|
(padîşahî) jî bi Komarî tên binavkirin. Derheq vê çendê, sîstema Komarî tenê bi
wateya hikûmeta neseltenetî ye.
Berî
şoreşên Amerîka û Fransayê, di hizra siyasî a Rojavayê de, sîstemek bi Komarî
dihat hesibandin ku ewlehiya gişt a gel dabîn bikira. Di vî warî de hikûmetên
padîşahî û arîstokrat û heta hikûmetên ku azadî sînordar dikirin lê li hember de
ewlehiya gel dabîn dikirin weke Komarî dihatin hesibandin. Derheq vê çendê
Jan Bodin, hizirvanê siyasî û civakî ê Faransayî di sedsala 18’an de, di
pirtûka xwe a bi navê Komarî de, qala padîşahî, arîstokrasî û dewleta gel dike.
Ji şoreşên Amerîka û Fransayê şûn de, Komarî wateyek yasayî bixwe ve digire. Di
sîstema han de, mafên sivîl û azadiyên takekesî tên garantîkirin û Komarî weke
neyar li hember dîktatoriya seltenetî yan bi wateyek din,
azadîxwazî(lîberalîzm)tê hesibandin. Lê piştî damezrandina sîstemên demokrat li
welatên seltenetî ên Ewropayê, Komarîxwazî wateya radîkal a xwe ji dest dide,
çunku sîstemên seltenetî hêj wiha nîşan didin ku rewatiya wan ji gel hatiye
wergirtin ne ji vîn û îradeya Xwedê.
Hin
kevneparêz(mohafizekar)ên Amerîkayî, Komarê ji bo hikûmeta mercdar(meşrotê),
hikûmeta yasa û yasayîbûna hikûmetê bi kar dibin û demokrasiyê weke (mobokrasî)
yan hikûmeta xelkê nezan dihesibînin.
Em
dikarin Komarên nû bi ser sê girûpan de parve bikin ku bi awayî ne:
1-
Komara demokratîk: Ji modela hikûmetên Rojavayî ku di rastî de li ser bingeha
xwestek û daxwaza gel hatine damezrandin û yasayên demokrasiyê bi tevahî bi ser
de zal in û desthiltadarên welat ji rêya hilbijartina giştî ve tên diyarîkirin.
Lê bo mînak asta desthilata Serok Komar û sînorê desthilata wî li dewletên
Amerîka û Fransayê ne wekî hev in. Li Amerîkayê desthilat di navbera Serok Komar
û “Kongress”ê de tê parvekirin. Serok Komarê Amerîkayê, serokê hikûmet û serok
wezîr e û hewcehî bi dengê pirranîya nûnerên “Kongress”ê tune, Kongressê
desthilata danîn û rakirina Serok Komar tune ye û Serok Komar jî nikare
Kongressê hilweşîne. Serok Komar dikare biryarên “Kongress”ê nepejirîne. Di wî
welatî de, Dadgeha bilind a welat çavdêriyê bi ser kar û barên her du aliyan de
dike û pirensîpa cudahiya desthilatan li Amerîkayê bi tevahî tê cîbicîkirin.
Lê
li Komara Fransayê, desthilat di navbera dezgehên hikûmetî û Parlemanê de tê
dabeşkirin. Serok Komar di wî welatî de xwediyê desthilatek zaf e û ji ber ku
kar û bar ji rêya Serok Wezîr ve dimeşin, divêt herdem li hember Parlemanê de
bersivder be û hewlê bide ku herdem pirraniyê di Parlemanê de biparêze.
2-
Rejîma Komarî, ji modela Komarên Başûr û Navîna Amerîkayê: Welatên han her binav
Komarî ne, çunku daxwaza gel xwediyê tu rolekê di birêvebirina kar û barên welat
de nîn e û pîvana cudakirina desthilatan nahê liberçavgirtin. Di welatên han de,
hilbijartin şanoyî ne û Serok Komar bi zor û bo heyameke nediyar desthilatdariyê
dike.
3-
Komarên demokratîk û gelî: Rejîmên ku li Ewropa û Asyîyaya Rojhilat
desthilatdariyê dikin. Di sîstemên han de, bi nav Piroltariya, yan tex û qata
kedkar desthilatdariyê bi ser welat de dike û ji ber vê çendê ku di wan welatan
de tenê partiyên Komonîstî xwediyên mafê çalakiyê ne, desthilat di destê wan de
ye. Di rastî de di welatên han de azadiyên weke azadiya çapemeniyê, azadiya
raman û azadiya lidarxistina civînan tune ye.
Çavkaî:
“Danişnamêyê Siyasî”
“Ferhengî Ramiyarî Nîga” |