Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Perwerdehî

 

 

ADAR JIYAN

                                                                                                               adarjiyan@mynet.com

Perwerdehî, her çend ku di wateyeke teng de wekî geşepêdan û gihandina mirov an jî  lewirên hoveber were dîtin jî dîsa bi serê xwe wateyeke wê ya xweser kûr û berfireh heye. Wekî tê zanîn di nav hemû giyaneweran de heyînê herî gihîştî, kamil û kelbeng  mirov e. Mirov, heyîneke civakî û komelayetî ye. Ji bo wê, bi qasî ku pêdiviya mirov bi xwarin, vexwarin, wergirtin, vehewîn,

 hengkirin, hengeme û hesîneyê heye, ew qasî jî pêdiviya wî/wê bi ragihandin, xwendin, perwerdehî û hîndekariyê heye. Nemaze jî perwerdehî…Çima nemaze perwerdehî ?

 Divê ku em hinekî li ser vê pirsê rawestin û hinekî berfirehî li bersiva wê bigerin. Carekê perwerdehî, ji bo her mirovî/ê  hewcedariyeke jênager û jiyanî ye. Çi civak an takekes dibe bila bibe, bi hemdê xwe an jî bê hemdê xwe, teqez di doman û heyamên perwerdehiyekê re derbas dibe. Perwerdehî  domaneke wisa  domdar e ku ji dayikbûna mirov  bigir heta heta dawiya temenê wî/wê tevê jiyana mirov di nava xwe de digire. Ango mirov bi hêsayî dikare bibêje, tu mirov nîn e ku bi perwerwerdehiyê  nasdar nebe. Çê dibe,  xerab dibe, bêşik her kes bi awayekî di pergaleke perwerdehiyê re derbas dibe. Belê perwerdehiyeke çawa? An jî erk, rist û çawaniya perwerdehiyeke bi çi awayî?  Ji bo çi û ji bo kê perwerdehî?  Mirov li gora  çi  û di çi mercan de  perwerde dibe?... Em dixwazin li gora van pirsan an jî  di vê çarçoveyê de têgîna perwerdehiyê rave bikin û li ser hin arîşeyên wê yên giştî belê yên îroyîn û  rojane rawestin.

 Kesantiya takekes û civakê her gav li gora  bîrdoz û armanca  pergala rêveberiyê teşe digire. Lewre pergalên rêveberiyê her gav kesên di bin rêveberiya xwe de, li gorî  dil û daxwaza xwe perwerde dike û digihîne. Her wiha her pergal, sazî û dezgehên xwe  li gorî perjewendiyên xwe ava dike. Tu pergalên sazbûyî, destûr nadin ku tu takekes an civak bi vîna xwe tevbigere an li gorî daxwaz û armanca xwe perwerdehiya xwe pêk bîne. Wekî ku li jor jî hate diyarkirin, pêdiviyên mirov ên kirdewar(subjektîv) û heyberî (tişteyî) hemû bi saya hilberiyê bi dest dikevin. Çand, huner, ol, sinc, dab û nêrît, perwerdehî û hîndekarî û hwd.  hemû li gorî pêwendiyên hilberiyê têne şêwandin. Girêdayî vê yekê, her sazûman û sazgehên giştî li gorî şêwaza hilberiya demê têne damezrandin. Belê hemû pergalên rêveberiyê jî li gorî  amraz û pêwendiyên hilberiyê dirb û dirûv digirin. 

 Di mercên îroyîn de, tu pergalên rêveberiyê destûr nadin ku tu kes li derveyê bîrdoz û zagonên wan bi serê xwe sazî  û sazgehên perwerdehiyê ava bikin. Hêçku  perwerdehî pêdiviyeke civakî, mirovî û gerdûnî ye. Sazûman û civak çi dibe bila bibe, divê giringiyê bide perwerdehiya tekekes û civakê. Di her demê de mirovên perwerdekar, bandoreke pir mezin li ser rewşa  aborî  ya civakê dihêlin. Ji lewre perwerdehî, tenê ne xwendin, nivîsandin an jî çûna dibistanê û qedandina zanîngehê ye. Rol û erka perwerdehiyê, her wext û di her warî de xwe dide pêş. Ji karkeriya kargehên hilberînê bigirin heta gêzikvaniya şaredariyê, ji mamostetiyê bigirin heta şivantiya pez, ji hunerê bigirin heta xwarinpêjiyê, ji muzîkê bigirin heta şanogeriyê…ango tu tişt nîn e ku li devreyê perwerdehiyê hebûna xwe bikudine û xwe, xwe bi xwe têkûz bibe.

 Îcar perwerdehiyeke çawa?

 Mirov li ku dibe bila bibe, çi karî dike bila bike û di kîjan karî de dixebite bila bixebite, divê ku bi awayekî  zaneyane  were şerdekirin û perwerdekirin. Li devreyê vê, çi xebat û hewldanên ku têne kirin bêsûd û bêfeyde ne û bi avê de diçin. Ji bilî perwerdehiya zanistî  tu kes nikare bi awayekî erênî  xwe perwerde bike.  Û bêyê perwerdehiyê jî ne tu kes dikare sûdê bide tiştekî û ne jî dikare ji tiştekî sûdê werbigire. Belê perwerdehiya zanistî çi ye, divê ku em hinekî li ser vê yekê rawestin.

 Perwerdehiya zanistî ew e ku zanîn, hunerwerî  û behremendiyên mirov li gora merc û derfetên demê digihîne radeya herî bilind û asta şarezabûnê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî, hemû merc û derfetên erênî seferber dike û diceribîne.  Perwerdehiya zanistî, ne bi rêbaz, zagon û qedexeyên rojane; ew  bi têkilî, rêzdarî û hezkirinên ji dil û can û liv û bizavên mirovane vediguherîne.  Di perwerdehiya zanistî de pêdivî qet bi qedexe, zagon û rêbazên tund û dijwar nîne. Perwerdehiya zanistî hemû pirsgirêkên takekes û civakê di pêwendiya sedem û encamê de dinirxîne. 

 Li gorî nêrîn û şêwaza perwerdehiya zanistî, mirov her tişt e. Her tişt ji bo mirov û di suxreya mirov de ye.   Mirov her  gav wekî navend û hilika her tişt û her nirxî  tê dîtin. Li gorî perwerdehiya zanistî, xebat û hewldanên erênî hemû ji bo mirov  in.  Û alav û ambûrên zanînê tev di suxreya mirov de têne xebitandin.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 30’ê Pûşpera 1387’ê Rojî