|
Ev jî vedigere bo vê çendê ku Dr.
Qasimlo demeke zaf li welatên Ewropayî mijûlê xwendin û lêkolînê bû, ji bilî vê
yekê mamostayê zanîngehê bû, wekî miroveke xwendekar, akademîk û dunyadîtî ji
pirsgirêkên cur bi cur dinêrî, bi taybet pirsên têkildar bi şoreşa Kurdî. Lewra
hemû hewl û tekoşîna wî eva bû ku rêyeke çareseriya zanistî û hemdem, ji bo
çareserkirina pirsgirêka Kurd peyda bike. Ev cure nêrîn û ramane tişteke nû bû
ku wî rêberê mezin dixwast bîne bo nava şoreşa Kurdan û jê re bike bingehek. Ji
ber ku bi sedema vê çendê ku tevî siyaseta cîhanî û dunyaya derve û her wisa bi
siyaseta hikûmetên zal bi ser Kurdistanê û herêmê de nasyarî hebû. Şarezayiyeke
kemilî li ser jeopolîtîk û hilkevta demografiya Kurdistanê û giraniya siyasî ya
Kurd hebû û siyaset û rêzaniyên xwe li ser wan rastiyane didarêt, çunkî karê
siyasî li gor ramana Dr. Qasimlo, xwediyê sê xwasmaniyên sereke bû, ku hetanî wê
demê di nava tevgera Kurdî de nedihatin dîtin, lewra ji bo cihgirkirina wan di
nava bizava Kurd de cehd û hewla bêrawestiyan di da:
1. Rastdîtin di siyasetê de
2. Serxwebûna biryardanê di siyasetê
de
3. Cîgirkirina exlaq (sinc) di
siyasetê de
Dr. Qasimlo hemû demekê ev yeke
dubare dikir ku siyaset hunera mumkin e û digot ku xala jar û qels ya
tevgera Kurdî eva bûye ku hetanî niha yan hemû tiştek xwastiye yan çi
tiştek, lewra digot siyaset ne reş û sipî ye, belkî di navbera reş û
sipî de rengê din jî hene. Bi baweriya Dr. Qasimlo siyasetkirin tevî hêviyan
cudahiyeke kûr heye. Çunkî bi baweriya wî siyasetê pêwendî bi rastî û heqîqetên
hundirîn, herêmî û cîhanî ve heye û bingeha hêviyê jî li ser xeyalê ye, ku eyan
e xeyal û rastî du tiştên bi tevahî li hev cuda ne. Wî rêberê mezin di
hilgirtina dirûşmên xwe de, daxwaziyên xwe de û bi giştî di siyasetkirinê de
rastiyên hundirîn, herêmî û cîhanî analîz dikir û piştî nirxandineke zanistiyane
raya xwe dida xuya kirin. Hebûna ramanên wisan di siyasetê de karek kiribû ku
Dr. Qasimlo dirûşmekê hilbijêre ku ne tenê jê re cî bi cî bibe, belkî tevî
rastiyên Îranê bi giştî û bi taybetî Kurdistanê de hev bigire, ji ber ku xwe di
pêxema wan dirûşm û daxwaziyan de bi berpirs dizanî û digot ku em partiyek
berpirsyar in, lewra ye divêt di hemû waran de em berpirsane bilivin
û tevbigerin.
