirensîpa
federaliyê ye. Lê Federasiyon yan yekgirtina federalî, rêxistinek sîstematîk (Institu
tional Arrangement) e û armanca wê danîn û avakirina sîstema federalî ye.
Zaraveya federalîzmê ji peyva latînî a “Foedus” ku tê wateya peyman û rêkevtinê,
hatiye wergiritin. Di vê derheqê de rayek heye ku dibêje: “Federalîzm şêwazek
hevgirtinê ye û tê wateya rêkevtin “Foedus or pact” û ji peyva bawerî “Fides or
trust” hatiye wergirtin û rêkevtinekê bixwe ve digire ku bi awayeke azad û
beramber were pejirandin.
Hin kesên din li ser vê baweriyê ne ku peyva latînî “Feodus” li gor
Ferhengoka(Qamos) latînî, tê wateya peyman “League” yan hevhatina navbera du
aliyan yan zêdetir “Treaty” yan peyman “Compact” yan hevgirtin “Alliance” yan jî
girêbest “Contact”ê.
Derheq sîstema federalî gellek pênaseyên cur bi cur hene ku her yek ji pênaseyan
beşek ji sîstema federalîzmê bixwe ve digirin. Lê em bi kurtî dikarin
federalîzmê bi vî awayî pênase bikin: “Rêxistinek siyasî û destûrî a navxweyî ye
ku li gor wê dewletên endam yan herêm, peyrewkarê dewleta federalî dibin ku li
jor wan e û rêxistina han jî bi du awayan e ku pêkhatîne ji: Aliyê derve ku
dewleta federal weke yek dewlet di vî warî de tê hesêb, aliyê navxweyî ji çend
kiyanên destûrî pêk hatiye ku têde hikûmeta federalî beşdariyê di
piraktîzekirina serweriya navxweyî de dike”.
Bi vî awayî xuya dibe ku sîstema federalî rêxistinek siyasî û yasayî ye ne
girêbend, herwiha rêxistinek destûrî a navxweyî ye ne lihevhatinek navnetewî. Li
gor ezmûn û ceribînên ku li dest de hene, sîstema federalî bi du awayan tê
damezrandin ku pêkhatîne ji:
1. Federaliya bikombûn yan bihevre girêdan: Di awayê han de çend dewletên
serbixwe hev digirin yan bi hev re tên girêdan û dewletekê ku li jor dewletên
endam e, ava dikin. Eva şêwazake normal û carr(baw) e ji bo dirustbûna
yekgirtina federalî.
Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê, Swîs, Kanada, Australiya û Afrîqaya Başûr bi vî
awayî tên birêvebirin. Di vê şêwazê de dewletên endam xwediyê mafê zêdetir in,
çûnku dewletên serbixwe ku hikûmeta federalî ava dikin, dest ji beşek ji
desthilatên xwe ku bona parastina hikûmeta federal hewce ne, hildigirin û
piraniya desthilatan ji xwe re diparêzin.
2. Federaliya bi parvekirinê: Di vî awayî de dewleta sade an yekbûyî bi ser çend
dewlet yan herêman de tê dabeşkirin û dibe dewletek tevlîhev. Welatên Yekîtiya
Soviyet a berê, Berazîl, Arjantîn, Mekzîk, Venezoêla, Kolombiya, Hindustan,
Malizî û Nêciriya bi vî awayî pêk hatine. Di sîstema han de hikûmeta federal
xwediyê desthilatek zêdetir e li hember sîstema yekem û welat bi ser çend herêm
yan beşên kargêrî de tê parvekirin. Lewra hikûmeta federal dest ji beşek kin ji
desthilatên xwe hildigire. Sîstema federal ji bilî şêwazên giştî ên ku dibin
sedema dawîhatina dewleta navendî, bi van du şêwazên jêr de jî dawî pê tê:
1. Cudabûna her yek ji herêman û bûna wan bi dewletek serbixwe.
2. Guherîna dewleta federal bi dewletek sade.
Taybetmendiyên sîstemek federal di van çend xalên jêr de hatî tê diyarîkirin:
1. Hebûna destûrek nivîskî.
2. Serweriya destûrê.
3. Neguherbûna destûrê.
4. Parvekirina desthilatê di navbera hikûmeta navendî û herêman de.
5. Dufakterbûna desthilata yasadanan.
6. Hebûna dadgeha yasadananê.
Qanûn û destûra tev welatên ku li ser bingeha federalîzmê birêve dicin, wekhev
ninin. Bo mînak li welatê Amerîkayê herêmên federal mafê vê çendê tu ninin ku
tevî welatên derve peymanan wajo bikin. Di demekê de ku li Yekîtiya Soviyeta
berê herêman mafê vê çendê hebûn. Her yek ji herêman xwediyê desthilatên
yasadanan, birêvebirin û dadweriya taybet bi xwe ne. Lê nabe qanûnên wan dijberî
tevî destûra dewleta navendî hebin û li dema çêbûna arîşe û pirsgirêkan di vê
derheqê de, dadgeha federal a welat li şûn kirîz û pirsgirêkên han de diçe û
biryara dawî dide.
Hinek caran jî peyva federasiyonê ji bo yekgirtina sendîka û yekîtiyên karkerî,
rewşenbîrî û pîşeyî tê bikaranîn.
Jêder:
Ferhenga Siyasî a Nîga |