|
û ji bo perjewendiyên
wan dide bikaranîn.
Mirovên ku li gora
azîneyên hêvotina zanistî têne perwerdekirin tu car hewceyî lasakerî û
serşûriyên nabin. Di perwerdehiya zanistî de lasakerî nîn e. Û hewce nîn e ku tu
kes xwe bişibîne kesekî/e din. Lewre her mirov dikare bi rengê xwe, bi dengê xwe,
bi behre û berhemdariya xwe, bi xislet û taybetiyên xwe derkeve qada jiyanê û
hest û ramana xwe derbibîre. Ango kesên ku li gora pergala hovotineke zanistî
pêne perwerdekirin tenê dişibine xwe. A rast, kesayetiya takekes û xisletên
mirov ên resen û xweser jî her gav bi vî awayî pêk tên û pêşve diçin.
Pergala perwerdehiya zanistî, naşibe pergala perwerdehiya dûgelên paşverû û
civakên paşmayî. Îro li gelek deverên dinê perwerdehiya hin welatan gelekî dûrî
rêbaz û azîneyên zansitê ye. Perwerdehiya dûgelên kevneperest, ji bo ku tevê
hemwelatiyên xwe wekî yektîp bigihîne û wan bişibine hev û din, hemûyan di
hundirê şablonekê de didewisîne. Pêşî wan bêvîn û bêgiyan dihêle. Û wan di nava
diranê pergala çewsîner de diesirîne. Belê perwerdehiya zanistî bervajî wê
netewe, nîjad, ol, ziman, çand, rewşa aborî û her wekî din dab û nêrîtên mirovan
li ber çavan digire. Mirovan li gora van peytandinan perwerde dike û digihîne.
Di şêwaza perwerdehiya zanistî de çewsandin, qedexekirin û pest û kotek qet nîn
e. Heta di perwerdehiya zanistî de perwerdekarên çapker û qedexeker tu car nayên
wezîfedarkirin. Ji bo kesên ku bikaribin perwerdehiyeke zanistî pêk bînin,
carekê divê ku ew bi xwe di pergala perwerdehiyeke zanistî re derbas bûbin. Ji
bo wê jî hewcetî bi bîrdozeke têkûz, berpêbûyîneke mirovî û feraseteke gerdûnî
heye.
Her çend ku perwerdehî gellek têgîn û kirûyên berfireh di xwe de dihewîne jî
dîsa divê ku em hinekî li ser pirsgirêkên perwerdehiyê rawestin û çend arîşeyên
wê bînin zimên. Berî wê jî divê em perwerdehiya paşverû û perwerdehiya zanistî
rûberî hev û din bikin. Her çend ku navê perwerdehiyê bi ser ketibe jî, a rast
li welatên paşverû yên ku ji aliyê pergalên nişadperest ve têne birêvenbirin,
hewrik û firtika perwerdehiya zanistî jî nîn e. Îcar mirov nema dizane ji ku
dest pê bike û kîjan çewtî û xeletiyên perwerdehiya van welatan hilde dest. Ji
ber ku li van welatan pergal; nemaze jî pergala perwerdehiyê ji serî heta binî
bi çewtî, xeletî û sepanên neyînî hatiye rapêçandin, mirov nikare aliyê baş û
xerab ji hev û din veqetîne. Heta mirov ji bo peytandina pirsgirêkên
perwerdehiyê pir ditengive jî. Derbarê vê yekê de biwêjeke tirkî heye : “Ji
hêştirê (deveyê) pirsîne ‘gelo çima stûyê te wisa xwêl e ?’ Hêştîrê bersiv daye,
gotiye ‘Ma gelo ku derê min rast e ku stûyê min ne xwêl be ?’” Rewşa pergala
perwerdehiya dûgelên paşmayî û çewsîner jî dişibe rewşa deveyê. Tu li kîjan hêlê
dinihêrî çewtî, xeletî, neqencî û neyînî jê dibare. Li van welatan, texrîbat û
rûxanên ku di jiyana takekes û civakê de pêk hatine ku nayê gotin. Wisa bûye ku
ev texrîbat zû bi zû nayên cebirandin jî. Belê dîsa jî divê ku ev pirsgirêk û
arîşeyên perwerdehiyê bi lezgînî û veguherandineke tevayî bêne safîkirin. Hekena,
ne pêkan e ku tu pirsgirêkên perwerdehiyê an jî civakê çareser bibin û gel û
civakên dinê bi aramî û bextewariyê nasdar bibe.
Ligel her tiştî dîsa jî divê em hin pirsgirêkên perwerdehiyê him yên dinê û him
jî yên welatê xwe yên berbiçav hildin dest û li ji bo çareseriya wan tê bikoşin.
Li welatên dinê pirsgirêkên perwerdehiyê çi ne? Carekê li ser vê erdnîgariyê (bi
çavê dûgel û zordarên dinê) tu kes wekî mirov nayê hesibandin. Li şûna
berjewendiyên takekes û civakê, berjewendiyên çîna serdest û çend karsazên
maldar têne raçavkirin. Her tişt ji bo wan e. Her kes di suxrevaniya wan de ye.
Bi çavê hemwelatiyan li tu kesî nayê nêrtin. Berevajî wê, mirov di her warî de
wekî benî (kole) û qerwaşeyan (cêriyan) têne dîtin û xebitandin. Îro hemû sazî û
sazgehên perwerdehî û hîndekariyê, ne bi armanca ku mirov zana û şareza bibin;
bi mebesta ku bêtir bibin qulixdar û suxrevanê dewletê û pergala ku ji bo
berjewendiyên çend kesên bijarte hatiye damezrandin.
Wekî ku me li jorê jî anî zimên, sazgeh, sazî û hemû amrazên perwerdehiyê ji bo
berjewendiyên çend kesan dixebitin. Pergala perwerdehiya dinê(nemaze ya pergalên
serwer û desthilatdar) ya îroyîn, ji heft saliyan bigir heta heftê saliyan, dil
û mêjiyê mirovan dîl digire û wan bi kesayetiyeke sosret û bêrûmet radipêçe. |