|
rûmetdarî, nirxandin,
ecibandin, mezinandin, şêwirmendî, serkeftin, binbarî, peywir û vatinî û hwd.
Xwe li ber her mirovî/ê radixin û gellek rastreqiniyên jiyanê derpêşî mirov
dikin. Çi biwêj û çi jî gotinên pêşiyan dibin, piştî gellek azmûn, ceribandin û
nirxandinên kûr û berfireh derdiketine holê. Ji lewre ew tenê ne ayidê kesekî/ê
an jî komekê ne. Ew, mîrateyên hezar salan ên tevê mirovahiyê ne.
Beriya nivîsê, biwêj dibin, gotinên pêşiyan dibin, herdu jî wekî du alav û
navgînên navbera nivşê civakê yê borî û îro; an jî qasidê nivşê îro û nivşê
bê(dahatûyê)dihatin bikaranîn. Ew biwêj û gotinên pêşiyan ji hêla civakê ve
hatine/têne parastin, xebitandin û nirxandin. Li gorî şert û mercên jiyanê û li
gorî rewşa civakê ya çandî û aborî gellek biwêj û gotinên din li xwe zêde kirine
û nivş bi nivş û hêla mîratezadeyên zana û pisporên demê ve hatine veguhestin û
şîrovekirin. Wekî çîrok, çîvanok, mamik, methelok, dilok, helbest û stranên
gelêrî yên wêjeya devkî, bûne ayidê mirovahiya giştî û welat bi welat belav bûne.
Îro li ser rûyê erdê gellek biwêj û gotinên pêşiyan yên civakên cure bi cure yên
hevpar hene. Her yek ji wan bi hemû reseniya xwe di zimanê wê civakê de bi cih
bûne. Dîsa her yek ji wan li gorî zimanê din têne wergerandin û ravekirin.
Gellek caran jî li hevdu derdikevin û heman wateyê dihundirînin.
Çendî ku biwêj û gotinên pêşiyan ne heman tişt bin jî, peywira wan nêzîkî hevdu
ye û bi suxreyê pêk hatine. Biwêj, bêtir bi mexseda şibandin û rûberkirina
tiştekî hatine/têne bikaranîn. Di biwêjan de gotin an jî bûyer û hevok ji wateya
xwe ya rastîn têne bidûrxistin; û li qedînek an jî hevokên qalibgirtî têne
dagerandin. Biwêj, herî kêm ji du peyvan pêk tên.
Biwêj, şopa jiyaneke ceribîner ku di maweya hezar salan de (ku ji gellek tiştên
erênî û neyinî yên wekî êş, elem, azar, kêf, dilşadî, aramî û hwd) pêk hatine,
nîşan didin. Her yek ji wan wateyeke giran li xwe bar dikin. Her wiha her yek ji
wan wekî dermanê nexweşiyekê, êş û jana mirov ditevizînin. Ziman, xurt dewlemend
dibe, bila bibe, gava ku ji biwêj û gotinên pêşiyan bêpar be, wekî xwarina rijî
û bê xwê ye; tu çêj û tehmê nade mirov. Gava ku biwêj tunebin, ziman kêm û qels
dimîne. Biwêj û gotinên pêşiyan nîşan û pîvanga jîrayî û hişmendiya mirovên wê
civakê ye. Biwêj û gotinên pêşiyan çendî watedar bin, hişmendiya civaka ku wan
biwêj û gotinan hildiberîne jî ew çend xurt û manîdar e. Her biwêjek xwediyê
serboriyeke balkêş û manîdar e. Bo nimûne; biwêja “rovî têr e; tirî tirş e.” Xwe
dispêre serboriyekê. Gava ku rovî zikê xwe ji tirî dadigire, êdî guh nade tirî.
Û di ser derbas dibe û qerfê xwe bi tirî dike. Belê beriya ku zikê xwe wî têr bû,
xwe motacî tirî didît.
Belê gotinên pêşiyan, wekî kurtasiya ceribandinên jiyanê an jî wekî gotinên bi
hikmet ku şîret û zanîneke kûr di xwe de dihêwirînin, têne qebûlkirin. Gotinên
pêşiyan, ne diyar e ku ji hêla kê ve hatine gotin. Belê her yek bi serê xwe,
hikm û darizandineke xurt nîşan didin. Gava ku mirov dêhna xwe dide gotinên
pêşiyan ên ku ji nav dil û mêjiyê civakê hatine nimandin, hemû jî di encama
pêwendiyên kesan û têkiliyên civakî de derketine holê. Mirov dikare ji bo
gotinên pêşiyan jî mînekekê bide: “Goştê mirov nayê xwarin, belê zimanê mirov tê
xwarin.” Di vir de wateyeke xaze(mecaz) heye. Teqez tu mirov goştê mirov naxwe.
Belê zar û zimanê şêrîn mirov, bi mirov dide xwarin. Gotina pêşiyan a “Mar, bi
zimanê xweş ji qulê dikişe.” jî alîkariya vê yekê dike.
Tê gotin ku xwediyê biwêj û gotinên pêşiyan nediyar e. Rast e. Nediyar e. Teqez
ew biwêj û gotin, cara pêşî ji hêla kesekî/ê ve hatine gotin. Belê ji ber ku wê
gavê nehatine nivîsandin û li ser zimanê gel belav bûne wekî ayidê civakê hatine
dîtin. Nexwe hemû biwêj û gotin pêşî ji nav dev û diranên hin kesan der bûne û
wekî mîrateyeke gelêrî ya mayînde hatine parastin.
Gellek tiştên ku bi saetan nikarin werin vegotin, bi saya biwêjekê bi du peyvan
têne vegotin. Tiştên ku bi rojan nayên fêmkirin, bi saya gotineke pêşiyan bi
hevokekê têne fêmkirin. Ji bo wê, hewce ye ku mirov hebana xwe ya gotin û
vegotinê, ji biwêj û gotinên pêşiyan mişt û tijî bike. Yanî divê ku her mirovek
bibe bargirê biwêj û gotinên pêşiyên xwe û nivşê paş xwe îrşad û ronîdar bike.
|