|
 |
ADAR JIYAN
adarjiyan@mynet.com
Rewş,
ew şert û mercên ku mirov tê de dijî û xwe li gorî wê amade dike ye. Rewşenbîr
jî ew kesê/a ku hay ji rewşa civakê heye û bi hestyarî nêzîkî pirsgirêkên wê
dibe ye.
Ji
destpêka domana ronakbîriyê bigirin û heta îro, der barê rol û rista kesên
rewşenbîr û peywira wan de gelek tişt hatine gotin, vegotin û nivîsandin. Belê
divê kesên rewşenbîr û ronakbîr di heman
katyegoriyê de neyên dîtin û nirxandin. |
|
Lewre her du têgih ne heman tişt in û qet nayên heman wateyê. Rewşenbîr, ew
kesê/a ku rewşa civakê dizanin û haya wan ji pirsgirêk û arîşeyên civakê heye.
Belê kesê/a ronakbîr, ligel ku rewşa civakê dizane, her wiha ji bo çareserî û
ronîdariya civakê jî hewl dide û têdikoşe. Ronakbîr, ew kesê/a ku dibêje û dike
ye. Ew kesê/a ku gotin û kirinên wan li hev derdikevin e. Ew kesê/a ku çavên xwe
ji tiştekî re nagire û ew kesê/a ku ji tu tiştî napelikîne ye.
Îro
gelek xwîner, nivîskar, siyasetvan ku xwe wekî ronakbîr didin nansîn û
binavkirin, belê qet bi vî navî re ne li hev in, hene. Bi rastî dibe ku ew
wekî nivîskar, rewşenbîr û siaysetvan bêne dîtin; lê qet ne pêkan e ku ew wekî
ronakbîr werin qebûlkirin. Lewre ew ji berjewendiyên civakê bêtir di
berjewendiyên xwe de difikirin. Ji zanîn û zanyariyê bêtir, bi tiştên
derezanistî eleqedar dibin. Ji bûyerên gerdûnî bêtir, tenê qewam û meseleyên
herêmî û xwecihî dibînin. Ji pirsgirêkên mirovahiyê bêtir bi pirsgirêkên mirovan
re serê xwe diêşînin. Li şûna fikr û fersetên bingehîn, nêrîn û nêzîkahîtêdanên
kesan nîqaş dikin. Ji bo wê dibe ku ev yek taybetiya kesên rewşenbîr be; belê
qet ne ya kesên ronakbîr e. Çima? Ji ber ku ronakbîrî tiştekî din e.
Kesê
ronakbîr, beriya her tiştî fikr û hizra xwe seranser ji ferset û felsefeyek
zanistî werdigire û li gorî pîvan û rêbazên zanîn û ronîdariyê tevdigere. Ew
bi xwe, tu car di bin bandor û hîkariya nêrînên siyasî û berjwendperest de
namîne. Jêder û çavkaniya zanîn û agahiyên xwe, her gav dispêre azîne û rêbazên
zanistî. Him rewşa civakê dibîne û him jî ji derd û xemên civakê re li
çareseriyê digere. Tu qedexe û astengiyan napejirîne. Li hember zagon û qanûnên
fermî yên ku jiyana gel û civakê ditengijîne, radiweste û têdikoşe. Pêşî bi
zimanê civaka xwe diaxive, bi zimanê wê difikire û bi zimanê wê dinivîse. Ji bo
ku mafê civakê bi dest bixe li gel civakê cih digire û pê re dimeşe. Ji ber
bindestî, xizanî û bintûteyiya civakê şerm û fedî nake. Bi hemû kirin û
kardariya xwe, belê bi fikr û hizra xwe li hemberî serdestiyê şer dike. Ji
darizandin, girtin û tawanbarkirina hêz û kesên desthilatdar qet natirse.
Mixabin îro hejmara kesên ronakbîr bi qasî tiliyên destan kêm û hindik e. Ligel
ku gelek rewşenbîr xwe wekî ronakbîr didin nasîn jî, bi rastî tu eleqeya wan bi
ronakbîriyê nîn e. Ew ancax dikarin bibin rewşenbîr. Çimkî ew tim gorî siyaset
û berjewendiyên rojane tevdigerin. Tenê navê wan ronakbîr e. Tu car bi zimanê
gel napeyivin. Têkilî pisgirêkên civakê nabin. Haya wan ji formulasyonên zanistî
nîn e. Li şûna ku ew pirsgirêkan çareser bikin, ew bi xwe dibin pirsgirêk..
Em
bi hêsanî dikarin îro behsa hebûna kesên rewşenbîr bikin; belê mixabin em
nikarin behsa hebûna kesên ronakbîr bikin.. Îcar heta ku civakek ronakbîrên xwe
û ronakbîrek jî civaka xwe ji nû ve neafirîne, ne pêkan e ku aştî, azadî û
aramiya civakê pêk were. Bi qasî tîyekî/e ser avê îro pêdivî bi ronakbîrên nû
û nûjen heye. Gava ku em li dîroka mirovahiyê dinihêrin, em dibînin ku pêşketina
her civakê û ronîdariya mirovahiyê tu carî bi saya siyaset û rewşenbîrên demê
pêk nehatiye. Her gav bi saya ronakbîrên wê pêk hatiye. Hemû şoreşên hişmendiyê
û ronîdariyên civakî bi saya ronakbîr û zanyarên demê pêk hatine. Ji bo wê,
hewce ye ku rewşenbîrî û ronakbîrî bi hemû awayî ji hev û din were veqetandin. Û
em zêde pişta xwe bi rewşenbîrên îroyîn girê nedin. Jixwe rewşenbîr, di her dem
û domanê de wekî berdevkê siyaset û serweriyê tevgeriyane û tevgdigerin. Belê
rewşenbîr her gav muxalîf û dijberên desthilatdariyê bûne û di hemû merc û
şertên dijwar de fikr û feraseta xwe bêdeman parastine û bi vê mebestê
tevgeriyane.
Dibe
ku kesên rewşenbîr, hay ji rewşê hebin û bi desthilatdariyê re li hev bin-
pirên wan li hev in jî- Dibe ku fikr û hizra xwe biguherin û rojê li cihekî cih
bigirin. Dibe ku berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên civakê re bigirin. Dibe
ku ji rastî û duristiyê deman bidin û rewşa xwe rojane biparêzin…Belê di feraset
û tevgera kesên ronakbîr de cihê van xisûsiyet û taybetiyan qet nîn e. Belê
ronakbîr, him hay ji rewşê heye û him jî rerwşê diguherîne. Ronakbîr, bi zanîn û
zanyariya xwe re li hev e. Ji bilî wê, ne tu tişt ji bo wî/wê meqbûl û muteber
e û ne jî çûnbar û derbasdar e. |