 |
Berhevkar: Omîd Esxeran
Konfederasiyon ji
peyva Latînî a (Confederation)’ê ku tê wateya kom û yekîtî, hatiye wergirtin.
Sîstema han bi piştgirêdan bi peymanek navnedewletî tê holê ku di navbera hinek
dewletan ji bo bidestveanîna hin armancên diyarîkirî tê girêdan. Li gor peymana
han, desteyek hevbeş ji bo bidestveanîna armancên diyarîkirî |
|
tê pêkanîn. Dewletên
endam di konfederaliyê de, serweriya derve û navxweyî a xwe diparêzin, lê di
asteke diyarîkirî de, dev ji hin azadî û desthilatên xwe ji bo desteya hevbeş
ber didin. Dewletên endam daxwaz ji desteya han dikin ku hewlê bona
bidestveanîna armancên ku di peymana konfederaliyê de li ser wan hevhatine,
bide. Ji armancên han em dikarin qala parastina serbixweyiya dewletên endam,
qedexekirina şer û berevanîkirin ji berjewendiyên siyasî û aborî bikin. Desteya
konfederal weke dewletek nahê hesibandin ku li serweyî dewletên endam be, belku
erkê wê tenê darêtina siyaseteke giştî ye di çarçoveya wan desthilatên ku jêre
hatine diyarîkirin. Deseteya han biryarên xwe bi hevdengî dide û divêt biryarên
han ji aliyê welatên endam ve werin cîbicîkirin.
Em dikarin armancên yekîtiya konfederal di van çend xalên jêrîn de diyarî bikin:
1. Dewletên endam serbixweyiya navxweyî a xwe diparêzin, lê di pêwendiyên derve
de girêdayî siyasetek giştî a konfederal in.
2. Di asta navneteweyî de, konfederalî û desteyên hevbeş xwediyê tu
serbixweyiyekê ninin û nikarin desthilatek rasterast bi ser hevwelatiyên welatên
endam de bimeşînin.
3. Her yek ji welatên endam mafê vê çendê hene ku li gor pirensîp û pîvanên
giştî ên şer, dest bavêjin şer ku li dema rûdana şerekî wiha de, şerê han weke
şerek navxweyî nahê zanîn, belku bi şerek navneteweyî tê hesibandin.
4. Li gor yasaya giştî a navneteweyî, her dewleteke endam di konfederaliyê de,
li hember kiryarên çewt ên hevwelatiyên xwe berpirsiyariyek navdewletî dikeve
ser milê wan.
Dewletên Yekgirtî ên Amerîkayê, di heyama salên 1778 – 1787’an de, bi awayeke
konfedrasiyon birêve diçû, welatê Swîsê ku ji 22 kanton(canton)an pêkhatiye
binav konfederalî ye, lê bi awayê federalî birêve diçe, welatê Almaniya û
Holendayê jî berê bi awayek konfederalî birêve diçûn.
Li Şibata sala 1958’an de jî Yekîtiyek Konfederalî a bi navê “ Yekîtiya Ereb a
Haşimî” di navbera Îraq û Urdinê de hate pêkanîn ku gellek dom nekir.
Hin caran jî peyva han ji bo yekîtî û rêxistinên civakî, siyasî û aborî tê
bikaranîn. |