|
hatne îdam
kirin û şehîd bûn, û her di vê rojê de li ser milê xelkê biemeg û bi şeref yê
Mehabadê di goristana Mela Camî de hatine veşartin.
Partiya Demokrat ya
Kurdistana Îranê li 10’ê Xakelêweya sala 1358(30.03.1979)’an ev roje weke
Roja Şehîdên Kurdistanê îlan kir. Heke di pêş wê demê de li ber zext û
givaşên kirêgirtiyên Şahê dîktator, azadiya lidarxistina rê û resmê bi vê
hincetê nebû, lê piştî hilweşîna rejîma Paşayetiyê û bi taybet piştî wê ku PDK
Îranê ev roje bi vî navî nasand, hemû salê di roja han de rêz û hurmet ji hemû
şehîdan û pêşengê wan Pêşewa Qazî Mihemed tê girtin.
Rast e Pêşewa Qazî
Mihemed Serok Komarê Kurdistanê û kesayetiyê herî navdar yê Mukiryanê bû û di
hemû deveran de naskirî bû. Lê piştî derbasbûna çend salan li ser şehîdbûna wî
jî ji bo gelê Kurd bi awayê hewce nehatibû naskirin, yan jî heke naskirî ba,
mîna dema niha ku rêz û hurmet jê tê girtin, qedir lê nedihate girtin. Hewce ye
gelek pitir ji vê hindê lêkolîn li ser kesayetiya Pêşewa bihê kirin, heta bi vî
awayê ku hêjayê wî ye, bihê nasandin.
Qazî Mihemed kurê
Qazî Elî yê kurê Mîrza Qasimê Qazî ye. Derbasbûyiya vê malbatê li bajarê Sablaxê
bi 400 salan berî niha vedigere. Ew ne tenê ji aliyê xelkê ve, belkî ji aliyê
desthelatdar û berpirsên hikûmetî jî ciyê rêz û hurmetê bûn.
Qazî Elî bavê
Pêşewa, li sala 1930’an li Mehabadê de Rêxistineke kurdî bi navê “Bizava
Mihemed” pêk anî. Navhatî tevî şoreşa Şêx Mihemed Xiyabanî di Tewrêzê de
têkilî hebû, heta sala 1934’an jî ku koça dawiyê kir, li ser vî karî berdewam
bûye. Qazî Elî xwediyê du zarokan bûye, yek ji wan Ebulqasim Qazî naskirî bi
Sedrê Qazî bûye ku yek du geran ji aliyê xelkê ve bûye nûnerê Parlemanê û hitbar
û nifûzeke taybetî hebûye. Piştî bi dawî hatina dewrana nûnerayetiya xwe, li ser
pêşniyara Pêşewa, bo cî bi cî kirina kar û barên siyasî û hevkarî kirin tevî
xelkê her li Tehranê mabû.
Qazî Mihemed jî ku
di sala 1900’an di vê malbata qedirgiran û bi ferheng de ji dayîk bûye, her li
destpêka ciwaniya xwe de hizr û hesta nîştimanperweriyê tê de xurt bûye, pir hez
ji xwendina zanista kevn û taze hebûye û gelek zû di vî warî de pê elimiye û
gelek cehd kiriye ku zimanên biyanî ji hîn be. Ji bilî zimanê Erebî, Farsî û
Kurdî, tevî zimanê Fransî, Îngilîzî û heta qasekê Rûsî jî nasyarî hebûye.
Qazî Mihemed gelek
hez bi hatin û çûn û têkilî tevî alîgirên zanistê û şareza û Mêrxasan, Kurdên
Welatperwer û Serok hoz û eşîran hebûye. Piştî mirina babê xwe bûye dadmendê
bajarê Mehabadê. Li ber hezkirina zaf bi karê çandî û pêşdebirina zanist û
agahiya xelkê, di salên beriya sala 1941’an û piştre jî bo yek du salan
berpirsyariya îdareya çand ya bajarê Mehabadê li stû girtiye û xizmeteke zaf ya
çandî kiriye. Li dema berpirsyariya wî de, yekemîn xwendingeha keçan li Mehabadê
hatiye vekirin. Her di vê derheqê de tevî zaf ji xwendekar, rewşenbîr û
mamostayan de pir nêzîk bûye.
