|
1988’an ez bûm
berpirsiyarê Komîte Şaristana Urmiyê û di Kongreya 10’ê a partiyê di sala
1994’an de, bi endamê rêberiya partiyê hatim hilbijartin.
Çendîn
berpirsiyarên girîng di nav PDK Îranê de li stûyê wî bûne û niha endamê Komîteya
Navendî û berpirsiyarê bîroya nûneriya PDKÎ li Hewêlê ye.
- Helwêsta hikumeta
Awusturyayê ji bo ronîkirina bûyerê, girtin û dadghekirina qatilan û mahkumkirina
helwesta Îranê çawa bû?
Bi hira
min hikûmeta Awusturyayê hemû sînorên siyasî, exlaqî û hiqûqî û eqlanî binpê
kirin û tu yek ji wan berçav negirt. Li ser xwîna Şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî
û li ser hisaba rêberiya bizava gelê Kurd ne tenê her bikûjên vê cinayetê
negirtin û lêpirsîn û lêkolîn li dor vê dosyê dest pê nekir, belkî ew cinayete
ji xwe re derfet zanî ku tevî Komara Îslamî kete dan û standinê, ticaret û
bazirganiyê û ew dosya ne şopand û heta dosya daxist. Liv û tevgerên wiha mirov
dixin hizra vê çendê ku gelo welatên Ewropayê ku xwe bi bingeh û çavkaniya
demokrasiyê dizanin û dihesibînin û îdea dikin ku mafê mirovan û edaleta hiqûqî
û siyasî di Ewropayê de tam bi maneya xwe dabînkirî ye, ev yek bêwate tê berçav.
Ewropa wek ciheke aram û ewle ji bo mirovên siyasî û azadîxwazan ku di welatê
xwe de ji ber dîktatorî û nebûna demokrasî û mafê neteweyî çûne Ewropayê û ew
Ewropa weke cih û wareke aram û ewle dizanîn, lewra şoreşvanên Kurd rû li
Amerîkayê dikin. Lê mixabin di nav dilê Ewropayê de cinayeteke hovane diqewime,
bêy vê yekê ku helwestek li dijî rêveberên wê cinayetê bigre, belku rast
berevajî wê, hindî dixebite û emel dike dergehên dad û hiqûqê dabixe û dergehên
bazirganî û ticaretê li ser hisaba neteweyek belengaz û bindest veke. Eva ye ew
dadmendiya dezgehên hiqûqî di welateke nav dilê Ewropaya azad û serbest û
demokrat de. Liv û tevgereke wisa ya dewleta Otrîşê ye ku mirov dixe bîra vê
çendê ku erê gelo dewleta Awusturyayê digel terorîstan hevdeng û hevkarê hev in?
Ji bo bersiva pirsa me, pirtûka Îskort ber bi Tehranê yan Qasimlo çawa
ber bi meydana mirinê hate rakêşandin? Ya ku Dr. “Peter Pleach” endamê
Parlamentoya Awusturyayê nivîsî ye û tu şik û gumanek ji bo me Kurdan û nemaze
PDK Îranê nahêle. Lewra heta niha jî serbarê vê çendê ku 19 sal bi ser encamdan
vê bûyera cinayetkarane borî ye û çend hikûmet li Otrîşê hatine serkar û ji
partiyê çep û rast desthilat bidestve girtine, li ber gazî û hawara malbatên
Şehîdên vê cinayetê û neteweyek wek Kurd û hawara me hemû heval, mafperwer û
azadîxwazên Kurd û Ewropî guhê xwe tejî penbû kirine û bersivê nadin. Gelo tu
bêjî nirxa wê cinayetê tenê ticaret û bazirganî be yan peyman û lihevhatineke
stiratejîk û siyasî di navbera dewleta Awusturyayê û Îranê hatiye girêdan?
Berisva wan pirsane li cem dewleta Otrîşê ne.
- Pir
eşkere ye ku di buyerê de rêvebirên kurdan bûne qurbana daf û bêbextiya rejima
Îranê. Çi kêmasiyên PDKÎ yê di buyerê de hebûn?
