Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Sultan Şêx Mûsayê Mêrdînî (Sultan Şêxmûs)

 

Adar Jiyan

adarjiyan@mynet.com

 Xwînerên hêja û rûmetdar,
Ez dixwazin di vê nivîsara xwe de gerr û bîranîneke xwe ya sala borî bi we re parve bikim.
Bi rastî jî Rojhilata Navîn, erdnîgariyeke bêhempa ye. Heta

bêbes zengîn û adan e. Ji bilî vê xaka xwe ya dewlemend û xwezaya xwe ya rengîn, wekî din jî, wekî navenda pîrozgeh û serdangehên kevnar e û warê peyamber(pêxember) û ewliyayan tê zanîn.
Pêxemberên nûna Îbrahîm û Eyûb, Destbirakö Pêxember (Hz.Muhemmed), Weysel Qeranî, Feylosofê Kurd Şêx Ehmedê Xanî û hwd. mirovên heja û payeberz li ser xaka Kurdistanê jiyane û dîsa canê xwe yên pak û paqij teslîmî vê xaka pîroz kirine. îcar, li gora baweriya gel, dewer nîne ku qencekî Xuda serê xwe lê dananîbe. Heta gotineke pêşiyên kurdan heye ku her gav ji aliyê gel ve tê gotin. "Em bi xêra wan dijîn. Xwdê me bi ber xêr û şefîta wan bixe."
Li ser rêbeja Amed û Mêrdînê şexsek bi navê Sultan Şêxmûs heye ku yê navê wî nebihîstibe û neçûbe serdana wî. Li herêmê ew wekî "dinya nedî" tê dîtin. Li herêma Amedê. Ruha û bi taybetî Mêrdînê, mal nîne ku Şêxmûsekî wê nebe. Çendî ku li derveyî welêt navê Şêxmûs wekî navekî kurdan were zanîn jî,dîsa ev nav ji Sultan Şêxmûs an jî Şêx Mûsa hatiye wergirtin. Sultan Şêxmûs hem navê şexsekî payeberz û pîroz û hem jî li herêmê wekî seyrangeheke tê zanîn. Bi awayekî din, navê wî şexsî û herêma ku lê ye, di nava gel de wekî "Şêxan" cihê ku tirba wî bi xwe lê ye jî wekî "Ziyareta Sultan Şêxmûs" bi nav dibe.
Sultan Şêxmûs zat û cenabekî wisa ye ku bi sedan sal e wekî deriyê xêrê tê pejirandin û hêvî û şîfayê belav dike. Serdana Sultan Şêxmûs, di nava gel de wekî "ziyaretgeheke pîroz" tê dîtin û pejirandin. Belê tiştê ku bala mirov dikşîne ev e. Armanca serdangehê, ne wekî bawermendiyeke olî; berevajiyê wê wekî kevneşopiyeke kurdan dixuye. Ango li wê derê ne tenê zikir û perestî û taeta Xweda; bi taybetî dab û nêrîtên herêmê yên civakî û neteweyî û qewat û gerdîşên beriya îslamê têne pêşandan. Mirov dikare bibêje, salê çend caran Sultan Şêxmûs dibe qada mîbrîcanên herêmê û her wiha ji çar nikarên welêt mirov bi ser gora wî ya pîroz de dibarin. Lewre, govendgirtina mirovên bi cil û timtêlên cur be cur û rengîn, xwarinên bi cêj û ekil, raxistina fikîyên tewre bi tewre û kêf û şahiyên ku li dergeha Sultan Şêxmûs pêk tên, nayên vegotin. Li aliyekî mirov sewalan ser jê dikin; li aliyê perestî, nimêj û duayên ber lingê Sultanê Kull û Ewliya(ango Sultan Şêxmûs) û li aliyê din jî kêf û şahî û hengeme li dar dikeve.
