|
AKP, di dema
hilbijartinên 22ê tîrmeha 2007an de herwekî ku xwediyê niyeteka wisa be dihate
dîtin. Lê êdî wisa nayê dîtin. Ger pêwîstiyê bi kirina hîn tiştan bibîne yan hîs
bike jî, êdî ne di wê şiyana siyasî de ye ku bikanîbe pêk bîne.
Pêşî divêt dendika pirsê bête têgihîştin
Çi dema ku mesele were ser Pirsa Kurd û Kurdistanê, beriya her tiştî divêt
dendika pirsê bête munaqeşekirin ku bê hela çima pirseka wisa heye? Diyardeyên
bingehîn ku pirsê pêk tînin çi ne? Pirs çima heta bi roja îroyîn nehatiye
çareserkirin? Beriya ku li ser çareseriyê bête axaftin divêt li ser diyarde û
prosesên bi vî awayî bête axaftin, ev tişt bêne munaqeşekirin. Ev hewldan jî
tenê dikanin di rewşeka azadbûna ramanê de, di rewşeka azadbûna xweîfadekirinê
de pêk werin. Ya rast ew e ku azadiya xweîfadekirinê, azadiya ramanê bona ku
meriv bikanîbe di vê mijarê de lêkolînan bike û vê pirsê munaqeşe bike, pêwîstî
pê heye.
Li Tirkiyeyê
azadiya ramanê, azadiya xweîfadekirinê nebûye dezgeheka rûniştî. Qedexekirina
ramanê bi tundî heye. Ev qedexekirin, di serî de bona ku Pirsa Kurd û Kurdistanê
neyête axaftin, bona ku pêşî li munaqeşekirina vê pirsê bête girtin hatiye
danîn. Bona ku pêşî li axaftin û munaqeşekirina pirsên wisa bête girtin pêwîstî
bi qedexekirinê tê dîtin. Dema ku di sîstemeka siyasî de saziya îdeolojiya fermî
hebe, hingê siruştî ye ku pêşî li azadiya ramanê û azadiya xweîfadekirinê bête
girtin. Di sîstema siyasî ya tirk de îdeolojiya fermî saziyeka gelek girîng e.
Ya ku jiyana ramyarî, zanistî û hunerî diyar dike û îstîqameta wan tayîn dike,
îdeolojiya fermî ye. Li cihê ku îdeolojiya fermî ewçend zal be, ne mumkin e ku
ramana azad û zanist pêş de biçin, herwisa, ne mumkin e ku jiyaneka tendurist û
dînamîk a ramyariyê jî pêk were. Saziya îdeolojiya fermî, rê nade ku rewşa
hilberîniyeka tendurist a zanistê çêbibe. Ne mumkin e ku di nav sîstemeka siyasî
ya wisa de, di nav civakeka wisa de azadiya zanistê çêbibe. Di sîstemeka siyasî
de ku saziya îdeolojiya fermî jiyana ramyariyê diyar bike, îstîqameta wê tayîn
bike, pêşî li fikirîn û xweîfadekirina azad bête girtin, qedexekirina ramanê
serdest be, hingê, meriv nikane behsa wê bike ku azadiya zanistê heye û zanist
dikane pêş de biçe. Unîversîte, mîna saziyan li dijî azadiya ramanê ne. Meriv
dikane bibêje ku di nav saziyên ku pêşî li azadiya ramanê digrin de unîversîte
di serî de ne. Bêguman di unîversîteyan de hindek mamostayên ku xwediyê fikrekî
azad bin jî hene. Lê hejmara kesayetên wisa gelek kêm e. Divê em bidin zanîn ku
îdeolojiya fermî ne ku îdeolojiyek ji îdeolojiyan e. Îdeolojiya fermî bi
mueyîdeyên îdarî û cezaî tê xwedîkirin û parastin. Bona ku piçek îdeolojiya
fermî rexne kirine, derheqê gelek mamostayên unîversîteyê de doz hatiye vekirin,
hatine mehkûmkirin, ji unîversîteyê hatine dûrxistin. Ev nîşaneyên balkêş in, ku
di unîversîteyan de tunebûna azadiya zanistê bi me nîşan didin. Biryara dadgehê
ya derheqê hindek profesoran de li Temyîzê hate xirakirin. Hingê ev jî bi me
nîşan dide ku dadgeh jî ji edalet û huqûqê dûr ketine, bûne organên îcrakirin û
parastina îdeolojiya fermî.
Şertê bingehîn
yê zanistê ew e ku azadiya ramanê hebe. Hilberîniya zanistê tenê dikane di
şertên ku azadiya ramanê wekî saziyek rûniştiye de pêk were. Şertê bingehîn yê
demokrasiyê jî ev e. Di nav civaka ku pêşî li azadiya ramanê hatiye girtin û
azadiya xweîfadekirinê hatiye astengkirin de demokrasî pêk nayê. Kengî ew
mewzuata ku pêşî li azadiya xweîfadekirinê digre bête rakirin hingê demokrasî
dikane pêk were.
Tiştên ku
AKP nekirine
Partiya Edalet
û Pêşveçûnê (AKP) di vî warî de çi kiriye? Di warê hilanîna qedexeyên li ser
ramanê de çi hewldaneka wê çêbûye? Ger meriv ji layê tiştên ku AKP nekirine bala
xwe bide ser meseleyê dê hîn baştir be. Ew hewldana anîna rojevê ya serpûşê
(turban), di vê hewldanê de înad kirin, divêt ji hewldanên anîna azadiyê neyêne
hesibandin. Divêt ev hewldan wekî hewldaneka tercîhkirina jiyana muslumantiyê
bête hesibandin. Ev rastiyeka li meydanê ye ku di warê têkoşîna li hemberî
qedexeyên li ser azadiya ramanê de hukûmetê çi gavek neavêtiye. Jixwe, di
meseleya serbestkirina serpûşê de jî bi partiyeka ku herî zêde li hemberî
azadiya ramanê ye, ango bi Partiya Bizava Neteweyî (MHP) re hevkarî kir. Ev jî
bi awayekî vekirî bi me dide nîşan ku çi peywendiya serbestkirina serpûşê bi
hilanînan qedexeyan re nîn e. A di rewşeka wisa de li ser çareseriya Pirsa Kurd
axaftin têne kirin.
