|
Rast e; wêje, wekî derbirîna hest û
hizrên mirov tê zanîn û ravekirin. Belê tenê ne derbirîna hest û hizrê; her wisa
hunera derbirîna hest û hizrê û vegotina bi bandor û manîdar e jî. Digel vê
yekê, her gotin û vegotinên devkî an jî tekst û derbirînên nivîskî her gav
nikarin di bergeha ber û berhemên wêjeyî de cihê xwe bibînin.
Nîqaş û guftûgoyên ku der barî
wêjeyê de hatine destpêkirin, xwe dispêrin yewnaniya kevnar. Ev nîqaş û
dubendiyên ku wêjeyê rave dikin, bi du awayan derdikevin pêş. Yek jê, şîroveya
ku wêjeyê di sînorekî deng û asê de diesrîne û wê wekî formeke qalibgirtî nîşan
dide ye. Ya din jî, ya ku wêjeyê wekî berhemên resen ku bê sêwirandin, bi azmûn
û ceribandinên salan re pêk tîne, nîşan dide ye. Bi kurtayî mirov dikare bibêje
ku du nêzîktêdayînên bingehîn ên ku berên tekstên wêjeyê didin ber lêpirsînê
hene.
Gelek çeşnên wêjeyê hene.
1.
Helbest
2. Pexşan
3. Dram(dilşewatî)
4. Birên
vegotinê yên din
Tevgera ku bi şêwaze cihêreng dexma
xwe li dîroka wêjeyê dide wekî t4ebgera wêjeyê tê binavkirin. Di dîroka wêjeyê
de gelek tevger û livbaziyên mezin pêk hatine.
Gava ku mirov dêhna xwe dide
tevgerên pêşketinê, pêşî hemû bi wêjeyê dest pê kirine. Û hemû jî xwe dispêrên
ber û berhemên bîrdozên ku bastûra jiyana civakî pêk anîne. Hizr û felsefeya
ku bîrdozên civakî pêk anîne, gelek caran xwe li ser huner û wêjeyê jî dane
ferzandin. Û ev ferzandin bûye hem bingeha tevger û livbaziyên hunerî hem jî
rikn û ripinê ber û berjhemên wêjeyî.
Wêjevan, bi nêrîn û nêzîkahîtêdanên
nûjen re gelek guherîn û veguherînên nû pêk tînin û pergala civakê serobin
dikin. Wêje, berî nivîsê jî hebû. Belê bi dahênandina nivîsê re hem vegotina
nivîskî û hem jî ya devkî pêş ve dibe. Dîroka mirovahiyê ya nêzîk bûye
govanê(şahidê) gelek rêbaz û livbaziyên wêjeyê. Hin jê ev in:
1. Romantîzm
(coşdarî)
2. Kevnareyî/kevneşopî
(klasîzm)
3. Siruştîparêzî
(naturalîzm)
4. Şayesîparêzî
(parnasîzm)
5. Sembolîzm
6. Mengîwerî
(îdealîzm)
7. Rasteqînî
(realîzm)
8. Futurîzm
9. Dadaîzm
10. Surrealzîm
(gerçeküstücülük)
11. Letrîzm
(tîparêzî)
12.
Egzistansiyalizm
13.
Personalizm
(xweperestî)
Em ê di vê nivîsara xwe de li ser
çar tevgerên wêjeyê rawestin û bi kurtayî rave bikin.
1. Kevnareyî/kevneşopî (klasîzm)
Di dawiya sedsala 17’yan de li
Fransayê derketiye holê. Mijar û babeta xwe ji mîtolojiya yewnaniya kevnar
wergirtiye. Ji bo vegotinê zimanê zikmakî wekî bingeh dibîne. Bi fersaeta “huner
ji bo hunerê” tevdigere. Wêjevanên vê tevgerê, kesantiya xwe vedişêrin. Di
berhemên wan de tîpolojoya şexsiyetên kevneşop derdikeve pêş. Ji bo wê, cih û
wargeh zêde be girîng e çimkî cih û war guherbar in. Zimanê ku tê bikaranîn,
bijarte (zimanê kesên bijarte) ye. Vegotin sade û xwerû ye.
Mirov dikare berhemên Descartes û
Molire wekî mînak nîşan bide
2. Romantîzm (coşdarî)
Di dawiya qirnê 18”yan û destpêka
qirnê 19’yan de li erdzemîna Ewropayê derketiye holê. Bêtir li Ingilîsatan û
Almanyayê şax vedaye. Welatê Fransa û Ewropaya Başûr hinekî bi derengî nasdarî
vê tevgerê bûne. Ev tevgera wêjeyê, li hemberî wêjeya Klasîk wekî
bertekekê(reaksiyonekê) derketiye holê. Romantîzm, li hemberî hemû astengiyên ku
azadiya mirov manî dikin, radiweste. Felsefeya xwe jî “rêzana herî baş bêrêzanî
ye” wergirtiye. Bi daxwaza derbîrîn û pêkanîna d hest û hizrên mirov ên ku
derbasî jiyanê dibin, tevdigere. Serkêşê vê tevgerê yek jê Victor Huga ye.
3.
Siruştîparêzî
(naturalîzm)
Siruştîparêzî,
di dawiya qirnê 19’mîn de li Fransayê derketiye holê. Nivîskarên siruştîparêz,
li hemberî tiştên
camidî/heyberî derdikevin. Di berhemên xwe de dijwariya jiyanê derdixin pêş. Û
hemû reşbînî û nakokiyên civakî derdixin pêş. Nemaze jiyana kesên xizan û
belengaz, xizanî û belengaziya mirovan deprêş dikin. Bandora civakê ya li ser
takekes wekî hêzeke diyarker dibînin.
Romana
Emile Zola ya bi navê Le Roman expérimental
(Romana Ceribîner) a ku di 1880’yî de nivîsiye ye ji bo vê tevgerê mînak e.
4.
Dererastîparêzî (surrealzîm)
Piştî herdu şerên
cîhanê (şerê yekemîn û duyemîn), li erdnîagariya Ewropayê derketiye holê. Wekî
tevgereke nê, li hemberî rasteqîniyê, tiştên derîaqil vedibêje û diparêze.
Nivîskarên ku vê tevgerê diparêzên, liv û bizavên hişmend û derîhişmendiyê
didin ber hev û li gorî xwe piroleyîyeke(mubelexeyeke) dûrîaqil diafirînin.
Nivîskarên vê tevgerê yên mîna
Andre Breton,
Louis Aragon,
Benjamen Peret
û hwd. gelek berhemên xurt afirandine. Îro di nav nivîskarên dinê ên nivşê nû de
gelek nivîskarên vê tevgerê îhane û digihên. Pirên wan jî bi mîzahê(pêkeniyê)
têkildar in.
Em ê di rojên pêş de li ser cureyên
wêjeyê yên din jî rawestin û bbi kurtayî tevgerên nû li gorî qaîdeyîn wêjeyê
rave bikin. |