 |
Berhevkar/ Omîd Esxeran
omid_anbi@yahoo.com
Parleman yan meclîsa nűneręn gel ku giringtirîn erka wę darętin ű pesendkirina
yasayan e, weke dilę demokrasiyę tę hesibandin.
Berheqî ű rewabűna Parlemanę li ser bingeha nűneratî ji aliyę gel ve tę
diyarîkirin. Di hin welatan weke Ingilistanę de, meclîsa duyem weke beşek ji
qiralî(eşrafiyet) a kevn li ser bingeha nűneratîkirin ji aliyę gel ve hatiye
damezrandin. Lę di gişt demokrasiyan de, meclîsa sereke, ji ręya hilbijartinan
ve tę |
|
pękanîn. Serbarę vana, di warę dîroka demokrasiyę de,
parleman bi qasî hev demokratîk nebűne.
Bihęzbűna navendîtiyę, hejmara dengderan ű nemana astengęn cur bi cur li ser
ręya hilbjiartinę, hewcedarę demokrartîkkirina Parlemanan bűye. Nęzîk 1/3
Parlemanęn cîhanę ji du civatan pęk tęn. Nîviya endamęn meclîsa duyem rasterast
ji aliyę gel ve tęn hilbijartin. Nîviya endamęn din jî tęn danîn yan jî ne
rasterast tęn hilbijartin. Hęjayę gotinę ye ku rakirina meclîsa duyem ne sereke
ye. Belku hizra parastina meclîsa duyem her weke xwe bihęz e, bi taybet di
welatęn federal weke Amerîka ű Almaniya de ku meclîsa duyem weke nűnerę heręman
dihesibe.
Hilbijartin ji bo parlemanę di pirraniya welatan de, hewcehî bi hin mercan
heye. Armanca merc ű pîvanęn han dabînkirina karîn ű şiyana endanęn parlemanę li
biręvebirina kar ű berpirsiyariyęn wan de ye.
Perlemantarîzm yan sîstema parlemanî, pękhatî ye ji sîstemek desthilatdariyę ku
tę de desthilata cîbicîrkirinę di meşandina kar ű xebatęn xwe de, li hember
desthilata yasadanan (Parleman)ę, berpirsiyar e. Di sîstema han de divęt serokę
desthilata cîbicîkirinę (Serok Wezîr) ű wezîr endamęn parlemanę bin ű ji aliyę
pirraniya endamęn parlemanę ve werin hilbjiartin. Her demekę ku serokę
desthilata biręvebirinę baweriya parlamanę ji dest da, divęt dest ji kar berde,
yan jî daxwazę ji serokę welat( Şah yan Serok Komar) bike ku parlemanę hilweşîne
ű biryara hilbijartinek nű a parlemanę bide. Wę demę parlemana nű jî divęt
bawerî yan nebűna baweriya xwe ji deweletę re rabigehîne. Heke parlemana nű
dengę eręnî neda dewletę, divęt serokę dewletę bilez dest ji karę xwe berde ű wę
demę ye ku dewlet tę hiloşandin. Îca wę demę serokę welat daxwazę ji pirraniya
endamęn parlemanę dike ku dewleteke nű ava bikin yan jî kesekę ji bo pękanîna
kabîneyę destnîşan bikin. Di sîstemęn parlemanî de, her yek ji endamęn kabîneyę
dikarin gelaleyęn yasayî binivîsînin ű piştî pesendkirina wę ji aliyę kabînę ve,
biçe ber destę parlemanę.
Birîtaniya, Swęd, Turkiye, Îtaliya ű hejmarek ji welatęn Amerîkaya Latîn,
pęrewiyę ji sîstema han dikin ű diparęzin.
Li
hember sîstema parlemanî, sîstema serokatî heye ku Serok Komar weke serokę
desthilata biręvebirinę tę diyarîkirin ű desthilata yasadananę nikare ji ber
nebűna baweriyę, Serokę Kamar li ser kar węde bibe, meger demekę ku ew bi
buxtana binpękirina destűrę tawanbar kiribe ű bikare buxtana han îsbat ű
biselimîne.
Çavkanî:
“Ferhengî Ramiyarî Nîga”
“Dîmokrasî Bo Heműyan” |