 |
Adar Jiyan
adarjiyan@mynet.com
8’ê
Adarê wekî Roja Jinên Kedkar Ên Cîhanê tê pîrozkirin. Ev roja girîng û manîdar,
her sal ji hêla jinan ve bi konferans, xwepêşandan, û hengameyên coşdar tê
xemilandin. Di navbera jinan de pêwendiyên germ, danûstandin û şêwirdarî |
|
pêk tê.
Bi rastî aboriya vê rojê xwe dispêre dîroka dûr û kevnar. Belê roj bi awayek
fermî ji hêla Dewletên Yekbûyî ve sala 1977’an wekî Roja Jinên Cîhanê hatiye
qebûlkirin.
Têkoşîna jinan a ku bi mebesta yeksaniya navbera jin û mêran dest pê kiribû,
roja 8’ê Adarê, sala 1857’an, li bajarê Newyorka Amerîkayê deng veda. Karberdana
ku bi armanca edilandin û başkirina mafê 40 hezar karkerên jin ên ku di bin
kotek û darê zorê û bi nanzikê di karxanaeyên konfeksiyon û tekstîlê dihatin
xebitandin, dest pê kiribû, bi kuştina 129 jinên karker bi encam bû.
Jinên ku di êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest dabûn, bi beşdariya 100 hezar
mirovên hestyar hatin binaxkirin.
Pîrozkirina vê rojê, xwe dispêre mêjûyeke kevn û dûr. Belê cara yekem di
Konferansa Navneteweyî Ya Jinên Sosyalîst ve roja 26 -27’ê Gelawêjê li Kopenhaga
Danîmarkayê ji hêla pêşenga Partiya Sosyal Demokrata Almanyayê a bi navê Klara
Zetkîn ve hate peşniyarkirin. Pîrozkirina vê rojê li gellek welatê dinê hate
destpêkirin. Her wiha li Swêdê jî ji sala 1912’yan û vir de ev roj tê pîrozkirin.
Êdî ji wê rojê û vir de ew wekî “Roja Jinên Kedakrên Dinê “ tê pîrozkirin.
Her çiqasî ku jin tenê vê rojê bi bîra her kesî tên û hemû mêrên zordest serwer
û her wiha jinên bindest û bintûte, li gorê sêra dinê vê rojê pîroz dikin jî, bi
rastî ne haya wan ji rewşa jinê û jiyana wê ya giştî heye û ne jî bala wan
dikişîne.
Jo bo wê, hewce ye ku em hinek daneyên berbiçav li ber çavan raxînin û bala jin
û mêrên ku ji ber rewşa xwe aram û xweşhal in, bikşînin ser vê mijarê. Li gorî
dane û lêkolînên navneteweyî, hin agahiyên balkêş ên din ev in:
- Li gel ku zor û tundwariya herî mezin û sûcê giran li hemberî jinê pêk tê jî,
tu sezayê vî sûcî nîn e.
- Li gorî daneyên zanistî tê gumankirin ku hejmareke pirr mezin a jinan (li dora
150 û 200 milyonî) piştê ku ji dayîk dibin, têne kuştin. Lawik ji keçikan bêtir
têne tercîhkirin. Û zarokên keçik ji hêla bav û birayên xwe ve nayên hezkirin.
- Hejmara jinên ku ji hêla mêran ve ji bo bêrêtî û xerabiyê(fuhûşê) têne
zorandin, ji 4 mîlyonan zêdetir e. Pereyên ku ji koletiya cinsî têne
bidestxistin, 12 hezar dolar e.
- Bi awayekî giştî li tevê dinê, jinên ku temenê wan di navbera 15 sal û 45
salan de digihere, ji ber zilm û stembariya mêran bi kanser, tayê dikevin û
hejmara jinên ku di vî warî de jiyana xwe ji dest didin, ji ya şerekî
navneteweyî bêtir e.
- Her ji sê jinan yek jê an bi lêdan û kuştinê an jî bi zewaca bêdil û
destavêtin re rûbirû maye. Yên ku dest diavjin wan jî bi giştî an endamên
malbatê an jî meriv xizmên wan in. Ol, nîjad û çanda jinê çi dibe bila bibe, zor
û tehdehiya ku jin tuşî wê dibe, rastiyeke giştî ya gerdûnî ye.
- Karê ku li tevê dinê tê kirin %66 ê wan ji hêla jinên ve tên kirin.
- Li gorî vê kedê, ji hatiniya tevê dinê, % 10 e.
- Xwedîmaltiya jinê li tevê dinê % 1 e.
- Hejmara jinên ku ji hêla mêran ve kotek û lêdanê dixwin, li bajaran % 18 û li
gundan jî %76 e.
- Hejmara jinên ku şeva ewilî tuşî lêdana mêrên xwe dibin % 58 e.
Sedem û encam çi dibe bila bibe, rewşa jinê rewşa jiyana mirov a gerdûnî û
jiyana mirovahiyê li ber çavan e. Bi giştê heta ku jin, ji hêla jin û mêran ve
wekî mirov neyê dîtin tu carî mirovahî nikare bi awayekî aram û aştiyane bijî û
behsa dahatûyeke baş û hêvîdar bike.
Jin hebe mirov û mirovahî heye. Li ser rûyê dinê çi tiştê rûmetdar û payebilind
heye hemû ber û berhemên jinê ye. Şer, pevçûn, kuştin û talana karê mêr e. Belê
êş û azar û keser para jinê ye. Heke jin bi xwe bihese dê tevê dinê bi aştî
aramiyeke domda rû mayîn de şa bike.
Bel divê pêşî jin bi xwe hay bibe û tevê mirovahiyê bi vê hêz û vîna xwe haydar
bike. |