Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Beşa yekemîn:- Jînenîgariya şehîdê nemir Dr. Qasimlo- Şîretên Dr. Qasimlo

 

Kurtiyek ji  jiyana pir berhem a şehîdê nemir Dr. Qasimlo

 Ebdulrehman Qasimlo li yekem şeva zivistanê (Şeva Yelda) a sala 1309 (22.12.1930)'an li bajarê Urmiyê di malbateke xudanmilk û dewlemend de ji dayîk bû. Wî xwendina destpêkî û navendî pêşde li Urmiyê û piştre di Tehranê de bi dawî  anî. Hêla ew kuşke bû ku bi pirsên siyasî re nasyar bû, û hizr ûbawerên azadîxwaziyê mejiyê wî dane ber pêlên xwe.Ew bixwe di vî warî de li pirtûka "Çil salan xebat di pêxema azadiyê de" piştî wê ku basa sefera 30 kesî ji axa û serokeşîrên Kurdan

  bo Bakûyê li ser gaziya dewleta Sovyetistana berê diket, dinivîse: "Herçend ku wî çaxî ez yazde salî bûm, lê  wekî zaf ji zarokên wî çaxî siyasetê bala min kêşa bû bo aliyê xwe. Babê min yek ji  endamên vê şandê bû. Gelek baş li bîra min e, dema ku babê min ji Bakûyê wegerya, çend tayê qendê û teypureke ciwan jî tev xwe anî bûn. Wisa xuya bû ku Sovyetiyan qend û tifeng û tiştên dinê wekî dîharî dabûne tewaya endamên vê şandê. Wî çaxî bi taybetî qend gelekî bi nirx bû, çimku wî çaxî qend di Îranê de kêm û giran bû. Dema min ev yeka dît ez pir heyrî mam, çimku  di mala me de birayên min û kurmamên min ku ji min mezintir bûn, basa vê yekê dikirin ku babê min bi çend kesên din re çûne Bakûyê da ku basa maf û azadiya Kurdan bikin, lewma min jî rast û rewan ji babê xwe pirsî: Erê babo mafê Kurdan çi jê hat?"

Ebdulrehman Qasimlo di sala 1324'an de tekoşîna xwe a siyasî bi avakirina "Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê" di bajarê Urmiyê de dest pêkir. Di  sala 1325'an de piştî sernixûniya Komara Kurdistanê li Mehabadê, bo xwendinê diçe Tehranê û di sala 1327'an de bo domandina xwandina xwe diçe Parîsê. Gihîştina wî bi Parîsê hevçax bû tev teqekirina li Şah, di Zanîngeha Tehranê de (25.11. 1327’an), ku bû sedema jinavçûna  azadiyên demokratîk di seranserê Îranê de.

Bi vê hincetê civîneke pan û berfireh a xwendekarên Îranî di Parîsê de pêk hat, ku di vê civînê de Ebdulrehman Qasimlo bi dûr û dirêjî bi dijî Şah û rijîma wî axivî, û di encam de xwendekaran mesajeke bi lome ji Mihemed Riza Şahê Pehlewî re şandin. Ev yeka bû sedema vê çendê ku heval Ebdulrehman Qasimlo ji aliyê balyuzxaneya Îranê li Parîsê û hukûmeta Feransayê ve bikeve jêr zext û givaşê û   di encam de ew neçar ma Parîsê bi cî bihêle û wekî yekem bûrsiyeya Îranî a "Yekîtiya Navneteweyî a Xwendekaran" çû Praga  paytexta Çikislowakiya berê. Her di vî heyamî de ku ew di Feransayê de bû, bi arîkariya çend xwendekarên din ên Kurd "Civata Xwendekarên Kurd" li Ewropa ava kirin.

Di vî heyamî de ku wî di Pragê de ders dixwand, di tekoşîna "Yekîtiya Navneteweyî a Xwendekaran" de jî beşdar bû. Di sala 1330'an de bi nûneratiya xwendekarên Îranê di kongireya duyemîn ya vê saziyê de ku di bajarê Pragê de pêk hat, pişikdar bû. Her di vî heyamî de ew wekî nûnerê Îranê li zaf civîn û konferansên Federasyona Cîhanî a Ciwanan  di bajarê Budapesta paytexta Mecaristanê de pişikdar bû.

Sala 1331'an di çaxê hukûmeta neteweyî a Dr. Musediq de, Ebdulrehman Qasimlo piştî evê ku ji zanîngeha Pragê lîsansa zanistên civakî û siyasî wergirt, wegeriya Îranê. Wî çaxî di navbera PDK Îranê  û saziya Tude a Îranê de yekîtiya teşkîlatî hebû. Heval Qasimlo piştî şeş mehan cehd û tekoşînê ji Tehranê hate Mehabadê û li wir berpirsyariya karê partê girte stûyê xwe.

