|
rastîniya zanistî, tu
car wekî angaşteke pûç an jî mijara nîqaşeke qîç neyê dîtin. Hemû encam û
peyitandinên zanistî, bi saya ceribandin û dahûrandinên dorfireh bi dest dikevin.
Lewma jî, kîjan pisporên ku têkildarê pisîkolojiya civakê dibe û devê xwe vedike,
pêşî balê dikişîne ser girîngiya zimanê zikmakî û wî wekî riknê pêwendiya civakê
û hîmê kesayetiya însên dibîne. Bi rastî, dubarekirin û kirpandina vê rastîniyê
jî gelekî di cih de ye. Û heta mirov dikare bibêje kêm e û ne zêde ye.
Hemin ku zimanê dayikê wekî zimanê bingehîn tê qebûlkirin û her wiha, her
mirovek bivênevê nasdarî wî zimanê xwe yê bingehîn dibe, gelo çima fêrbûn û
perwerdehiya vî zimanî hatiye/tê qedexekirin û astengkirin? Divê baş bê zanîn ku
daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî, digel ku ji hemû liv û tevgerên bîrdozî û
ramyarî bêrî ye û diviyatiyeke xwezayî û çarenîn e jî, bi hinceta armancên
siyasî tê astengkirin û qedexekirin. Ango daxwaz û hewldanên ji bo zimanê maderî
qet ne siyasî ye. Belê qedexekirin, astengkirin û manîkirina zimanekî rasterê
siyasî û bîrdozî ye. Çawa ku hewcedariya xwarinê an jî pêdiviya vexwarinê ne
helwesteke siyasî ye, divê daxwaz û hewldanên ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî
jî qet nebe mijara guftûgoyên siyasî.
Ma ku pirsgirêkên wisa tunebûna, dê çi xisara zimanê duyemîn û sêyemîn û hwd.
hebûna? Ma ku zimanek li ser zimanekî din nehatiba ferzkirin û zimanek bi
zimanekî din nehatiba lewitandin, dê çi pirsgirêk ji fêrbûna zimanê duyem û
sêyem sadil bibûna? Gava di heman civakê de zimanek tê serbestkirin û yê din jî
tê qedexekirin, xisar li herdu zimanan jî dibe. Lewre yên ku bi wî zimanî
nizanibe û zorgayî axaftina wî zimanî dibe, ji ber ku nizane bi wî zimanî
biaxive, tenê wî xera dike û wî ji xwezayî û reseniya wî bidûr dixe. Bo nimûne,
em dibînin ku li Tirkiyeyê mirovên kurd, laz, çerkez, ereb, asûrî û hwd. ên ku
bi tirkî nizanin û ji neçarî bi tirkî diaxivin, çi anîne serê tirkî. Ne zimanê
xwe fêr dibin û ne jî fêdeya wan li tirkî dibe… Mînaka zindî îro bajarê Amedê
ye. Li bajarê Amedê zarokên ku bi eslê xwe kurd in (û gelek ciwan û navser jî)
tu carî peyvên tirkî rast bi kar naynin. Ji ber ku heman zarok baş bi kurdî
nizanin, peyvên kurdî jî rast bi lêv nakin. Çewtî û şaşiyên kurdiya xwe tevlî
zimanê tirkî û yên tirkiya xwe jî tevlî zimanê kurdî dikin. Yanê hin caran
hevokên tirkî bi mantiqa kurdî û hin caran jî hevokên kurdî bi mantiqa tirkî
werdigerînin. Bi kinayî ne kurdiya wan kurdiyeke têkûz û çêjdar e û ne jî
tirkiya wan tirkiyeke durist û watedar e. Herdu jî bêteşe, bêtehm û nîvco
dimînin. Sedema vê yekê jî kêmasî û nezaniya zimanê zikmakî ye. Heke hûn
dixwazin Tirkî, Erebî û Farisî xurtir û têkûztir bikin, divê pêşî hûn Kurdî (û
zimanên din) serbest bikin.
Pirsgirêka sereke, ne fêrbûn û ne nefêrnebûna zimanê dayikê ye. Nediyarbûn û
nezelalbûna zimanê zarokî/ê yê zikmakî ye. Dibe ku dayîk bi eslê xwe kurd be û
bi der û xwe wekî kurd nîşan bide. Belê di ducaniya xwe de pêwendiyên wê yên
civakî bi kîjan zimanî ye? An jî di maweya bilivketinê de hikum û bandora kîjan
zimanî bêtir li ser pitikê çê dibe ku digel wî zimanî dikeve dawa diya xwe?
Carekê, zimanê zarokî/ê yê zikmakî(dayikê) çiqasî qels û lewaz dibe bila bibe,
divê pêşî bêqisûr wî zimanî hîn bibe. Heke na, zimanê duyem û sêyem tu carî baş
fêr nabe. Çawa ku bilindkirina avahiya ku hîmê wê ne saxlem be, xetere û bêfêde
ye. Duzimanî û pirezimaniya mirovên ku zimanê xwe yê zikmakî baş fêr nebûbe jî
ew qasî bêwate û bêfêde ye.
Çawa ku zexm û tebûtbûna avahiyekê girêdayî riknê (asasê) avahiyê ye, zexm û
xurtbûna zimanê duyem ê ku mirov fêr dibe jî, girêdayî çawaniya zimanê wî/wê yê
zikmakî ye. Kî, li ku çawa û bi çi awayî perwerde dibe bila bibe, heke mirov
zimanê xwe yê sereke(yekemîn), ango zimanê zikamkî baş fêr nebûbe, tu carî
nikare zimanê duyem û sêyem baş fêr bibe. Heke fêr bibe jî teqez dê qels, lewaz
şaş û nîvco be.
Dîsa wekî ku li jorê jî hate diyarkirin, heke zimanê zikmakî baş hatibe rûnandin
û rikn û ripinê zimanê dayikê di hiş û hişmendiya mirov de kok veda be, tu xisar
ji fêrbûn û perwerdehiya zimanên din ên biyanî (duzimanî, sê zimanî û
pirezimaniyê) nayê. Heta gelek fêdeyên wê hene. Belê pêşî divê zimanê dayikê jî
bi hemû rêz û rêzik û qaydeyên xwe were fêrkirin ku mirov bikaribe bi hêsanî
zimanê xwe ji bo zimanê duyem(biyanî) bike referans. |