Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya  siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

 

Teksta dadgehîkirina Pêşewa Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî

 

Bed redîn salih
Wergeran bi kurmancî: Samî ergoşî
Çavkanî: Dema Nû­ - Hevlêr
Pêşgotin..
Dema ku di tîrmeha 2000-ê de, le Selahedînê hevalê min Bedredîn Salih ji nişka ve
ket odeya min ya Kurdistan TV û di destê wî de ev nivîsa li jêr hebû, beriya ku li

 nivîsê binêrim, min qed bawer nedikir ku ezê rojekê ji rojan vê nivîsê bibînim û
zanibim ka pêşevanê kurd, serkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed û hevalên wî li
Mehabadê çawa hatine dadgehîkirin û di wê dadgehîkirinê de çi derbas bûye. Dema
ko min dest bi xwendina wê kir, bi awakî welê ketim bin bandora wê, te digo qey ez
bi xwe di rûniştina dadgehîkirinê de amade me, bawer dikim ev yek dê ji bo we jî
tiştekî pir balkêş be.

Bedredîn ev nivîs ji pirtûkek farsî bi awayekî ji Îranê bi dest xistibû û wergerandibû
ser soraniyê, wî ji min xwest ku soraniya wê bikim kurmanciya bi tîpên latînî û bi
herdu awayan jî em wek pirtûkek biweşînin. Bi rastî jî gelek û gelek karên min hebûn
û ez pir mijûl bûm, lê belê ev nivîs tiştek welê bû ku qed nedikaribûm bêjim na,
lewra jî bê yek û du min qebûl kir û di nava çend rojan de min kire kurmancî.
Helbet ji ber gelek sedemên ku kurd pê dizanin, çi qasî ji destê wan hatibe,
dagîrkerên Kurdistanê nehiştiye ku kurd dîroka xwe zanibin û hertim jî her tiştê
kurdan yê dîrokî ketibe destê wan, winda kirine û rê nedane ku haya ti kesî ji wan çê
be, hinek dokumentarên weke vê nivîsê jî ku hene, di refên tarî û nepenî de
veşartine û çi qasî ji wan bêt, dê rê nedin bikevin destê kurdan, lê belê dimîne ka kî
û kengê û li kû, kurdek, yan dilsozekî kurdan derfetê bibîne û tiştên weha ji tarîtiya
wan cihan derxe û roniyê bibînin. Bi hêviya ku paşerojê ev derfet mezin û zê de
bibin.

Belê, di vê nivîsê de beşdarekî rûniştina dadgehîkirina pêşevan Qazî Mihemed û
hevalên wî Sedr û Seyfî Qazî, hemû gotin û bûyerên dadgehîkirinê rekord kirine û wê
demê ji bo hin aliyên taybet yên Şah û leşker û hukûmeta Îranê çap kiriye, lê belê
piştre ev yek wek eşekerekirina nepeniyên leşkerî û weke gefek li ser ewlekariyê
hatiye qebûlkirin, di cihekî taybet yê nepenî de hatiye veşartin û arşîvkirin. Îro piştî
derbasbûna ew qas salan, va derdikeve ber ronahiyê û yek ji bûyerên herî balkêş ji
kurdan re radixe ber çavan. Bi hêviya ku di paşerojek nêzîk de, emê karibin
berhemên din yên weha pêşkêşî xwendevanê kurd bikin.
Samî Ergoşî
Selahedîn
Hezîran – 2005

Teksta dadgehîkirina pêşevan Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî

Di derbarê dadgehîkirina pêşeva Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî de, pir hatiye
gotin û nivîsandin, diyar e ku ev nivîs du grûp in, grûpa yekê ew kes in yên ko
xwestine dîrokê vajî bikin û li gor berjwendiyên dijminên kurdan, tîtal û gotin û tiştên
dûrî wan zatan nivîsandine û hewl daye wê dîrokê vajî bikin, lê belê xuya ye berê
rojê jî bi bêjingê nayê girtin, belgeya me jî dilsozî û evîna gelê kurd ya ji bo qaziyan
û rêça pîroza wan e.

Grûpa duyê ya wan nivîsan jî, ew rêzdar in yên ku ji dilsoziya xwe şevbêr mane ji bo
ko qul û valahiyên veşartî yên karesatê, ango rûxiyana Komara Kurdistan û
bidarvekirina pêşevanê wê eşkere bikin. Ya ku niha li ber destê we ye, teksta wê
nivîsê ye, ya bi xameya efser Kiyomers Salih, yê nûçegihanê kovara artêşa
şahenşahiya Îranê hatiye nivîsandin ku welê diyar e bi xwe beşdarî dadgehîkirinê
bûye. Teksta vê dadgehîkirinê wek wêjenameke taybet çap kiriye û pir bi nepenî li
efserên mezin û cihê bawera Şah û payebilindên hukûmetê parve kiriye.
Ev hejmara taybet ku bi navê „Tac Kiyanî“ hatiye nivîsandin û li „Stad“ Bingeha
Navendiya Fermandariya Artêşê hatiye arşîvkirin, me wergirtiye û wergerandiye
kurdî.

Girîngiya vê belgenameyê ew e ku efser Kiyomers Salih wek nûçegihanekî aktîv û
jêhatî bi xwe beşdarî dadgehîkirina pêşevan Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî bûye,
navhatî ji ber ku xwarziyê serleşker Fereydûn Cem, yê mêrê Şems ya xweha Şah
bû, lewra cihê bawerî û piştrastiya Şah bû, her ji ber vê yekê jî hemû nameyên
nepenî yên Şahê Îranê li ber destê efser Kiyomers Salih bûne, ji bo ku her di nava
heyamekê de, hinek ji wan di belavoka taybetî de ji berpirsiyarên leşkerî re bêne
çapkirin, yan piştî ku têne organîzekirin, bişînin Namexaneya Nepenî ya Artêşa Îranê.
Welê diyar e ku ev name ji bo bawerîçêkirin û dilgermiya efserên artêşa Îranê bû,
herweha heta niha jî name, yan rojnameyên çap dibin, dawiya salê tevan didin hev û
ji bal Arşîvxaneya Serokatiyê ve têne çapkirin û parastin.
Ev ya li ber destê we jî, wek me li jor jî gotî, teksta wê nivîsê ye ya ku ji teksta
dadgehîkirina qaziyan hatiye wergirtin û di wê wêjenameyê de hatiye çapkirin.

Bedredîn Salih

10’ê tebax 2000

Efser Kiyomers Salih dinivîsîne:

Piştî qediyana dadgehîkirina qaziyan û bidarvekirina wan, min ew bûyer tev, bê kêm
û zêde di mehnameya Mahnameyê de weşand û nûçeyên girîng jî min di
wêjenameya Tac Kiyanî de çap kirin, lê belê beriya ku bikeve ber destan û belav
bibe, ez bangî dadgeha artêşê hatime kirin, li wê derê gote min: Tu bi sûça
eşkerekirina nepeniyên dadgehîkirina qaziyan tûmetbar î û pileya efseriyê ji min
kişand, salekê jî cezayê girtinê li min hate birîn, ji ber vê yekê jî hem weşandina
Mahnameyê rawestiya û hem jî ev nûçe nehatin belavkirin.
Piştî azadbûna ji girtîgehê, sala 1947-ê Kiyomers ev agahdarî di hejmara 57-ê ya
Mahname ya xwe de weşandine, herweha beriya vê yekê jî sala 1946-ê di hejmara
66-ê ya Mahnameyê de dinivîsîne:
Piştî qediyana cenga cîhanî ya duyemîn û vegera leşkerê rûs û îngilîzan ji bo welatên xwe, artêşa Îranê kete livîn û tevgerê. Her ev nûçegihan di hejmarên 44 – 64’ê yên Mahnameyê de, bûyerên salên 1943 – 1946’ê yên Kurdistan û Azerbêcanê jî vedigêre û piştre li ser komara Kurdistan û Azerbêcanê bi dûr û dirêjî nûçe û mijarên hûr û girîng weşandine ku hinek ji wan hatine arşîvkirin û hinên din jî çap bûne.

Di piraniya hejmarên Mahnameyê de, wefadarî û dilsoziya serokhozê dîbokrî, Elî
Yar Esed û serokeşîrê Mameş Qerenî Axa Eşayer û Reşîd Begê Herkî û Hesen Têlo û
Quqyas Mamedî û Nûrî Begê Begzade û Mihemedemîn Çepê Herkî û Hemzeyê Qadirê
Mameş û yên din, ji şahê Îranê û Derbara wî re, yan weşandine, yan jî di
Namexaneya Artêşê de hatine arşîvkirin. Ya ji tevan entîketir, têkiliya Omer Xanê
Şikak ya bi Derbarê re ye ku Omer Xan di dema fermandariya xwe ya hêzên leşkerê
komara Kurdistanê de li Seqizê û derdorên wê, nêzî (17) name ji bo piştrastkirina
Derbara Şah ji dilsoziya xwe ji bo Şahê Îranê şandine û di nameyan de xwe mîna
serbazê Derbara Şahê Îranê qebûl kiriye û amadeyiya xwe ji bo pêkanîna erk û
fermanên Derbara Şah nîşan daye. Herweha ev name jî niha di Namexaneya Artêşa
Îranê de, parastî ne.

Tê zanîn axayê dîbokrî, Elî Yar di namekê ji wan nameyên xwe de, bi têr û ferehî û
bê kêmanî, agahdariyên li ser çawaniya çûyîna xwe ya bi Qazî Mihemed re ji bo
bakûrê Azerbêcana Rûsya û civînên wan, ji Şahê Îranê re şandine.
Derfet niye ku em di vê kurtenivîsê de li ser naveroka wan hemû nameyan rawestin,
lê belê di warê bandora naveroka nameyan de, ev nameyên Elî Yar dirba herî mezin
bû ku bi Komarê ket. Di derbarê rêjeya nameyan de jî, Omerxanê Şikak pirtirîn
hejmara nameyan ji Derbarê re nivîsandine.