Qazî Mihemed rêz û
hurmeteke xasmanî ji bo damezirînerên Komeleya J-K (Vejiyana Kurd)
hebûye. Di çend salên dewrana bê hikûmetiyê de jî yanî salên 1941-1945’an ku
Komara Kurdistanê pêk hatiye, di birêveçûna kar û baran de û nemaze di
çareserkirina pirsgirêk û arîşeyên eşîreyan de roleke berçav hebûye. Gelek ji
demezirînerên J-K’ê rawêj û şêwir tevî Pêşewa Qazî Mihemed kirine û gelek
jê hez kirine û zor hewil didan ku bibe endamê “J-K”ê. Gelek ji pirs û arîşeyên
karî ên rojaneye xelkê li dîwana wî de ku jêre digotin “Mehkeme” dihatne
çareser kirin.
Qazî di ditîngeha
nûnerên biyaniyan jî ku wê demê welatê Îranê di navbera xwe de parve kiribûn,
rêz û hurmeteke taybetî hebû. Her kes ji bo Mehabadê çûye, cehd kiriye berê her
kesekê wî bibîne. vexandina wî ji bo Yekîtiya Soviyetê her di vê derheqê de
bûye, ku bi şandeke mezin re çûye Bakoyê. Qazî Mihemed ku bû bi endamê “Komeleya
J-K” û navê nepenî yê Bînayî jêre hate diyarî kirin, hêviyek zêdetir
xiste nav dilê gel û berpirsan de.
Di encama
têgihîştina bi wext û cesûriya siyasî ya wî û bi qinaet gihîştina (qebûlkirina)
berpirsên Komeleyê de bû ku J-K bû bi Partiya Demokrat a Kurdistanê û wek
Partiyeke Demokrat û pêşverû dest da xebat û tekoşînê. Qazî ji ber hurmeteke
taybet ku ji bo “J-K”ê hebû, roja avabûna PDK jî her bi 25’ê Gelawejê, roja
avabûna “J-K”ê îlan kir û bi vî awayî bala piraniya berpirsan ji bo aliyê
tekoşîn di nava PDK rakişand. Partiyê bi xurtî ta û çiq avêtin û tekoşîna wê di
hemû deverên azad yên Kurdistanê de pêş ket. Partiya Demokrat pirsgirêka bi darê
zorê zeliqandina Kurdistanê bi Azerbaycanê verevand û neçar kirin ku hesabeke
cuda ji bo Kurdistanê bikin.
Piştî pêkanîna
Kongireya yekemîn, li 2’ê Rêbendana 1324 (30.03.1946)’an de, bi pişikdariya
nûnerên parçên din ên Kurdistanê û Mela Mistefa Barzanî û Serok Eşîr û nûnerên
hemû cih û taxên Kurdistanê, pêkhatina yekemîn Komara Kurdistanê hate îlan
kirin.
Ger heta vê gavê
car caran di Rojnameya Kurdistan de qala navê Pêşewa dihate kirin,
piştî damezirandina Komarê bi awayekî fermî nasnavê Pêşewa pê hate bexşîn û ew
nave hetanî niha jî di nava kom û civatên xelkê de her meşhûr e.
Pêşewa mirovekî
gelek
bi
ferheng, dilsaf, xweşqise, evîndarê wêje û hunerê, ravêjker, di heman demê de
miroveke siyasî û demokrat, welatparêz û evîndarê gelê xwe bû. Tevî hemû tex û
çînekê rabûn û rûniştin dikir(tevdigeriya) û li dema hewce de ji hest û qaweta
wan mifah werdigirt.
Qazî Mihemed biratî
û hevgirtina Kurdan sedemên herî mezin yên serkeftinê dizanî. Ji ber vê çendê ye
ku di piraniya gotar û nivîsarên xwe de ku di rojnameya Kurdistan ya wî çaxî de
hatine weşandin, li ser pirsa yekîtî û biratiyê tekez kiriye û wekî merca
serkevtin û bingeha ragirtina Komar û sedemên serkeftina bi ser dujminên gelê
Kurd de zaniye.
Her çiqas dizanî ku
dujminên gelê Kurd rast nakin, lê di gutûbêjan de gelek bi aşkira radigehand ku
gelê Kurd hez dike bi awayekî aştiyane bigihîjne mafên xwe, lê ger wisa nebe,
ewa ji dest bê, dê bike.
