Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

 

Gelek ku Azadîxwaz be, divê nirxa wê Azadiyê jî bide”

 

 

 

 ”Gelek ku Azadîxwaz be, divê nirxa wê Azadiyê jî bide. Tu neteweyek bê zehmet û têkoşînê, bê fîdakirina xortên binirx yên xwe, negihîştiye azadiyê. Gelê me jî û partiya me jî ku pêşengê bizava gelê Kurd e, ji mêjve ye dizanin ku Azadî fîdakariyê dixwaze, xwe gorî kirinê dixwaze. Kervanê Şehîdan dirêj e, lê renge hîn dirêjtir bibe.

 Em di roja şehîdên xwe de, di bîranîna şehîdên xwe de, ji mêjve ye me biryar daye em negirîn. Ji mêjve ye me biryar daye ku tenê û tenê karek ku em bikaribin bikin û li berçav û hizra şehîdên me de şermezar nebîn, ewa ye ku em rêya wan ber nedin û mîna wan hetanî ser rêya wan bidom bikin, li tu tengasiyekê netirsîn û li tu dijwariyekê xwe paşve nedin.

Xebata me xebatek rewa ye. Xebat ji bo azadiya neteweyekê ye, xebat ji bo pêşeroja zarokan û nifşên dahatî ye. Heke em mîna vê nifşê erka xwe bi rindî bi cih bînin, emê bikaribin hêvîxwaz bin, ku nifşa tê şehîd tu nebin. Her wilo ger nifşa derbazbûyî yan nifşên berê erka xwa bi başî bi cih anîban, renge niha nifşa me şehîd nedibûn.

Bona wê jî bîranîna şehîdên me careka din me tîne ser vê baweriyê ku bi bîr û bawerek kûr, bi dileke şoreşvanî, bi hêviyeke mezin, em xebata xwe dom bikin. Encama vê xebatê dê bibe du tişt: Hem canê şehîdên me dê şa bike û hem dê gelê me rizgar bibe, bona vê ku li pêşerojê şehîdên me tu nebin.”

Şehîdê nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 23’ê Banemera 1387’ê Rojî