Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Mayîn Dijminên Nivistî Ên Mirovan

 

Azad Kurdî
azadkurdi@hotmail.com

4’ê Nîsana 2008’an, sêyemîn salvegera diyarîkirina Roja Cîhanî a Hişyarkirin derheq Mayînan û Piştgirî ji kar û Çalakiyên Mayînên Dijî Kes e, di sala 2006’an de, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ev gava mirovî û

berpirsiyarane bi armanca nehêlan û ji holê rakirina mayînên çandî di cîhanê de avêt. Ev roje bi pêşniyara welatên endam di Peymannameya Navneteweyî ya Qedexekirina Mayînên Dijî Kes, naskirî bi Peymanameya Otawa hate rojevê ku niha hejmara welatên endam ên wê paymannameya cîhanî gihîştiye 158 welatan.
Mekanîzma herî baş ji bo çareseriya vê pirsgirêka mezin a cîhanî, meşandina bername û armancên Peymannameya Otawayê ye, nemaze di wan welatan de ku qasê herî zêde mayîn û teqemeniya paşmayî a şeran tê de heye. Ji ber ku ev peymanname berhemanîn, çêkirin, veguhastin û bikaranîna mayînên dijî kes qedexe kiriye û bona jinavbirin û hilgirtina mayînên binerd ên paşdemayiyên şeran bi awayên cur bi cur piştgirî û alîkariya wan welatan dike ku mayîn tê de zaf in.
Bi henceta vê roja cîhanî, Neteweyên Yekbûyî raporek weşand û bal kişande ser vê yekê ku di sala 2007’an de, 6 hezar kes bi sedema teqîna mayînan bûne gorî. RNY di rapora xwe a îsal de balê dikişîne ser vê yekê jî ku serbarê vê çendê ku bizaveke mezin a alîgirên mafê mirovan û navend û rêxistinên aştîxwaz û mirovhez û herwiha saziyên nedewletî ji bo vê pirsgirêka navneteweyî di seranserê cîhanê de daye destpêkirin, lê hêj mayînên dijî kes û bikaranîna wan arîşe û pirsgirêkeke navneteweyî ye û destnîşan dike ku mayînên sererd û binerd di salê de dibin sedema kuştin û siqetbûna zêdetirî 20 hezar kesan û aliyê kêm yek ji pênce a van goriyane zarok û jin in ku piraniya wan xelkê sivîl pêk tînin.
Di seranserê cîhanê de hebûna mayînên neteqiyayî ê bûye kirîz û qeyranek navneteweyî. Hebûna mayînan li zêdetirî 80 welatên cîhanê yê bûye sedema vê çendê ku bi milyonan, jin, zarok, kur û keç li tirsê jidestdana jiyana xwe an beşek ji laşê xwe, tûşî tirs û nigeraniyeke xurt û berdewam dibin û bi vê sedemê ve kar û jiyana wan bikeve xeter û tehlîkeyê û heta ziyan û xisarên zaf ji bo beşên cotkarî, tendurustî, perwerde, bazirganî, sermayedanîna navxwe û derve û wd... a welatan dide.
Di nava welatên cîhanê de, Mîsr bi hebûna zêdertirî 23 milyon mayînan li pileya yekem û Îran bi 16 milyon mayînên neteqiyayî li pileya duyem û welatên Efxanistan, Îraq, Angola û Çînê bi 10 milyon mayînan di pileya sêyem a cîhanê de cih girtine. Rapor vê yekê didin xuyakirin ku nêzîk 110 milyon mayîn li zêdetirî 80 welatên cîhanê de hatine çandin an bikaranîn ku salane dehan hezar mirov dibin goriyên wan.
Her wekî me li ser qala vê çendê kir, Îran bi 16 milyon mayînan, duyemîn welatê cîhanê ye ku herî zêde mayînên çandî tê de hene û çendîn sal e ku ev qasa mayînan wekî xwe mane, kêm nekirine.
