|
li wî bajarî de
bidawî anî û sala dawî ya paşnavendiyê li Tewrêzê de bi dawî anî û di sala
1338(1959)’ê li zanîngeha Tehranê de lîsansa kîmiyayê wergirt. Hêjayê baldanê ye
ku ew di hemû astên xwendinê de xwediyê pileya yekem yan jî yek ji baştirîn
xwendekaran bûye. Her di wê salê de bû mamostayê waneya kîmyayê û heta sala
1344(1965)’an de li bajarên Urmiye û Mehabadê de mijûlê encam dana erkê
mamostayetiyê bû. Di vê heyamê de weke mamostayeke lêzan û şareza hate nasandin
û ji bo elimandin û perwerdekirina xwendekarên Kurdistanê cehd û tekoşîneke zaf
û berçav kir, bi awayekê ku ew xwendekarên ku wî ders ji wan re digot di
zanîngehan de serkevtin bi dest vedianîn sal bo salê zêdetir dibûn. Aqibet “Sawak”dezgeha
sîxorî ya Rejîma Mihemed Reza Şah xizmeta wî li Kurdistanê de bi hêja nezanî û
tevî hejmareke din ji maostayên hevbîr û alîkarên wî ji bo bajarên “Erak” û
“Kerec” û çend bajarên dinê bi dûr xistin. Mihemed Sadiq Şerefkendî di sala
1349(1970)’an de ji bo zanîngeha “Terbiyet Moelim”ê hate şandin û weke asîstanê
pişka kîmiyayê kar pê hate spartin. Piştî nîşandana jêhatî bûna xwe di wê erkê
de sala 1351(1972)’an bi mifah wergirtin ji burseya Wezareta Zanistê çû bo
Firansayê û piştî mana çar salan li wî welatî karî Duktoraya Kîmiyaya analîzê di
zanîngeha hejmare 6’ê a Parîsê werbigire. Dr. Sadiq Şerefkendî di sala
1355(1976)’an de vegeriya Tehranê û weke alîkarê mamostayê kîmiyayê di zanîngeha
“Terbiyet Moelim”ê de dirêjî bi karê mamostayetiyê da ku di bicîanîna vî erkî de
jî bi tevahî serkevtî bû. Lewma kete ber dilê Mamosta û Xwendekarên wê zanîngehê
û wek mamostayeke dilsoz û li hemen demê de jî xebatkareke bi nav û deng hate
naskirin.
Dr. Mihemed Sadiq
Şerefkendî di sala 1352(1973)’an de dema ku li Parîsê zandora duktorayê didît,
ji aliyê Mamostayê nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo ve tevî bername û pêrewa
hundirîn ya partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hate nasiyar kirin û daxwaza
endam bûn di refa PDK Îranê kir. Piştî vegeriyana xwe ji bo Îranê, bû aliyê
pêwendîdar di navbera Dr. Qasimlo û endamên kevnar yên rêveberiya partiyê û di
vê pêxemê de cehd û tekoşîneke zaf kir û gelek caran xwe xiste tirs û xeterê.
Piştî hiloşîna Rejîma Paşayetiyê û dest pêkirina xebata eşkere ya PDK Îranê, di
sala 1358 (1979)’an de, bû Ravêjkarê Komîteya Navendî û di Reşemeya sala
1358(Fevriye ya 1980)’an de di Kongireya çaran a partiyê de weke endamê Komîteya
Navendî hate hilbijartin û berpirsyariya Komkîteya Partiyê li Tehranê de bi wî
re hate sipartin ku ev berpirsyariya jî bi jêhatî û karzanî ve bi encam gehand.
Di destpêka havîna sala 1359(1980)’an de ji aliyê Rêberiya partiyê ve bo encam
dana karê berdewam, ji bo Kurdistanê hate gazî kirin û hemû hêz û şiyana xwe di
xizmeta partiyê de danî. Di civîna Komîteya Navendî de li havîna sala
1359(1980)’an de weke endamê Deftera Siyasî hate hilbijartin. Di Kongireyên
pêncem, şeşem, heftem, heştem û nehem yên partiyê de hemû carê weke endamê
Komîteya Navendî û li Komîteya Navendî de jî hemû keretekê weke Deftera Siyasî
hatiye hilbijartin. Dr. Sadiq Şerefkendî li dirêjahiya heyama bûna xwe di
partiyê de pitir berpirsyariyên pişka ragihandin û çapemenî (Radyo û weşan) yê
li stû bûye û di sala 1365(1986)’an de hetanî dema şehîdbûna Mamostayê mezin yê
me Dr. Qasimloyê nemir erkê Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê li stû bûye. Dr.
Sadiq Şerefkendî di yekemîn civîna piştî şehîdbûna Dr. Qasimlo bi gişt dengê
endamên Komîteya Navendî weke Sekreterê Giştî yê PDK Îranê hate hilbijartin û di
kongireya nehemîn a partiyê de heta dema şehîd bûna xwe yanî heta 26’ê Xermanana
sala 1371, 17’ê Septembra 1992’an de erk û berpirsyariya giran û zehmet a
Sekreterê Giştî yê PDK Îranê birêve bir.
