|
welatek diyarîkirî bi ser neteweyeke
diyarîkirî de ku di asta navxweyî de nobedarê tekûzî û ewlehiyê ye û di asta
derve de jî parêzerê yekparçeyiya welat û berjewendiyên tev qatên civakê ye.
Avakirina desthilatên han ji rêya
dezgeh û saziyên kargêrî, siyasî, dadwerî û leşkerî ve tên misogerkirin. Di
sîstema avabûyî li ser pîvana cudakirina desthilatan, hikûmet weke baskê
birêvebirina dewletê tê hesibandin. Di sîstemên kevin de ku hebûna rewatî ji
aliyê Xwedê ve weke bingeha meşrûbûna desthilatê dihat hesibandin, tu ferq û
cudahiyek di navbera peyva hikûmet û dewletê de tune bû û di rastî de welat
pêkhatî bû ji wan deverên ku fermanberan ew dagir kiribûn yan jî weke mîrat
gihîştibû wan û heya dema ku karîna parastina desthilata xwe heban, akinciyên
herêmên han stûxwarê fermanên wî/ê dibûn.
Piştî wê ku peyva nû a gel û
dewletê di yasayên giştî û navneteweyî de serî hildan, dewlet ji rêya avakirina
desthilatekê ve dihat nasîn ku ji aliyê gel ve ji bo parastina sîstema welat û
berevanîkirin ji welat dihat damezrandin.
Bi giştî dewlet desthilatek e ku
gel bona berevanîkirin ji xwe û welatê xwe, cihgirkirina yasa û ewlehiyê û
berevanîkirin ji sîstemê ava dike, lê hikûmet dezgehek hêjayî guherandinê ye ku
cî bi cîkirina erkan li stû digire. Bi vî awayî gel, dewlet û welat sê
têkilekên(onsor) dîrokî û biewle ne. Lê hikûmet (rejîm) li gor zirûfên civakî û
dîrokî guherîn bi ser de tê. Bo mînak renge sîstema hikûmetekî di nav welatekê
de ji Paşatiyê ve bo Komariyê biguhere yan jî ji dîktatoriyê ve bo demokrasiyê
were guhertin, lê sê gerdên(onsor) han her di cihê xwe de bi neguherî dimînin.
Peyva nû a dewletê tevî
Nasiyonalîzmê pêwendiyek rasterast heye. Hizra han piştî şoreşa Fransayê bi
awayeke bêmînak di cîhanê de belav bû û bandorek zaf li şûn xwe danî û welatên
ne Ewropayî jî xiste bin bandora xwe. Di encama vê çendê de, îro rojê avakirina
dewletên neteweyî bûne giringtirîn hander ji bo bizavên siyasî û şoreşgerî.
Pirraniya bîrmend û hizirvanên
nûjen di navbera civak û dewletê yan civaka sivîl û civaka siyasî de, ferq û
cudahiyê didanên. Li gor hizra han dewlet beşek ji civakê ye ku weke nûner ji
aliyê civakê ve destilatdariyê dike.
Li gor peyva nû a dewletê ku di
sedsala 16’an de ji aliyê Makîyavelî û Jan Bordon ve di nav
Ewropayê de belav bû û di sedsalên 17 û 18’an de hevdem tevî şoreşa Fransayê
cihgir bû, her neteweyek ku li ser axa xwe dijî, xwediyê dewleta xwe ye. Di
encam de dewlet desthilatek e ku netewe bona berevanîkirin ji xwe û welatê xwe û
berhevkirina yasa û ewlehiyê di nav welatê xwe de ava dike.
Hizirvanên Marksîst li ser wê
baweriyê ne ku di navbera dewlet û serhildana qatên cur bi cur ên nav civakê de,
pêwendî di holê de ye.
Marks dewletê weke alavek
birêvebirinê di destê sermayedaran de dizane. Navhatî dewletê weke berhema
rikeberanêya di navbera qatan de dihesibîne ku bi sedema rikeberanêya han, qatên
bindest di bindestî û belengaziyê de tên sekinandin.
Her wiha Lenîn jî dewletê
berhema rikeberanêya navbera qatên nava civakê de dizane û dibêje: “Hebûna
dewletê bi xwe nîşanderê vê çendê ye ku rikeberanêya navbera tex û qatan hêj
berdewam e û dewlet alavên çewisandina çîn û texên cur bi cur ên civakê pêk
tîne”.
Çavkanî:
Ferhengî Ramiyarî Nîga “Azad
Weledbegî”
Danêşnamêyê Siyasî (Politicial
Dictionary) “Daryûş
Aşorî” |