Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Demokrasî “Democracy”

 

Berhevkar/ Omîd Esxeran

omid_anbi@yahoo.com 

Têgiha demokrasiyê ji du peyvên Yûnanî anku “Demos” bi wateya gel û “Kratos” bi wateya desthilatê hatiye wergirtin û bi giştî tê wateya hikûmeta gel bi ser xwe de. Demokrasî ji desthilatdariyekê re tê gotin ku tê de welat ji aliyê gel bixwe ve tê birêvebirin ku eva dibe sedem hevbendiyek civakî û siyasî di navbera gişt tex û qatên civakê de pêk bê. Di encama vê çendê de, wekhevî û rêzgirtina takekesan ji hev tê holê. Bi vî awayî gişt kar û barên

welat ji aliyê gel ve tên nirxandin û delîve ji bo azadiya raman û rexnegirtinê xweş dibe.a Demokrasî xwediyê dîrokek dirêj e û nêzîk 500 salan berî zayînê(2500 salan berî niha) li bajarê Atenê hatiye ceribandin. Demokrasiya Atenê weke demokrasiya rasterast dihat nasîn. Akinciyên wî bajarî di heyamek diyarîkirî de, li dora hev diciviyan û nûnerên xwe ji bo birêvebirina kar û barên bajêr û dadwerîkirin hildibijartin. Her wiha di civînên han de, pirsên girîng diketin ber bas, nîqaş û dengdana giştî. Ezmûna demokrasiya rasterast piştre li Romayê hatiye ceribandin, lê ser neket, lewra heyamekî zaf dom nekir. Her çend ku demokrasî berê ji hikûmeta kes yan kesên taybet re dihat gotin û di hin welatên Ewropayî de jî dihat meşandin, lê di nîviya sedsala 19’an de, ji ber çalakiyên hin fîlesof û bizava berdewam a gel gellek welatên cîhanê rû ji sîstema demokratîk kirin.

 Bi giştî demokrasî hikûmetek e ku bi hevkariya gel tê cihgirkirin û daxwaz û xwestekên gel tê de bandora xwe hene. Di heyamên derbazbûyî de, demokrasî bi ser çend ta û desteyan de hatiye parvekirin ku pêkhatî ne ji:

 A). Demokrasiya rasterast ku tê de dengder rasterast derheq gişt arîşe û pirsgirêkên civakî dengê xwe didin. Bo mînak li bajarên herêmên Niyo Înglend li Amerîka û Kantonên Swîsê û her wiha li dewlatbajarên Yûnana berê jî demokrasiya han dihat şopandin. Demokrasiya rasterast tenê li bajarên biçûk de dikare were meşandin û ji bo welat û bajarên mezin nabe. Di modela han de, demokrasiya nûneratî tê şopandin.

 B). Demokrasiya nerasterast ku tê de gel bi hilbijartina nûnerên xwe û şandina wan ji bo Parlemanê, parêzvaniyê ji maf, vîn û berjewendiyên xwe dikin. Îro rojê sîstema han di pirraniya welatên demokrat de tê şopandin.

 Li gora nêrîna Marksîstan, demokrasî bi du awayan e, a ayekem demokrasiya siyasî ye ku tê de sîstema hikûmetî a parlemanî û azadiyên takekes tên liberçavgirtin, lê çunku demokrasiya han berjewendiya madî û aborî a takekesan dabîn nake, tenê xwediyê şeklek rûyekî ji azadiyê ye û li gor hizra wan modela han ji bo xapandina gel e û bona berdewambûna çewisandina gel ji aliyê civaka burjûwaziyê ye. Modela duyem, demokrasiya kemilî ye e ku gişt hewcehiyên aborî û civakî bixwe ve digire. Di şêwaza han de, mafê tim takekesan tê liberçavgirtin. Bingeha modela han li ser aboriya welat hatiye damezrandin û bi raya kesên han gişt hewcedarî û alavên jiyana kedkar û zehmetkêşan di şêwaza han de tê liberçavgirtin. Marksîst li ser vê baweriyê ne ku modela han a hikûmetî dikare armancên gel bicî bîne û delîvê ji bo hînkirina takekesan pêk bîne. Di encam de, ew digihîjin wê baweriyê ku hetanî milkdariya taybet berdewam û hetanî sermayedarî di welat de ji holê nehê rakirin, demokrasî dê her li gor berjewendiya sermayedaran be û jiyan û hizra takekesên civakê ji aliyê sitemkar û talançiyan ve dikeve ber êrîşê.

 Pêvajoya geşekirina demokrasiyê li Ewropayê gellek evraz û nişîv bi xwe ve dîtiye. Bo cara yekem di sala 1215’an de, Kîng Con Şahê Îngilîstanê, piştî serhildanek gelî, fermanek wajo kir ku bi Carnameya Mezin hate nasîn. Bo cara yekemîn di carameya han de, civatek ji bo nûnerên gel hate diyarîkirin. Demokrasiya parlemanî ji sedsala 17’an şûn de, pêvajoya geşekirina xwe şopandiye û bi vî awayî hêdî hêdî desthilata Şah hatiye kêmkirin.

Çavkanî:

Ferhengî Ramiyarî Nîga “Azad Weledbegî”

 Danêşnamêyê Siyasî (Politicial Dictionary) “Daryûş Aşorî”

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 23’ê Banemera 1387’ê Rojî