Di cih de piştî derketina leşkerê rûsî ji Kurdistanê, Omer Xan bi lez namek ji Şah re
nivîsandiye û tê de ji Şah xwestiye ku çi qasî zû ye artêşa Îranê bigîje Kurdistanê û
nivîsandiye: Va ye ez bi xwe tevî hemû hoza Şikak, wek serbazên Şahê Îranê amade
me fermanên we pêk bînim. Her ji bo ku Derbara Şahenşa ji dilsozî û berfermaniya
xwe piştrast bike, herdu kurên xwe yên bi navê Qadir û Lezgîn jî şandin cem
Şahenşah li Tehranê, ji bo di dema hatina artêşa Îranê de ji bo Kurdistanê û bi
taybetî jî ji bo bajarê Mehabadê, rênîşandêriya artêşê bikin û bibin çavsaxên wê.
Ji bilî Omer Xan, serokhoz û eşîrên din yên kurd jî ji bo piştrastî û rênîşandêriya
artêşê û selimandina dûvelaniya xwe ya ji Derbarê re, kur û bira û kesên dilsozên
xwe, şandibûn Tehranê.

Efser Kiyomers Salih dinivîsîne:

Di roja 7’ê meha Çileyê de, hin yekîneyên leşkerî yên Îranê ku tê de tobxane û tîrûbar û hin tank (Hin tankên kevnên jikarketî) hebûn, ji Tehranê ber bi Tewrêzê ve dabûn rê û sê rojan piştre, ango di 10’ê mehê de li derdorên bajarê Tewrêzê bi cih bûbûn, lê belê her bi bihîstina vê nûçeyê, hemu mezinên hukûmeta Azerbêcanê ber bi Rûsyayê ve reviya bûn û ji welat derketibûn, artêşa Îranê jî ji bo ku piştrast bibe, heta roja piştre, ango 11’ê mehê, xwe ji ketina bajarê Tewrêzê, da alî.

Li vir efser Kiyomers Salih dinivîsîne:
Dema ku bajarê Tewrêzê hate girtin, ez ji bo derxistina hejamereke nû ya Mahnameyê vegeriyabûm Tehranê. Rojên piştre biryara çûyîna ber bi Kurdistanê ve, ji artêşê re derket, her ji bona vê yekê, yekîneyên leşkerî yên ku her ji serdema komara Kurdistanê ve li Sine û Kamyaran û Dîwandere, heta nêzî Seqizê bi cih bûbûn û carna jî bi leşkerê Komara
Kurdistanê re rastî pevçûnan dihatin, ji wan re biryara çûyîna ber bi Mehabadê ve
derket.

Leşkerê Tehranê bi hin yekîneyên leşkerê Îranê re li Tewrêzê, ji bo ku bigîje hêzên
me li jor navê wan anî, ji riya Qezwînê ber bi Kurdistanê ve da rê. Ev leşker di roja
19’ê meha Çileyê de giha Mehabadê û pir bi lez efserên taybet ketin pey Qazî
Mihemed û Seyfî û Sedr. Artêşa Îranê li padgana piçûka Mehabadê danî û li wir bi cih
bû, her wê şevê bi bêtelê pêwendî bi Tehranê re danî û daxwaza çawaniya
yeklakirina çarenûsa qaziyan kir, yên qazî jî di leşkergehê de girtî bûn. Pir bi lez
bersîv ji Tehranê hat ku komîteya dadgeha meydanî ava bûye û va ye ji bo
dadgehîkirina wan, ber bi Mehabadê ve tê.

Roja 26’ê çileyê komîteya dadgehê bi serokatiya kolonel Xulam Husên Ezîmî û
dadger kolonel Hesen Kofaniyan û dadyarê sergurd Caferê Saniî û di bin çavdêriya
kolonel Emîr Hoşeng Xilitber de gihiştin Mehabadê û civîna dadgehîkirina qaziyan
dest pê kir.


Efser Kiyomers dibêje:

Ez jî di hemû rûniştin û civînên dadgehîkirina wan de amade bûm, rûniştinên dadgehê hin seetan berdewam bûn, pirsiyar û sûç ji bal dadger kolonel Hesen Kofaniyan ve dihatine berçavkirin, dikarim bêjim pirsiyar rona û zelal nebûn. Behra bêtira sûçan ji bal qaziyan ve dihatin retkirin û qaziyan pir bi wêrekî daxwaza anîna belgeyan dikir, lê belê ji ber ku berê her li Tehranê sûçên wan hatibûn diyarkirin û her li wir jî biryara dawî hatibû girtin, biryar jî nebû ku ti belge ji wan sûçan re bêne berçavkirin, lewra rûniştina dadgehê wek rêzbendiyekê, piştî hin seetan qediya û piştî nîv seetê jî biryara bidarvekirina qaziyan hate pejirandin. Di rastiyê de, ev biryar li Tehranê hatibû girtin û her wê şevê jî biryar gihand qaziyan.
Sûçên Qazî Mihemed yên ku bi tûmeta wan biryara cezayê bidarvekirinê lê hate
birîn, ev in:
1- Bazirganiya petrolê bi dewleta Rûsya re, bi rêjeya %51 ji dewleta Rûsya û %49 ji
komara Kurdistanê re, bê razîbûna deweta navendî.
2- Guhertin û destkariya nexşeya welatê Îranê û cidakirina pênc parêzgehên Ormiye,
Kirmanşa, Sine, Tewrêz û Îlamê.
3- Çêkirin û hildana ala ji komara Kurdistanê re, bi arma çakuç û das li ser awayê ala
Rûsya.
4- Lêxistina sikeya pereyan ji hukûmeta Kurdistanê re li ser awayê Rûpiyeya rûsî û bi
wêneyê Qazî Mihemed.
5- Çêkirina nexşeya Kurdistana mezin ya her çar perçeyên Kurdistana Îran, Iraq,
Tirkiyê û Sûrya.
6- Anîna biyaniyan ji bo Îranê û danîna beşeke axa Îranê li ber destê wan, wek
mînak, Mela Mistefayê Barzanî.
7- Xwarina gef û lafan li Şahinşahê Îranê û dewleta Îranê û ragihandina şer û
handana xelkê Kurdistanê li dijî Şahenşa Aryamêhr.
8- Çêkirina peymanan bi hukûmeta Rûsya re li dijî hukûmeta Îranê û alîkariya hêzên
dagîrkerên rûsî li tevaya axa Îranê.
9- Ragihandina serxwebûna hukûmeta Kurdistanê û dagîrkirina beşeke mezin ya axa
Îranê li ser navê axa Kurdistanê.
10- Şandina kesan û hatin-çûyîna derveyî welat û seredana Rûsya û rûniştin û civînên
bi Baqrof yê serkomarê Azerbêcana Rûsya re.
11- Çêkirina peyman û bondên bazirganî bi biyanî û neyarên Îranê re, bê pirsa
Tehranê.
12- Girtin û kuştina karmendên hukûmetê û rûxandina xaniyan û şewitandina malên
wan, bi taybetî jî karmendên ne kurd.
Nivîskar û nûçegihanê Mahnameyê di berdewama vegêrana xwe de dinivîsîne:
Qazî Mihemed pir bi tundî, bi tinê sê nebin, hemû sûçên din ret dikirin, sê sûçên ko
ret nekirin, ev in:
1- Çûyîna Bakuya Azerbêcanê û hevdîtina bi Cafer Baqrof re.
2- Hebûna ala, lê belê ne weke mîna ku ew dibêjin çakuç û dasên li ser awayê ala
Rûsya li ser bû.
3- Hatina Mela Mistefayê Barzanî, ew jî ne kesê ew anî be, lê belê ew bi xwe hatiye,
ji ber ew kurd e û Kurdistan mala her kurdekî ye, mafê her kurdekî heye ku li her
busteke axa xwe ya ew bixwaze bijî, ji ber maf yê xwediyê malê ye.
Sûçên Seyfî Qazî, yan jî Mihemed Husên Xanê Qazî, Wezîrê Ceng û Cîgirê Serokomar
Qazî Mihemed:
1- Çûyîna derveyî welat, Baku paytexta Azerbêcana Rûsya.
2- Çêkirina têkiliyan û civîna bi Pîşewerî yê Serokomarê Azerbêcana Îranê re li
Tewrêzê û civîn û çêkirina peymanan bi herdu serokomarên Azrebêcana Rûsya û
Azerbêcana Îranê re, ango bi Pîşewerî û Baqrof re ku peymaneke sêkuçkeyî ya
leşkerî bûye.
3- Wergirtina wezareta ceng ya Komara Kurdistanê li dijî hukûmeta Îranê.
Sûçên Sedrî Qazî ku wek nûnerê gera 14’ê ya Meclisa Şûraya Millî ya Îranê
(Parlemênt) ji bal xelkê kurd ve li Mehabadê û derdorên wê hatibû hilbijartin:
1- Nivîsandina helbesteke bi coş û germ ji Mela Mistefayê Barzanî re û bixêranîna wî
ya bi wê helbestê û pêgotina wî ya wek sembola pîroza gelê kurd.
2- Alîkariya Qazî Mihemed û wezîrên Komara Kurdistan û hukûmeta wê û danîna
rêwcihên hukûmetdariyê û avakirina karûbûrên hukûmetdariyê li Mehabadê.
3- Nivîsandina namekê ji Qazî Mihemed re ku tê de dibêje: Xwe bigirin heta alîkariya
derve digîje we.
4- Handana xelkê li dijî hukûmeta Îranê û piştrastkirina berpirsiyarên Komara
Kurdistanê li Mehabadê ku êdî dewleta Îranê nikare bi komara Kurdistanê re şer bike.
Di derbarê hûrkariyên pêkhatina dadgehîkirinê de jî, Kiyomers Salih dinivîsîne:
Rûniştina dadgehê bi qasî çar seetan berdewam bû û grûpa dadgehê piştî nîv seeta
pirsîn û lihevguhertina dîtin û nêrînan, biryara bidarvekirina wan girt û bi riya bêtelê
pêwendî bi fermandariya artêşê, ku wî çaxî Spehbed Erşedê Homayonî serokê
fermandariyê bû, û general Acûdanî Şa li Derbarê û kolonel Fethulla Mînbaşyan re kir
û ji wê derê ve biryara vegera Tehranê girt.
Heman şevê ji riya Miyanduwawê ve vegeriyane Tehranê û helbesta ku Ebulqasim
Sedrî Qazî jî pê hatibû sûçbarkirin, her bi kurdî di hejmara 66’ê ya Mahname Muselsil 153’ê de hatiye weşandin, lê belê tê de tevliheviya hin peyvan û şaşiyên çapê jî hene, ji ber efser Kiyomers kurdî nedizanibû û welê diyar e yê ku tayp jî kiriye, wî jî kurdî nedizanibû ku bikaribin fonetîka helbestê bi başî binivîsînin û çap bikin.
Divê balê bikişînim ser wê yekê jî ku her di heman kovara wêjenameya Tac Kiyanî
de, pir nivîsên hêja li dor Komara Kurdistan û tevger û çalakiyên hunerî û edebî yên
wî çaxî yên Mehabadê hatine weşandin. Ev jî teksta wê helbestê ye ku bû benda
yekemîna sûçbarbûn û bidararvekirina Sedrî Qazî:

Ya Xwa be xêr bêy helloy berzefirrî Barzanekem
Remzî pîrozî gel û nîştîmanekem
Barzanî dujminşkên î, şêrî jiyanekem
Pêt le ser çaw û qezat le mall û giyanekem
Bêy to gel û nîştîmanim bê xêw û dîl e
Jêr çepokî dujmin û zerd û mat û zelîl e
Dillî dujmin le tirsî hellmetit dête lerze
Niye dujmin berengarit lem kurey erze
Be to nasra gel û nîştîmanî kurdewarî
Etoy berz û barîz le her laye diyar î
Bêy to ye ke dujmin be ser nîştîmanda zall e
Bêy to gel wek melî zamar û bê perr û ball e
To merdî meydan û neberd û rolley
Warîsî pîrozî îrsî Barzan û tolley
Be mêjû xawen nîştîman û gel û xêw î
Be berzît bazî Barzan û lûtkey kêw î
Lay dujmin barîz û nawbangî be nawan
Be bîstinî dujmin çirkemîze degrê le tawan
Be Barzanim denazim, eqdesî rûy zemîn e
Bêşey şêr û awekey mayey jîn e
Le to fêr bûn be derdî bêbeşan aşnayî
Be to bû şewî bextreşan rewşenayî
Bê to ye em nîştîmane deken beş beş û dabeş
Bem beş û pirrş û perêşane bû bêbeş
Her to bo nîştîman xemxor û pirr mişûr î
Feramoşit nekird le katî xurbet û dûrî
To bo gel û nîştîman mujde û hem firîştey
Beşarethênerî em herd û şar û deştey
Gelim bê to hetîw û perêşan û werrez bû
Melî bê perr û ball û giriftarî qefes bû
Be to geşawe ruxsarî pirr çirç û çirûkim
Be to rizgar û jiyawe gelî mehtûk û sûkim
Kurd im û lew xake bûme, bew awe jiyawim
Bo azadî gel û rizgarî nîştîmanim nemawim
Min be rût û qûtî û pêxwas û bêkirasî
Le mallî xoma dujmin be serbarim denasî
Meqdemî xêrit laybird xemî zorim le ser şan
Be to sarêj bû tenî pirr zarim û hallî perêşan
Zamî derdî kurdanim pirr jan û le mêj e
Dermanî derdî muzmîn dûr û dirêj e
Serwer Mustefa ye, bo Muhemmed, pîştîwan e û bira ye
Ya reb şûilewer key ew dû çira ye
Ya reb be fezl û feyzî xot û nûrî îman
Muweffeq ke Muhemmed, hem Mustefa ra bi xatirî Qur’an
Fexrî gel Mustefa û Barzan mayey şanazî
Fîdate giyan û ser û mallî Sedrî Qazî
Ewey Barzan wa nenasê bê hoşî bê zeman e
Kerr û gêj û wêj û heywan û nezan e
Ewey nahezî Barzan e, caş û xofiroş e yanî
Gewad bab e, zollekurd e û daykî zanî
Piştî derbazbûna nêzî sê mehan di ser dadgehîkirina qaziyan re, li fermandariya
artêşa Îranê grûpek ji bo dubare dadgehîkirina qaziyan ji kesên jêrin hate
destnîşankirin:

1- Kolonel Reza Nîko Zade (Dadger)
2- Kolonel Receb Eta (Serokê Dadgeha Pêdaçûnê)
3- Efser Husên Sulih Co
4- Efser Nebewî, wek parêzer ji qaziyan re hatibû destnîşan kirin.
Li vir nûçegihan Kiyomers dinivîsîne: Tevî ku tawanbaran (qaziyan) bi hûrî parastin û
retkirina wan sûçan di 114 rûpelan û di rûniştina yekê de dabû dadgeha pêdaçûnê û
daxwaza selimandina sûçan jî kiribû, lê belê daxwaza wan ji bo heyama sê mehan li
Dadgeha Meydaniya Fermandariya Artêşê hatibû hiştin û çawa jî li Mehabadê hatibû
girtin û morkirin, welê bi heman awayî mabû û ti kesek ne amade bû, ne veke û ne jî
bixwîne.

Herweha jî dema hatina grûpa dadgehê ji Tehranê ji bo Mehabadê, tenê ev daxwaza
xweparastina qaziyan jî bi xwe re neanîn ji bo ku bi kêmanî di dema dubare
dadgehîkirina wan de, ji wan re bibêjin ku em vê xweparastinê qebûl jî nakin. Tevî ko
yên sûçdar pir ji nivîsara ji bo xweparastinê û selimandina bêsûçiya xwe
amadekiribûn, piştrast bûn jî, lê belê welê diyar bû ku biryara sûçbarkirina wan her li
Tehranê hatibû girtin û erêkirin jî.

Di berdewama nivîsa xwe de, Kiyomers dinivîsîne:
Grûpa pêdaçûnê û dubare dadgehîkirina qaziyan ji bal fermandariya leşkerî ve hate destnîşankirin û ji Şahê Îranê re jî hatine nasandin. Şahenşa hin şîret û raspêrî dabûn wan ku çê nabe bi ti awayî di dadgehê de ti guman û sawîrên wan hebin û berdewam bi riya bêtelê pêwendiya wan ya bi fermandariya artêşê re hebe.

Em, grûpa diyarkiriya dadgehê di 25.3.1947’ê de, me ji Tehranê ber bi Tewrêzê û ji
wir jî ber bi Miyanduwawê û Mehabadê ve da rê, di 28.3.1947’ê de, em gihiştin cihê
xwe û şevekê me li padgana Mehabadê bêhna xwe da. Spêdê dadgehê dest pê kir,
despêkê Qazî Mihemed anî û dest bi lêpirsîna wî hate kirin û sûçên wî heman ew 12
maddeyên berê bûn yên ku ji bal Dadgeha Leşkeriya Meydanî ve berbirûyî wî hatibûn
kirin, Qazî Mihemed jî tinê sê nebin, tevên din bi tundî ret kirin.
Qazî Mihemed dubare ji bo selimandina sûçan, daxwaza belgeyan kir. Di hemû dema
xwendina sûçan û xweparastinê de, Qazî Mihemed pir aram û tena bû, pir bi rêz û
hêminî bersîva pirsiyaran dida.

Ji ber ku Qazî pir li ser retkirina sûçan radiwestiya, dadger bi ser Qazî de qêriya û pir
bi xeyidîn pê re peyivî, Qazî Mihemed jî bi xeyidîn karvedana xwe nîşan da û bi
zimanê farsî ji dadger re got: Şuma hem xurdeyê dîgiran ra neşxwar mîkunîd. Ango:
Hun jî dîsa heman xwarina xelkê dicûn.

Herweha jî jê re got: Şuma eger dîn nedarîd û xudara hem nemîşnasîd, îman bi hîsab
û kîtabê axîret nedarîd, laeqel zerreî cewanmerd başîd!. Ango: ku ne dînê we hebe û
ne jî hun Xwedê binasin û baweriya we ya bi hîsab û kîtaba axîretê jî nebe, qe nebe
bila hinekî mirovantiya we hebe.

Jê re got: We ev hemû derew û buxtan çawa ji min re çêkirine?! eger hun rast
dibêjin, belgekê bînin!.

Ji ber ev gotin bi farsî sivikahiyeke mezin e, lewra qaziyê dadger pir xeyidî û bi
mistan li serê xwe xist û bi farsî ji Qazî Mihemed re got: Kurdan seg sifet?!. Ango:
Kurdên kûçik sîfet.
Lêbelê xeyidîn û gefên dadger bandorek li Qazî nekir, belkî berevajî, hîn bêtir
berbirûyî dadger bû û jê re got: Kûçik û bêşeref û bêrûmet hun in, ku ne ji xwe û ne
ji xelkê û ne jî ji qanûnê re sînorekî nabînin, axir hey bêşeref, tu her dikarî biryarekê
ko wî bêşerefê din girtiye, pêk bînî, ji vê pê ve ti şaşiyên din ji destê te nayên, min ji
zû de û bi singê fereh xwe ji vê yekê re amade kiriye, ku ez bêsûç im û di riya
azadiya gelê xwe de tême kuştin, ez vê yekê weke dilovaniyek ji cem Xwedê ji xwe
re qebûl dikim, ez bi vê merg û mirina merd şanazî dikim.
Piştî qediyana gotinên xwe, Qazî Mihemed biryar girt ku êdî ti gotinekê neke û
bersîva ti pirsiyareke qazî jî nede, sond xwar ku bersîvê nede û got: Ev namerd her
çi şaşiyekê dike, bila bike.

Dadger jî ji bo ku Qazî Mihemed hinekî aram bibe û belkî ji biryara xwe jî poşman
bibe, dema bêhnvedana dadgehê ragihand û piştî bêhnvedanê pir hewl da ku bersîva
pirsiyarên dadger kolonel Nîkozad bide, lê belê Qazî Mihemed got: Niha biryar ew e
ko ez bême bidarvekirin, ev jî ji bo wê soz û peymanê ye, ya ku min daye gelê xwe,
min biryar girtiye bi gelê xwe re, ji gelê xwe re bijîm û jê re bimirim jî, niha ezê çawa
amade bim soz û sondeke ku min xwariye bişkênim, ji ber wê hemû bêşerefiya
kolonel ku xwe kiriye dadger, eger kesekî din ji min bipirse, eger na, ez ne amade
me bersîva wî bidim.

Dema ku xuya bû Qazî Mihemed ne amade ye bipeyive, grûpa dadgehê di nava xwe
de kete şêwirê, neçar ma biryar girt di dewsa kolonel Nîkozad de, kolonel Receb
Etayî ku serokê dadgehê bû, bû dadgerê dadgehê.

