|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî rojnameya panzdehrojî ya
siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
|
|
Qencî
 |
Adar Jiyan
adarjiyan@mynet.com
Erênî û xweşbîniyên jiyanê
egera cêjdariya hebûn û nebûna mirov e. Başî, çêyî, qencî, erênî, bedewî,
xweşikî, xweşbînî; an jî berevajî wê xerabî, nebaşî, bêrêtî, zistî, reşbînî...û
hwd. girêdayî hişmendiya mirov têne şêwandin. Her mirov dîlê dil û
|
|
mêjiyê xwe ye. Belê her wiha
her mirov afirînerê erênî û neyîniyên jiyana xwe ye jî.
Tiştê ku jiyanê bi mirov didin hezkirin an jî reşkirin, fermandariya dil û mêjî
û fermanberiya çav û guhê mirov e. Çav û guhên mirov her gav di fermana dil û
mêjiyê wî/wê de ne. Mêjî çi fermanê bide çav dê wê bibîne û guh wê bibihîze.
Fermanberiya çav û guh girêdayî vîndariya mêjî ye. Vîndariya mêjî, mirov
arasteyî erênî û xweşbîniyên jiyanê dike. Heke ne wisa bûna wê çaxê tu wateya
başiyên jiyanê yên ku her gav di pozberiya nebaşiyên wê de dikudîne û li
têkbirina wê dicehdîne, nedima.
Xweşikî û xweşbîniyên jiyanê li gora reşbînî û nexweşiyên mirovahiyê manîdar
dibin. Heta ku reşî û nexweşî tune be tukes nikare başî û xweşiyê rave bike. Her
wisa heke tirs û sawa mirinê tunebûna wate û cêjdariya jiyanê jî qet nedihate
fêmkirin. Wekî ku Seneca jî dibêje : “Ey jiyan, ji mirinê bişêkirîne. Lewre ji
te hezkirina min tev ji rûyê wê ye.” Gilî an jî gazinca mirov ne ji ber nebaşî û
neyîniya jiyanê ye. Mirovên ku di binehişîna xwe de her gav xof û gumana mirinê
dihewînin, nikaribin kêf û çêjê ji jiyanê wergirin û xweşî û dilgeşiya jiyanê
bitehmînin. Her çend ku gellek caran ne li gora dilê mirov be jî başî û nebaşî
du kirûyên jênager û çarenîn ên rasteqîna jiyanê ne. Ligel ku gellek bûyer,
rûdan û geşedaniyên dinê, derî vîna mirov pêk tên jî dîsa bandoreke mayînde li
ser jiyana wî/wê ya rojane dihêlin û wî/wê ber bi hest û helwestên neyînî û
reşbînî ve dikin. Lê belê dîsa jî ne pêkan e ku her mirov wekî hev û din
bifikire an bi heman awayî tev bigere. Liv, bizav û helwestgirtina mirovan a li
hember bûyer û qewamên dinê ji hev û din cuda ye. Heman bûyerê, hin kes bi
awayekî xweşbînî û hin jê jî bi reşbînî rave dikin û dinirxînin.
Heke her mirovê/a dinê bi awayekî reşbînî bifikirya û tevbigeriya tu wateya
xweşbînî û reşbîniyên jiyanê jî nedima. Lewre her dijber bi nakokiyên xwe re
diwelide û her nakokî dijberê xwe dixuliqîne. Dîsa jî tu mirov (rewşa mirovên
awarte û dereasayî ne tê de) naxwaze ku di nav tarîtiya reşbîniyên jiyanê de
bixeriqe û bibe niştecihekî/e tenahiyê yê/ya vê dinê. Bêşik û bênîqaş her mirov
ji reşî û nexweşiyên vê dinê dipelikîne û xwe li pejn û şopa bedewiyên jiyanê
digire. Her mirov dixwaze bibe dilxwaz û xwazgîniyê jiyaneke şadî, şanaz û
dilşad û dîsa her mirov dixwaze bibe kiriyarê cîhaneke aram, bedew, berken û
bêxem. Ango tu kes naxwaze nîgaşên xwe di nav tarîtiya reşbîniyên reş û stewr de
bi devê kêr û xencerên zingarî û şûrên poz bixwîn bifesilîne. Her kes dixwaze bi
hêviyên avis re jiyaneke xweşbêhn û cîhaneke xweşbîn bi hev ve bidirû.
Tu car xerabî û neqenciya mirovên neçê ji hest û bizavên mirovên çê re nabe
asteng û spartek. Her mirov nûserê(nivîsarê) lênûska xwe ya tawanbariyê ye. Belê
her wiha yê/ya rûmetdariyê ye jî. Maf û mikûniya(derfeta) her mirovî/ê heye ku
lênûska xwe ya tawanbariyê li hev bipêçe û ji lênûska xwe ya bêrîtiyê(bê
gunehiyê) rûpelekî nû veke. Û lênûska xwe bi xweşdîtin û xweşbîniyên vê dinê
bineqişîne. Ji ber ku deriyê baxê cîhaneke bêkul û gulbêhn tenê dikare bi kilîda
xweşbîniyên jiyane li piştê bibe. Mirovên ku aştiya cîhanê û aramîbûna wê ji xwe
re wekî kar û bar neqandibe an jî yên ku xwe ji bo dilxweşiya mirovahiyê binbar
û peywirdar dihesibîne, divê pêşî li hember reşbîn û reşbîniyên vê dinê şerekî
tund û dijwar li dar bixe. Û di vî warî de lêkdaneke bêdeman bikudîne.
Dibe ku îro zû; belê sibehê dereng be. Ji bo divê tovê xweşî û xweşbêhniyên
sibehê bi destê mirovên îroyîn were reşandin. Qey ku gur û mî bikaribin pevre
biçêrin. An jî mirov û mirov bikaribin bi hev re bijîn. |
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|