Eva hewce bû bi
aşkera û bêtirs ji Şah û Qawam re ragihand, tilî li ser kêmasiyên wan li hember
gelê Kurd daniye û ji wan re destnîşan kiriye. Bi eşkere jî digot, hûn di
gotinên xwe de du dil in û hez nakin pirsa gelê Kurdistanê çareser bikin.
Demekê ku Pêşewa ji aliyê Qewam El Seltene
ji bo Tehranê tê vexwandin û di bervara 28’ê Juena 1946’an diçe bo Tehranê, ji
aliyên hejmarek ji wezîran, nûnerên Perlemanê û nûnerên Kurdên Tehranê û nûnerên
Partiyan û Yekîtiya Karkeran di Balafirgehê de pêşwazî jê hate kirin. Rojnameya
“Îranê Ma” (Îrana me) her vê demê dinivîse:
Niha ku Qazî Mihemad li Tehranê ye û azadîxwazan ew
dîtiye, dê eyan bibe ku hizr û bawera wî pêkanîna azadî û demokrasiyê li gişt
Îranê de ye û mafê civakî, siyasî û mirovî ji bo neteweya Kurd di holê de ye.
Her karek ku bi qazancê demokrasiyê be, ji aliyê Pêşewayê Kurdistanê ve dê bi
can û dil bihê pêşwazî kirin. Em hêvîdarin cenabê Qawam ji vê sefera dîrokî
mifahê bistîne.
Di dema xatir xwastinê tevî nemir Mela Mistefa
Barzanî de, ew dibêje:”Ez dê xwe gorî û
fîdayê gelê xwe bikim û tu demekê weke
Pîşewerî û Serokên Azerbaycanê nakim, heta welatê min bi xwînê bihê verdan û bi
hezaran kes werin kuştin.”
Pêşewa û hevalên wî
çiqas di heyamê 11 mehên Komarê cehd û bizav kirin, bi wî qasî jî di wan
dadgehên rûyekî de ku ji bo mehkeme kirina wan hatibûne li darxistin, fîdakarî û
dilêrî ji xwe nîşan dan.
Tevî wan hemû
nerehetiyên derûnî û ew jiyana tal û nexweş ku di girtîngeha Padigana Mehabadê
de, ji wan re pêk hatibû, ne tenê baweriya wan li dor Kurdayetî û azadiyê jar
nebibû, belkû gelek tundtir û micidtir bibûn.
Wan di hevdîtineke
nepenî de tevî yek du mirovên ciyê baweriyê, emir kirine:”Wan em lêbandin,
bila gelê Kurd nexape û xebata xwe ji bo rizgarî û serdestiyê bidomînin û çekê
nedanên”. Her wiha wan gotibû ku gelek zext û givaş xistin ser me hetanî ku
em nameyekê ji Mela Mistefa Barzanî re binivîsin ku dest ji xebatê ber de. Lê em
ne tenê karê wisa nakin, belkû em bawer in ewa ji dest wî bihê, divê tevî wan
nemêran bike.
Cesûriya wan di
dadgehan de bi qasekê bûye ku bibû ciyê ecêbmana Efserên dewletê. Di rastî de
Amerîka û Îngilîz jî li pişta vê dadgehê bûn. Her çiqas ji bilî şolbidestên wan
tu keseke biyanî lê nebûye, lê her ji rêya wan re gelek tişt belav bûne ku hewce
dike em bizanin.
Pêşewa her carê di
wan du keretên bi nav dadgeh kirinê de, pitir ji 4 seetan qise kiriye û bi
gotina Serwan Şerîfî ku Parêzerê wî bûye, dibêje:”Ewa Qazî Mihemed bû ku
hikûmet mehkeme kiriye û di hemû warekê de hikûmet kişandiye jêr pirsyarê”.
Rojnameya Azadî
ku di wî serdemî de bi zimanê Kurdî li Bexdayê derdiket, derheq piştevaniya
Amerîka û Birîtaniya di vê mehkemê de nivîsandibû: ”îstimara Amerîka û
Îngilîstanê hebûna Qazî Mihemed û hevalên wî tirs û dijminê herî mezin yên xwe
dizanîn wan hêvî hebûn, bikarin rêberê Komara Kurdistanê têk bidin û di
girtîngehê de jî nûnerên wan dewletan çun û tevî Pêşewa û hevalên wî qise
kiriye, bona vê çendê ku bikarin Qazî Mihemed û hevelên wî ji bo aliyê xwe
rabikişînin, lê ew çi demekê serkevtî nebûn”. Piştre jî rojnameya Azerbaycan
li Bakûyê de nivîsandibû, Qazî Mihemed ji nûnerê Amerîkayê (Curc Alên) re
gotibû: “Gelê Kurd li benda tu çakî û hevkariyekê ji aliyê welatên îstîmarî
nine”.
