Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Hevpeyvîn Bi Azad Kurdî, Berpirsiyarê Rojnameya Agirî Re

 

- Ji kerema xwe re, xwe ji xwendevanên me re bide nasîn.

Ez Azad Kurdî me. Sala 1978’an li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatime dinê. Li Rojhilatê Kurdistanê hemû liv, çalakî û xebatek ku bêhna siyasî û welatparêziyê jê bihê qedexe û ne qanûnî ye, nemaze ji bo Kurdan û partiyên siyasî ên Kurd nikarin di hundirê welat de bi eşkere bixebitin. Ji ber vê rewşê, min sala 1998’an Rojhilat bicî hêla û niha 10 sal in ku di nav refên PDK Îranê de li Başûrê Kurdistanê erkê pîroz û bi rûmet yê Pêşmergayetiyê di rêya azadî û rizgariya gelê Kurd de dixebitim. Di sala 2003’an de, me komek Pêşmergan bi alîkariya PDK Îranê dest bi weşandina

Rojnameya Agirî, weke yekemîn weşana bi zaravê Kurmancî û tîpên Latînî kir û niha ez berpirsiyarê Desteya Weşana Agirî me.

 

 

- Li gorî lêkolînên di destê we de, buyera qetilkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî çawa pêk hat û encama dadgehê, helwesta hikumeta Awusturyayê çawa bû? Îro pirsên nehatine bersivdayîn çi ne? Xebata we li ser pirsê dom dike an na?

Çawaniya pêkhatina bûyerê gellek berfireh e, ez bi kurtî dikarim bi vî awayî bas bikim: Di destpêka havîna sala 1989’an de, Dr. Qasimlo bona beşdarîkirin di Kongireya Sosyalîst Enternasiyonalê û xebat û çalakiyên navneteweyî û rakişandina bala raya giştî ya navneteweyî bo aliyê pirsa Kurd sefera derveyî welat kir. PDK Îranê herdem bawerî bi çareseriya pirsa Kurd ji rêîya aştiyane û gotûbêjê hebûye û heye, ne ji rêya leşkerî ve, wê demê Komara Îslamî berdewam daxwaza gotûbêjan bi PDKÎranê re dikir, lewra di wê seferê de û li ser daxwaza çend carî a karbidestên rejîma Komara Îslamî a Îranê, Dr. Qasimlo, Sekreterê Giştî yê PDKÎ bi Ebdula Qadirîazer, endamê Komîteya Navendî û Nûnerê prtiyê li derveyî welat re li bajarê Viyen li welatê Otrîşê bona çareserkirina pirsa Kurda li Îranê tevî nûnerên şandî ên rejîma Îranê vciviyan. Lê di rastî de dîplomatên şandî ên rejîmê terorîst bûn û wan li berê ve pilan û nexşeyê terorkirina rêberên Kurdan dabûn û biryar ji rayedarên herî bilind ên Tehranê, namze Refsencanî hatibû dayîn. Dr. Fazil Resûl, kurdê Îraqî jî ji bo navbeynîkirinê beşdarî gotûbêjan bibû. Her wiha qirar bû Serok Komarê berê yê Cezayîrê, Ehmed Ben Bilat jî çavdêr û agahdarê gotûbêjan bû û çend rojan berî danûstandinan, Dr. Qasimlo ew dîtibû.

 

 

