|
- 19
sal berê rêberê gelê kurd, Dr. Qasimlo û du hevalên wî ji aliyê dîplomatên Îranê
ve li Viyanayê hatin kuştin. Buyer çawa dest pê kiribû û çawa bi dawî hat?
Ji bo bersiva vê pirsê, hewce ye em vegerine
serdemê şehîdbûna Dr. Qasimlo û bizanin ka rewş û kawdana siyasî ya tevgera Kurd
li Rojhelatê Kurdistanê di vê demê da di çi qonaxeke hesas de derbaz dibû. Ji
ber ku şehîdbûna Dr. Qasimlo girêdayî bi wê rewşê bû. Wek dizanin di sala
1988’an de, piştî 8 sal şerê malwêranker di navbera Îran û Îraqê de, bi biryara
598’an a Konseya Ewlakerî a Neteweyên Hevgirtî, ew şere hate rawestandin. Hingê
ji bo vê çendê ku qedera tevgera Kurdên Rojhilatê Kurdistanê weke serdemê
şoreşa Eylul a 1975 a Başûrê Kurdistanê nebe qurbaniya lihevhatina du dewletên
dijminên gelê Kurd, PDKÎ bi baş zanî bi rejîma Îranê re deriyê gotûbêjê veke
daku bikare çareseriyek siyasî û aştîxwazane bo doza Kurdên Rojhilat pêş bixe û
nehêle carek din li ser doza Kurd miamile, dan û standin bê kirin. PDKÎ li ser
vê bawerê bû madam ku rejîma Îranê piştî 8 sal şerê malwêranker hazir bûye bi
dewleta Îraqê re ku dijminê wê ye, diyalogê bike û şer rawestîne, çima tevî me
ku partiyek Îranî û daxwazkarê çareseriya aştiyane bo pirsgirêka Kurdên Îrane ne,
ji bo gotûbêjê ne amade be?
Lewma piştî pêşniyazên du alî ji rêya dostên herdu
aliyan ve, qirar hat dayîn ku şanda Îranî û PDKÎ li welatê Awusturya bi hev ra
gotûbêjan dest pê bikin. Dr. Qasimlo û Ebdula Qadirî Azer wek şanda PDKÎ û Dr.
Fazil Resûl jî ku Kurdê Başûr bû, wek dost û navbeynçiyê herdu aliyan tevî
şanda rejîma Îrane dikevine gotûbêjan. Serbarê wê çendê ku Dr. Qasimlo gellek
micid û zanistiyane hewl dide şanda Îranî bi daxwazên Kurdan iqna bike, lê xafil
ji wê hindê ku ew şande ne şanda dîplomasiyê, belkî şanda terorîzma dewletî a
rejîma Îrane ye. Lewma di heyna gotûbêjan de ew terorîstane berevajî hemû orfên
exlaqî û mirovî, bi çekên bêdeng ên xwe Dr. Qasimlo û hevalên wî li ser maseya
diyaloga aştîxwaziyê Şehîd dikin û li cihê bûyerê direvin.
-
Piştî 19 salên din, encama dadgehên Awusturyayê û helwesta Hikumata wê li dij
buyerê çawa dikare bê nirxandin?
Helwesta
karbidestên Awusturya çi di dema vê bûyera dijî mirovî de û çi jî di salên piştî
hingê û hetanî niha jî, helwesteke rezîlane û dijî Kurd bûye. Ji ber ku hemû
cîhan dizane ku piştî Şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî, ew terorîstane çawa bi
hevkariya karbidestên Awusturya bi silametî ji bo Îranê hatne şandin. Ew karê
han di demekê da bû ku ew bûyera terora li dijî Kurd bibû manşeta herî zaf a
weşanên cîhanê. Lê di rastî de dewleta Awusturya hemû nirxên mirovî û pirensîpên
exlaqî goriyê bazirganiya nepenî a çekên malwêranker tevî Îranê kir. Niha jî
piştî 19 sal derbazbûn bi ser vê terora dewletî ya Îranê li dijî PDKÎ, serbarê
gellek hewlên dozger û dostên gelê Kurd, hêşta dewleta Awusturya hazir nebûye
dukomentên girêdayî bi doseya terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî ji bo raya
giştî eşkere bike. Heta hevkariyê nake ku dozgeriya zagonî derheqê wê qetlê
bête vekirin.
Lewma
ji bo dewleta Awusturya şermezariyek mezin e ku nirxên mirovî û pirensîpên
exlaqî, goriyê berjewendiyên bazirganî tevî rejîma Îranê dike û li ber çavê
civata cîhanî, bibe şirîkê vê cinayeta dijî însanî.
-
Terora dewletî ji aliyê Îran, Suriyê û Tirkiyê ve li dijî kurdan tê karanîn. Lê
cîhan û raya giştî vê rastiyê nabîne. Dîtina we li ser pirsê çi ye?
Ez bawer
im teror û cinayetên han li her cihekê, ji aliyê her hêzekê, bi her navek û li
dijî her aliyekê werin kirin, gerek bêne mehkûmkirin. Gerçi em dibînin ku hinek
hêz û dewlet di derbazbûyî de ji bo berjewendiyên xwe bibûne hevkarê terorîstan.
Lê niha hemen dewlet ji ber xetera vê terorê û ji bo parastina berjewendiyên xwe,
naçar bûne wê bêdengiya xwe bişkênin û li dijî terorê hinek gavên rûyekî û
sembolîk bavêjin. Lewra em dikarin hêvîdar bin ku êdî siyaseta înkar û terorê
ber bi dawiya temenê xwe diçe. Gelê Kurd jî wek qurbaniyê terorîzma dewletî li
her parçeyeke Kurdistana birîndar de dê bi xebat û cangoriya xwe serbilindtir
ji her demekê ber bi azadiya xwe nêzîk bibe.
eurokurd.net &
zarathustra news |