Li aliyekî xwarin û vexwarin, li aliyekî din govend heng, şahînî, bezm, kêf, eşq, heng, hingime digere. Li aliyekî ziyaretvan destmêj digirin diçin hundurê qubeya Sultanê Ewliya(Sultan Şêxmûs) tewaf dikin. Li aliyê din, li ber derî derwêş bi ledana erbanê re beyt û lawje û qesîdeyan -bi zaravayê gel qewlan- dibêjin. Li aliyekî mirov wekî rêya morîstanê diçin û tên, li aliyê din mirov xwe diavêjin bin siya dar û berên dora ziyaretê, ji ber westandina tûriz û dîlanê xewa xwe dişkînin/çavê xwe germ dikin...
Gava rojên şemî an yekşema payîza paşîn, rêya mirov bi Sultan Şêxmûs dikeve û mirov dikeve nav wê xilbeya mirovên ziyaretê, gotina "dê weledê(ewlade) xwe diavêje" tê bîra mirov û mirov ji xwe re dibêje 'Dêmek ev gotin ji bo rojên wisa hatiye gotin' Birastî jî, gava ku qîz û xort dawetê digerînin û dikevin nav wê coşa mezin, bûkên ciwan ewladên xwe davêjin ser xesû û xezûrên xwe û dikevin govendê, xwe dihejînin. Îcar li Sultan Şêxmûs mirin tê bîra kê. Kî bi kê ye. Zarokên winda li bin guhên hev dikevin. Her ji çar-pênc deqeyan, dengê dergevanê kal, ji anfiya dergeh bilind dibe. Geh bi kurdî geh bi tirkiyeke nîvco baiiga xwe se caran dubare dike .
Belê. Roj nîne ku di riya Sultan Şêxmûs de qurbanek neyê serjêkirin. Ji aliyekî de mirovên ku ji bo qeda û belayên dinê bi ser wan neyên, ji aliyekî ve yên ku qet ber xwe nabînin, ango zikekî wan têr û yek birçî be; ji aliyekî ve dewlemendên ku berî xisar bigihêje mal û canê wan û ji aliyê din ve yên ku ne teled û weled e, salê carekê tiştekî xwe (kar, bizin, berx, dîk û hwd) li Sultanê Ewliya qewl/nedir dikin. Yên ku qeweta wan hebe tên li ber serê wî, û yên ku derfetên wan yê hatinê nîn be qurbana xwe li malê serjê dike û xêra wê hibeyî Bavê Kal (Sultan Şêxmûs) dike. Bi taybetî demsala havînê û payîza paşîn, Sultan Şêxmûs dibe navenda kêf û şahî û geştiya gel. Malbatên ku karê xwe yê salê diqedînin, wekî betlaneyê, koçmal xwe li Sultan Şêxmûs digirin û çend rojên xwe di nava kêf û şahiye de derbas dikin û bi hêviya xêr û bereketa salê vedigerin malên xwe.
Ji şexsiyeta Sultan Şêxmûs bêtir, gel xwe li kêf û şahî û mihrîcana ku li derdora Sultan Şêxmûs pêk tê digire. Bi rastî gava ku mirov li çûn-hatin û tevgera mirovên ku têne dora zîyareta Sultan Şêxmûs dinihêre, rewşa wan qet naşibe kesên ku hatibe serdana qencekî Xwedê an pîrozgehekê. Lewre, ji def û zirneyê bigirin heta tenbûr û ribaba ku guhê mirov ker dike, hemû amûr û alavên dengdêr ji bo kêf û şahiyê tên bikaranîn. Qîz û bûkên ciwan, zarok, mezin heta mirovên navser xwe li ber dengê van amûran liba dikin (dihejînin) û gunehên xwe radiweşînin.
Hûn li kîjan aliyê welêt an jî devera dinê dibin bibin, ger ku rojekê riya we bi Mêrdînê an jî Amedê bikeve, bê ku hûn Sultan Şexmûs ziyaret nekin venegerin. Lewre mirov dikare heftê û du çeşîd mirov û nîvan li wir bibîne. Ji çarmedorên dinê mirov xwe li Sultan Şêxmûs digirin. Bi baweriya hinekan, mirovên ku diçin Siftan Şêxmûs gunehên xwe, lê bi baweriya min hişê xwe li wir dihêlin û vedigerin.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 23’ê Banemera 1387’ê Rojî