Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Lîberalîzm

 

Berhevkar/ Omîd Esxeran

omid_anbi@yahoo.com 

Têgiha Lîberalîzmê ji peyva latînî a "Liber" bi wateya azad hatiye wergirtin û bi giştî maneya  azadîxwaziyê bixwe ve digire. Lîberalîzm hizrek e ku alîgirên wê daxwaza azadiyê dikin û gellek micid piştgiriyê ji teoriya han dikin û li ser vê baweriyê ne ku mirov azad ji dayîk dibe û divêt bi awayekî serbest jiyana xwe bidomîne û bê hebûna tu gefekê bîr û rayên xwe eyan bike. Lewra ew li ser vê baweriyê ne ku nabe dewlet astanegan li ser rêya azadî û

serxwebûna takekesan çê bike û derfeta derbirîna azad ya bîr û hizran ji wan bistîne. Bi baweriya wan, eva bona vê çendê ye ku azadî were geşandin, bi mercekê ku ew azadiye xisarê negihîne azadiyên kesekî/a din. Bi kurtî lîberalizm anku pêşvebirina azadiyan bi awayekê ku di her dem, qonax û warekê de, berî hemû buhayekî din be. Rêbaza lîberalîzmê di sedsalên 18 û 19’an de li welatê Birîtaniyayê gihîşte qasê herî bilind yê pêşveçûna xwe û piştre jî bîr û hizrên felsefî ên Almaniya û Firansayê tevlî wê bûn û eva jî bû sedem ku hin guhartin tê de pêk bên. Lîberalîzm zêdetir tekezê li ser du warên siyasî û aborî de dike. Di warê siyasî de li ser vê baweriyê ye ku divêt takekes azad û serbixwe bin û takekesxwazî ji aliyê dewletê ve were parastin, serbarê vana jî gerek delîve ji bo hilbijartina azad, azadî û azadiya ramanê a gişt xelkê xweş be. Li gor hizrên Can Lak, fîlesofê Birîtaniyayî, divêt guhartinek wiha çê be ku takekes nekare kêmtirîn xisarê bigihîne azadiya kesên din. Di warê aborî de jî, lîberalîzm daxwaza serxwebûna takekes û berfirehtirbûna çalakiyên wî/ê dike. Lê eva bi mercekê ye ku tu astengek li hember danûstandinan çê nebe.

 Li welatê Birîtaniyayê bizava lîberalîzmê di demekê de gihîşte niqteya bilindahiya xwe ku dewletê xwest yasayek taybet bi kar bişopîne. Herçend ku hizirvanên lîberal heya qasekê digel rêbaz û yasayên bîme, tenduristî û wd… hevsoz bûn, lê li dijî her kiryarekê bûn ku asteng li hember geşekirin û pêşkevtina wê pêk anîban.

 Qonaxên geşekirina Lîberalîzmê     

 Bi liberçavgirtina vê çendê ku Birîtaniya navenda serhildana lîberalîzmê ye, ji bo destnîşankirina qonaxên lîberalîzmê divêt em qonaxên geşekirina wê li welatê Birîtaniyayê şirove bikin ku pêkhatî ne ji:

 1. Qonaxa Bint Hamîzm: Qonaxa han vedigere bo Bintham fîlesofê Birîtaniyayî di salên navbera 1776 – 1832’an, wate dema belavbûna yekemîn berhema wî. Di vê qonaxê de, lîberalîzm pêkhatî bû ji radîkalîzmek rêxistî ku ser bi hin sîstem, dezgeh û navendan bû. Wê demê lîberalîzmê alîgirî ji hin hizr û ramanan dikir ku pêwendî bi aborî, siyaset û dadveriyê ve hebû û her wiha alîgirî ji parastina azadiya ramanê, karkirin û takekesxwaziyê dikir.

