|
de geşe kir. Di encam vê çendê de,
kombûna kesên hevbîr li pirraniya herêmên cîhanê li ser şêwaza partiyan
berbipêşve çû. Di encam de partî bû cihê civîna rewşenbîr, ramanwer û kesên ku
hez ji geşekirina civakê dikirin û bi rênîşanî û pêşniyarên xwe, delîve ji bo
pêşkevtina civakê pêk dianîn. Îro rojê partiya rastîn, partiyek e ku cihê civîna
wan kesan e ku ji bo bicîhatina armancên xelkê û dabînkirina berjewendiyên
civakî bi awayekî hevbeş xebatê dikin.
Derheq hebûna sîstema yek partî yan
çend partî, teoriyên cur bi cur hatine holê. Hin kes hebûna çend partiyan di
welat de weke nîşaneya azadî, peloralîzm û demokrasiyê dihesibînin û li ser vê
baweriyê ne ku çalakiya partiyên cur bi cur û hebûna bîr û rayên cuda cuda,
delîveyên baştir ji bo pêşxistina civakê pêk tîne. Lê desteyek din li ser vê
baweriyê ne ku civîna alîgirên hevarmanc di yek partiyê de, bi qazancê civakê
ye. Çunku bi xistine rojeva teoriyên rast û dirust guhartin bi awayekî erênîtir
di civakê de pêk tên û eva jî dibe sedem ku bingeha demokrasiyê bihêz be û
dijberî ji holê rabin. Lê Marksîst tenê buhayê ji partiyekê re didin ku
berjewendiya piroltariya yan texa kedkar û zehmetkêşan dabîn bike.
Di rêxistina her partiyekê de, divêt
xalên jêr werin liberçavgirtin:
1. Pirogram “Reglement”: Weke
dukomenta sereke a her partiyekê tê hesibandin ku tev armanc û erkên partiyê tê
de hatine diyarîkirin.
2. Pêrewa hundirîn “Statut”:
Hin rê û rêbazên navxweyî ên partiyê ne ku rêxistin, organên rêberî, konferans,
kongire û wd... bixwe vedigire.
3. Kongire “Congress”:
Bilindtirîn pileya rêberiya her partiyekê ye ku ji nûnerên gişt herêm û
rêxistinên partiyê pêk tê. Di kongirê de rapora serok yan sekreterê giştî yê
partiyê tê pêşkêşkirin, kar û çalakiyên partiyê tên nirxandin, pêrewa hundirîn
tê nû û pesendkirin û vêca endamên rêberiya partiyê, serok yan sekreterê giştî
yê partiyê, endamên komîteya navendî, cîgir, ravêjkar û wd.. tên hilbijartin.
4. Kadro “Cadre”: Karmendên
lêzan û şarezan ên partiyê bixwe digire. Hebûna kadroyên ciwan û pîr di nava
refên her partiyekê de, ji bo gihîştin bi armancên partiyê gellek hewce ye.
5. Rêberî “Conduit”: Endamên
rêberiyê him di asta navxweyî û him di asta derve de rêberiya partiyê dikin.
Rêberiya bikom di nav partiyê de, weke astengek li hember tekrewî û xwesepandinê
ye.
6. Pilînom “Plenum”: Civînek
giştî û berfireh e ku tev endamên komîteya navendî, cîgir û ravêjkar beşdariyê
tê de dikin û pirsên giring dinirxînin.
7. Konferans “Conference”:
Civîna nûnerên partiyê ji bo guhartina bîr û rayan derheq mijarên cur bi cur ên
siyasî, civakî, aborî û wd... e.
8. Komîteya Navendî “Comite
Central”: Endamên hilbijartî ên partiyê ku di navbera du kongireyan de kar û
barên partiyê birêve dibin. Her wiha berpirsiyariya kongirê li stûyê komîteya
navendî ye.
Çavkanî:
Ferhengî Ramiyarî Nîga “Azad
Weledbegî”
Danêşnamêyê Siyasî (Politicial
Dictionary) “Daryûş Aşorî” |