“Necefqulî
Pesyan” axavtinên Pêşewa li dadgehê di çend hevokan de kurt dike û dinivîse: “Li
dema dadgehî kirinê de Qazî Mihemad êrîşê dike ser siyaset û kiryarên dewleta
Tehranê û digot: “Ez di kuncê girtîngehê de dengê xwe bi dijî dewleta Tehranê
û serokên wê bilind dikim û dibêjim hûn gunehbar in ne em, we welatê me dagîr
kiriye”. Rojnamevaneke din bi navê Silêman. X di nivîsên xwe de dibêje, Qazî
got: “Tevahiya ev serpêhat û bûyerane
encama siyaseta dagîrker ya dewletê ye. Ger dewlet hemû Kurdan bi xayîn dizane,
bila ji Kurdan vegerin, kar û barên xwe bi xwe bigirne destê xwe “.
Di girove, belge û
rojnemeyên Yekîtiya Soviyet a berê de gelek tişt di derbarê vê mijarê de hatine
nivîsîn û ji zimanê Efserên Îranê ve bas dikin ku Qazî gotiye: “Ev bûyerane
di encama vê çendê de bûye ku we bi xwe Qanûna Bingehîn bin pê kiriye. Niha jî
ez tenê bi xwe demokrasiyê di Kurdistanê de xurt dikim û pêşde dibim û tu hêzeke
biyanî haydarê min nebûye. Bêpar bûna gelê Kurd yê bûye haydarê min ji bo birêve
birina wan kar û xebatane.”
Dema ku serokê
dadgehê yan Dozger wî bi îxanetkar gunehbar dike, di bersîvê de, Pêşewa dibêje:
“Wira mala min e, axa Kurdistanê axa bav û kalên min e, ez çawan dikarim dest
ji welatê xwe berdim.”
Ger yekemîn mehkeme
di 19’ê meha Janviyê de dest pê kir û çend rojan dom kir û biryara Îdama Qaziyan
da, mehkema duyemîn di 28’ê Marsa 1947’an yanî 7’ê Xakelêweyê dest pê kir û roja
30’ê Marsê dawî pê hat.
Kovara Xebata
Xwendekaran hejmara 37’an di vê dawiyê de ji zimanê Serwan Kiyûmers Salihî,
nûçegihanê Kovara Arteşê ku di dadgehê de bûye û piştre li ser nivîsîna raporekê
di vê derheqê de tê girtin û salekê dikeve girtîngehê, çend hevok ji gotinên
Pêşewa belav kiriye.
Pêşewa gotiye: “Min
ji mêj dem e xwe bo vê yekê amade kiriye, ez bi sîngeke vekirî pêşwaziyê ji vê
mirina serbilindane dikim ku di rêya azadiya netewa xwe de tême kuştin. Eva
sozek e ku min ji neteweya xwe re daye ku tevî wan bijîm û ji wan re jî bimrim,
taze ez dê çawa amade bibim peymana xwe bişkînim û binpê bikim.”
Her wiha Serwan
Kiyûmers dinivîse: “Min di piraniya dadgehên meydanî û leşkerî de weke nûçegihan
beşdarî kiriye, lê min qet tu kesek weke Qazî Mihemed biwêr û netirs nedîtiye.
Wî di dema dadgehî kirinê de nedizanî tirs çî ye. Gelek mêrane û bêtirs qise
dikir û bersîva pirsyaran dida.”
Her ev netirsî û
xwe gorî kirina wî jî bû ku li jêr dara Îdamê rê neda çavên wî girê bidin û got:
“Ez hez dikim di demên dawîn yên jiyana xwe de bi serbilindî û çavên vekirî
binêrme welatê xwe yê ezîz û xweştevî.” Her wiha emir kir:
“Hûn Qazî
Mihemedekê dikujin, lê bizanin li her dilopeke xwîna min Qazî Mihemedek dê şîn
bibe. Ez daxwazê ji gelê Kurd dikim dest ji xebata xwe di pêxema azadiya
Kurdistanê de ber nedin, baweriyê bi dewleta xwefiroş ya Tehranê nekin. Bijî
Kurd û Kurdistan.” |