Xebatkarê mezin yê
gelê me, Dr. Sadiq Şerefkendî di heyama wan 12 salên dawiyê de roleke bingehîn
di rêveberiya partiyê û şoreşa gelê me de hebû. Yek ji rêberên herî layîq û
şareza di nava refên bizava netewî Demokratêk ya gelê me de bû û bi heq divêt em
bibêjin ku xwendekareke jêhatî û hevaleke emegdar yê Dr. Qasimlo bû û piştî
şehîd bûna Dr.Qasimlo jî bû mamostayê dirêjedana rêbaz û armancên Dr. Qasimlo û
bi jêhatiya xwe rê neda nebûna Qasimlo bi wî awayî ku neyarên bizavê hez
dikirin, bi partiyê ve bihê xuya kirin.
Dr. Sadiq her di wê
demê de ku hate nava refên rêberiya partiyê de, yek ji darêjerên bibandor yê
siyaset û helwêstên partiyê bû, li ser parastina usûl û pirensîpên partiyê gelek
pêdegirî û tekez dikir û kesên dudil û herdem li ser hewayekê dixiste ber êrîşa
rexneyan û rê nedida wan ku bandora xirab û nigetîv li ser pêvajoya bizavê û kar
û barên partiyê hebin. Wî gelek hez ji Kadro û Pêşmergeyên partiyê dikir. Lê ev
hezkirina qet bandor li ser nirxandina rastmêzane ya Kadro û Pêşmergeyan û kar û
barên wan nedidanî. Dil paqijî û bêxereziya Dr. Sadiq ji bo hemû hevalên partiyê
bi giştî eyan û eşkere bibû lewra şîretên wî dihatin wergirtin. Bi rola girîng a
karê rêxistinê di nava partiyê de bi başî seh kiribû. Lê tu carekê sazî û
rêxistin li serweyê xelkê nedizanî û li serhişkî û siktarîştiyê bi dûr bû çimku
wî rêxistina partiyê û heta partî bi xwe jî ji bo rêberîkirina xebata gel
dixwest.
Xebatkarê mezin Dr.
Sadiq mirovekî gernas, bi rûhiye, xwedîexlaq, rastbêj û dirustkar û birastî pak
û sadiq bû. Piştevanî ji heq û dadperweriyê dikir û ji wan hemû taybetmendiyên
di siyaset û kiryarê de mifah lê werdigirt. Ew mirovekî pirkar û mandînenas bû
wî hemû dem û wextekê xwe ji bo cîbicî kirina erkên partiyê danî bû. Şoreşvan û
demokratek rastîn bû, ku di her kar û kiryar û helwestekê de ew taybetmendiyên
wî diyar bûn. Wî baweriyeke kûr bi demokrasî û mafê gelên Îranê hebû. Lewma ji
dîtingeha wî de pîvana her liv û bizaveke azadîxawzane di Îran û Kurdistanê de
pêkhatî bû ji tekoşîn ji bo cîgirkirina azadî, demokrasî û mafên berheq yên
neteweyên Kurd û neteweyên Îranê. Siyaset û taktîk ji Dr. Sadiq re têgih û
biwêjek xeyalî û zehnî nebûn. Li gor dîtingeha wî siyaset kiriyara xebatkarane
bû, lewma bi heq û kiryar bibû xwedîk û neynîka taybetmendiyên mezin yên PDK
Îranê.
Dr. Sadiq
Şerefkendî mirovekî xwe bikêm zan û xelkî bû, bi ew qasê ku li hember heval û
hevçeperên xwe rûxweş û lêborî bû, li hember neyar û dijminên partiyê û gelê xwe
de jî tund û bê lêborîn bû. Micid û qahîm li hember wan de disekinî û kêmek
nermatî û gavek zivirîn bo paşve ji wan re nedikir. Wî bi dil û can hez ji gelê
Kurdistanê dikir lewma can û jiyana xwe jî ji bo xizmet kirina bi wan re danîbû.
Ew ji wan siyasetvanan nebû ku ji xelkê weke alav û amûrek ji bo pêşvebirina
armancên xwe mifahê werbigire, ew bi xwe pêşengê bizava xelkê Kurdistanê bû û ji
bilî vêc û berjewendiyên gelê xwe tu qazanc û vêcek taybetî û take kesî jêre
girîng nebû.
Ew
ji bo kadro û Pêşmergeyên partiyê Sekreterê giştî nebû, ew heval û nêzîkî hemû
hevçeperan bû û ew qas bi wan re têkel û nêzîk bû, ku her hevçeperekê bi eşkere
dikarî kulên dilê xwe bal wî vala biket(basbike) û ji rênimayîyên dewlemend û
hêjayên wî mifahê wergire. Dr. Sadiq Şerefkendî baweriyek zaf bi hevkariyê di
navbera gelan û hemû azadîxawazên Îranê de hebû û li ser vê baweriyê bû ku
hilweşandina rejîma Melayan bê nêzîkî û hevkarî û bê hebûna hev pêwenidiya di
navbera hêzên welatparêz û xebatkar yên Îranê, kareke ne mumkin yan aliyê kêm
kareke zehmet e, lewma ji her derfet û firsendekê ji bo vê armanca xwe mifah
werdigirt û bi kiryar cehd jêre dikir û aqibet di vê rêyê de canê xwe goriyê
azadiya Îranê û armancên neteweya Kurd kir. Bîr û navê Şerefkendiyê mezin hertim
dê zindî bimîne û xebat û tekoşîna wî a pîroz di pêxema armancên pîroz yên PDK
Îranê û gelê Kurd û xelkê Îranê û taybetmendiyên şoreşvaniyên wî piştî şehîd
bûna wî jî dê rênivîn û hayderê xebatkarên welatê me bibe. |