Gotûbêj 3 rojan hatibûn lidarxistin. Di rojên 11 û 12.07.1989’an de, şanda PDKÎ, b taybet Şehîd Dr. Qasimlo bi berfirehî li ser xwestek û daxwaziyên rewa û berheq ên Kurdan li Îranê diaxive û daxwazên neteweyî ên Kurdan bona çareseriya pirsa gelê Kurd li Îranê tîne rojevê. Lê roja 13’ê Tîrmehê ji Tehranê re fermanê didin şanda xwe ku Dr. Qasimlo û hevalên wî teror bikin. Diroja dawiya gotûbêjan de, şanda rejîma Komara Îslamî ku 3 kes bûne, weke rojên berê beşdarî basan nabin û belge û dukomentên bici mayî didin xuyakirin ku wan tenê kaxiszên ber destê xwe reş kirine û çi jî li ser wan nenivîsandine. Xuya ye ku ew li benda operasyona terorê bûne. Girûpeke çend kesî tên bo odeya gotûbêjan û bi alîkariya dîplomat – terorîstên wan, Dr. Qasimlo û hevalên wî bi awayekî hov û nemirovane Şehîd dikin. Piştî encamdana terorê, dîplomat – terorsît li cihê bûyerê direvin, yek ji wan terorîstan bi navê Cefer Sehrarûdî ku di bûyerê de bi şaşî tê birîndarkirin bi 2 kesên din re dikevin destê Polîsan. Hemû wan kesan karta pênasa dîplomatîk a Îranê hebûne û heta çek û sîlah ji jî rêya balyozxaneya rejîma Komara Îslamî li Awustryayê hatibûn kirîn û amadekirin. Yek ji wan kesên terorîst ku di terora Dr. Qasimlo de dest hebûye, Mehmûd Ehmedînejad, Serok Komarê niha yê rejîma Îranê ye.

Ewa ku derbarê vê bûyera dilêş de ji bo gelê Kurd û PDKÎ cihê kul û keserê ye, helwest û kiryara hikûmet û dadgeha wê demê a Otrîşê ye! Hemû belge û dukomentên zindê li ber destê wan de hebûn ku terorîstên han bigirin û lêpirsînê ji wan bikin û tawanbar bihên mehkemekirin, sed mixbain hikûmeta wê demê a Otrîşê cinayetkarên han piştî 2 rojan bi rêz û hurmet ve, ji Tehranê re şandin. Hikûmeta Otrîşê xwîna rêberên Kurdan kire goriyê berjewendiyên abor, alvêr û dan û satnadinên bazirganî û serbarê vê yekê ku xwe bi parêzerê mafê mirovan, azadîû demokrasiyê dizanin, di waletaê wan de û li ber çavê wan ev cinayeta hovane hate encamdan, li hember de ew tenê bêdeng û bê helwest man.

Ji roja ku teror pêk hat heta îro, hikûmeta Awutryayê doz di warê hiqûqî derxistiye û kiriye dozeke siyasî. Renge we pê ecêb be, li ser îsrar û şopnadina berdewam a PDK Îranê, partiya me bi pereyeke zaf ceza kirin. Her tişt derbarê vê bûyerê de ron û aşkera ye û bersiva her tiştî li dor cinayeta han a terorîstî zelal û eyan e. Lê vî, wijdan û îradeyeke însanî û ne berjewendîxwazane dixwaza ku mixabin hikûmeta Otrîşê hetan niha jî tu gavek di vê derbarê de ne avêtiye û her dem ji bo şopnadina dozê li hember PDKÎ û malbatên

 

Şehîdan asteng û pirsgirêk afirandine. Bona vê yekê hikûmeta Nemsayê divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze. Rexeneyên me di vê derheqê de ji hikûmeta Awustryayê zaf in.

Ji roja qewimîna bûyerê ve, PDKÎ ji rêya parêzeran û malbatên goriyn zext û givaş xistiye û dê bixe ser hikûmeta Otrîşê ku dosyaya terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî di dadgeheke adîlane û serbixwe de bîne rojevê, lê mixabin berjewendiyên aborî û siyasî ên dewleta Awustryayê heta niha rê nedaye ku dadgeke ji bo vê dosyayê pê were û hertium xwestine doz veşartî bimîne. Hemû salê di roja 13’ê Tîrmehê, rêxistinên partiyê li piraniya welatên cîhanê meşên nerazîbûnê lidar dixin û bi awayên cur bi cur daxwaza pêkanîna dadgehekê derbarê dosyay terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî dikin. Hikûmet û dezgeha dadê a Otrîşê dikarî weke Almanyayê bixebite, me dît ku dadgeha serbiwe û adîlane a Almanyayê doza terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî, Serkreterê Giştî yê PDKÎ û hevalên wî şopand û piştî çend salan lêpirsîn û lêkolînan, bi wêrane û netirsane biryara xwe li dijî terorîstûna rêberê Komara Îslmaî da û tawanbarên bûyera ahn jî ceza kirin.