Piştî kudetaya biyom a sala 1332'an ew neçar ma ku xwe veşêre û bi nepenî di Tehran û Kurdistanê de mijulî karê partê be. Di vî heyamî de heval Ebdulrehman Qasimlo serperestiya rojnameya Kurdistan, organa Komîteya Navendî a PDK Îranê  li stûyê wî bû, ku tenê pênc hejmarên wê bi nepenî hatne çap û weşandin. Her di vî heyamî de jî bû ku komîteyeke sertaserî bo karûbarên partê bi serokatiya wî pêk hat.

Heval Ebdulrehman Qasimlo piştî pênc salan   tekoşîna siyasî li Îranê û bi xasmanî di Kurdistanê de, sala 1336'an careke din wegeriya Çikislowakiyê. Sala 1337 (1958)'an piştî serkevtina şoreşa Îraqê û vejiyana tevgera Kurd li Kurdistana Îraqê, Dr. Qasimlo tevî çend endamên din ên berpirs di PDK Îranê  de cehd kirin ku ji rêya Îraqê ve rêxistinên partê zindî bikin. Lê bi sedema tevdaniya hinek aliyan ew di vî karî de sernekevtin û di sala 1339'an de Dr. Qasimlo

bi biryara dewleta Îraqê ji vî welatî hate derêxistin û wegeriya bajarê Pragê.

Dr. Qasimlo sala 1341 (1962)'an ji zanîngeha Pragê doktoraya zanistên aborî wergirt û heya sala 1349'an di zanîngeha Pragê de dersa aboriya sermayedarî, aboriya sosyalîstî û  tiuriya geşandina aboriyê got. Di vî  heyamî de Dr. Qasimlo çend pirtûk û namîlke li ser arîşeyên aborî, civakî û siyasî nivîsandine ku a herî bi navûdeng  "Kurdistan  û  Kurd" e.

Ev pirtûka cara yekemîn bi zimanê Çikî hate nivîsandin, lê heya niha bi zimanên Îngilîzî, Silowakî, Lehistanî, Erebî, Kurdî û  hinek beşên wê jî bi Feransewî û Farsî hatine çap û weşandin. Dr. Qasimlo zimanên Kurdî,   Farsî, Tirkî, Erebî, Feransewî , Çikî û Rusî baş dizanîn û li ser gelek zimanên din jî wekî Almanî û zimanên Silaw heya radeyekê şareza bû. Sala 1349'an piştî derçûna daxuyaniya 11'ê Adarê û lihevhatina li navbera rêveberiya tevgera Kurdan di Kurdistana Îraqê û dewleta Îraqê îmkana tekoşîna siyasî di Kurdistana Îranê de çêtir bû. Di wî çaxî de Dr. Qasimlo ji Ewropayê wegeriya û bi arîkariya çend kes ji hevalên xwe ên nêzîk wezîfeya zindîkirina rêxistinên PDK Îranê  girte stûyê xwe. Dr. Qasimlo di  konferansa 3'an a partê de ku di meha Cozerdana sala 1350'an de pêk hat, bû endamê Komîteya Navendî û piştî wê bo sekreteriya giştî a vê partê hate hilbijartin. Ew ji wê demê pêde  di hemû kongireyên partê de wekî sekreterê giştî hate hilbijartin û bi vî awayî bo heyamê 18 salan wekî rêberekî lêhatî û şareza di pileya yekemîn a berpirsyariyê de karûbarên PDK Îranê  di  qonaxeke herî dijvar a xebata vê partiyê de rêve bir .

Hevalê xebatkar û mamostayê rêber Dr. Qasimlo li 13.07.1989'an di çaxekî de ku bo peydakirina rêçareyeke aştîxwazane bo pirsa Kurdan di  Îranê de bi çend nûnerên rijîma Komara Îslamî re li bajarê Viyenê li ser maseya gotûbêjê rûniştibûn, tevî hevalê xabatkar kak Ebdullah Qadirîazer endamê Komîteya Navendî bi destê wan bi nav nûnerên  dewletê bo gotûbêjên aştiyê, hatne şehîdkirin. Di vê terora necamêrane de Dr. Fazil Resûl Kurdê Îraqê û mamostayê zanîngehê li Viyenê jî her bi destê van terorîstan şehîd bû .

Çavkanî: Rojnameya Kurdistan, hejmar 163

 

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Înî, 12’ê Xermanana 1389’ê Rojî