Teybetmendiyeke din ku Dr. Qasimlo
di kar û xebata siyasî de li ser de biîsrar bûye, serxwebûna biryardanê di
siyasetê de bû. Ji ber ku wî jêve bû ku tu aliyeke herêmî û navneteweyî bi
radeya rêber, partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser rastiyên zal û
balkişandî bi ser Kurdistanê de ne şareza ne, lewra eva ku divêt biryarê bide,
rêber, partî û aliyên siyasî yên Kurd in û tu kesê heq nine û nikare bêy wan û
raya wan li ser Kurdistanê biryarê bide. Yek ji wan sedeman ku wî li ser
serxwebûna siyasî biîsrar bûye, eva bû ku karê siyasî û siyasetkirin ji bo
çawaniya birêvebirina welat û parastina vêc û berjewendiyên natewî ye, ku bêy
serxwebûn di biryardanê de ev du tişt cî bi cî nabin. Di şirovekirina pirtûka
“Basek kurt li ser sosyalîzmê” de wiha li ser girîngiya serxwebûnê diaxive: “Em
seba dostîniyê qet dest ji serxwebûna xwe û qazancê neteweya xwe ber nadin, lê
li ber xetera serxwebûn û qazanca neteweya xwe heke hewce be, em dê dest ji
dostîniyê berdin. Lewra pîvan ji bo me qazancê partiyê, gelê Kurd û gelên Îranê
û serxwebûna me ye. Pîvana bingehîn serxwebûna biryardanê ye, em dostîniyê
dikin, lê tevî parastina serxwebûnê, heke hewce bû em dostîniyê gorî serxwebûnê
dikin, lê em tu demekê serxwebûnê gorî dostîniyê nakin”. Her ji ber vê sedemê bû
ku Dr. Qasimlo gişt demekê li ser bingeha rêz girtina du aliyane pêwendî tevî
aliyên din pêk aniye.
Taybetmendiya sêyemîn ku di siyaseta
Dr. Qasimlo de diyar e û bi xwe jî baweriyeke kûr pê re hebûye exlaq di
siyasetê de bû ye. Lewra di vî warî de dijî her cure bêûsil û bêqeydê,
gotinên kirêt û nexweş û fend û fêliyê di siyasetê de bû. Lewra di kar û xebata
siyasî de bi kiryarên însanî, wêjeya gelî û popolîstî û paqij baweriyeke kûr
hebûye. Di vî warî de bi xwe jî dibêje: “Em bêûsilî û bêqeîdeyî û dijûndanê
di siyasetê de ret dikin û ji bo cihgirkirina sinc di siyasetê de dixebitin”.
Bi sedema hebûna van cure nêrîn û
ramanane di karê siyasî de ye ku Dr. Qasimlo ji şer re wekî taktîk dinêre,
taktîk ji bo gihîştin bi aştî û tenahiyê. Çunkî li ser vê baweriyê bû ku Kurd ne
xwediyê wê hêzê ye ku bikare dijminê bi tevahî teyar bi çekên nûjen ji nav bibe,
lewra divêt Kurd şerê çekdarî wekî taktîk ji bo mandîkirina dijmin bi kar bîne,
heta wê demê ku dijmin neçar bi gotûbêjê be. Gotûbêj û diyalog bi baweriya Dr.
Qasimlo wekî awayek ji şeklên xebatê dihate dîtin, Dr. Qasimlo jêve bû her
aliyekê ku bawerî bi vê yekê nebe deriyê siyasetê li ser xwe de girê
daye. Di vî warî de, li ser girîngiya gotûbêjê dibêje: “Di rastî de ez bona
gotûbêjê şer dikim, çunkî em dibêjin pirsgirêka Kurd re çareseriya leşkerî tune
ye”. Li ser vê bingehê bûye ku hemû demekê di çaxê xebata dîplomasî û
têkilîkirin bi welat û aliyên din ve daxwaza piştgiriya siyasî ji doza Kurd
kiriye ku eva tiştek e ku di nava şoreşa Kurdan de nû ye. Lewra Dr. Qasimlo ji
bo bidestveanîna piştgiriya siyasî ji tevgera Kurd di asta cîhanî de hewl û
bizaveke zaf dide, bo mînak têkoşîna bê nimûne ya dîplomasiyê ji bo pêkanîna
konferanseke navneteweyî bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rê xistibû ku eva jî
vedigere bo wê ramanê ku wî jêve bû ku divêt pirsa Kurd di forma hundirîn û
herêmî bihê derxistin û bibe pirseke navnetewî. Di vî warî de digot: “Divêt
