Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Biyanîbûn

 

Adar Jiyan

adarjiyan@mynet.com

 Di her dem û domanên dîrokî de liv û tevgerên awarte, bûne destpêka nûvedaniyên civakî û moşen û lokomotîfa veguherînên mirovî. Pêxemberê îslamê jî digot: “ola îslamê xerîb(nenas) hatiye û dê xerîb biçe.” Rast e. Îro gellek fîkr û

ramana gellek ramanwerên hemdem û digel wê jî paradîgmayên wan ên nû  tim  xerîb û awarte têne dîtin. Û ev awartebûn jî destpêka domana nû ya şoreşa bîrayî ye. Dibe ku ev ziman û feraset îro xerîb bê dîtin;  belê divê xerîb nemîne… Ji bo ku xerîb nemîne jî divê çi ji destê mirov bê, mirov qet texsîr neke.

 Nûvedaniya nû ya parastina ramana hawirnasiyê, bi vejîna gelekî jibîrbûyî û zimanê wî yê qedîm re pir li hev e. Îro hawirnas û derdorparêzên dinê, pisporiya xwe  di riya parastina celebê lawirên hov de diserifînin. Lê li aliyê din…? Mixabin  li aliyê din Mirovahiya dinê, tevlî pispor û zanyarên xwe,  di qirnê 21’ê de  û  her wiha di  heyama ku mirov hildipekin qadên fezayê de,  çavê xwe ji şer û pevçûnên navneteweyî û kuştina mirovan re kor, guhê xwe ker kiriye… Ev yek biyanîbûn e.    

 Biyanîbûn, tenê dikare di dil û mêjiyê kesên ku ji hestyarî û pejnkariya mirovî bêpar bin de cih bigire û hebûna xwe bikudîne. Jixwe wêjeya ku di bin bandora biyanîbûnê de mabe ne dikare taybetmendiyên wêjeyê û ne jî hêjahiyên hunerî bi xwe re hilgire. Belê tenê dikare wekî çend rêzik nivîs bê dîtin an jî di degera komeke tekstên têkçûyî de bê nirxandin.

 Biyanîbûn, veguherandina derûn û kakilê jiyana mirov a xweser û taybet ku bêhemd li bêahengî, bêwateyî û jixwebidûrketineke bêyom dadigere ye. Bi vegotineke din biyanîbûn, mirov ji kirdeya jiyanê derdixe û wî/wê wekî biresereke bênirx û tişteyî dide bikaranîn û xebitandin. Kengî ku ber û berhemên ku mirov bi destê xwe diafirîne hin bi hin ji reseniya xwe bidûr dikevin û ku bedewî û gewzîneriya wan ber û berheman li dijminahî û têkbirina mirov dadigerin, wê çaxê biyanîbûna mirov û civakê jî dest pê dike. Û wê gavê mirov û civak dibin dîl û bindestên ber û berhemên ku wan bi destê xwe afirandine. Biyanîbûn, bi awayekî jî bi alozî û tevlîheviya pêwendiyên civakî re rû dide. Belê ev geremol û aloziyên civakî ne îro; hê di destpêka xwedîtiyê(mulkiyetê) derketine holê. Xwedîtî, her çend ku çendanî û çawaniya hilberiyê zêde dike jî, xwedîtiya arizî ya ku gihîştiye merhaleya îro, xwezayê û hemû heyberên wê  roj bi roj  dihelikîne.

 Biyanîbûn, di derûniya mirov de, di encama lêkdana hewldanên ku bi mebesta jiyaneke serbilind û rûmetdar dest pê dike û liv û bizavên ku mirov gav bi gav arasteyî  bêrûmetî serberjeriyê dike de pêk tê û teşe digire. Her çend ku rûxînerî, wêrankerî û biyanîbûna mirov a civakî di hemû warên jiyanê de pêkan be jî, dîsa cerbirandin û ewêzî (xelef) û vegerandina wê tiştekî gengaz e. Belê çilvirîn, kavilkirin û dejenerekirina wêjeyê tu car bi hêsayî nayê cebirandin. Û nepêkan e jî. Ango, bêeslkirina civak an jî neteweyekê, pêşî bi bişavtin û biyanîbûna wêjeyê dest pê dike. Bi kurtayî jehra biyanîbûn û bêesilbûna civakê, di serî de xwe di wêjeyê de dide der. Peyre jî hin bi hin li hemû rehên çanda gel û civakê belav dibe û wê dîl radest digire. Ji do heta îro- di dîroka wêjeya gelan de- lixwexwedîbûn û jixwebidûrketina mirov û civakê, wekî du dijminên pozber û lêkneker misêwa bi hev û din re şer dikin û dikevin cirê.  Herdu dijberên qedîm û kevnar her dem li dij hev belê pevre dijîn. Bi heman awayî jî her gav bi hev û din re dikevin nava rikbariyeke giran. Bi vê lêkdanên dijwar re yek li ya din dadigere. Şerê navbera herduyan dişibe şer û pevçûnên navbera mirovên bilebat û afirîner ên ku puxteya jiyanê bidest dixin û kesên têkçûyî yên ku di nava hevkêşî û aloziyan de winda dibin. Ev şer û lêkdanên bênavber car caran li serkeftinên bêhempa û car caran jî li têkçûnên bêkêr û bêxêr dadigerin. Bi awayekî din, yek yekê winda dike an jî yek yeka  din dişibîne xwe. 

 Mirovahî, digel ku tiştên pir payebilind û qîmetdar diafirîne bi heman awayî gellek tiştên kerax bêteşe jî dixuliqîne. Ji aliyekî ve di hêla zanist û teknolojiyê de pêşve diçe; şoreş û veguherînên pêemsal bidest dixe û ji aliyê din ve jî nirx û hêjahiyên dîrokî bi destê xwe ji holê radike. Zimanê ku bi hezaran sal hatiye axaftin, çand û hunera ku dexmeya xwe li dîrokê daye, wêjeya ku bûye ronîdariyên dîrokî û hwd. hemû bi teknolojiya nûjen re hêdî hêdî  ji qada jiyanê vedikişin û hin bi hin winda dibin.

 Mixabin îro ro mirovahî xwe dispêrê civakeke yekpar, bêruh, bêgiyan bêhest û bêraman. Bi vê yekê re dahatûya cîhanê û tevê mirovahiyê dikeve xetereyeke mezin û çarenîn. Lewre mirovahiya ku ji çand, wêje, huner û estetîzma giyanî bidûr bikeve, dê tucar nikaribe xwe ji belawat û karesatên vê dinê reha bike. Bi vegotineke din; biyanîbûn li şûna ku mirov  her gav bi kesên din re di nav kar û xebatên hevpar û sûdewar de be, hêjahiyên payedar biafirîne; ji aliyekî ve ji reseniya xwe bidûr dikeve ji aliyê din ve jî dikeve  nava liv û bizavên pelos û di tevgerên kerih û bêyom de digere.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 23’ê Banemera 1387’ê Rojî