|
 |
Adar Jiyan
adarjiyan@mynet.com
Biyanîbûn,
veguherandina derûn û kakilê jiyana mirov a xweser û taybet ku bêhemd li
bêahengî, bêwateyî û jixwebidûrketineke bêyom dadigere ye. Bi vegotineke din
biyanîbûn, mirov ji kirdeya jiyanê derdixe û wî/wê wekî biresereke bênirx û
tişteyî dide bikaranîn û xebitandin.
Kengî ku ber û berhemên ku mirov bi destê xwe diafirîne hin bi hin ji reseniya
xwe bi dûr dikevin û ku bedewî û
|
|
gewzîneriya wan ber û berheman li dijminahî û têkbirina mirovan dadigerin, wê
çaxê biyanîbûna mirov û civakê jî dest pê dike. Û wê gavê mirov û civak dibin
dîl û bindestên ber û berhemên ku wan bi destê xwe afirandine. Biyanîbûn, bi
awayekî jî bi alozî û tevlîheviya pêwendiyên civakî re rû dide. Belê ev geremol
û aloziyên civakî ne îro; hê di destpêka xwedîtiyê(mulkiyetê) derketine holê.
Xwedîtî, her çend ku çendanî û çawaniya hilberiyê zêde dike jî, xwedîtiya arizî
ya ku gihîştiye merhaleya îro, xwezayê û hemû heyberên wê roj bi roj
dihelikîne
Biyanîbûn, di derûniya mirov de, di encama lêkdana hewldanên ku bi mebesta
jiyaneke serbilind û rûmetdar dest pê dike û liv û bizavên ku mirov gav bi gav
arasteyî bêrûmetî serberjeriyê dike de pêk tê û teşe digire. Her çend ku
rûxînerî, wêrankerî û biyanîbûna mirov a civakî di hemû warên jiyanê de pêkan be
jî, dîsa cerbirandin û ewêzî (xelef) û vegerandina wê tiştekî gengaz e. Belê
çilvirîn, kavilkirin û dejenerekirina wêjeyê tu car bi hêsayî nayê cebirandin. Û
ne pêkan e jî. Ango, bêeslkirina civak an jî neteweyekê, pêşî bi bişavtin û
biyanîbûna wêjeyê dest pê dike. Bi kurtayî jehra biyanîbûn û bêesilbûna civakê,
di serî de xwe di wêjeyê de dide der. Peyre jî hin bi hin li hemû rehên çanda
gel û civakê belav dibe û wê dîl radest digire. Ji do heta îro- di dîroka wêjeya
gelan de- lixwexwedîbûn û jixwebidûrketina mirov û civakê, wekî du dijminên
pozber û lêkneker misêwa bi hev û din re şer dikin û dikevin cirê. Her du
dijberên qedîm û kevnar her dem li dij hev belê pevre dijîn. Bi heman awayî jî
her gav bi hev û din re dikevin nava rikbariyeke giran. Bi vê lêkdanên dijwar re
yek li ya din dadigere. Şerê navbera herduyan dişibe şer û pevçûnên navbera
mirovên bilebat û afirîner ên ku puxteya jiyanê bidest dixin û kesên têkçûyî yên
ku di nava hevkêşî û aloziyan de winda dibin. Ev şer û lêkdanên bênavber car
caran li serkeftinên bêhempa û car caran jî li têkçûnên bêkêr û bêxêr dadigerin.
Bi awayekî din, yek yekê winda dike an jî yek yeka din dişibîne xwe.
Mirovahî, digel ku tiştên pir payebilind û qîmetdar diafirîne bi heman awayî
gelek tiştên kerax û bêteşe jî dixuliqîne. Ji aliyekî ve di hêla zanist û
teknolojiyê de pêşve diçe; şoreş û veguherînên pêemsal bidest dixe û ji aliyê
din ve jî nirx û hêjahiyên dîrokî bi destê xwe ji holê radike. Zimanê ku bi
hezaran sal hatiye axaftin, çand û hunera ku dexmeya xwe li dîrokê daye, wêjeya
ku bûye ronîdariyên dîrokî û hwd. hemû bi teknolojiya nûjen re hêdî hêdî ji
qada jiyanê vedikişin û hin bi hin winda dibin.
Mixabin îro ro mirovahî xwe dispêrê civakeke yekpar, bêruh, bêgiyan, bêhest û
bêraman. Bi vê yekê re dahatûya cîhanê û tevê mirovahiyê dikeve xetereyeke mezin
û çarenîn. Lewre mirovahiya ku ji wêje, huner û estetîzma giyanî bidûr bikeve,
dê tu car nikaribe xwe ji belawat û karesatên vê dinê reha û rizgar bike. Bi
vegotineke din; biyanîbûn li şûna ku mirov her gav bi kesên din re di nav kar û
xebatên hevpar û sûdewar de be, hêjahiyên payedar biafirîne; ji aliyekî ve ji
reseniya xwe bidûr dikeve ji aliyê din ve jî dikeve nava liv û bizavên pelos û
di tevgerên kerih û bêyom de digere. Hêçku wêje, bi hemû lihemberderketina liv û
bizavên bêsinc û tevgerên derexlaqî ye.
Biyanîbûn, pêşî bi wêjeyê dest pê dike. Belê pesarî û hovîtiya mirov bi saya
şardekirin û perwerdehiyê û her wiha hestên wêjeyî ji holê radibe. Her wiha
kemilîn, peresîn û şarezahîbûna mirov a derûnî û ramanî jî dîsa bi saya wêjeyê
bi dest dikeve. Wêje, perwerdekirina peyvê, sererastkirina axaftinê, gewzandina
hestê, stewandina ramanê û ya gîrîngtirîn jî bedewkirina liv û bizavên mirov e.
|