|
bi destê Eskenderê Meqdûnî, di
rikeberiyan de pişikdar bû û karî pirtûkekê bi navê Lenîn mêrê herî mezin yê
xebatkar weke xelat werbigire. Xwendina vê pirtûkê bandorek mezin hebû li
sere bîrkirina wî. Li ser pirsên netewî û çînayetî û piştî vê demê ji siyasetê
re hez kir. Ev bi xwe di vê derheqê de bi pirtûka Çil sal xebat di rêya
azadiyê de piştî wê ku basa sefera 30 kesî ji axa û serokeşîrên Kurdan bo
Bakûyê li ser gaziya dewleta Sovyetistana berê dike, dinivîse: “Herçend ku wî
çaxî ez yazde salî bûm, lê wekî gelek ji zarokên wî çaxî, siyasetê bala min bo
aliyê xwe kişandibû. Babê min yek ji endamên vê şandê bû. Gelek baş li bîra min
e, dema ku bavê min ji Bakûyê vegeriya, çend tayê qendê û cifteke xweşik jî tevî
xwe anîbû, çimku wî çaxî qend li Îranê de kêm û giran bû. Dema min ev yek dît,
ez pir heyirî mam, çimku di mala me de birayê min û Kurmamên min ku ji min
mezintir bûn, basê vê yekê dikirin ku babê min bi çend kesên din re çûne Bakûyê
da ku basê maf û azadiyên Kurdan bikin. Lewma min jî rast û rewan ji bavê xwe
pirsî, erê babo mafê Kurdan çi jê hat?”
Ebdulrehman Qasimlo her çend ku bi
xwe di malbateke Axa û Feodal de ji dayîk bibû, lê hertim bi dijî wan ji bo
parastina Mafên Cotkaran diaxivî. Heta li ser mesela çînayetiyê her ji destpêka
zarokatiya xwe de ku hêj temenê wî negehîştibû 12 saliyê, tevî babê xwe gengeşe
dikir.
Ebdulrehman Qasimlo piştî qedandina
dewarana xwendina destpêkî û vegeriyana ji bo gundê Qasimlo û li dema
berhilanîna berheman ku tevî rê û resmeke xasmanî dihate birêve birin, tevî
malbata xwe ber bi zeviyan diçe. Li wir pê dihese ku bavê wî di parvekirina
berhemên bidesthatî de 2 li 3 wan ji xwe re hildigire û 1 li 3 ya wan jî dida
reiyetên xwe. Di halekê de ku Ebdulrehman Qasimlo di vê demê de xorteke 12 salî
bû, bi eyan kirina nerazîbûnê li hember bavê xwe, dibêje babo ez ecêbgirtî
dimînim, tu ji destpêka biharê heta xilasiya payîzê li ser kursiyekê li bin siya
darê dirûnî û kar nakî. Lê vî xelkî ji destpêkê heta dawiya salê kar dikirin,
başe çima dibe 2 li 3 ya wan berheman yên te be û ev cotkarane bi dîtin û kêşana
van hemû ked, bedbextî, zext û mandîbûniyê xwediyê 1 li 3 ya berheman bin?!!
Ebdulrehman Qasimlo bi gotina vê
qisê di nava xelkê de bû xwediyê rêz û hurmeteke tayebet û xelkê gelek hez jê
dikirin.
Di halekê da ku ev pirsyare bû
sebebê nerehetbûna babê Ebdulrehman Qasimlo û dest dide tiştekê û ji bo aliyê
Qasimlo davêje û Ebdulrehman Qasimlo jî dihelê (direve)û heta 6 mehan navêre xwe
nîşana babê xwe bide.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo xwendina
destpêkî û navendî ya xwe li bajarê Urmiyê bi dawî tîne û ji bo domandina
xwendinê diçe Tehranê. Vî di sala 1324(1945)’an de, tekoşîna xwe a siyasî bi
avakirina “Yekîtiya Ciwanên Demokrat ya Kurdistanê” li bajarê Urmiyê dest
pê kir. Di sala 1325(1946)’an de, piştî hiloşandina Komara Kurdistanê li
Mehabadê, ji bo xwendinê diçe Tehranê, li wir dibe endamê Partiya “Tûde”(Partiya
Komonîst a Îranê) û di wê partiyê tevî usûl û dîsîplînên hizbî nasiyar dibe.
