Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

 

Çend prespektîvên Dr.  Qasimloyê nemir

 

 

Serfiraziyeke mezin ji bo Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

“Ez dikarim bibêjim em yekem kes û alî bûn di destpêkirina berxwedanê dijî  rejîma Xumeynî û bi baweriya min di pêşerojê de jî em dê her wisan dawî kes û alî bin ji waz anîn ji domdana wê berxwedanê.”

Hevpeyvîna Dr. Qasimlo tevî rojnama "Yewmul Sabi" 

 

Cihê Jinan li Komara Îslamî de

“Di gavekê da ku jin çavkaniyeke herî xwedî hêz in bo hunermendan

 heta berheman biafrînin, hizr û bawerên kevin ên Xumênî meqamê jinan aniye xwarê û ev kirine rihberekî bê vêc, rihberek ku tenê jêhatî koyletiyê ye û neçar e di malê da heps be, heta xizmetê bi mêran bike û dûr ji civata mêran domê bide jîne.”

Pişkek ji gotara Dr. Qasimlo "derheq çandê", Kurdistan, hejmar 94

 

Nejî bo mirinê, bimre bo jiyanê

“Em li Kurdistanê dersa welatparêziyê fêrî xelkê dikin û her qas daxwazê ji Pêşmergan dikin ku bi çelengî li dijî dujmin şer bikin û ji bo destveanîna azadiyê xebatê bikin, lê her di wê gavê da em wan jî fêr dikin ku çawa bijîn. Ji ber ku armanca me a herî xwedî vêc ji mirinê, mirin di pêvajoya wê xebata pêdvî û xwînî da bi zor li ser me da hatiye selimandin, bidestveanîna azadiyê bi merama baştir jiyanê ye.”

Gotara Dr. Qasimlo derheq çandê

 

Bila em bi xwe û xebata xwe piştrast bin

“Divêt em di berahiyê da girîngiyê bi hêza bê dawî a gelê Kurd bidin û bi xwe û xebata xwe piştrast û arxayîn bin û xwe wek binasekî serbixwe di orta siyasî a welat da didin kifşê, hingî îdî piştevanên me dê zêde bin û zirûfa serkevtina me baştir pêk were.”

 

Beşek ji peyama Dr. Qasimlo, seba 25'ê Gelawêja sala 1985'an Derheq

Demokrasiyê
“Me baweriyekî tewaw bi rolê bingehîn yê demokrasiyê heye. Bê hebûna demokrasiyekî cihgir û qahîm di Îranê da otonomiya Kurdistanê dê hergav di bin tirs û givaşa ji nav çûnê da be. Tenê rêya cihgirbûn û berdewambûna Otonomiya Kurdistanê hebûna demokrasiyekî jêhat di Îranê da ye.”

Ji gotinên Dr. Qasimlo di "Enistîtuya Hevpeywendî tevî gelên Amerîkaya Latîn û Afrîqayê da

 

Eger û binasa hewar birin bo ber şerê partîzanî

 “Dema di welatekê da kedxwerî hakim dibe û azadî tên bin pê kirin û mafên xelkê bê vêc û pûte dihên nirxandin û xelkê evîndare rizgarî û dadê seba bê hêziyê nikarin serhildanekî berfireh û têkrayî çêbikin heta dawiyê bi desthilata navendî bînin, neçar dimînin penayê bibin ber şerê partîzanî.”

Gotara Dr. Qasimlo "derheq şertê partîzanî û tund û tîjiyê" kurdistan hejmar 124

 

 Duktor Qasimlo û bawera kûr ya wî bi dêmokrasiyê

“ Me di Kurdistanê û di Partiyaa Demokrat a Kurdistana Îranê da baweriyekî kûr bi demokrasiyê heye û em her wisan li ser wê bawerê ne ku: Bê destve hatin û cihgir bûna azadiyên demokratîk, welatê me nikare wan pirs û kêşên aloz çareser û safî biket ku ji mêje li dest wan dinalîne.”

Gotinên Dr. Qasimlo li ser roperê belavoka "camiê Nuvîn we demokratîki Kurdistan

 

 Eva ku ji bo mirovekî şoreşvan bihagiran e

 “Bi bawera min eva ku bo şoreşvanekê bihagiran e eva han e ku nabe bi çi terzekê şermizarê wijdana xwe be û divêt herdem bikarbe wê îdiayê bike ku hindî ji dest wî hatiye, wî di pêxema şoreş, azadî û rizgariya nîştimana xwe xebat û fîdakarî kiriye.”

Ji gotinên Duktor Qasimlo li ser roperên belavoka "Camiê Nuvîn we Demokratîki Kurdistan  

 

 Tenê guneha xelkê Kurdistanê hilgirtina alaya xebatê ye

 “Guneha xelkê Kurdistanê tenê ev hinda han e ku di pişkekî welatê xwe da alaya xebatê bilind ragirtine û ne hazir in herne bin barê desthilata kevnarperwer a melayan, lewra ev yê kevtine ber kerb û kîna Xumênî  û derdorên wî.”

Pişkek ji peyama Dr. Qasimlo bo rêxistin û kesayetiyên Îranî li Derveyî welat 

 

 xebatkarên rêya rizgariyê kî ne?

 “Xebatkarên rêya rizgariya Îranê tenê ne ev kes in ku çek avêtine milên xwe û di eniyên şer da berxwedaniyê tevî rijîma Melayan dikin, belku hemû ev kesên ku li gor hêz û şiyana xwe bi dil û can û bi terzên cor bi cor di xebata dijî wê rijîmê da pişikdar in, xebatkarên rêya rizgariya welat in.”

Ji gotinên Dr. Qasimlo li ser roperên belavoka "Camiê Nuvîn we Dêmukratîki Kurdistan

 

"Bi bawera min tevgerên xwedî hêz, yanî evên ku ji bo azadiyê dixebitin û ji aliyê xelkê ve piştevanî ji wan tê kirin, nabe penahê bibine ber terorîzmê, ji ber ku wan çi hewcehiyek bi terorîzmê nine. Terorîzm azadî û jîna xelkê sivîl û bêguneh tevî tirsê berengar dike û tenahiyê têk dide. Terorîzm siyaseta fermî a Komara Îslamî ye û berpirsên wê di salên borî da ev çende bi eyanî ragihandin û heta çend caran bi dijî me bikar anîne, lê em terorîzmê mehkûm û şermezar dikin.”

Şehîd Dr. Qasimlo di hevpeyvînekê da tev rojnama "Lîiberation" çapa Parîsê.  

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 23’ê Banemera 1387’ê Rojî