 2. Qonaxa Can Stwart Mîl û Spensêr(1880 – 1832): Qonaxa han pêkhatî bû ji bîr û hizrên qonaxa Bêntham tevî hin guhartinên ku ji aliyê Can Stwarrt Mîl ve hatibûn pêşniyarkirin. Her wiha hin bingehên sosyalîzmê tevlî wê bûn ku tevî felsefeya Bêntham hevhêl bûn. Wî her wiha xizmetekî din jî encam da ku ew jî vekirina deriyê gilî û gazinokan ji felsefeya Bêntham bû ku alîgirên wê yên tundrew bi hemû awayekê hewla parastina wê didan.

 3. Qonaxa Tomas Hîgil Girîn(1880 şûn de): Di qonaxa han de ji aliyê Tomas Hîgl Girîn û îdealîstên din hewlek zaf hate dayîn ku hizra lîberalîzmê were vejandin. Ravekirina Hîgil derheq lîberalîzmê pêkhatî bû ji lîberalîzmek avabûyî li ser îdealîzma exlaqî ku vedigere bo serdemê Kant. Navhatî di demên hewce de, maytêkirina dewletê di kar û barên aborî de bi rewa û berheq dizane.

 4. Qonaxa parvebûna lîberalîzmê: Heyamekê piştî Hîgil, lîberalîzm dabeşî du hizran bû ku pêkhatî bû ji hizra tundrew û hizra miyanerew. Du hizrên han bi vî awayî ne:

 1. Lîberalîzma Konservatîzm( azadîxwaziya miyanerew)

 2. Lîberalîzma Sosyalîzm

 Rohn û eşkere ye ku bi dabeşbûna bîr û hizrên sereke ên lîberalîzm, lîberalîzma siyasî kete ber gefan, bi awayekê ku azadiya hizr, raman, peyivîn û rexnegirtinê nêzîkî jinavçûnê bûn. Lewra hin kesan hewl dan da ku modelek têkel ji her du rêbazên han, bi awayekê ku bingehên sereke ên lîberalîzma siyasî werin parastin û di heman demê de jî aborî heya qasekê ji aliyê dewletê ve were kontrlo û çavdêrîkirin, ava bikin. Eva bona vê çendê ye ku kompaniya û saziyên mezin nekarin nerasterast mafê takekesxwaziyê ku bingeha lîberalîzma siyasî tê hesibandin, ji holê rakin. Biliberçavgirtina vê çendê, em dikarin felsefeya han a lîberalîzmê ku piştî serhildana du girûpên navhatî pêk hatibû, weke tevavkerê qonaxa sêyem a lîberalzîmê bihesibînin û bi vî awayî lîberalîzmê bi ser sê qonaxan de dabeş bikin.

 Cudahiya di navbera demokrasî û lîberalîzmê

 Demokrasî û lîberalîzm di vî warî de ji hev cuda ne ku demokrasî hikûmeta gel e. Bi vî awayî her tiştek ku gel bixwaze(heta zordarî û sînordarkirina azadiyên takekesan)divêt were meşandin. Kesên lîberal li dijî her navendeke desthilatdariyê ne ku bixwaze azadiyan berteng bike, heta heger navenda han bixwaze yeksaniya civakî, ewlehî û bi giştî buhayên din, ji bilî azadiyê bihêz û dabîn bike. Bê hebûna demokrasiyê em nikarin ji lîberalîzmê re bifikirin, çunku di destpêkê de divêt gel desthilatdar be hetanî  ku bikare azadiyên takekesî ewle bike, lê bê hebûna lîberalîzmê derfet û keysa vê çendê heye ku demokrasî were hizrandin. Bawermendî bi lîberalîzmê tu pêwendiyek bi lîberalbûna civakê ve tune ye, lê heke lîberal bixwazin nêrînên xwe ên siyasî û civakî bînin holê, wê demê hewce ye ku civak civake lîberal be.

 Di civakeke lîberal de hemû kesek dikare azadîxwaz be û di bin dirûşma han de, hewla cihgirkirina armancên taybet ên xwe bide.     

Çavkanî:

Ferhengî Ramiyarî Nîga “Azad Weledbegî”

 Danêşnamêyê Siyasî (Politicial Dictionary) “Daryûş Aşorî”

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 23’ê Banemera 1387’ê Rojî