em ji tev wan kesan re ku guhdariya gotinên me dikin, bibêjin ku daxwaza Kurd
gelek sade û rewa ye, Kurd mafê xwe yê netewî dixwaze ku di Carnameya Gerdûnî ya
Mafê Mirovan de hatiye, wate tiştek ne zêde ye, lewra bo mînak daxwaza Otonomiyê
pirseke ne hundirîn e. Li gelek ji welatên weke dewleta Îranê de heke basa
Otonomiyê tê kirin, dibêjin ew dozeke hundirîn e û ne mafê tu kesekê ye ku dest
têwerde û pêre tevbigere. Lewra pirsa Otonomiyê, ne meseleyeke hundirîn e û
parek ji mafê mirovan e. Lewra jî ew dewlet, rêxistin û kesayetiyên ku xwe bi
aligirê mafê mirovan dizanin, hewce ye ji daxwazên rewa yên neteweya Kurd
piştgiriyê bikin.”(Rojnama KURDISTAN, hejmara 187)
Ji bo gihîştin bi vê meremê, yanî
cîhanîkirina pirsgirêka Kurd, bi vekirina bîroya nûneriyê ji PDK Îranê re li
welatên cuda cuda, têkilîkirin bi partî û aliyên siyasî yên welatên derve,
lidarxistina civîn û semînarên cur bi cur û hevpeyvîn tevî medyayên giştî li ser
pirsgirêka Kurd, karî bi başî pirsgirêka Kurd bi welatên derve bide naskirin, ku
encam, vêc û qazancên bihagiran yên wan awayên xebatê her zû derket û bandoreke
erênî li ser pirsgirêka Kurd danî.
Dr. Qasimlo ji bo pêşdebirina vê
siyaseta rast û dirust ku girtibû beriya xwe û cihgirkirina wan di nava tevgera
Kurd de, di hundirê vê tevgerê de jî hewl û xebateke bêrawestan bo guhartinan
dida, ji ber ku vê tevgerê di hindek waran de hewcehî bi reforman hebû. Her wiha
ji bo derketina rûçikê delal û xweşik ji vê tevgerê re li rex raya giştî ya
derveyî welat, pêwîst bû tevgerê ji hinek kar û kiryarên ne mirovane û biyom dûr
be û paqij biparêze. Ji ber ku dizanî ku dunya ji tevgerekê re ku têkel bi karê
ne mirovane bibe, piştgîriya siyasî nake. Xebat dijî terorîzmê, dijî
nasyonalîzma berçavteng, xebat ji bo cihgirkirina demokrasî û bihayên nûjen û
modern di nava tevgera Kurd de, xebat dijî her cure cudahîdananeke zayendî,
ragezî, olî û netewî, dijî her cure takekes perestiyekê û hwd... ji wan nirxan
bûn ku Dr. Qasimlo bêrawestiyan hewl dida ku bîne nava tevgera Kurd de.
Dr. Qasimlo hemû demekê eva dubare
kiriye ku ji bo gihîştin bi armancên pîroz û rewa, divêt alava pîroz û rewa bihê
bikar anîn, çunkî li ser vê baweriyê bûye ku tevgera Kurd, bizaveke berheq e û
tevgereke ku di rêya mafên mirovî yên neteweyên bindest de serî hildaye, lewra
nabe rûçikê vê tevgerê bi sedema karê terorîstî ve ku bi alava ne pîroz
li nav dike, di nava raya giştî ya cîhanê de xirab bihê kirin. Lewra her çiqas
Dr. Qasimlo rêberê partiyeke çekdar bûye û şerê çekdarî meşandiye, lê hevdem
tevî vê çendê reşkuştin, êxsîr kuştin, lêdan û îşkence, teror, rehîngirtin,
revandina balafiran û teqandinê mehkûm û şermezar kiriye. Lewra ew şerê ku
Partiya Demokrat dikir di şeklê rûyekî û naverokê de tevî terorîzmê cudahiyeke
kûr hebûye. Dr. Qasimlo derbarê wî şerî ku PDK Îranê dikir, digot: “Nabe bîra
me biçe ku Pêşmerge di pêxema bidestveanîna wan armancên gelê Kurd xebatê dike
ku dijminê azadiyê ne amade bûn bi aştiyê wan qebûl bikin û ji bo perçiqandin û
binpêkirina daxwaziyên gelê Kurd êrîş kirine û şer bi ser xelkê Kurdistanê de
sepandine. Lewra şerê Pêşmerge bo berevanî ji azadiyê, şer di pêxema mafeke rewa
de ye û di encam de şer ji bo gihîştin bi aştiyeke serbilindane û adîlane ye”.