Pirsiyar dubare ji ya yekemîn ve dest pê kir, Qazî Mihemed jî tev pirsiyarên ku berê
ret kiribûn, dîsa jî ret kirin. Di bersîva wê pirsiyarê de ka çima bê axaftina bi
hukûmeta navendî re bondên bazirganiya petrolê bi Rûsya re mor kirine? Qazî
Mihemed keniya û got:

Kîjan petrol, kîjan bîr û kompanyaya petrolê li ber destê me bûye ji bo ku em bazirganiyê pê bikin?, seyr e!, eger hun dixwazin bi narewayî sûç û tawanan bidin pal me, sûç û tawanên welê ji me re çêkin ku bi kêmanî hinekî beraqil bin. Heye ku hun ava vî çemê di Mehabadê re derbaz bide, bi petrol bihesibînin, bi rastî jî we pir bi nezanî û bêserûberî ev sûç ji me re çêkirine, ku ti bingehekî ji wan jî nîne.

Herweha di bersîva wê pirsiyarê de ku Qazî Mihemed rê daye, yan jî daxwaz kiriye ko
biyaniyên mîna Mela Mistefa têkevin axa Îranê, Qazî Mihemed dîsa mîna sê mehan
berê bersîva vê pirsiyarê jî da û got:

Mela Mistefa li Kurdistanê ne biyanî bû, Kurdistan mala her kurdekî ye, kes wa lê nekiribû ku ew bête vê derê, rewşê wa kiribû ku ew bêt, ango ji beşeke mala xwe hatiye beşeke din ya mala xwe û wesselam…

Ca kolonel Etayî yek bi yek dîsa pirsiyar dikirin û Qazî Mihemed jî her wek berê,
dubare sûç ret dikirin. Wê demê kolonel Nîkozad ku dadger bû û Qazî Mihemed pir bi
tundî li hemberî wî derketibû, mîna mar xwe dixwar, perçek qumaş ku rengê wî sor,
spî û kesk bû û çakuç û dasek li ser hatibû nîgarkirin, ji çanteya xwe derxist û ji Qazî
Mihemed re got:

Ma qey ev ne hemû hukûmet û ala û teşkîlata we ye?!
Kolonel tifî ala kir û xiste bin lingê xwe û pê lê kir!!

Qazî Mihemed li hember vî karê kolonel got:

Pêşiyê ev qed ne ala Kurdistanê ye, ji ber li ser ala me çakuç û das nîne, ya din jî ev reftara we nîşana kêmaqilî û bêrûmetiya te ye, piştrast bin destê we nagîje ala Kurdistanê ku hun wî bêhurmet bikin, rojek jî tê li ser vî xaniyê ku tê de têm dadgehîkirin, dê ew ala bête hildan û li ser biheje. Min ala Kurdistanê raspariye Mela Mistefayê Barzanî û li ser milê xwe, ji vî çiyayî ji bo çiyayê han, ji vî bajarî ji bo bajarê han, û ji vî welatî ji bo welatê han dibe, heta rojekê li ser hemû bilindahiyên Kurdistanê tête hildan û diheje, piştrast bin ew roj dê bêt.
Ca kolonel ji Qazî Mihemed daxwaz kir ku tevî pirs ji derveyî rojeva dadgehê ye jî, lê
belê eger ku çê bibe ji wan re qala hin xweserî û reftara Mela Mistefa Barzanî bike?!
Çi wek bawerî û dîtinên wî, û çi jî wek reftar û sinca Barzanî bi xwe, lê belê bê
demargirjî.
Qazî Mihemed got:
Dev ji Mela Mistefa Barzanî berde, te bi xwe jî got, Mela Mistefa kesekî biyanî ye û ev ji derveyî rojeva dadgehê ye.
Lê belê kolonel dîsa daxwaz jê kir..
Qazî Mihemed got: Eger ku bi dirustî ji te re qala Mela Mistefa bikim, heye ku bibêjî alîdarî û evîn û demargirjiya kurdan ez girtime.
Kolonel Eta jê re sond xwar ku ew ji rastgoyiya wî bawer dike.
Wî jê re got:
Her di vê dadgehê de, ji min re xuya bûye ku her tiştê te gotiye û dibêjî, te ji kûrahiya dilê xwe û bi bawer gotiye.
Ca Qazî Mihemed got:
Ez nikarim ji we re qala hemû xweseriyên Barzanî bikim, hun jî qed nikarin Barzanî bi dirustî binasin, eger ku ez jî bêjim, hun qed napejirînin ku dujminê xwe bi van hemû kar û xweseriyên baş û bedew binasin û yekî weha di rêza dujminatiya we de be.
Dadger daxwaz kir ku li gor agahdariyên xwe, Mela Mistefa ji wan re bide nasandin,
her tiştê di derbarê wî de dizane, bibêje.
Qazî Mihemed dîsa tekez kir û got:
Ne ez û ne jî kesek din nikare Barzanî weke ku çawa heye, ji we re bide nasandin, dixwazim em dev ji vê yekê berdin.
Lê belê dîsa jê xwest ku ji wan re bibêje. Qazî Mihemed jî got:
Baş e, lê belê ez bi tenê dikarim di hin hevokan de bêjim, çi zelamînî û keramet û şerafet û mirovantî û egîdî û merdî û sexawet û mêrînî û netirsiya kesên mezinên di dîrokê de heye, tev li cem Mela Mistefa hene, bawerî û rastî û pakî û dilsoziya ji Xwedê û ol û xelkê hejar û
damayê gel re, yên di despêka Îslamê de hebûne, ev hemû li cem Barzanî hene. Mîna ku Sadî dibêje: Her ançê hemê darend, û bê tenha dared. Ango: Yê ku li cem teva bi hev re heye, hemû bi tinê li cem wî hene. Ca hun dixwazin bawer bikin û bila li we xweş bêt, dixwazin jî bila li we nexweş bêt.
Tevên ku li dadgehê bûn, ji vê pesna Qazî Mihemed hêbetî man. Qazî Mihemed dixuyî
ko ev hemû gotin ji kûrahiya dilê xwe û bi bawer digotin û ti sawîr û guman nebûn ko
pesna dida Mela Mistefa, ne ji bo xatirê şabûna Mela Mistefa û ne jî ji ber xatirê
grûpa dadgehê bû.
Etayî jê pirsî:
Ev hemû xeyidîna we ya ji cenabê kolonel Nîkozad çima bû?! Ji ber me
bihîstiye ku li vî welatî mîna te hêmin, aram û liserxwe nîne?!.
Qazî Mihemed got:
Ez wî mafî nadim ti kesî ku sivikahiyê bi gelê min bike, niha ji bona gelê min cezayê bidarvekirinê li min hatiye birîn, niha ez ji bo xatirê çi amade bim sivikahiya her xwêrî û nemerdekî qebûl bikim û min bi tinê bersîva wî daye, ne bêtir, ev karê Xwedê ye ku divê xwêrî û bêserûlingek bêt sivikahiyê bi gelê kurd bike, ne ji hêjayî û lêzaniya wî ye. Ca ez çi dixwazim ku her bêhurmetiyekê qebûl bikim?! Her wek helbestvanê fars Sadî dibêje: Her an kes dest ez can bişûyed, her ançi der dil dared bigûyed. Ango: Her kesê ku dev ji canê xwe berde, divê ku her tiştê di dilê wî de ye, bibêje. Eger ku ez ne wek bênezaketî dibînim, hê jî di dilê min de tiştê ku min bigota pir e, niha tiştê ku min ji Xwedê hêvî dikir, Xwedê ew daye min, ango merg û şehîdbûna ji bona ol û gelê xwe û hêvîxwaz im ku ez bi rûkî sor biçim bargehê Xwedayê mezin û dilovan.
Dawiya dadgehîkirinê sûçek din jî da pal Qazî ku xudêgiravî ev malika helbestê:
Hemê serbiser poşt bi duşmen dehîm, ez an bê kê xudra bi kuşten dehîm.
Ango: Em hemû pişta xwe bidin dujmin, ji wê baştir e ku em yekî xwe bidin kuştin. Ji
hejmareke efser û kadroyên Komarê re xwendiye û wan jî kiriye paroleya xwe. Lê
belê Qazî Mihemed got:
Cara pêşî ye ez vê helbestê dibihîzim.
Piştre dadger bi xwe got: Na na, Sedrî Qazî (Ebulqasim Sedrî Qazî) ev helbest gotiye
û Qazî Mihemed helbestek din ji hêza çekdara Komara Kurdistanê re gotiye û tê de
dibêje: Artêş û hukûmeta Îranê wek malika helbesta: Pîremerdî zinezh mînalîd,
pîrezen sendeliyiş hem mîmalîd. Ango: Kalek ji kul û derdê xwe dinaliya, pîreka
wî jî kursiya wî dimalî.
Efser Kiyomers Salih piştî karkinarbûnê, di jêrnivîsa kovareke din de dinivîsîne:
Dema ku ez nûçegihanê Mehnameya artêşê bûm, ez wek nûçegihan tevlî piraniya
dadgehên meydanî û leşkerî û bedewî bû me, lê belê min qed ti carî kesekî bi qasî
Qazî Mihemed bi cerg û wêrek nediye, di dema dadgehîkirinê de qed netirsiya bû û
pir bi bêminetî dipeyivî û bersîva pirsiyaran dida, weke ku di rêwresmên cejn û
şahiyekê de rûniştibe, welê bû.
Her di derbarê dadgehîkirina cara duyemîn ya Qazî Mihemed de, Kiyomers Salih di
Mahnameya xwe de dinivîsîne ku wî hemû serpêhatî û bûyerên dadgehîkirinê, wek ko
çawa bûne nivîsandine û welê diyar e her bi sedema vê yekê jî bû, dawiyê bi sûça
eşkerekirina nepeniyên leşkerî û dijî ewlekariyê, Mehnameya wî nehatiye
belavkirin û efser Kiyomers jî daye dadgehê.
Efser Kiyomers herweha jî berdewam dibe û dinivîsîne:
Dema ku kolonel Nîkozad sivikahî bi Qazî Mihemed û gelê kurd kir û Qazî Mihemed jî pir bi tundî bersîva wî da, Qazî Mihemed got:
Pêşiyên me, pir ji me baştir hun dinasîbûn, Xwedê li wî helbestvanî xweş bibe yê ku dibêje: …….
Efser Kiyomers Salih dibêje:
Helbestek pir bi mane û bilind û germ bû, ku bi farsî xwend û rih û rîşalên ecem û şîeyan derdixist. Min dixwest wê helbestê binivîsînim û bizanibim ka helbesta kê ye, lê belê dem dema dadgehîkirinê bû, min nedikaribû dîsa helbestê pê bidim dubarekirin. Qazî Mihemed piştî xwendina helbestê got: Hun weha nîşanî me dane û ji me re nasandine, hezar rehmet li wan bin.
Kolonel Eta dîsa ji Qazî pirsiyar kir:
Ji dema ku Mela Mistefa ji vê derê çûye, çi pêwendiyên we pê re hebûne, eger hebûne, kîjan rojê û çawa bûye?.
Qazî Mihemed got:
Heta Barzanî gihiştibû derdorên Şino û Nexedê jî, pêwendiyên me
bi hev re hebûn, lê belê ji dema ku ew dûr ketiye, ti pêwendiyên me nemane û haya
min jê nîne.
Dîsa jê pirsî:
Erê hun dikarin bibêjin ka dema pêwendiya we bi Mela Mistefa re hebû, Mela Mistefa çi raspariye we? çi nexşeyên wî yên ji bo rizgarkirina te hebûn?!
Di bersîvê de Qazî Mihemed got:
Mela Mistefa Barzanî pir hewl da ku ez pê re biçim, heta hê neketibûm girtîgehê, ji min re got ku ez dilê xwe bi bêsûçiya xwe xweş nekim. Mela Mistefa wêneyê rastîneyê we eceman ji min re kişand û ez têgihandim ka hun çawa û çi û kî ne!.
Kolonel Eta jê pirsî:
Hun dikarin ji me re bêjin ka wêneyê me yê wî ji te re kişandibû, çi û çawa bû?
Qazî Mihemed got:
Bi rastî jî wî ji her kesî baştir hun nasîne. Mela Mistefa ji min re got ku ti gel û milet ne wek eceman in, dema ku desthilata eceman hebe, kesên ji wan bêdilovanî, bêwijdan û zalimtir nîne, lê belê eger bindest bûn, kes wek wan nikare xwe mezlûm bike û bikeve hêvîkirinê, di dema hêzê de her çi yê ji destê wan tê dikin, di dema bê desthilatiyê de jî bi her çi awayî rizgar bibin, dikin û dibêjin, ca tu li benda wê yekê nemîne ku te ti sûç nekirine û ecem dê li te biborin.
Dîsan kolonel Eta jê pirsî:
Tu ne poşman î ku tu pê re neçû yî?!.
Qazî Mihemed bersîv da û got:
Eger ku Xwedayê mezin vî awayê mirina min weke xwehîlakkirin qebûl neke, na ez ne poşman im, ji ber min soz dabû gelê kurd ku ez bi wan re bijîm û ji bona wan bimirim. Min dizanîbû eger ku ez biçûma û neketama destê we, piştrast im we dê pir kes ji xelkê Mehabadê û gelê kurd ji tolhildana min bikuşta, ca lewra yekem, şam e ku ez bêsûç tême kuştin, û duyem jî, li soza xwe xwedî derketim û hêvîxwaz im rûsorê dinya û qiyametê û yê cem Xwedê û gelê xwe bim.
Pirsiyar:
Erê dema ku tu di girtîgehê de bû yî, ti nexşe û plan, yan tiştên din yên Barzanî yên li derveyî Mehabdê ji bo rizgarkirina te hebûn?.
Qazî Mihemed got:
Belê, Barzanî xeber da min ku her şeveke ez bibêjim, ew dikare hejmareke mezin ya pêşmergeyên xwe bişîne û têkevin padganê û bi her awayî be min ji girtîgehê rizgar bikin, Mela Mistefa pir dixwest ku ez li girtîgehê nemînim û neyêm kuştin.
Pirsiyar:
Lê wî çima ev yek nekir?
Bersîv:
Min bi xwe nexwest!
Pirsiyar:
Çima, tu çima ne amade bû yî rizgar bibî?!
Qazî Mihemed bersîv da:
Ji ber hin sedeman.
Kolonel Etayî pirsiyar kir:
Sedem çi bûn?
Qazî Mihemed got:
Di serî de, ji ber wan soz û peymanan bû yên ku min gotin, duyem jî ji bo wê yekê bû ku xwîna bêtir neyête rêtin, bi taybetî ji bona mana min, ez bêtir perîşanê kuşt û kuştarê bûm.
Kolonel Eta got:
Bi rastî jî tu perîşanê xwe, yan barzaniyan, yan jî tu perîşanê serbazên me bû yî?!
Qazî Mihemed got:
Na wella ez ne perîşanê xwe û ne jî yê serbazên we bûm, belkî ez perîşanê kurdan û xortên barzaniyan bûm, eger na, min ev yek ji xwe re daniye û min dizanîbû ezê her bême kuştin û ev hêviya min e jî.
Kolonel Etayî:
Tu dikarî ji me re bêjî ka çima ev qas perêşanê barzaniyan î?!
Qazî Mihemed:
Ji ber hin sedeman!!
Kolonel Eta:
Ew sedem çi ne?!
Qazî Mihemed:
Ji ber Mela Mistefa û barzanî hêviya paşeroja gelê kurd in û min jî ala Kurdistanê raspariye wan, ewê vê alayê biparêzin, heta roja wî têt, ala Kurdistanê li cem wan e, ne yê ku kolonel Nîkozad tif lê kir û xiste bin lingê xwe, hêviya min ji Xwedê ew e ku rojek bêt ew ala bi destê bikare û bihêzê Barzanî li ser vî xaniyê ku niha ez tê de têm dadgehîkirin û herweha jî li tev bilindahiyên Kurdistanê bête hildan.
Kolonel Eta:
Pirsiyara dawî, erê bi rastî jî tu bi xwe neçûyî, yan Mela Mistefa tu bi xwe re nebirî û nedixwest tu bi wî re biçî?!
Qazî Mihemed:
Welê diyar e hun ji gotinên ez dibêjim bawer nakin?!
Kolonel Eta: Na, dixwazim tu ji min re rastiyê bibêjî?
Qazî Mihemed:
Ji te re dibêjim, tu jî sivikahiyê nekî, yanî çi rastiyê ji te re bibêjim, ev tê çi maneyê?!.. Na, ezê kû ve biçim, vira axa Kurdistanê ye, bav û kalên min li vira jiyane, xwe ne ez Pîşewerî yê jinsîfet im ku welat û gelê xwe bihêlim û birevim?!..
Kolonel Eta, ji tirsa ne wek ku Qazî Mihemed dubare bixeyide û mîna Nîkozad wî jî
riswa bike, zû daxwaza lêborînê kir û sond xwar ku niyaza wî ne sivikahîkirin bû, lê
belê axaftinek bû û hate gotin.
Qazî Mihemed:
Eger ku min axaftinek gotibe û li we xweş hatibe, mebesta min ne ew bûye ku dilê we xweş bikim, min bi tinê rastî gotiye.
Kolonel Eta:
Bi rastî jî ez dixwazim tu bersîva vê pirsiyara min bidî, ku tu ev qas hogirê gel û welatê xwe yî, çima û çawa bû te rê da biyaniyan têkevin vî welatî û bibin serbazên gelê te?!
Qazî Mihemed:
Hun ev qas vê gotinê dubare dikin, welê diyar e merema we hêzên rûs û îngilîzan e?
Serheg Eta:
Na, merema min Mela Mistefa Barzanî ye!
Qazî Mihemed bi ken got:
Demek e min bersîva vê pirsiyara we daye, dubarekirina wê ne gerek e, min ji we re got ku ne min û ne jî biyaniyan û ne jî kurdan, Barzanî ne aniye, Mela Mistefa kurd e û Kurdistan mala her kurdekî ye. Mela Mistefa weke mirovek ji beşeke mala xwe, hatiye beşeke din, mafê her kesî jî heye ku li her cih û kuncekê milk û mala xwe bijî û ev mafê wî ye, baş baş bizanin min bi xwe nexwest biçim, eger na çendîn otomobîl li ber destê min bûn, her dema ku min bixwesta, min dikaribû ji axa Îranê derkevim, min pir jî baş encama vî karê xwe dizanî, min hun pir baş dinasîn, her weke ku Barzanî jî digot, di dema zelîliyê de, kes nikare mîna we bikeve hêvîkirinê û mezlûmiyeta xwe nîşan bide, lê belê di dema desthilatdariyê de, ti kesên ji eceman zalimtir û bêdilovanîtir û serhişktir û dilreştir nîne.
Bi vî awayî dadgehîkirina Qazî Mihemed qediya. Ca dora Mihemed Husên Xanê Seyfî
Qazî hat û pir bi heybet û aram û bi wêrekî kete hundir û te digot qey ev ne dadgeh
e jî.
Kolonel Nîkozad dîsa kete cihê xwe yê fermî û rûyê xwe da Seyfî Qazî û dest bi
pirsiyran kir. Pirsiyar:
Tu çawa bûye wezîrê ceng û te çima ev berpirsiyariya pembeyî wergirt û merema te ji vî karî çi bû?!
Seyfî Qazî:
Min bi şanazî ev erk wergirt û merema min xizmeta gelê min bû û tiştek din na.
Nîkozad:
Merema te xizmet bû, yan jî te dixwest bi riya berpirsiyariyê diravan bidî hev û pê bijî?
Seyfî Qazî bi ken:
Kolonel, meger tu bi xwe jî min nanasî, ji bilî ku min ev yek ji bona
diravan nekiriye, min bi qasî 2 milyon tumenan jî ji gel û komara Kurdistanê re
mezaxtiye ku dirav û malê min yê taybetî û kesane bû. Kolonel welê diyar e ji bilî ko
tu tiştekî di derbarê min de nizanî, tu herweha tiştekî ew qas di derbarê sinq û tîtalên
dadgehê de jî nizanî!
Li vir, ji ber kolonel hê jî ji gotinên Qazî Mihemed xeyidî û dilpir bû û hest bi şkestin û
dorandinê dikir, dixwest behanan ji Seyfî Qazî re derxe û xwe bixeyidîne, lê belê
Seyfî Qazî hoşdarî dayê û jê re got:
Me êdî dev ji jiyan û mala xwe berdaye û eger tu yek misqal bêedebî û cesaretê bikî, ez ne wek Qazî me ku her bi gotin û sixêfan dev ji te berdim. Mista xwe kire girê û nîşanî kolonel da û got:
Ezê bi vê mistê, ser û guh û dev û diranên te bişkênim, ma qey ji mirinê pê ve ku hêviya me ye, tiştek din heye?! we ji me re milyonek derew û buxtan û gotinên kirêt û tiştên din, tiştên din yên bêmane çêkirine, ca hun dixwazin ku şaşî û namaqûliyên bêtir jî bikin!. Ti bingehekî derew û buxtanên ku we ji me re çêkirine nîne, lê belê ez li vir didim xuyakirin ku ez wan hemû derew û buxtanan bi şanazî li ser xwe qebûl dikim û êdî ez ne amade me
bersîva we bidim.
Bi vî awayî dawî li dadgeha Seyfî Qazî jî hat. Ca dor giha Ebulqasim Sedrî Qazî û ew jî
anî ber dadger û yekem pirsiyara ku li wî kir ew bû:
Erê merema we ji wê nameyê çi bû ya ku we ji Qazî Mihemed re nivîsandibû û daxwaz kiribû ku heta alîkarî digîje wan, xwe bigirin?!.
Sedrî Qazî got:
Qed tiştek welê çênebûye û ger welê ye, kerem bikin nîşan bidin!.
Ca dadger got:
Ew çi helbest e te ji Barzanî re nivîsandiye?
Sedrî Qazî got:
Belê min helbest nivîsandiye, min ji Barzanî hez kiriye û min jê re helbest nivîsandiye.
Dadger dubare jê pirsî:
Erê alîkariya te gotibû, berê jî hatibû kirin, yan ev cara yekemîn bû ku ji bal biyaniyan ve alîkarî bi we re bihata kirin?!!
Sedrî Qazî dîsa jî got:
Ez ret dikim ku tiştekî weha çê nebûye.
Dadger got:
Hun çima li Tewrêzê bi Pîşewerî re civiyan û we gotûbêj bi Nemaz Elîyof yê fermandarê leşkerî yê rûsî li Miyanuwawê re kiriye û hatin-çûyîna Alxander li Meraxê û kunsulê Rûsya li Ormiyê kiriye û we bi wan re rûniştin û civîn çê kirine?!
Ebulqasim got:
Ev pêwîstiyên rojê bûn.
Dadger got:
Ev kar sîxuriya ji rûsan re bû.
Lê belê Ebulqasim Sedrî Qazî ev dîtina wî ret kir û got:
Sîxurî ji kê re, çima çi li welatê me heye ku weke çawa heye rûsan nedîtibe, tiştek, cihek heye ku rûs bi xwe neçûbin wir.
Ca dadger navê hin nameyên din jî anî ku xudêgiravî wî weha û weha nivîsandine.
Ebulqasim got:
Min her tiştek ji her cihekî re nivîsandibe, min kopiyeke wê li cem xwe hiştiye, hêvî ye dosyaya me bişînin Tehranê, name û belgenameyên min tev li wir in, dê baştir zelal bibe ka min çi û ji kê re nivîsandiye.
Bi vî awayî dubare dadgehîkirina hersê qaziyan jî qediya, desteka dadgehê dubare
kete giftûgo û gengeşê, bervajî dadgehîkirina din ya meydanî, ku di kêmtirî nîv seetê
de dawî li şêwira xwe anî bû û biryara xwe girtibû, vê carê biryar girtina grûpa dubare
dadgehîkirinê bêtirî 10 seetan berdewam bû, di wê heyamê de pêwendiya bêtelê di
nêvbera Mehabadê û Tehranê de berdewam bû, heta seet 12’ê nîva şevê biryar girt
û cezayê bidarvekirinê li hersê qaziyan birî û pir bi lez jî ev biryar gihande Tehranê.
Ti kesî ji Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî û ji me jî, me ji biryara Tehranê fêm
nedikir, lê belê dema ku me didît reng û sîmayê fermandarê leşkerî pir hatiye
guhertin û destên wî dilerizin û bi lez bi bêtelê mijûlî pêwendîkirina bi Tehranê re ye,
em pê hesiyan ku biryara herî giran di derheqa wan de hatiye girtin.
Biryar welê bû ku wê şevê bi tinê nîv seetê pêwendiya bêtelê bi Tehranê re hebe, lê
belê wê şevê welê diyar bû ku fermandariya arteşê û Derbara Şah jî heta berê sibê li
benda encama dawiyê ya dadgehê mabûn.
Ya rast ew e ku dadgeha pêdaçûnê jî heman sûçên dadgeha meydaniya berê dubare
kirin û ji bo sûçan jî belgeyên pêwîst ne anîn, ti girîngî jî neda retkirina tawanbaran
(qaziyan) û biryara bidarvekirina hersêyan jî pejirand.
Êdî kar hate kirin ji bo ku cihekî nava bajar bibînin da ku li wir darê sêdarê hilêxin,
welê diyar bû fermandarê leşkerî zûtir, beriya biryara dadegehê bête girtin jî, rojek
berê xaniyê ku li Çarçira ye û hin qatên wî hene, destnîşan kiribû, ango her ji serî
de cihê bidarvekirinê ji wan re destnîşan kiribû, fermandar got:
Me cihê pêwîst amade kiriye.
Di nava otomobîlan de, li benda destûra birêketinê bûn, lê belê ji Tehranê biryar
hatibû girtin ku xudêgiravî ji bo tirsandina xelkê kurd û ji bo ku pend û îbretan jê
bigirin, li meydana Çarçira ya nîva bajarê Mehabadê bêne bidarvekirin. Fermandarê
Mehabadê di dema hatina grûpa dadgehê de ji bo Mehabadê, xaniyê ku li meydana
Çarçira bû, ji rûniştvanên wê vala kiribû, xaniyê ku sê qatên wî hebûn, hersê qatên
wî bi behaneya ku bi şev dê efserên çavdêriya bajar lê bimînin ji rûniştvanan vala
kiribûn, sê deriyên xanî hebûn ku yek ji meydanê re û yê din ji derveyî meydanê re
dihate vekirin û yê sêyê jî ji hewşeke piçûk ya xanî re vedibû.
Destûra birina Qazî Mihemed ya ber bi meydanê ve hate dayîn, dema ku otomobîl
gihişte ber deriyê xaniyê li meydana Çarçira, Qazî Mihemed pirsiyar kir:
Çima divê ez li vir peya bibim?!
Yê efser jê re got:
Rêwîtiya te dê ji vir ber bi Tehranê ve bête organîzekirin û hin pirsiyar mane ku dê li vir li te bêne kirin.
Qazî Mihemed ji otomomobîlê daket, dema ku kete nav wê qerebalixiyê, dît ko
dadger kolonel Nîkozad û melayekî kurdewarî û hin serbazên çekdar di odeyê de ne,
herweha maseke mezin û Qur’anek jî li ser maseyê heye, û serokê tendirustiyê ku nû
ji Tehranê hatibû Mehabadê, tev li wir in. Di wê odeyê û di cih de Qazî zanibû ko
çûyîna wan ya Tehranê derew e û ew bi xapandin aniye Çarçirayê.
Dadger Nîkozad dest bi xwendina cezayê dadgehê kir û ew têgihand ku her niha divê
ev ceza pêk bêt. Ji Qazî Mihemed re got:
Eger ku wesyeteke te heye, bibêje yan jî binivîsîne.
Qazî Mihemed pir bi gurcî û çelengî cihê xwe yê li pişt maseyê girt û dest bi nivîsandina wesyetnamê kir, heta çend rûpel nivîsand, piştre welê dixuyî ku westiya ye, lewra ji meleyê Mehabadî re got:
Were ez dibêjim, tu binivîsîne.
Qazî Mihemed pir bi zelalî digot û pê dida nivîsandin. Got:
Binivîsîne bila filan erd û filan cih û filan der... ji bo mizgeftê û dibistanê û nexoşaxanê be, da ku ji bo ji gelê kurd, nivşên paşerojê mifa jê bigirin. Şîretên yekbûn û bihevrejiyanê û evînê li kurdan kir. Dema ku dawî li wesyetnameya wî hat, dest bi xwendina nimêjê kir. Ji
xwedê tobe û hêvî dixwest. Vê yekê nêzî du seet û nîvan dem derbaz kir, dadger ji
derbazbûna vê hemû dema dûr û dirêj xeyidî, ew ji bo vegera Tehranê bi lez bû.
Piştî ku Qazî Mihemed wesyetnameya xwe nivîsand û nimêj û hêvîkirina ji Xwedê
qedand, daxwaz kir ku rê bidin wesyet û şîretan ji xelkê kurd re binivîsîne. Dadger rê
dayê. Dawxaza xame û kaxezan kir, jê re anî, her ji bo ku dadger kolonel Nîkozad û
tevên li wir jî bibihîzin û fêm bikin, ji mele re got:
Were binivîsîne, ez çi ji te re dibêjim, tu her wê binivîsîne.
Mele got:
Qurban ez çi binivîsînim?, bila ez bizanim ka tiştê tu dixwazî binivîsînim, dê
dadger riyê bide te?!.
Qazî Miheemd xeyidî û got:
Dadger kî ye ku rê bide, yan nede min ka ez dixwazim çi bêjim?!.
Li vir Kiyomers Salih dinivîsîne:
Qazî Mihemed ew tişt bi farsî digotin û ji mele re digot, tu bi kurdî binivîsîne.
Mele got:
Qurban ez nizanim bi kurdî binivîsînim.
Qazî Mihemed xeyidî got:
Ev jî yeke din ji bextreşiyên gelê kurd e.
Di berdewama vê mijarê de Kiyomers Salih dinivîsîne:
Ca Qazî Mihemed dubare bi xwe dest bi nivîsandina wesyetnameya xwe kir û bi awayê li jêr û bi destxetekî pir bedew nivîsand:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan.
Gelê min yê kur û birayên min yên hêja, birayên min yên parxwarî, gelê min yê zorlêkirî, va me ez di gavên herî dawî yên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dujminatiya hev mekin û pişta hev bigirin, li hember dujminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dujminan, dujmin her ew qas we dixwaze heta karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî nake, di her derfetekê de be, qed li we nabore. Dujminên gelê kurd pir in, zordest û bêdilovanî ne, sembola serketina her gel û netewekê, hevgirtin û yekbûn e, piştgiya tev gel e. Her gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe, ewê hertim di bin destê dujmin de bimîne, ti tiştê we gelê kurd ji gelên li ser rûyê vê erdê ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe, ji gelên ku rizgar bûne, li pêştir in jî. Gelên ku ji destê dujminên xwe yên zordest rizgar bûne, mîna we ne, lê belê yekîtiya yên xwe rizgar kiriye hebûye, bila hun jî mîna tev gelên li ser rûyê erdê, êdî bindest nebin, her bi yekbûn û hesûdî bi hev nebirinê û xwe nefirotina ji dujminan re, li dijî neteweya me, hun dikarin rizgar bibin.
Birayên min, êdî bi dujminan meyên mexapin, dujminên kurdan ji her reng û grûp û
netewekê bin, her dujmin in, bêdiolavanî ne, bê wijdan in û rehmê bi we nakin, dê we bi hevdu bidin kuştin, dê we temah bikin û bi derew û xapan, dê we berengarî hev bikin. Ji dujminên gelê kurd tevan, dujminê ecem ji tevan zalimtir û mel’ûntir û Xwedênenastir û bêdilovanîtir e, destê xwe ji ti tawanan li dijî gelê kurd naparêze, bi dirêjahiya dîrokê bi gelê kurd re xerez û kîna wî ya kevnar hebûye û heye jî. Temaşa bikin, binêrin tev zilamên we yên mezin, her ji Simayîl Axayê Şikak, heta Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapan aram kirin û xelk ji pişt wan vekir, ca pir bi nemerdî ew kuştin. Ew tev bi sond û Qur’anê xapandin ku xudêgiravî niyaza eceman ya xêrê bi wan re heye û dê qenciyê bi wan re bikin, lê belê her xweşbawer e û bi sond û sozên eceman hatiye xapandin û jê bawer kiriye. Heta niha bi dirêjiya dîrokê kes nedîtiye bi tinê carekê jî ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibin û ehdên dane kurdan pêkbînin, hemû derew û xap bûn. Ca va ye ez wek birayekî we yê piçûk, di riya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim, hev bigirin û ti carî pişta hev ber medin, piştrast bin eger ku ecem hingiv bide we, diyar e jar xistiyê. Bi sond û sozên derewên eceman mexapin. Eger ku hezar carî jî dest li Qur’ana pîroz bixin û soz jî bidin we, bi tinê niyaza wan xapandina we ye, ji bo ku hîlekî li we bikin. Va me ez di demên dawî yên jiyana xwe de me, ji we re dibêjim û ji bo xatirê Xwedayê mezin, ez we şîret dikim ku ya ji destê min hat, bi ser û can û tekoşîn, bi şîret û nîşandana riya rast, min ji we re xemsarî nekiriye, niha jî di vê dem û rewşê de, dîsa ji we re dibêjim ku êdî bi eceman mexapin û ji sond û destlêxistina wan ya li Quranê û ehd û peymanên wan bawer mekin, ji ber ku ne Xwedê dinasin û ne jî ji Xwedê û pêxember û roja qiyametê û hîsab û kîtaban bawer dikin. Li cem wan bi tinê ji ber ku hun kurd in, bila hun misilman jî bin, hun sûçdar û mehkûm in, hun ji wan re dujmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e û weke xeza qebûl dikin. Soza min ne ew bû ku ez biçim û we di destê van dujminên dilreş de bihêlim, min pir caran jî raborî û zilamên me yên mezin dihizirandin, zilamên me yên ku eceman bi xap û sond û derew û hîleyan ew girtine û kuştine, neçar bi derew û hîle ew xapandine, kuştine. Ew tev li bîra min bûn û ti carî jî min ji eceman bawer nekiriye, lê belê beriya ku vegerin vir, çendîn caran gotin û raspêrî bi name û bi şandina kesên navdêrên kurd û fars, bi dayîna soz û ehdên yekcar zêde û mezin ku niyaza xêrê ya dewleta ecem û Şah bi xwe jî heye û ne amade ne ku bi tinê dilopeke xwînê jî li Kurdistanê birije, niha hun bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin, ger mezinên hoz û eşîrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hukûmeta ecem, weha nedihate serê me û we, û komara me jî.
Şîret û wesyeta min ew e, bila zarokên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din
ne kêmtir e, bi tinê xwendin nebe, bixwînin ji bo ku hun ji karwanê gelan paş ve
nemînin û her xwendin çeka kujeka dujminan e. Piştrast bin û bizanin eger ku tebayî
û yekbûn û xwendina we baş be, hunê pir baş bi ser dujminê xwe de serbikevin jî. Çê
nabe bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min, çavê we bitirse, heta hun digîjin hêvî û armancên xwe, divê hun hê jî pir kesên din yên mîna me, di vê riyê de gorî bikin.
Piştrast im piştî me pir kesên din jî her dê bi xap û durûtiyê ji holê bêne rakirin.
Piştrast im pir kesên ku dê piştî me jî bikevin xapên eceman, dê ji me zanatir û hêjatir jî bin, lê belê hêvîdar im kuştina me ji dilsozên gelê kurd re bibe pend û îbret.
Wesyeteke din ya min ji we re ew e, daxwaz bikin her çiyê we ji bona serfiraziya gel
kir, alîkarê we gel be, piştrast im Xwedayê mezin dê we bi ser xîne û dê alîkariya we
bike. Heye ku hun bibêjin: Lê çima ez serneketim?! Di bersîvê de dibêjim: Bi Xwedê
kim, ez serketî me, çi nîmetek, çi serketinek ji wê yekê mezintir e ku va me ez niha
di riya gel û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe didim, bawer bikin min pir ji dil
dixwest eger ku ez mirim bi mirinekê bimirim ku di hizûra Xwedê û resûlê Xwedê û
gel û welatê xwe de, rûsor bim, ji min re ev serketin e.
Xweştiviyên min, Kurdistan mala her kurdekî ye, her wek di malê de, endamên malê
her kesê ji her karekî dizane, wî karî dispêrin wî, êdî mafê ti kesî nîne ku hesûdiyê pê
bibe, Kurdistan jî her ew mal e, eger ku we zanî kesek li vê malê dikare karekî bike,
dev jê berdin bila bike. Êdî çê nabe hun keviran derxin ser riya wî û çê nabe dilê we ji
wê yekê biêşe ku berpirsiyariyên mezin di destê yekî ji we de hene, eger ku karên
mezin ketin ser milê yekî û ew kar bi rê ve bir, welê diyar e jê dizane û
berpirsiyariyên wî yên mezin jî li hember wê erkê hene. Piştrast be birayê te yê kurd
her ji dujminê dilbikîn baştir e û eger ku berpirsiyariyên mezin li ser milê min
nebûna, niha ez di bin darê sêdarê de nedirawestiyam, lewra jî çê nabe hun bi hev re
temahkar bin.
Yên ku fermanên me pêk neanîn, ne her bi tinê pêkneanîna fermanan, lê belê tam
dujminatiya me dikir, ji ber ku me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha ew
di nava mal û zarokên xwe de, di nava xewa şirîn de ne, lê belê va ye li ser navê
xizmeta gel, di bin darê sêdarê de me û va ez demên dawî yên jiyana xwe bi vê
wesyetnamê derbaz dikim. Ca eger ku berpirsiyariyên mezin di stoyê min de nebûna,
ez jî dê niha di nava zarok û zêçiyên xwe de, di xewa şirîn de bûma. ku ez niha ji bo
piştî çûyîna xwe jî, we şîret dikim, ew jî yek ji berpirsiyariyên di stoyê min de ye.
Piştrast im eger ku yekî din ji we jî berpirsiyariyên min bigirtana ser milê xwe, niha
ewê li şûna min di bin darê sêdarê de bûya.
Ji bo razîbûna Xwedê û li gor berpirsiyariya di stoyê xwe de, mîna kurdekî xizmetkarê
gel û di riya çakiyê de, min ev şîret li we kirin, ku hêvîdar im ji niha û pê ve pendan
jê wergirin û dirust guhdariya şîretên min bikin. Bi hêviya ku Xwedayê mezin we bi
ser dujminên we de, bi ser xîne:
1-Baweriya we bi Xwedê û tiştê ji cem Xwedê têt û peristina Xwedê û pêxember
(Silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêkanîna erkên olî de xurt bin.
2- Yekîtî û tebayiya di nava xwe de piparêzin, karê neqenc li hember hev mekin û
temah mebin, bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.
3- Xwendin û zanist û pileya zaniyariya xwe pêş ve bibin, ji bo dujmin kêmtir we
bixapîne.
