Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Komelayîbûna Mirov

 

Adar Jiyan

adarjiyan@mynet.com

Mirov heyineke komelayî ye. Komelayîbûn bi sê radeyên bingehîn re bi dest dikeve. Komelayîbûna mirov an ji ber neçarî û bêgaviya wî/wê ya ku bê tirs û xof bijî, an jî ji ber daxwaza wî/wê ya ku di nav civakê de bi serbilindî bijî ye.

Lewre her mirov bi taybetî di nava civatekê (wekî malbat, êl û derdor) de belê bi gelemperî jî di nava civakekê(wekî nîjad, gel  neteweyekê) de dijî. Her mirov xwe bi xislet û taybetiyên civat an jî civaka xwe radipêçe. Peyre xislet û taybetiyên wê civakê( an jî kom û civatê) li gora fikr û ramana xwe ya xweser û bi vîna xwe ya azad dineqîne an jî red dike. Liv, bizav û pêwendiyên wî/wê jî di van radeyan de dikemile û digihîje encamekê. Hersê radeyên (merhaleyên) komelayîbûnê yên ku mirov arasteyî mirovbûnê dike ev in :
1. Civakîbûn,
2. Takekesbûn
3. Gerdûnîbûn
1. Civakîbûn: Digel ku mirov ji derdora xwe bandorê digire ewqas jî bandoreke mezin li ser derdora xwe dihêle. Nemaze her takekes bi hevhîkarî û hevbandoriyek xurt re rêbaz û pêwendiyên danûstandina civaka xwe fêr dibe û hin bi hin xwe dişibîne wê civakê. Di encama wê fêrbûnê de radeya ahengiya takekes û civakê derdikeve holê. Ango ev merhaleyeke wisa ye ku domana ku takekes bi ceribandin, behredarî, pêwendî û taybetiyên xwe yên xwser re hêmayên vatiniya civakê pêk tîne. Tevger û bizavên ku bi behredariyên takekes ên ku bi rêya perwerdehî û hîndekariyê diperisin, di vê çarçoveyê de pêk tên. Her wiha di vê merhaleyê de domana zarokatî û ciwantiyê jî pir girîng in. Nemaze di domana zarokiyê de malbat belê di ya ciwaniyê de jî dibistan û derdor roleke diyarker dileyîzin. Sê xuyanekên domana civakîbûnê hene:
a. Kepsên çandî
b.Yekparebûna çand û takekesiyê
c. Lihevkirin û ahengiya bi derdor re
2. Takekesîbûn: Takekesîbûn, hilbijartina ranavtin (telqînkirin) û bandorkirina takekes ya ku xwe bi xwe pêk tîne ye. Têkiliya navbera takekes û civakê naşibe ya navbera kûklabaz û kûklayên(bûkoke û pêlîstokên) wî. Lewre ehliyet û têrîkirineke takekes ya ku qeware(qalib), tefger û reftarên ku ji aliyê civakê ve li ser wî/wê têne ferzkirin, bipejirîne an jî red bike heye. Ev yek jî ji helwest û rawestina mirov ya takekesîbûna wî/wê tê. Takekesîbûn, tenê ne têkoşîna navbera takekes û civakê ye; her wiha ew, têkoşîna takekes a behredariya wî/wê ya ku bi perwerdehiyê dixemile ye jî. Mirovê/a ku xwe li gora rêpîvanên demê negihîne û perwerde neke, ne pêkan e ku ne bi civak û derdora xwe re û ne jî bi gelên dinê re di nav ahengiyekê de be. Takakesîbûn, ne qutbiriya navbera mirov û civakê ye; berevajî wê xurtkirin û zexmkirina pêwendiyên navbera mirov û civakê ye. Takekes û civak wekî nenûk û goşt in. Ne civak bê takakes û ne jî takekes bê civak dibe. Herdu wekî du hêmanên bingehîn hem hev û din dikemilînin hem jî temam dikin.
3. Gerdûnîbûn: Merhaleya komelayîbûnê yek jê jî gerdûnîbûn e. Gerdûnîbûn bi xwe cîhanîbûn, navneteweyîbûn û mirovbûn e. Lewre cîhan ji mirov û heyberên ku pêdiviyên mirovahiyê bi cih tînin pêk tê. Her civak li ser erdnîgariya xwe hem bi civak û xwezayê û hem jî bi heyîn û heyberên dinê re di nav têkiliyekê de ye. Ev têkilî, hemû mirovên dinê hewcedarî danûstandineke gerdûnî û navneteweyî dike. Her mirov di bin siya asîman û tîna rojê de dijî. Kanî, robar, deşt, çiya, zozan, derya û omanên bê ser û ber hemû xweşikiyên xwezayê yên hevpar in. Av, hewa, dar, ber, fêkî, zebze, xurek û vexurekên dinê tev ên mirovahiyê ne. Ev tişt hemû hincet û egerên têkildanîna navbera mirov û mirovahiyê ne. Ji bo lêxwedîderketin û parastina van heyîn û dewlemendiyan jî hewcetî bi gerdûnîbûnê heye. Gerdûnîbûn, radeya komelayîbûnê ya herî berz û bilind e. Her wiha ya gelekî girîng û manîdar e jî.
Hersê merhaleyên komelayîbûnê dişibin gihanekên jiyana mirov. Ango her yek ji wan wekî pêlikên kemilîna jiyanê ne. Heta ku yek nekemile ya din dest pê nake û nakemile. Jixwe jiyana civakan jî dişibe ya mirovan. Çawa ku jidayikbûn, zarokî, ciwanî, navseretî û kal û pîrîtiya mirov wekî merhaleyên jiyana wî/wê hev û din temam dikin, bi heman awayî civakîbûn, takekesîbûn û gerdûnîbûn jî wekî merhaleyên komelayîbûnê hev û din temam dikin. Heta ku civakîbûn pêk neyê takekesîbûn û heta ku takekesîbûn jî pêk neyê, gerdûnîbûn pêk nayê.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 23’ê Banemera 1387’ê Rojî