|
huner û wêje jî hebe.
Her wiha heta ku çand, huner û wêje jî hebe, dê jiyan jî hebe.
Pêşketina jiyana netewe an jî civakekê, girêdayî pêşketina çand, huner û wêjeya
wê ye. Çand, her gav bi ziman dest pê dike, bi hunerê diperise û bi wêjeyê
dikemile. Pêşveçûna çandê, girêdayî hunerê û ya hunerê jî girêdayî wêjeyê ye.
Wêje, wekî din jî dibe misogeriya hebûna zimanê civak û neteweyê. Ango, ziman û
zarava, her gav bi saya çand, huner û wêjeyê têne parastin.
Îro ro çi li Rojhilata Navîn û çi jî li tevê cîhanê dibe, gellek wêjenas
helbestkar û hunermendên ku li Rojhilata Navîn gihane (yên ku hem di ber civak û
neteweya xwe de û hem jî di suxreya mirovahiyê de dixebitin) hene. Û ew
hunermend, bi rûmet û serbilindayî û fedekarî peywira xwe bicih tînin. Ji bo wê
mirov dikare her gav rêz û giramiyê bide van kesan. Belê ne pêkan e ku mirov
qedr û qîmetê bide yên seyr û sosret ên ku fêdeya wan ne li civaka wan û ne jî
li gelên cîhanê dibe. Bi vegotineke gelêrî ew ên ku “ne ji defê re û jî ji
zirneyê re dibin”in.
Divê gel jî di warê çand û hunerê de û perwerde bibe ku nema li wan kesên ku
navê hunermendî, wêjenas û çandparêziyê bi ser xwe xistine (ku ne bi kurdî û ne
jî bi zimanên din (erebî farisî û tirkî) dizanin, guhdarî bike. Çimkî ew bi her
awayî ziman, huner, wêje û çanda hemû gelan dilewitîninîn, diherimînin û qetil
dikin. Bi kurdî, tirkî, erebî an jî farisiyeke qirço-mirço û nîvco tu huner,
muzîk û wêje nayê afirandin û rewandin. Ne mimkun e ku em nirxê nedin zimanê gel
û hêjahiyên hemû gelên dinê. Belê hunermendên ku bi eslê xwe laz, ereb, kurd û
ermen in, çawa ku xisarê didin zimanê gelê xwe ewqasî jî xisarê didin zimanê
tirkî, erebî û farisî, lazî û suryanî jî. Tu ji wan jî nizanin zimanekî xweşik û
gewzîn bixebitînin û muzika gel pêk bînin. Ji ber ku bi kurdî baş nizanin,
nizanin zimanê biyanî jî bi kar bînin. Bi qirik û bilêvkirinên xwe yên beloq,
digel zimanê kurdî zimanê gelên din jî xera dikin.
Wekî din jî divê hemû gel li ziman, çand, huner û wêjeya xwe xwedî derkevin.
Naxwe dê her tişt wekî îro li nav hev û din bikeve û tu tişt li ser a xwe namîne.
Ji vê hêlê ve gelên Rojhilata Navîn van çend salên dawî li çand, huner û wêjeya
xwe xwedê derdikeve û ji bo gelên Anatoliyê, Mezopotmayayê û Rojhilata Navîn
dibe mînak. Îro bi hezaran weşanên kurdî, tirkî, erebî, farisî û û hwd
derdikevin. Çi li Rojhilata Navîn û çi jî û çi li tevê dinê, rojname û kovarên
wêjeyî têne weşandin. Her wiha bi hezaran pirtûk têne çapkirin. Bi milyonan
kaset û sêlikên muzîkê têne tomarkirin. Wekî din jî bi hezaran helbestvan,
çîroknivîs, dîrokzan, perwerdekar, sendiqevan, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar,
parlamen xwe gîhandine û bi zimanê xwe berhemên xwe diyarî gêlê herêmê û pêşkêşî
mirovahiya cîhanê dikin. Berhemên wan li çarmedorên dinê belav bûne û ev yek
bûye sedema nasandina çand, huner û wêjeya Rojhilata Navîn. Îcar ev merhaleyeke
girîng e. Divê hemû gelên bindest û mêtingeh vê yekê ji xwe re wekî mînak
bigirin û arasteyî nirxên xwe yên neteweyî bibin. Çimkî gelên Rojhilata Navîn
încex dikarin bi vî awayî biratî, aştî û azadiyeke rastîn bidest bixin û bibin
sedema yekîtî û yekbûniya welatekî mayînde û hevpar.
Gelo mirovê/a ku haya wî/ê ji van wêjevan û ramanwerên wî/wê tunebe dikare
derbarê çand û huner û wêjeya Rojhilata Navîn de biaxive? Mirovê/a ku haya wî/ê
ji çand, huner û wêjeya Rojhilata Navîn tunebe, dikare li nirxên xwe yên
neteweyî û dîrokî xwedî derkeve û xwe bextewar bihesibîne? Mirovê/a ku ji çand,
huner û wêjeya xwe sûd wernegirtibe, gelo dikare hestên xwe bîne ximên û fikr û
ramana xwe derbibire? Heke ku dikaribe jî dê çiqasî, bi çi awayî, ji kê re an ji
bo kê bîne zimên?
Divê gelên Rojhilata Navîn (kurd, tirk, ereb, faris, laz, çerkez Asûrî, keldanî
û hwd) di vê maweya dîrokî de, li ber xwe bidin. Û her wiha ji bo ku li ber bayê
globalîzmê neçe, li çand, huner û wêjeya xwe, xwedî derkevin. Heke ku gelên
Rojhilata Navîn xwe li hember çanda kolonyalîzmê/împeryalîzmê ango rewşa pergala
cîhanê ya nû neparêze û xwe ji ber bayê globalîzmê nede alî dibe ku di demek
nêzîk de, zarok û neviyên wan, berî ku xwe wekî zarok an ciwanekî/e kurd, tirk,
laz, çerkez ereb, faris, asûrî tirkmen bihesibînin; pêşî xwe wekî zarok û
ciwanekî/e emerîkî an jî îngilîzî bihesibînin û bijîn. |