|
Demokrata Kurdistanê nebûye. Belê ji ber ku di malbateke welatparêz da çavên xwe
vekiribûn û her wisan demên zarokatiya wî hevdemê hilbûna yekemîn çexmaqa
serketin û azadiyê – anku avakirina Komara Kurdistanê - bû, hezkerê ax û gel û
welat bûye pişkeke giring û bê veqetiyane pênase û hebûna wî. Lê bîranînên
serdemê zarokatiyê bi bîranînên xweş û zîvî nehatibûne pêçavtin, ji ber ku her
di heyameke kurt da Komara Kurdistanê hate hiloşandin. Dr. Seîd birayê Şair (helbestvan)
û nivîskarê mezin yê Kurd, Mamosta Hejar e ku bandora wî li ser kesayetiya Dr.
Seîd hebûye.
Sedemên han bandoreke berçav li ser kesayetî û hizr û bîra Dr. Seîd hebûn û
bibûne binaseya wê hindê ku jiyana giranbiha yê xwe ji bo rizgarî û azadiya
netewa xwe mizext bike. Serdemê piştî teribandina Komara Kurdistanê, serdemê
tepeserkirina bizava neteweyî û demokratîk a gelê Kurd li Kurdistana Îranê bûye
û pişkeke berçav ji şoreşvan û azadîxwazên demokrat neçar bûne koçberê xurbetê û
Kurdistana Îraqê bin. Dr. Seîd di wî serdemî da rêya xwandinê hilbijart ku li
sala 1338'ê Rojî (1959) li "Danişseraya Alî Tehranê" lîsansa Kîmiyayê wergirt,
ji bo xizmetkirin bi Kurdistanê bi zanîna xwe vegeriya Kurdistanê û heya sala
1344e Rojî (1965) li bajarê Urmiyê û Mehabadê mijûlê wezîfa mamostayetiyê(wane
bêjiyê) bû. Di wî heyamî da Dr. Seîd û hevalên wî ji bo xurtkirina qasê zanistî
ya xwandevarên Kurd bê westiyan dixebitîn û her ev hewl û cehdene bûne sedema
wê ku hejmareke berçav ji xwandevanan ku heya wê demê bêwêne bû di zanîngehan da
bihên wergirtin. Her eva han jî bûye sedema wê ku "Sawak"(dezgeha ajanê ya
rejîma Şah) bitirse, ji ber ku karbidestên rijîmê bi başî dizanin ku eger
xurtên gel şiyar bibin û çeka zanistê hilbigirin, qet naçine bin barê zulm û
zordariyê da, “Sawak” ji ber wê ku wê şemala ronahîker ji xwandevanên Kud
bistîne, Dr. Seîd û hijmarek ji mamostayên dilsoj bo bajarên dine yên Îranê dûr
êxistin. Belê Dr. Seîd gelek bi başî bi giringiya çeka zanist û fêrbûnê hesiya
bû, lewma sala 1351'ê Rojî (1972yê Zayînî) bo domandina xwandinê çû Parîsê.
Li Parîsê, jiyan û xebat Dr. Seîd vezivrîneke çarenivîsaz û kûr bi xwe ve dît.
Ev vezivrîne jî nasiyariya wî tevî rêberê zanayê Partiya Demokrat, Dr. Qasimlo
bû. Her di hevdîtineke kurt da, kesayetiya Dr. Seîd ji Dr. Qasimlo re xuya bû û
pêşniyar jê kir bibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê. Li wir jiyana Dr.
Seîd diçe qunaxeke girîng û pişka duyê ji jiyan û xebata wî dest pê dike.
Dr. Seîd li sala 1355'ê Rojî (1979) dukturaya kîmyaya Analîzê werdigire û mîna
mamostayê zankoyê li Zanîngeha "Terbiyet Muellimi Tehranê" dest bi xizmetê dike.
Pêş vegeriyana Dr. Seîd ji bo Îranê dibe pêwendiya nevbera Dr. Qasimlo û endamen
limêjîn yên partiyê li hendirê welat.
Piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê di sala 1358'ê Rojî (1979)’an, de dibe
endamê Şêwirmendê Kumîta Navendî û piştî wê wekî endamê Komîteya Navendî tê
hilbijartin û berpirsiyariya Kumîteya Partiyê li Tehranê dikeve ser milên wî û
li sala 1359’e Rojî da ji bo karê hergavî ji aliyê rêberatiya partiyê ve ji bo
Kurdistanê tê bangkirin û li pilînoma sala 1359’ê da bi endamê Deftera Siyasî tê
hilbijartin. Dr. Seîd li ber lêzanîn û jêhatiya xwe di kongireyên 5,6,7,8 û 9 ê
da wekî endamê Deftera Siyasî dirêjî bi xerbat û têkoşînê dide û ji sala 1365’e
Rojî (1986’e Zayînî) ve heya dema şehîd bûna Dr. Qasimlo, wekî Cihgirê Sekreterê
Giştî yê partiyê di xizmeta partî û gelê xwe da bûye.
