|
Îro ro,
bi giştî hewcedariya tevê mirovahiyê belê nemaze jî hewcedariya gelên Rojhilata
Navîn bi qasî nan û avê bi demokrasiyke rastîn heye. Ji ber ku pirsgirêkên demê
û arîşeyên gerdûnî hemû li ser vê erdnîgariyê pêk tên, divê çareseriyeke mayînde
û domdar jî pêşî li ser vê erdnîgariyê pêk were. Belê mixabin tu kes jidil xwe
nadiyê û nêzîkî çareseriyeke manîdar nabe. Her kes ji çareseriyê dipelikîne û di
berjewendiyên xwe yên rojane û demdemî de difikire.
Dema ku
gelên Ewropayê bi saya ronesansê(ronîdariya demê) şoreşa hişmendiyê pêk anî, di
rojeva Rojhilata Navîn de tiştekî wisa di rojeva gelan de tunebû. Şoreşa
hişmendiyê ya Rojhilata Navîn, form û rêbazên rojava dişopîne, belê dixwaze
naveroka wê li gorî rastîniya tijî bike. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn gellek in.
Belê derbirîn û zanebûna van pirsgirêkan ne çareserî ye. Ji zanebûna pisgirêkan
bêtir, hewcetî bi lêgerîn û çareserkirina wan heye.
Çareserî
bi fêmkirin û têgihîştineke jidil a rabirdûya gelan a dîrokî û avakirina jiyana
wan a îroyîn e. Ev yek jî bi pêkanîna ronesanseke nû pêkan dibe.
Carekê
di erdnîgariya Rojhilata Navîn de pirsgirêkên herî mezin dewletbûn û daxwaza
dewletbûnê ye. Dewlet bi hezaran sal li ser çanda pederşahiyê ava bûye. Dewlet,
ji do heta îro her car hebûna xwe spartiye sê tiştên girîng. Yek; ol, du;
pederşahî(mêranî), sê; nîjadperestî.
Ev her
sê hêz jî dijminê aştî, azadî û yeksaniyê ne. Heta ku ev her sê hêz an jî yek ji
wan hebe, dê pirsgirêk jî bi hemû giraniya xwe hebin. Dewletên dinê hemû îro
pişta xwe didin nîjadperestiyê.
Li
Rojhilata Navên pirsgirêka herî mezin pirsgirêka malbatî ye. Malbat modela
dewleteke biçûk e. Heta ku pirsgirêkên malbatî çareser nebin, pirsgirêkên herêmî
û gerdûnî qet çareser nabin. Şaneya dewletê yek jê ol e. Nîjadperestî jî şaneya
wê ya nûjen e. Jin – Malbat – Mêr.
Ev her
sê hêman wekî Sêgoşeya Şeytan a Bermûda ye. Bazar û siyaset, malzaroka
neteweyeyê ne. Ji bo civaka Rojhilata Navîn, pirsgirêka herî giran pirsgirêka
netewe û neteweperestiyê ye.
Ji bo
dewletan netewe, ji esasê etnîkî bêtir ji bo ku bingeha polîtîkayê pêk tîne,
girîng tê dîtin. Birêvebirina dewletekê ya dûrî ol û nîjadperestiyê ne gengaz e.
Cihê ku ol lê hebe, hebûna terîqet û mezheban jî tiştekî pir asayî ye. Terîqet,
riya parastin û jiyandina olê ya rêxistinî bi xwe ye.
Civaka
Rojhilata Navîn, şaneya ripinî (hucreya qurmî) ya hemû gelan e. Di herêmê de
bandora hêjahiyên neolîtîk, bandora sê olên yekxwedayî û bicihbûna wan, bandora
ol û baweriyê û hêza dahûrandina olê; her wiha bandora dîn û mezheban, hebûna
qebîle û malbatê, her wekî pêwendiyên jin û mêr, siyaset, bîrdoz, sinc û exlaqê
civakê û hwd. hemû bandorê li ser zêdebûna pirsgirêkan dike.
Divê ev
pirsa “Gelo çima hebûn û pêşveçûna hemû şaristaniyên dinê encam dide, belê ligel
ku Rojhilata Navîn hem hîm û bingeh û hem jî dergûşa şaristaniyên dinê ye jî
çima tu encamê nade?” were bersivandin. Di Rojhilata Navîn de tundwarî û
desthilatdarî her gav li ser kar in. Û tu carî ji ser kar nehatine xwarê. Herdu
jî girêdayî dewletê ne.
Bandora
despotîzm, monarşîzm û şahînşahiyê(împaratoriyê) ji ser vê xakê kêm nebûye. Di
bingeha feraseta dewletbûnê de ev her sê tişt wekî sê hêzên jênager têne dîtin.
Qarîn(îqtîdar) û desthilatdariya siyasî ji bo dewletê wekî du birayên ducêwî ne.
Hewldan û daxwaza desthilatdariyê şer bi xwe re tîne. Rê û rêbaza tundwarî û
desthilatdariyê şer bi xwe ye. Tu dewlet nikare bê şer xwe li ser piyan bigire.
Ji bo wê her dewlet, ji bo ku bikaribe her gav desthilatdariya xwe bidomîne dê
şer derxîne; bikuje û bide kuştin. Ev şer jî pevçûn û hevkuştina gelan bi xwe re
tîne.
Digel ku
hemû gelên Rojhilata Navîn (û hemû gelên cîhanê) xwîşk û bira ne jî dîsa
dewletên vê erdnîgariyê wan bi hevdû didin kuştin û qirkirin. Çareserî demokrasî
û aştiyeke mayîn de ye. Û ev jî bi hişyarbûna gelan pêkan dibe. |