|
organên din ên siyasî weke
Parlemanê tên organîzekirin, di vê navberê de jî partî û saziyên siyasî ji bo
beşdarîkirina di desthilatê de hewlê didin. Ji bilî vê çendê, siyaset kar û
barên dîplomasî û pêwendiyên navbera welatan jî bixwe ve digire. Zanista
siyasetê xwediyê çarçoveyek berfireh e û tim wan waran bixwe ve digire ku
pêwendî bi modela hikûmetkirinê, bikaranîna desthilatê û şêwaza kar û xebata
organên siyasî ve heye. Zanista siyasetê weke yek ji beşên herî kevin ên
zanista civakî tê hesibandin. Pirtûka Komar a Eflatûn yekem berhem e ku
di vê derheqê de hatiye nivîsîn û tê de qala çawaniya hikûmetkirina bajarên
Yûnana kevin tê kirin. Her di pirtûka han de, Eflatûn pêşniyara hikûmeta
bijardeyan “Elite” dike. Piştî navhatî, Erestû, lêkolînek berfirehtir
derheq zanista siyasî û modela hikûmetê encam daye û nivîsarên wî di vê derheqê
de, bingeha zanista siyasetê pêk tînin. Di lêkolînên navhatî de, qala xalên qels
û bihêz ên şêwazên cur bi cur yên hikûmetê tê kirin. Piştî bidesthilat
gihîştina Dêran, Qeşeyan hewl dan ku di kar û barên siyasî de destwerdanê bikin
û beşek ji desthilata siyasî bidest ve bigirin. Yekem cehda berçav di vê derheqê
de, daxuyaniya Qeşeyekî bi navê Gilasiyosê yekem di dawiya sedsala pêncan
de ye ku tê de pesendkirina liv û lebata hikûmetên ku li ser Ola Mesîh in ji
aliyê Qeşeyan ve bi hewce hatiye zanîn. Fermana han ku bi yasaya Du Şûr hatiye
naskirin, bi dirêjahiya sedsalên navîn dihat meşandin. Li gor yasaya han, Şah û
desthilatdarên Ewropî ji bilî meşahndina kar û barên xwe, divêt piştevaniya
Qeseyan jî bidest xistban.
Nîkolo Makîyavelî, nivîskar û
siyasetvanê Îtaliyayî, lêkolînvanê herî navdar yê zanista siyasetê di serdemê
Rênesansê ku di dawiya sedsala panzdeh û destpêka sedsala 16’an dijiya, pirtûkek
bi navê Mîr nivîsandiye ku tê de teoriyên xwe derheq şêwazên
desthilatdariyê şirove dike.
Şah û desthilatdarên ku hetanî
sedsala 18’an li Ewropa û cihên din desthilatdar bûn, çi bi lêzanîn û çi jî bi
nezaniyê ve, bîr û hizrên Makiyavelî dişopandin. Lê bi serhildana hin nivîskar û
hizirvanên azadîxwaz weke Volter, Montiskiyo, Jan Jak Roso
li Fransayê û Can Lak û Can Stwart Mîl li Birîtaniyayê,
dewleta demokrat berê li Birîtaniyayê û piştre jî li Amerîka û Fransayê hate
ceribandin û di heyama sedsala 19’an de, hikûmeta Parlemanî di gellek welatên
cîhanê de, cihê hikûmetên dîktator û tepeserker girtin.
Li gor raya Marksîstan, şopandina
her xebateke siyasî, pêwendî bi sîstema aborî a civakê ve heye û eva dibe sedem
ku hizrên siyasî bandor li ser bingehên aborî hebin. Ew li ser vê baweriyê ne ku
di giştî warên siyasî de, divêt helwesta aborî a hikûmetê rohn û zalal be.
Siyaset bi ser du warên navxwe û
derve tê dabeşkirin. Siyaseta navxwe pêkhatî ye ji hin rê û rêbazan ku dewlet
serbarê lidarxistina pêwendiyan tevî takên civakê, di kar û barên hundirîn de
dişopîne û siyaseta derve jî pêkhatî ye ji hin rêbazan ku dewlet li gor hin
bername, usûl û pîvanan li hember welatên din dişopîne. Ji bilî vana, siyaset
ji liv û kiryarên hikûmetî re jî tê gotin.
Çavkanî:
Ferhengî Ramiyarî Nîga “Azad
Weledbegî”
Danêşnamêyê Siyasî (Politicial
Dictionary) “Daryûş Aşorî” |