Piştî wergiirtina dîplomê di sala 1327(1948)’an de bi borsiya dewletê ji bo
domandina xwendina xwe diçe Parîsê û xwendina xwe di rişteya aboriya siyasî di
domîne. Salek bi ser jiyana Dr. Ebdulrehman Qasimlo nabore ku di 15’ê Rêbendana
sala 1327(1948)’an, li zanîngeha Tehranê de teqe bi Şah tê kirin, ku bû sebebê
ji navçûna hemû azadiyên demokratîk di Îranê de. Bi vê hincetê komcivîneke
berfireh ji aliyê xwendekarên Îranî li Parîsê birêve diçe ku tê de Ebdulrehman
Qasimlo bi tundî li dijî Şah diaxive û di encam de xwendekaran peyameke
nerazîbûnê ji bo Mihemed Reza Şah şandin. Ev kare bû sebebê vê çendê ku hem
balyozxwneya Îranê li Parîsê û hem dewleta Fransayê zext û givaşeke zaf bînin
ser Dr. Qasimlo û di encam de borsiya xwendina wî tê betal kirin û di encam de
ew neçar ma Parîsê bi cî bihêle û bi piştevaniya Partiya “Tûde” diçe Pragê,
paytexta Çekoslovakiya berê. Li wir tevî xatûna “Hêlin Kiralîs” nasyar
dibe û tevî wê dizewice ku encama vê zewicînê du zarokên keç bi navên Mîna
ji dayîkbûya piragê (1953’an) û Hîwa ji dayîkbûya Tehranê 1955’an bû.
Ebdulrehman Qasimlo di vî heyamî de ku di Piragê de mijûlê xwendinê bû, di
çalakiyên Yekîtiya Navnetewî ya Xwendekaran de jî pişikdar bû. Di sala
1330(1951)’an de bi nûneratiya xwendekarên Îranê di kongireya duyemîn ya vê
saziyê de ku li bajarê Piragê pêk hat, pişikdar bû. Her di vî heyamî de ew wekî
nûnerê Îranê di gelek civîn û konferansên Federasiyona Cîhanî a Ciwanan li
bajarê Budapest, paytexta Mecaristanê de pişikdar bû. Sala 1331(1952)’an di çaxê
hikûmeta neteweyî a Dr. Musediq de, Ebdulrehman Qasimlo piştî vê ku ji zanîngeha
Piragê Lîsansa zanistên civakî û siyasî wergirt, vegeriya Îranê. Wî çaxî di
navbera PDK Îranê û Partiya “Tûde” a Îranê de yekîtiya teşkîlatî hebû.
Heval Qasimlo piştî şeş mehan cehd
û tekoşînê ji Tehranê hate Mehabadê û li wir berpirsiyariya karê partiyê girte
stûyê xwe û ji nû ve PDK Îranê organîze kir.
Di sala 1334(1955)’an de bi
pêkanîna yekemîn konferansa partiyê li bilindahiya çiyayên Kurdistanê, di 3
kîlometriya bajarê Mehabadê, cudabûna teşkîlata Partiya Demokrat ji Partiya
“Tûde” hate pesendkirin ku ev biryare ji dayîkbûneke nû ji bo PDK Îranê tê
hesibandin.