Tu kesek nikare haşayê ji nexşê giring û çarenivîssazyê Dr. Qasimlo di
rêberatiya Partiya Demokrat û xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd da biket. Lewma
piştî şehîdbûnê, berpirsiyariya dîrokî û dijwar ya partiyê dikeve ser milên Dr.
Seîd. Dr. Qasimlo di rewşekî dijwar da şehîd bû û hinek kes û alî perîşanê
çarenivîsa partî û tevgerê bûn û dilê dijminan bi ji nav çûna partiyê xweş bibû.
Lewma Dr. Seîd di şiroveyeke dîrokî da îşare bi wê astenga mezin kir û çawaniya
dirêjedana wê rêya seqem û dijwar û her wisan pir ji şanazî dest nîşan kir û
got: Rastî eva hane ku şehîdbûna Dr. Qasimlo, Sekreterê Giştî û Ebdulayê Qadirî,
endamê jêhatî yê Kumîteya Navendî û nûnerê partiyê li Ewropa, derbeke mezin bû
ku ji bizava şoreşavanî û demokratîk ya Kurdistana Îranê ket. Belê di demê
tûşbûna her bûyerekê da - xweş an nexweş – pirsa herî girîng dijkiryarek e ku li
hemberî wê qewimînê tê nîşandan. Eva jî rast ev xala bingehîn e ku îro li
dijkiryara dirêjederên rêya azadî û demokrasiyê li Îranê û nemaze xelkê
Kurdistana Îranê û xebatkarên Partiya Demokrat bi metodeke jêhat tê nîşandan. Ji
ber ku dijkiryara hogirên azadî û xebatkarên rêya mafê mirovan ji bilî
eyankirina hevderdiya dilsozane û pir ji seh û nîşandana piştîvaniyeke berfireh
û yekparçe ji xebatkarên partê û haydana wan ji bo domdana rêya Dr. Qasimlo,
tişteke din nebûye.
Dr. Seîd derbarê qahîmiya reh û rîşala Partiya Demokrat di nava xelkê Kurd de
dibêje: “Partiya Demokart a Kurdistana Îranê êdî dareke sitûre û rêha xwe di
nava kûrahiya axê da kutaye û riherên wê belav bûne. Lewma bi hilkirina reşe
bayekê naşkêt û birîna her çiqên wê jî her çiqas mezin û pan be, nikare ji
xurtbûnê û bergirtinê biêxe.
Piştî şehîdbûna Dr. Qasimlo, berpirsiyariya xurt kirin, wireya pêşmergeyan
dikeve ser milên Dr. Seîd û di çend hevokên şoreşvanî da ku baweriya kûr ya wî
bi şoreşê nîşan dide, dibêje: "Rijîma Melayan, bi eşkere gelên Îranê ji bo
meydana şer û xebatê bang dike û niha jî maye ser me ku em kengî (çi çaxekê) û
çawan ji hêza neşikên xwe tama têkçûn û herifînê jê bidene tamkirin.
Dr. Seîd bawereke kûr bi hêza bê bin ya civatên xelkê hebû û li ser wê bawerê bû
ku Partiya Demokrat, Partiya civatên xelkê Kurdistanê ye. Lewra her ku
berpirsiyariya dijwara rêberayetiya Partiyê kete stûyê
wî, ehd û soz da civatên xelkê ku dirêjederê rêya Dr. Qasimlo û rêya sor ya
şehîdan be û heya serketin an şehîdbûnê dest ji wê rêya pîroz hilnagire. Lewma
bi eşkere digot: " Bi hewce dizanim di wê rewşa zirav û dîrokî de careke din we
xelkê bi şeref û azadîxwaz yê seranserê Îranê û nemaze xelkê Kurdistanê erxayin
bikim ku em xebatkarên demokrat, Partiya şehîdan, ev wezîfa giran ku ketiye ser
milên me, me hajê heye û bi hay jê bûn ve me biryara yekcarî daye ku em gişt hêz
û karîna xwe ji bo domandina rêya Dr. Qasimlo mizext bikin, yanî rêya xebata bê
westiyane di pêxema azadî û demokrasî û mafê mirovan de heya ku di wê rêyê da –
ku rêya sor ya şehîda ye – an emê serkevin, an bi şanazî ve mîna şehîdên ezîz
yên xwe, emê serê xwe danên.
