|
li ser civata ereb û
farisan bêtir hukim kiriye.
Ji ber ku kurd bi salan nebûne xwedî dûgel û xuhermend, wêjeya kurdî jî bi asayî
di bin hêvhîkariya wêjeya ereb û farisan de maye. Ev hêvhîkarî bi awayekî dualî
domiyaye. Ango hem wêjevanên kurdan berhemên xwe bi tîpên erebî nivîsandine û di
bin tesîra erebî de mane û hem jî gelek peyv û gotinên kurdî derbasî wêjeya
erebî kirine. Mirov dikare heman tiştî ji bo wêjevaniya kurdî û farisî jî bibêje.
Wêjevaniya kurdî ya îroyîn jî kêm zêde li ser vê mirateyê av bûye û bi rengekî
nû ber bi perisîneke nûjen ve dibe.
Wêjevanên dinê yên navdar jî tê de mixabin hê wêjevaniya dinê xwe negihandiye
radeya mirovbûn û gerdûnîbûneke rastîn û jidil. Çimkî wêjevanî jî rasterê bi
feraset û hişmendiyê ve girêdayî ye. Wêjevanê ku tevê mirovahiyê neke nava dilê
xwe û ji bo nifşê nû û dêwera mirovahiyê tiştekî sûdewar neke dê li ber dahatûya
dîrok û mirovahiyê rûmesar û şermezar bibe û bête darizandin. Wêjevanê ku êş û
jana el û hozên daristanên Amazonê giriyê pitika Etyopyayê kuştina zarokên
Filîstînê, hawara keçikên Afganîstanê qîrîna dayikên kurd û tirk ên Enetolî û
Mezopotamyayê di dil û mêjiyê xwe de ne hishisîne dê wekî wêjevanekî dilsoz û
dilawer neyê dîtin û pejirandin. Û ji hêla nifşên dahatûya mirovahiyê ve bête
darizandin. Ji bo wê, divê em hinekî li ser helwest û bizavên wêjevan û
rexnekirina berhemên wêjeyî rawestin.
Her çiqas ku hin nivîskar û xwendevan li hember rexneyên tund û bêdeman rawestin
û gazincan bikin jî rexne azîneyeke zanistî û pêdiviyeke jênager ya civakî ye.
Belê divê ji rexnekirin û nerexnekirinê bêtir li ser awa, şêwaz û azîneya
rexnekirinê were rawestin. Nemaze di rexneyên wêjeyî de divê bêtir ev azîne bi
baldarî bête bikaranîn û xebitandin. Pêwistî û bêdiviya her mirovî/ê bi rexneyê
heye, belê ya wêjevan ji her kesî bêtir pê heye. Lewre rexne têkûzkirin û
duristkirina berhema ku dibe aidê civakê û mirovahiyê ye. Ji bo wê mafê herkesî
di wê behremê de heye ku derbarê wê de tiştekî bibêje. Belê beriya mafdariyê
hewcetî bi zanîn û agahdariya derbarê berhema wêjeyî heye. Ji bo wê divê
rexnegir ne bi hestyarî û ramyarî, bêtir bi hişmendî, kêrdarî û hêwildarî nêzîkî
behremê bibe û wê binirxîne.
Li gorî nêzîkayîtêdanên rexnegiriya wêjeyê ya zanistî, rexneya wêjeyê, bi
mebesta fêmkirin, cêjgirtin û sûdwergirtina berhemê tê bikaranîn. Heke rexne bi
vê armancê neyê kirin ne sûd û fêdeyê dide rexnegir û ne jî wêjevan. Di encama
rexneyeke bêarmanc de biçûkxistin, darizandin, qewirandin û dehfandin heye. Di
babeta berhemên wêjeyî de danîna rêbazên hişk û neguherbar, li derveyê rexneyê
dimîne. Tiştê ku li derveyê rexneyê dimîne jî, ne berhemdêr û ne jî rexnegir
eleqedar dike. Ji bo wê gava ku rexneya wêjeyî bê kirin, divê rexne ne li raman
û hişmendiya wêjevan, li berhema wî bête kirin. Wekî mînak: Dibe ku fikr û raman
berhemdêr, dûr, heta dijî ya rexnegir be; belê divê rexnegir vê yekê neke sedem
û hinceta neecibandina berhema wî/wê. Rexnekirina fikr û ramana berhemdêr
helwesteke ramyarî ye. Û ev rexnegirî nakeve koma (katagoriya) rexnegiriya wêje
û wêjevaniyê. Tenê kesê/a ku xwe wekî rexnegir dibîne têkildar dike.
Rexnegiriya wêjeyê xebateke jênager, jiyanî û pîroz e. Lewre zanistî ye. Gava ku
ev yek li ber çavan bête ragirtin dê mirov hem berhemên wêjeyî bixwînin û sûdê
jê wergirin û hem jî biecibînin an jî rexne bikin. Bi vî awayî dê cudayetiya
navbera berhemên bedew û nebedew jî kifş û diyar bibe û her wiha deger û qîmeta
berhemê derkeve holê.
Rexnegirî û û afirînerî bihev re digihên û hev û din temam dikin. Rexnegiriya
rastîn dibe sedema afîrînerî û berhemdariya wêjevên. Û afirîneriya wêjevan jî
dibe egera têkûzbûn û sererastkirina wêjeyî. Heke rexnegirî wekî erkedarî û
fonksiyona dozîneya wêjeyê bête dîtin divê zêde bi bûyer û qewamên rojane
eleqedar nebe. Çimkî armanca rexnegiriya wêjeyê bidestxistin û peyîtandina
behremên bedew û çespandin û selmandina rêbazên wêjeyê û kevneşopiyên wê ye.
Dozîneya wêjeyê, pêşî nîqaş û gengeşiyên derbarê şahîkî û estetizma behremê û
peyre jî nîqaşên felsefî derdixe holê. Heta li bersiva pirsên derbarê xwezaya
zimên û rastîniya civakê digere.
Divê rexnegiriya wêjeyê fêrker be û wate û girîngiya wêjeyê fêrî mirov bike.
Divê rexnegirî rêya bidestxistina ku mirov di kijan warî de bi ser dikeve bi ber
mirov bixe. Belê divê mirov jî çawa ku ji jiyanê seyê (waneyê) digire, bikaribe
ji wêjeyê jî sûd û fêdeyê wergire. |