Heval Ebdulrehman Qasimlo piştî
pênc salan tekoşîna siyasî li Îranê û bixasmanî di Kurdistanê de, sala
1336(1957)’an careke din vegeriya Çekoslovakiyayê. Di sala 1337(1958)’an, piştî
serkevtina şoreşa Îraqê û vejiyana tevgera Kurd li Kurdistana Îraqê, Dr. Qsimlo
tevî çend endamên din ên berpirs yên PDK Îranê cehd kirin ku tevî cîgirbûn di
Îraqê de, rêxistinên partiyê zindî bikin, lê bi sedema tevdana hindek rêberên
PDK Îranê, ev di vî karî de ne serkevtin û di sala 1339(1960)’an, de Dr. Qasimlo
bi biryara dewleta Îraqê li wî welatî hate derxistin û vegeriya bajarê Piragê.
Dr. Qasimlo sala 1341(1962)’an ji
zanîngeha Piragê doktoraya zanistên aborî werigirt û heya sala 1349(1970)’an di
zanîngeha Piragê de dersa aboriya sosyalîstî û teoriya geşandina aboriyê got. Di
vî heyamî de Dr. Qasimlo çend pirtûk û namîlke li ser arîşeyên aborî civakî û
siyasî nivîsandine ku a herî bi nav û deng Kurdistan û Kurde.
Ev pirtûka cara yekemîn bi zimanê
Çekî hate nivîsandin, lê heya niha bi zimanên Îngilîzî, Slovakî, Lehistanî,
Erebî, Kurdî û hinek beşên wê jî bi Fransayî û Farsî hatine çap û weşandin.
Di sala 1349(1970)’an, de piştî
derçûna daxuyaniya 11’ê Adarê û lihevhatina di navbera rêveberiya tevgera Kurdan
li Kurdistana Îraqê, û dewleta Îraqê îmkana tekoşîna siyasî di Kurdistana Îraqê
de çêtir bû. Di wî çaxî de, Dr. Qasimlo ji Ewropayê vegeriya û bi arîkariya çend
kes ji hevalên xwe ên nêzîk wezîfeya zindîkirina rêxistinên PDK Îranê girte
stûyê xwe. Piştre di sala 1350(1971)’an, sêyemîn Konferansa partiyê li bajarê
Koyê di Kurdistana Îraqê de pêk hat. Herçend ku hejmara pişikdarên konferansê
pitir ji 40 kesan nebû, lê di vê konferansê de endamên Komîteya Navendî hatne
hilbijartin û bername û pirograma ku di pêş de hatibû amadekirin, ji aliyê
konferansê hate pesend kirin û Dr. Qasimlo wekî Sekreterê Giştî hate
hilbijartin.
Sala 1974’an, dema ku têkiliyên di
navbera dewleta Îraqê û Barzaniyan ber bi xirabiyê diçû. Seba wê ku têkiliyên
baş tevî her du aliyên pevçûyî hebû, cehdê dike ku pêwendiyên di navbera wan bi
rewşa asayî û normal vegerîne, lê mixabin cehd û tekoşîna wî nagihîje çi
encamekê.
Dema ku di sala 1974’an de şer dest
pê dike, seba vê çendê ku qebûl nake Barzaniyan li ser daxwaza hikûmeta Sedam di
rojnameya PDK Îranê mehkûm bike, neçar dibe dîsan vegere bajarê Piragê.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo jiber
daxwaz û zext û givaşên endamên partiyê neçar dibe ku konferansa nû ya PDK Îranê
di Tîrmeha sala 1977’an di koşka “Monlîvo” li bajarê “Lorayê Sêrg” di
Fransayê de bigire ku di nava vê konferansê de helbestvanê mezin yê neteweya
Kurd, Hêmin û hejmarek ji endamên rêberiyê jî pişikdar dibin.
Heval Qasimlo di Novembera 1978’an
de bi awayekî nepenî û ji rêya Cildiyanê ve vedigere Mehabadê û bo midehê 5
hefteyan li Mehabadê dimîne. Lê gelek zû piraniya xelkê ji hebûna wî li wir
haydar dibin û ew neçar dibe xwe li ber çavan dûr bixe. Di vî navberê de Dr.