Eva naveroka şerekê ye ku Partiya Demokrat kiriye, lewra ye ku wî rêberê zana
hesaba xelkê sivîl û bê berevan ji hikûmeta serkûtker ya Melayan cuda dikir û
dijî pêkanîna tirsê bo ser jiyana xelkê sivîl bû. Li ser vê bingehê bû ku
terorîzm û tevgerên netewî ji hev cuda dikirin û di navbera wan de cudahî
didanîn, digot eva du tiştên ji hev cuda ne, li ser vê yekê tekez dikir û digot:
“Terorîzm û tevgerên rizgarîxwaz yên netewî du pirsên cuda ji hev in, di şerê
çekdarane yan partîzanî de ji bo azadiya neteweyekê penabirin bo ber terorîzmê
ne hewce ye. Berevajî ez bawer im tevgerên bihêz, ew tevgerên ku di rêyên
demokratîk de diçin, rênûmayî tên kirin, alîgirî û piştgiriya xelkê bi wan re
ye, tu hewcehiya wan ji bo penabirin bo ber terorîzmê nine”.
Dr. Qasimlo hetanî wî cihî çarçoveya
şermezarkirina terorîzmê berfireh dike ku ew rêxistin û partiyên Kurdî jî ku
stiratêjiya xwe li ser vê bingehê ava kirine, vedigere û dibêje: “Armanca wan
tevî armanca tevgera rewa ya Kurd ne yek e”. Çunkî cuda ji vê çendê ku tirsa
xirabûna rûçikê tevgera Kurd di nava bîr û raya giştî ya cîhanê de hebûye, tirsa
vê çendê jî hebû ku hikûmetên desthilatdar bi ser Kurdistanê bona vê yekê ku
bizava Kurd bêîtbar bikin û hêcetê ji bo mîlîtarîzekirina Kurdistanê bînin û xwe
wekî parêzerê azadî û mafê xelkê bidin xuyandin, ji kiryarên terorîstî ku ji
aliyê wan girûpane diqewimin, mifaheke nebaş bistînin, lewra gişt çaxekê ev yeka
ji hêzên Kurd re dubare dikir û rêniwînî dikirin.
Dr. Qasimlo cuda ji vê çendê
nasyonalîzma berçavteng jî ret dikir û li ser dostîniya navbera gelan de tekez
dikir û bêrawestiyan ji bo yekîtiya navbera neteweyên bindest yên Îranê hewl û
cehd dikir û bo ji hev nêzîkirin û têkiliyên dostane di navbera wan neteweyan de
dixebitî. Dr. Qasimlo li ser vê baweriyê bû ku hevalbendên stiratêjîk yên me,
neteweyên bindest yên Îranê ne. Her wiha gihîştibû baweriyê ku tenê bi hevgirtin
û hevxebatiya neteweyên Îranê ye ku sîstemeke demokratîk di Îranê de cihgir
dibe. Di vî warî de dibêje: “Tevgera gelê Kurd her çiqas bihêz jî be, aliyê
zaf tenê dikare rejîmê jar û rêyê ji bo hiloşandina rejîmê xweş bike, lê tu
demekê nikare bibe altirnatîv, lewra me berdewam hewl daye ku pêwendiya navbera
tevgera gelê Kurd û gelên din yên Îranê xurt bikin.”