Dr. Seîd wezîfa xwe di yekem pêngav da gelek bi başî rêve bir û nehêla wireya
Pêşmergeyan û xelkê Kurdistanê lewaz be. Duyemîn pêngava dîrokî ya wî
firmolekirina rêya pir ji rûmet
ya Dr. Qasimlo bû. Di vî warî da digot: "Eger
em bixwazin gişt dersên Dr. Qasimlo di dersekê da kurt bikin, ev ders eva han e
ku bala me ji bo aliyê hêza me bi xwe rakêşa û em têgehandin ku em bi xwe ve
piştrast bibin û pişta hevdu bigirin, em dibin xwediyê
hêzeke mezin ku dikare kolêxê zordaran bilerizîne û berhingarê mirinê bike."
Dr. Seîd dirûşma "Qasimlo Qasimlo rêya te dirêje heye" êxiste ser devê lawên
şoreşvan û ev dirûşme bûye pilatforma lawên bi seh û şoreşvan yên Kurdistanê.
Piştî wê ku Dr. Seîd bi serkevtî ve ji wê rewşa zirav ya dîrokî derbaz bû, cehd
kir ku zaniyariyeke zêdatir bide endamên partiyê û civatên xelkê Kurdistanê. Yek
ji wan dersan, nasîna zêdetir ya Rijîma Melayan bû, rijîma ku her gav hewl dide
civatên xelkê bixapîne û her rojê bi terzeke dirûşmên xapêner didan. Lewma di vî
warî da digot: "Em dikarin bi yek mana Rijîma Melayan bi rijîma "qise û dirûşman"
nav bibin. Rijîma ku di wê derheqê de pîvana bingehîn ya wê ji bo karlêhatiyê
pêkhatiye ji "qise kirin û dirûşm danê", kakila axaftinên wê jî giringiyekî
wisan nine. Tiştê giring şekl û terzê axaftinê ye, bi terzekê ku bikare bi
hêsanî seha guhdarên mend û sava bihejîne û bala wan rakêşe heya wî demî ku hêdî
hêdî kakila betal ya wan axaftinan eyan dibe. Îcar axaftineke din û dirûşmekî nû
û . . . hwd. !!!
Dr. Seîd ji bo baştir nasandina Partiya Demokrat, Partiya rastîn ji Partiya çewt
cuda dikir û bal dikişande ser daxwazên xelkê ji bo partekê ku xwe bi aleva
bidestveanîna daxwazên xelkê bizane û derheq wê digot: "Partiyeke rastîn, an
partiyeke xelkî mîna Partiya Demokrat, pêdvî ye ji aliyekê hizr û raman û pejnên
xwe bibe nava xelkê û biryarên xwe ji xelkê re şirove bike, ji aliyê din hizrên
xelkê û bîr û raya giştî li ser pêvajoya tevgerê û her wisan li ser biryar û
kirinên partiyê werbigire û ji xwe re bikete rênima ku amraza wê jî "rêxistin"e."
Dr. Seîd mirovekî reşmêze nebû, belkî bawereke kûr bi pêvajoya geşkirin û
hildana dîrokê hebû. Dr. Seîd li ser wê bawerê bû ku pêvajoya dîroka
mirovayetiyê berev wekhevî û birayetiyê diçe pêş û divê bawerê bi wê hindê were
anîn ku ev pêvajoye cardin berev paş venagere û roj bo rojê xebata gelên mafxwaz
bo azadî û wekheviyê zêdetir xurt dibe û piştevaniya gelên dine yên cîhanê berev
aliyê xwe radikêşe. Lewma bi xatircemî ve digot: "Lêrênînek ji dîroka mirovan
nîşan dide ku mirov roj bo rojê berev pileya bilind a mirovatî û wekhevî û
biratiyê diçe pêş, helbet li ser rêya pêvajoya bê mînak ya mirovan berev pileya
bilind a mirovanetiyê, asteng û girêpêçkên mîna Hîtler û Hizbulahiyên îro ya
Îranê gelek in. Belê xebata bêrawestiyan ya gelên mafxwaz ji bo azadî û
wekheviyê roj bo rojê pitir biratî yanî hevderdî û piştevaniya gelên din yên
cîhanê berev aliyê xwe radikêşe, bê şik di encamê da serdikeve û dispîlîna
bingehîn ya mafê mirovan yanî azadî û wekhevî her rojê zêdetir ji roja berê di
cîhanê da cihgir dibe. Giring eva han e ku cîhan êdî berev paş venakêşe,
pêvanoya we - çiqas hevrîşe girêpêçkan bibe – her berev pêş diçe. |