 Ji dujminan bawer mekin, bi taybetî jî dujminên ecem, ji ber ku bi çend awa û
riyan ecem dujminên we ne, dujminên gel û welat û ola we ne. Dîrokê selimandiye
ko berdewam li kurdan bi behane ne, bi kêmtirîn tawanê we dikujin û ji ti tawanan jî
di derheq kurdan de, destê xwe nagirin.
5- Ji bo hin rojên jiyana bêqîmeta vê dinê, xwe mefiroşin dujminan, ji ber dujmin
dujmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.
6- Îxanetê li hev mekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî, ji ber
îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e, îxanet li yê îxanetkar vedigere.
7- Eger ku yekî ji we dikaribû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî bikin, ne ji
ber temahî û bexîliyê li dijî wî derbikevin, yan Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên
biyaniyan.
8- Cihên ku min di wesyetnameyê de ji mizgeft û nexoşxane û dibistanan re
nivîsandiye, hun tev daxwaz bikin da ku pêk bên û mifa jê bigirin.
9- Hun ji xebat û hewl û tekoşînê ramewestin, ji bo ku mîna tev gelên din ji bin destê
dujminan rizgar bibin. Malê dinê ne tiştik e, eger ku welatê we hebe, serbestiya we
hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û
hem jî dê nîştimanê we jî hebe.
10- Ez bawer nakim, heqê Xwedê nebe, ti heqên din yên ti kesî li ser min hebin, lê
belê eger ku kesekî welê dît ku kêm yan jî zêde tiştikî wî li cem min e, min malekî pir
li pişt xwe hiştiye, bila biçe ji warisên min bixwaze û bistîne.
Heta ku hun hev negirin, hunê sernekevin, zilm û zorê li hev mekin, ji ber ku Xwedê
pir zû zaliman ji holê radike û nabûd dike. Ev soza Xwedê ya bê kêm û zêde ye,
zalim dirûxiyê û nabûd dibe, Xwedê toleya zilmê jî hil dide. Hêvîxwaz im van gotinan
têxin guhê xwe û Xwedê we bi ser dujminên we de bi ser bixe, weke Sadî kerem
kiriye: Muradê ma nesîhet bûd û gufîtm, hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm.
Ango, mirada me şîret bûn û me kir, me hun rasparin Xwedê û em çûn.
Xizmetkarê gel û welat
Qazî Mihemed
Piştî ku Qazî Mihemed dawî li nivîsandina wesyetnameyê anî, ji dadger re got:
Dixwazî ji te re bixwînim?!
Dadger got:
Ne hewce ye.
Qazî Mihemed got:
Baş e, lê belê ji ber di şer’ê îslamê de bidarvekirin napesend e, ko
hunê min bikujin, min gullebaran bikin.
Lê belê dadger ev daxwaza wî qebûl nekir, ji ber biryara dadgehê xeniqandina bi werîsî bû.
Ca Qazî Mihemed got:
Ezê nimêjê bixwînim û destûratên beriya mirinê bikim. Rê dayê..
Beriya biçe ber werîsê sêdarê, rûyê xwe da Qîbleyê û herdu destên xwe bilind kirin û ji Xwedê hêvî kir û bi dengekî bilind got: Xwedêwo, tu şahid î ku min ji bo xizmeta gel ti xemsarî û kêmanî nekiriye. Xwedêwo, tu şahid î ku her tiştê ji destê min hatibe, min di riya te de û ji bo razîkirina te kiriye. Xwedêwo, ji bo xatirê xwe, toleya mezlûman li dinê û li axîretê jî ji zaliman hilde, ku dizanim her welê ye jî. Ey Xwedayê ku haya te ji her tiştî heye, tev gelên bindest û gelê kurd jî, ji bin destê van zaliman rizgar bike.
Piştre Kiyomers dibêje: Ev rêwresm û hêvîkirinên ji Xwedê, nêzî bîst deqîqeyan
berdewam bûn, herweha peyvên ku Qazî Mihemed bi kurdî digot, min wateya wan ya
bi farsî ji meleyê kurdê ku li wir bû, dipirsî.
Piştî van rêwresman, Qazî Mihemed bir ber werîsê sêdarê û bi dar ve kir. Bêtirî du
deqîqeyan dirêj nekir ku Qazî Mihemed canê xwe da. Seet jî bûbû çarî piştî nîva şevê.
Ca îşaretî kamyona ku Mihemed Hisên Seyfî Qazî yê wezîrê ceng yê Komara
Kurdistan tê de bû kir, da ku ew jî bête meydanê. Seyfî jî anîn wê odeyê, dema ko
dadger û mele û serokê tendirustiyê dît, di cih de zanibû ku karesat çi ye, lê belê qet
aloz nebû û nehate guhertin.
Dadger cezayê dadgehê xwend, jê re got ku ew dikare wesyetnameya xwe binivîsîne,
wî jî cihê xwe yê li pişt maseyê girt û hemû wesyetnameya xwe di deh rûpelan de
nivîsand, heta wê demê jî, nêzîk bû berbeyan dihat. Gava ku ew ber bi meydanê ve
bir, bi zimanê kurdî dest bi hildana paroleyên şoreşgerî kir û bi mist û lingên xwe
kete lêxistina ser û guhên efser û serbazan. Li her serbazê dixist, radixist erdê,
qêriyên Seyfî Qazî, mîna qêriyên şêr bûn. Hemû xelkê Çarçira û dordorên wê, ji
xew şiyar kir, bi lêxistina her kesekî re ku destê wî digihiştê, weke şêr diqêriya,
digot: Bijî Qazî Mihemed, bijî kurd, bijî serxwebûna gelê kurd, em dimirin, lê belê
gelê kurd ti carî namire, hun xeyal dikin. Ji ber ku dengê Mihemed Hisên Xan Seyfî Qazî dengekî mezin bû û bi xwe jî pir bi heybet û netirs bû, heta ew gihande ber sêdarê, bi mist û lingan, hin kes li erdê xistibûn, pir kes ji dengê wî ji xew rabûn, lê belê ji ber ku her ji êvarê ve rewşa awarte û qedexeya hatin-çûyînê hatibû ragihandin, kes nediwêriyabû ji malê derbikeve.
Ew bi dar ve kir, lê belê piştî du deîqîqeyan werîsê sêdarê qetiya û bi erdê ket,
dubare ew rakir û hê jî diqêriya. Ca bir ber sêdara sêyemîn ya ku ji Sedrî Qazî re
hatibû amadekirin û dubare bi dar ve kir, wî çaxî seet bûbû pêncê sibê û dinya
yekcarî rona bûbû.
Dor giha Ebulqasim Sedrî Qazî, lê belê ji ber ku bêtirî seetekê di kamyonê de û çav li
rê mabû, gêj û hêr bûbû, herweha ji ber ku ew qasî ji cihê bidarvekirinê jî ne dûr bû,
hinekî fêm kiribû ka karesat çi ye!.
Dema ku ew daxist û xist odeyê de û dadger û mele û em dîtin, di cih de dest bi hêvîkirinê kir û got:
Axir ti sûçên min nîne, hêvî dikim min bişînin Tehranê ji bo ku karê min hîn bêtir zelal bibe.
Meleyaê Mehabdî jê re got:
Fihêtî ye, wa meke, ev qas hêvî meke, bi mêranî wek yên din be, cezayê dadgehê ye û divê bête pêkanîn, ca çima bi mêranî nemirî, merdane jiyayî û merdane jî bimire, tu çima dilê dujminan bi xwe xweş dikî?! Evana dujminkarane we bi dar ve dikin.
Van gotinên mele pir bandor lî wî kir, lewra jî rûnişt û dest bi nivîsandina wesyetnameyê kir.
Tiştê balkêş ew e ku efser Kiyomers Salih qala naveroka wesyetnameyên Sedr û
Seyfî Qazî nekiriye, meger ku derfet ji dilsoz û hogirên dîroka kurd re çê bibe ku di
arşîvxaneya artêşa Îranê de, teksta wan wesyetnameyan jî bibînin û ji nû ve zindî
bikin.
Kiyomers Salih piştre dinivîsîne:
Dema ku dawî li wesyetnameya xwe anî, ber bi meydana bidarvekirinê ve bir, dema ku laşeyên Qazî Mihemed û Seyfî Qazî dîtin, rewşa wî aloz bû û haya wî ji xwe nema, nidikaribû xwe li ser lingan bigire, naçar û her çawa be serbazan werîs xiste stoyê wî û ew jî bi dar ve kir û dawî li karesata bidarvekirina hersê serdarên kurd hat.
Piştî bidarvekirina wan, otomobîla ku em ji Tehranê anîbûn, amade bû, hinekî dûrtirî
meydana Çarçira rawestiya bû, beriya wê hingê tiştên me di otomobîlê de hatibûn
barkirin, bi lez grûpa dubare dadgehîkirinê û ez û hin serbaz suwarî wê otobosê bûn û
me ber bi Miyanduwaw û Tewrêzê ve da rê, seet dehê sibê em gihiştin Miyanduwawê.
Min qed bawer nedikir ku berpirsiyar û rêberên kurd ev qasî bi cerg û egîd in, heta
niha jî dengê Qazî Mihemed ku digot: Xwedêwo, toleya mezlûman ji zaliman hilde,
yan jî qêriya Seyfî Qazî ku hemû meydan û derdorên wê tijî kiribû û mist û pên li
efser û serbazan dixistin, li ber çavê min û di guhê min de ne.
Min karibû her ji dûr ve hin wêneyên wî bigirim, nediwêriyam nêzî wî bibim û piştî
bidarvekirina wan jî her ji dûr ve û bi hilêxistî min wêneyên wan girtin. Min welê didît
ko diayên Qazî Mihemd dê qebûl bibin, lê belê nizanim kengê û çawa jî.
Hemû ev nivîsa we li jor xwendî, di hejmara 61’ê ya Mahnameya artêşê ya 1325 (1946) de bi vî awayî hatiye nivîsandin û çapkirin jî. Divê behsa wê yekê jî bikim ku di
wesyetnameyê de pir paragraf û hevok hatine rakirin û piştrast im ev jî bi zanûbûn
hatiye kirin, bi taybetî jî di wê beşê de ya ku şîretî gelê kurd dike, lê belê di wê
belavokê de ya ku bi navê Wêjename bi taybetî û bi awakî nepenî ji efserên artêşê û
cihên taybet re dihate çapkirin, tevî ku ew jî hatiye sansorkirin, lê belê kêmtirî cihekî
wê hatiye rakirin û dadgehîkirina hersê qaziyan bi dirustî tê de hatiye nivîsandin.
Di hejmareke piştre ya wê kovarê de efser Kiyomers Salih dibêje:
Bi behaneya ku li dijî ewlekariyê ye, rê nehate dayîn Wêjenameya min jî bête weşandin. Herweha di dawiya nivîsa xwe de dibêje:
Qazî Mihemed ji mele re got, sibe vê wesyetnameyê û şîretên min jî bide xelkê bajarê Mehabadê.
Qazî Mihemed şîretên xwe dane mele, lê belê piştî bidarvekirina Qaziyan, dadger nivîsa Qazî Mihemed ji meleyê kurd stand û da min û got:
Ev dê paşerojê bibe fîtne, min jî welê di Wêjenameya xwe de weşand, lê belê piştre piştgirî nedan weşandina wê. Herweha divê wê yekê jî bibêjim ku wesyetnameya malbatî, wesyetname û raspêriyên destxetî yên Qazî Mihemed yên ji gelê kurd re, herdu jî di Namexaneya Arteşa Îranê de, ango li (Bayeganî Nigarxenyî Milliyê Stadê Artêş), tevî hemû
hejmarên Mahnameyê û Wêjenameya Tac Kiyanî jî hatine parastin.
Ji bilî vana, tev belgenameyên dadgehîkirina efser û mezinên serhildan û şoreşên
seranserî Îranê, wek mînak, hemû naveroka dadgehîkirina efserên Xurasanê û
Azerbêcanê û Qezwînê û Şîrazê û Tehranê û Esfehanê û dadgehîkirina efserên Tûde û
serhildana artêşa şahenşahî û hêza esmanî û Eniya Gelêrî û alîdarên Dr.Museddeq û
Sureyya ya jina Şah û Erdeşêrê kevne zavayê Şahê Îranê re, di wê Namexaneyê de,
wek xwe hatine parastin.

Çavkanî:
- Wêjename Tac Kiyanî, Wêjeya Fermandariya Artêşê.
- Kovara Mahnameya Artêşa Îranê

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 24’ê Reşemeya 1388’ê Rojî