Lewra di demên dawîn yên jiyana xwe
de tevî vê çendê ku berevaniyê ji mafên Kurdan dike, li ser dabînbûna mafên
neteweyên din jî tekez û îsrarê dike. Bi anîna navê wan netewane, dibêje: “Heke
îro pirsgirêka wan netewan çareser nehê kirin, di pêşerojeke nêzîk de divêt em
li benda bûyerên nexweş bibin”. Ev raman û hizre vê rastiyê derdixe holê ku
Dr. Qasimlo nasyonalîzma berçavteng bi tirs bo ji hev belavbûna xebata
mafxwazane ya gelên bindest yên Îranê û her wisa bi rê xweşkirin ji bo pêkhatina
bîra şovenîstî û mezinxwaziyê zaniye, ku eva bi xwe dibe berbend û astengek li
ser rêya hevgirtina neteweyên Îranê û ji hev dûrketina wan. Lewra Dr. Qasimlo bo
berlêgirtin ji serhildana nasyonalîzma berçavteng û her cure mezinxwaziyekê,
dixebitî ku tevgera Kurd demokratîze bike, lewra digot xebata me bi tenê ne
neteweyî ye , belkî xebateke neteweyî demokratîk e. Ji ber ku Dr.
Qasimlo li ser vê baweriyê bû ku mirovê/a demokrat, mirovan ji her netewe, regez
û olekê bibin, ji wan re wekî hev dinêre û dixebite ku nirxên mirovahiyê di nava
civakê de pêşde bibe. Lewra derbarê girîngiya demokrasiyê di nava şoreşê de
digot: “Nabe tu demekê xebat ji bo demokrasiyê biçe bin xebat ji bo mafê
neteweyî yan xebata tex û çînayetiyê”. Eva wê rastiyê derdixe holê ku Dr.
Qasimlo demokrasî bi kilîta çareseriya pirsgirêkan dizanî, lewra bê westiyan
hewl dida ku demokrasiyê weke bingehekê bîne nava tevgera Kurd. Dr. Qasimlo bo
ji holê rakirina berçaviya takekesperestiyê di nava tevgera Kurd ku jêve bû,
astenga sereke ya cihgirbûna demokrasiyê di nava vê tevgerê de ye, cehdeke zaf
da ku vê ramanê du vêc û qazanc di şûnde hebû: 1- Negirêdana tevgerê bi takekes,
2- Perwerdekirina mirovên biwêr, netirs û çeleng. Lewra digot: “Di cîhanê de
tu nemetek ji azadiyê ne binirx û pîroztir e. Azadî keramet û kesayetiyê dide
mirovan û rêyê nade mirov bibin bi muhre ... mirov divêt ji haletê muhrê de bihê
der, bibe kesayetî, bibe keseke/a zindî û çeleng yê/a civakê”.
Ji bilî vê çendê Dr. Qasimlo bo ji
navbirina her cure cudahîdananeke zayendî dijî jinan xebitiye û bo ji navbirina
binpêkirina mafê jinan hewl û bizav kiriye ku di vî warî de dibêje: “Jin
nîviya civakê ne. Her çiqas jin kêmtir di kar û barên civakê de beşdar bibin, ew
qas kar, tekoşîn û afirandin di civakê de kêmtir e û her ew hinde jî civak
paşverûtir e. Lewra radeya beşdar bûna jinan di hemû warên jiyana civakî û
siyasî de, nîşana pileya pêşketina her civakekê ye.”
Ev cure bîr kirine demokratbûn û
nûjenbûna wî rêberê mezin nîşan dide ku bi anîna wan rêbazên rast û biqeîde û
azîn bi nava tevgera Kurd, bû sebebê vê çendê ku tevgera Kurd bikeve ser
rêbazeke nûjen û hemdem. Rêbazek ku bû sebebê pêşdeçûna roj li pey rojê ya PDK
Îranê wekî pêşengê tevgera Kurd li Kurdistana Îranê. Lewra divêt em bîr û rêbaza
Dr. Qasimlo û rêniwîniyên wî rêberê mezin ku bang û gaziya wî pêkanîna civakekê
pêka biha û nirxên mirovî dikir, bi kiryar di nava civakê de xurt bikin, pêşde
bibin û her wiha wan cihgir bikin.
Werger: Azad Kurdî |