 

- 19 sal berê rêberê gelê kurd, Dr. Qasimlo ji aliyê dîplomatên îranî ve hate qetilkirin. Weke organên PDK-Î, li ser buyera Dr. Qasimlo, "raçavkirina dadgehê, mahkumkirina qatilan û propogande û rastiya rûreşiya dewleta Îranê" ji awira rojnamevaniya lêkolînî û hevkariya bi rojnemane û rojnamevanên netewî û navnetewî xebatên hatine kirin têr dikin, an na?  Rexneyên we çine?

Li gor xizmetên mezin û bihagiran ên ku Dr. Qasimlo ji gelê Kurd re kirine û nirxên ku wî di vê rêyê de dane, hêjayî wî kêm kar hatiye kirin. Lê weke organên ragihandin û çapemenyê ên PDKÎ, di van 19 salên borî de, me bi hemû hêz û şiyana xwe bona aşkerakirina aliyên cuda cuda ên cinayeta Viyenê li dijî rêberên gelê Kurd û PDKÎ xebat kiriye. Radyo, rojnme û kovarên partiyê hemû salê li ser vê bûyera cergbirr ku me yek ji navdarên bê nimûne ên Kurd (Dr. Qasimlo) ji dest da, xebat û çalakiyên cur bi cur dimeîşnin. Televîzyona “TISHK”ê jî di van du salên temenê xwe de bi baîş kar kiriye. Hin medya û Çapemeniyên Kurdan hene, heta niha heta hevokek jî li ser bûyera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî û nirxandina bûyerê nenivîsandine û negotine û tu nekirine, ev yek cihê rexneyê ye, ji ber ku Dr. Qasimlo sermayeke mezin yê neteweyî û rêberekî navdar bû ku heta niha jî kesekî mîna wî çê nebûye. Bi raya min girîng eva ye ku di em di medya û çapemeniya navneteweyî de, li ser wê bûyerê rabiwestin û bixebitin û bala raya giştî a cîhanê bo vê neheqiya ku li dijî gelê Kurd ji aliyê Komara Îslamî û hikûmeta Otrîşê hatiye kirin, bikşînin. Divê em Kurd ji rêya rojname, televîzyon, Radyê û medyyên din ên girîng û bi bandor li seranserî cîhanê li ser dosya şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî pê bihesînin, zanyariyan bidin û wan hay bidin ku zextê ji hikûmeta Otrîşê re bînin da ku dosyayê bixe kar. Em dikarin bi pirr awayan wê xebatê bimeîşnin. Nimûne, em dikarin Kampayneke navneteweyî ya wajoyan bona vê yekê bixin rê ku dikare dengvedaneke mezin hebe, lê mixabin Kurd hemû ji vê yekê xwedî dernakevin û hemû kar, çalakî û xebat tenê hiştine stûyê PDKÎ ku bi xwe di halê xebata şoşreşgerane û rizgariyê de ye û ji bo armancên Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasim û Dr. Şerefkendîû Şehîdên din yên rêya azaiya Kurdistanê dixebite, divê alîkarî û pişgirî pirr alî be. “Peter Pleach” Parlamanterê Otrîşî ser bi Partiya Keskan yek ji wan kesan bûye ku bi ked û zehmetên xwe li ser vê bûyerê pirr hêja lkêkolîn kiirye û pirtûkek balkêş amade kir û çap bû. Pirtûk bi Kurdiya Soranî jî hatiye wergerandin. PDKÎ jî heta niha çendîn rêze pirtûk li ser nirxandina kesayetiya Dr. Qasimlo, axavtin, hevpeyvîn û berhemên wî û çawaniya şehîdkirina wî çap û belav kirine.

Ev rewşa ku di asta medyaya neteweyî a Kurdan û her wiha ya navneteweyî de li ser aliyên cur bi cur ên terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî heye, pirr kêm û jar e û cihê rexneyê ye jî, ez hêvî dikim ku her kes û aliyek vê rexneyê li ser xwe bipejirîne û ji vê dozê xwedî derkeve. Kurdên welatên Ewropayê û cihên din yên cîhanê dikarin roleke baş û bi bandor di vê derbarê de bilîzin.