Hebûna vê hejmara mayînan di Îranê de vê rastiyê diselimîne ku desthilatdarên Komara Îslamî tu gaveke hewce û micid bona hilgirtin û paqijkirina mayînan neavêtine. Yanî para Îranê 16 ji sedê a hejmara mayînan di cîhanê de ye, teqîna her mayînekê dibe sedema kuştin û jidestdana laşê mirovekê yan çend kesan ku eva bi xwe tirajîdiyek e. 4 parêzgehên Kurd ên Kurdistana Rojhilat (Azerbaycana Rojava, Kurdistan, Kirmaşan û Îlam) tevî parêzgeha Xozistanê -piraniya akinciyên vê Ereb in- hejmara herî zêde a mayînên çandî ên dijî kes û madeyên neteqiyayî ên Îranê li xwe girtine. Bi awayekê ku çar milyon hektar ji zeviyên van 5 parêzgehane û herêmên din ên tixûbê Rojavayê Îranê bi mayînên çandî hatine pîskirin. 70 ji sedê a 16 milyon mayînên li Îranê li 4 Parêzgehên Kurdistan û Xozistanê ne. Mixabin serhejmariyeke rast li ser qasê kuştin û nivîşkanbûna goriyên mayînan di Îranê de tune ye, lê rêxistinên parêzerên mafê mirovan û saziyên nedewletî basa vê yekê dikin ku di wan 5 parêzgehan de ku çar ji wan Kurdistanî ne, rojane 2 heta 3 kes tên kuştin. Pirraniya van mayînane di encama 8 sal şerê malwêranker yê navbera Îran û Îraqê(1980-1988) de hatine çandin, lê tişta ecêb û balkêş eva ye ku îsal 17 sal ji wî şerî derbaz dibe, lê hêj em rojane şahidê mirin û birîndarbûna çend mirovan ji rêya teqînag mayînan di Îranê de ne.
Li gor serhejmariyan, ji sedê 78 a bûyerên teqîna mayînan dibin sedema kuştin, nivîşkanbûna mirovên gorî û nêzîk bi 38 ji sedê a goriyên mayînan bi sedema nebûna îmkanatên pijîşkî û tendurustiyê yên beriya çûn ji bo nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest didin.
Wezareta Parastina Komara Îslamî a Îranê ku erkê paqijkirina zevî û erdê mayînrêjkirî ên Îranê li stû ye, hemû salekê qewl û soza nehêlan û ji holê rakirina mayînan di van 5 parêzgahên Îranê de dide, lê em dibînin ku piştî bihurîna 17 salan ji dawîhatin bi şerê Îran û Îraqê re, hêj mayînên çandî ên nava zevî, zozan, çiya û wd... ên Kurdistana Îranê bi cih mane û ji bilî têkdan û tevlihevkirina jîngeha Kurdistanê ê bûye sedema bêewlehî û pêşneketina Kurdistanê di warê aborî de û berdewam zirar û xisarên mezin ên malî (dirav) û canî çê dibin û roj nine ku em nûçeyê mirin û kêmendambûna kasibkar, têledar, jin, zarok, ciwan, cotkar û zehmetkêşên Kurdistanê nebihîsin.
Gumanek ku kiryar û çalakiyên kêm û bertesk ên organ û dezgehên vê rejîmê li dor paqijnekirina mayînan ji mirov re derdixe holê eva ye ku gelo tu bêjî, rayedarên Komara Îslamî ji ber ku pirraniya cih û deverên mayînrêjkirî ên Rojavayê Îranê ku neteweyên Kurd, Ereb û Azerî lê dijîn, bi taybet 4 Parêzgeh ji wan pênc Parêzgehên ku mayînên çandî têde hene, kurdakincî ne, di çarçoveya polîtîka serkut û çewisandina li dijî neteweyên Îranê pêk neînin û ev arîşe û xetera mezin bêçareserî hêlaye û tu gaveke hewce û bibandor jê re naavêje?! Di halekê de, heke ev pirsgirêka çendîn salî a ku berengar û berbirûyê xelkê van 5 parêzgehane bûye û rojane canê çend hemwelatiyên sivîl û bêguneh distîne, ger li hinek cih û navçeyên din ên Îranê biban, di demeke kurt û kin de dê bihata çareserkirin û mayîn dê bi tevahî bihatana paqijkirin...

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 23’ê Banemera 1387’ê Rojî