Sadiq Şerefkendî ku paşan yanî piştî şehîdbûna Dr. Qsimlo Sekreterê Giştî yê
Partiya Demokrat li stû digire, Dr. Qasimlo tevî xwe dibe Tehranê û wî di mala
xwe de diveşêre.
Dr. Qasimlo di sala 1979’an de weke
yek ji sê nûnerên Azerbaycana Rojava bo pişikdarîkirin di Parlemanê de tê
hilbijartin. Dema ku xwe amade dike here Tehranê, da ku di Parlemanê de pişikdar
be, bi bihîstina gotara radyoyî a Xumeynî ji biryara çûna xwe poşman dibe.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo di
konferansa 3 a partiyê de ku di meha Cozerdana sala 1350(1971)’an, de pêk hat,
bû endamê Komîteya Navendî û piştre ji bo Sekreterê Giştî yê vê partiyê hate
hilbijartin. Ew ji wê demê pêde di hemû kongireyên partiyê de wekî Sekreterê
Giştî hate hilbijartin û bi vî awayî bo heyamê 18 salan wekî rêberekî lêhatî û
şareza di pileya yekemîn a berpirsiyariyê de kar û barên PDK Îranê di qonaxên
herî dijwar a xebata vê partiyê de rêve bir û di vê rêyê de canê xwe jî goriyê
armancên neteweya Kurd kir.
Mamostayê rêber, Dr. Ebdulrehman
Qasimlo tevî hevalê xebatkar Ebdulah Qadirîazer endamê Komîteya Navendî û Fazil
Resûl Kurdê Îraqê û mamostayê zanîgehê li Viyenê, di 13.07.1989’an de ji aliyê
dîplomat terorîstên rejîma Komara Îslamî a Îranê hatin terorkirin.
Ev sê kesayetî roja 21’ê
Pûşper(12’ê Tîrmehê) tevî bi nav nûnerên rejîma Komara Îslamî a Îranê ku navbirî
bûn ji:
1- Mihemedcefer Sehrarûdî, berpirsê
şanda Îranê ji bo gotûbêjê, endamê payebilind yê Wezareta Hundir, karnas û
şarezayê kar û barên Kurdistanê, cîgirê fermanderê tîpa Sipaha Pasdarên rejîma
Îslamî û şandiyê taybet yê “Refsencanî”, Serok Komarê Îranê yê berê.
2- Hacî Mustefewî (naskirî bi
“Cewadî” yan “Lacewerdî”), endamê payebilind yê dezgeha ewlekarî û tenahiya
Îranê, berpirsê devera Azerbaycana Rojava û Kurdistanê.
3- Emîr Mensûr Bozorgiyan, îskort û
parêzerê fermî yê Sehrarûdî di Apartmana hejmar 5 ya şeqama “Lînkeban” li bajarê
Viyenê de civiyabûn .
Ev gotûbêj li ser daxwaza berdeaam
ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo peydakirina çareyseriye aştîxwazane bo pirsa
Kurdan di Îranê de, hatibû lidarxistin. Gotûbêj dinavbera du aliyan heya roja
10.07.1989’an dom kir. Armanca bingehîn ya rejîmê ne çareseriya doza Kurd di
Îranê de bû, belkî terorkirin û şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî bû. Bi
şehîdkirin rêberê mezin ê netewa Kurd û azadîxwazeke mezin yê Îranê yanî Dr.
Ebdulrehman Qasimlo tevî hevalê xebatkar Ebdula Qadirîazer endamê Komîteya
Navendî û her wiha Fazil Resûl careke din rûçikê rastîn yê hovîtî, mirovkujî û
dijî Kurdbûna rejîma Komara Îslamî a Îranê ji bo hemû cîhanê eşkere dibe.
Jêder:
Pirtûka: Dr. Qasimlo, Rêberek Nûjen
û Şoreşgereke Demokrat, berhevkar, Kawe Behramî.
Pirtûka: Dr. Qasimlo, Banga Aştî û
Azadiyê, berhevkar, Şehab Xalidî. |