 

- Li hemberî bûyerên wisa wezîfeyên Medîa Kurdî, yek yek, hevbeş çine?

Di rastî de Medyayên Kurdî tu bername û pilanek bona vê yekê tu nebûne. Bi raya min dema rêberke Kurd tê şehîdkirin yan tê girtin, hewce ye ku Medyaya Kurdî bi giştî li ser vê raweste û bûyerên wisa şermezar bike û gel ji aliyên cihê ên vê bûyerê agahdar bike û zanyariyên dursit û serrast bide gel. Medyaya Kurdî dikare yek yek û bi awayekî hevbeş jî rola û bandora xwe ya hewce bilîze. Dema mirov ji derbasbûyiya 19 salên borî ên medyayên Kurdî dinêre, qelsî û kêmkariyeke xuya û berçav dibîne. Dr. Qasimlo rêberekî mezin yê Kurdan bûye û wî bi başî Kurd bi cîhanê dan nasandin û gellek dostên niha yên Kurdan ew kes in ku bi wî re heval bûne, lewra pêwîst e ku Medyaya Kurdî di vê boneyê de hemû aliyên dosyaya terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî bide ber nirxandin, lêkolîn û dahûrandinê. Çawaniya Şehîdkirinê, siyaseta terora dewletî a Komara Îslamî a Îranê, armancên Dr. Qasimlo ji gotûbêjan çi bûye, kiryar û helwesta hikûmeta Otrîşê û wd… . Cinayeteke nemirovane di nav dilê Ewropayê pêk hatiye, divêt em nehêlin ku xwîna rêberên me bibe qoriyê vêc û berjewendiyên aborîû bazirganî ên welatên cîhanê. Her Medyayek dikare li gor rewş û îmkanên xwe di vê derbarê de bixebite û alîkariyê bike, giring eva ye ku mirama wî karî hebe û xwestin hebe ku wî karî bikin.

 

- Weke rêvebiriya Agirî banga we ji bo medîa kurdî ji bo bûyerên wisa çi ne?

Desteya Weşana Agirî di heyamê 6 sal temenê xwe de gellek bona vê yekê xebitiye. Heke hûn rûpelên 90 hejmarên Agirî hil bidin, ew yek bi hêsanî tê xuya û berçav. Banga me weke Rêvebiriya Agirî eva ye ku her kes û aliyek ji rêya Medyaya xwe bona vê doz bibe alîkar, piştgir û lê xwedî derkevin. Xwîna Dr. Qasimlo û hevalên wî bi neheqî hatiye rijandin û ji aliyekê ew bûne goriyên siyaseta terora dewletî a dewleteke dijmin û dagirkerê parçeyekî Kurdistanê û ew hovane Şehîd kirin, ji aliyê din jî bûne qurbaniyên qazanc û berjewendiyên aborî ên hikûmeteke Ewropayê. Bêdengbûn û bê helwestman li hember vê bûyerê ku niha jî bê encam maye, kêmasiyek e. Şehîdên me sermayên me yên herî bihagiran in û divê em ji bo zindîragirtina ruha wan bêrawestiyan bixebitin. Ew ji ber azadî, bextewerî û dabînkirina pêşerojeke geş ji bo gel; Kurd ê bûne gorî. Lewra di van hincetane de vîn û îradeyeke neteweyî û hest bi berpirsiyariya nîştimanperwerane hewce ye. Pêwîst e ku Medya Kurdî di boneyên weke Şehîdkirina Dr. Qasimlo û yên din ên bi vî awayî çeleng û aktîvtir bibin û di roja qewimîna vê bûyerê de, dosyayên taybet biweşînin. Her ew karê ku hûn ên birêz û weşana we dike. Ev gave we bo me cihê rêz û hurmetê ye û xizmetek e ji bo canê nemir û herdem zindî yê Şehîd Dr. Qasimlo û hemû Şehîdên Kurdistan.

 

 

eurokurd.net & zarathustra news

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Pêncşem, 27’ê Reşemeya 1388’ê Rojî