Bi
hirzra min kêmasiya PDKÎ derheq wê cinayetê di analîzkirina rewşa siyasî ya wê
demê a rejîma Komara Îslamî tê xuyakirin. Partiya Demokrat di şîrove û analîza
xwe de digihîje vê baweriyê ku Komara Îslamî sond xwaribû, soz dabû ku dewleta
Îraqê ji holê rake û piştî heşt salan şer, kuştin, birîndarkirin û derbederbûna
milyon mirovan ji her du dewletan û li ser dirûşm Komara Îslamî di wî serdemî de
ku hawar dikir şer destevta Xwedê ye. Serbarê vê bîr û baweriya xurt a xwe,
têkçûna li hember rejîma Sedam pejirand û dest ji hemû xwestekên xwe berda û
tasika jehirê vexwar û dergehên gotûbêjê tevî rejîma Bees a Îraqê vekir û dest
bi aştiyê kir. Şîroveya Partiya Demokrat ewa bû ku rejîma Komara Îslamî dixwaze
yek ji pirsên herî mezin û girîng ên Îranê, ango pirsa Kud çareser bike. Di wê
demê de mirina rêberê olî yê Komara Îslamî Xomeynî bi ser de hat û PDKÎ gihîşte
ser vê baweriyê ku rayedarên nû yên rejîma Komara Îslamî dê guhertinên micid di
welat de bînin holê, lewra bersiva erê ji daxwaza rayedarên Komara Îslamî bona
gotûbêjan da. Mixabin ew şîroveya siyasî a partiyê wê demê rast derneket.
Kêmasiya duyem ya PDKÎ jî eva bû ku di wê demê de baş dizanî ku Komara Îslamî
biryara ji nav birina Dr. Qasimlo daye, nediviya şexsê Dr. Qasimlo ji wan
gotûbêjan re hatiba şandin! Kêmasiya sêsiyan jî ew e ku bi baweriya min kêmasiya
herî mezin û berbiçav e, ew jî rexneyek e ku ji Şehîd Dr. Qasimlo tê girtin,
çima diviya kes li cihê civînê pê nehesandibû, heta çend kes biçin bo cihê
gotûbêjan, lê di rastî de berisva wê gazinde û rexneyê di pirtûka “Peter Plezch”
hatiye dayîn. Ew di lêkolîna xwe ya derbarê vê bûyerê de dinivîse ku Şehîd Dr.
Qasimlo Polîs û dezgeha Ewlekarî ya Awusturyayê agahdarê civînê kiribû û wan
dizanî ku li wî cihî gotûbêj tên lidarxistin.
- Bi
munasebeta salvegera şehadeta Dr. Qasimlo û hevalên wî, mesaja we ji bo gelê
Kurdistanê çi ye?
Peyma me
ji bo gelê Kurd ewa ye ku herdem Dr. Qasimlo di bibîranîna Şehîdan de digot:
“Gelek ku azadiyê bixwaze, divê nirxa wê azadiyê jî bide, tu neteweyek bêy fîda
û gorîkirina baştirîn keç û xortên xwe di çepera xebat û berxwedanê de
negihîştiye armancên xwe …”. Ji bo gihîştin bi wan armancên pîroz ên xwe, tu
rêyek li pêşiya me nemaye, ji bilî vê yekê ku em li rêya rast û azadiya welatê
me Kurdan ku Kurdistan e, berdewam bin.
Ez
bêguman im ku gelê kurd dê rojekê li ser dijminê xwe de zal bibe, biserkeve û
bigihîje armancên xwe yên neteweyî ku ji bo wan bedel û nirx daye. Bi raya min
domandina xebat û berxwedana azadîxwaziyê baştirîn wefadarî ye ji bo armancên
Şehîdên Kurd û Kurdistanê û nemaze Şehîdê navdar Dr. Qasimloyê derdem zindî.
eurokurd.net &
zarathustra news |