Ez ne di wê
qenaetê de me ku hukûmet xwediyê wê îradeyê ye ku bikanîbe Pirsa Kurd çareser
bike yan jî çareyekê ji Pirsa Kurd re bibîne. Di vir de jî, divêt ez bidim zanîn
ku peyva “çareserî” têgeheka îzafî ye. Wekî mînak, ew tiştê ku hûn jê re dibêjin
“çareserî” û berevaniya wê dikin, dibe ku li gorî hinekên din kêm be. Ev yek baş
aşkera ye ku hukûmet di warê çareserkirina Pirsa Kurd de ne xwediyê îradeyeka
siyasî ye. Meriv dikane bala xwe bide ser doza girtina Partiya Edalet û
Pêşveçûnê û vê yekê îzeh bike. Serdozgerê Komarê yê Temyîzê di roja 14ê adara
2008an de li Dadgeha Qanûna Bingehîn doza girtina AKP da vekirin. Di civakên
demokratîk de, di sîstemeka demokratîk a siyasî de girtina partiyên siyasî ne ji
bûyerên wisa ne ku hertim bêne dîtin. Mebêjin ku ev partî ji sedî 47 (% 47) ray
girtibe, hingê, ev yek dibe bûyereka wisa ku meriv li ser baş bifikire. Ji ber
ku Tirkiye ne xwediyê sîstemeka demokratîk a siyasî ye, hingê hertim bi girtina
partiyên siyasî re rû bi rû dimîne. Girîngtirîn saziya sîstema siyasî ya tirk
îdeolojiya fermî ye. Bona ku berevaniya îdeolojiya fermî bête kirin di qadeka
berfireh de qedexeyên ramanê hene. Di Qanûna Cezayê de, di Qanûna Têkoşîna li
Hemberî Terorê de, di Qanûna Partiyên Siyasî de, di Qanûna Saziyên Xwendina
Bilind de, di Qanûna Civîn û Xwepêşandanên Girseyî de û hîn di gelek qanûnên din
de qedexeyên ramanê hatine danîn. Di mewzûatên cezayê de qedexekirina ramanê
gelek berfireh cih girtiye. Ev fehma hanê bi civakeka demokratîk re nagunce.
Îdeolojiya
fermî, di serî de artêşa tirk, ji layê unîversîte, dadgeh, çapemenî û gelek
saziyên bingehîn yên din qewî tê parastin. Xwediyên îdeolojiya fermî, ewên ku
berevaniya îdeolojiya fermî dikin, dixwazin vê yekî bînin bîra hukûmetê, bînin
bîra AKP: Tu dişêy ji sedî 47ê rayan werbigrî û hukûmetê saz bikî. Heta dibe ku
rêjeya rayên te hîn zêdetir jî be. Ev dikane bibe ji sedî 52 yan jî 53. Dibe ku
ji viya jî bilindtir. Lê çi qiymeteka vê yekê li ba me nîn e. Xwediyê Tirkiyeyê
em in. Dibe ku tu bikanîbî hukûmetê saz bikî lê îqtîdar em in. Çi giraniyeka te
li hemberî îqtîdara me ya fiîlî û daîmî nîn e. Dibe ku li Meclisê (TBMM) “Hakimiyet
bê qeyd û şert yê miletî ye” hatibe nivîsîn. Ev sloganek e. Lê hakimiyet bê
qeyd û şert di destê me de ye…
AKP, hukûmet,
kes û saziyên ku berevaniya hukûmetê dikin û çapemenî, gazincan dikin ku
“partiyeka siyasî ku di hilbijartinan de 16 mîlyon û nîv ray girtine çawa tê
girtin?” Gelek aşkera ye ku ev proses ne proseseka demokratîk e. Ka hela em bala
xwe bidin ku AKP, ango hukûmet derbareyê girtina partiyên siyasî de xwediyê
hişmendiyeka çawa ye? Divê em bala xwe bidin ser vê yekê: Çar meh beriya vebûna
doza girtina AKP, di roja 20ê sermaweza 2007an de derbareyê girtina Partiya
Civaka Demokratîk (DTP) de doza girtinê vebû. Ev doz niha li Dadgeha Qanûna
Bingehîn dewam dike. Dema ku ev doz hatibû vekirin, hingê AKPyî ji keyfan
firîbûn. Digotin “Partiyên ku li gorî Qanûna Bingehîn tevnegerin, partiyên ku
cudaxwaziyê bikin, dê bêne girtin”. Em roja 14ê adara 2008an bînin bîra xwe. Wê
rojê serekwezîr Receb Teyîb Erdoganî digot, “Ez wekî serekwezîr, bi DTP re
naaxifim”. Digot, “Bona ku ez bi DTP re biaxifim, şertê bingehîn ew ku bila
bibêje ‘PKK rêxistineka terorê ye’.” Ev helwêsteka antîdemokratîk e, serekwezîr
bona ku bi wekîlên ku xelkê ew hilbijartine re, bi partiya wan DTP re biaxifê
şertekî wisa diavêje ber wan. Ev yek bi me dide nîşan ku serekwezîr ne xwediyê
hişmendiyeka demokratîk e. Serekwezîr Receb Teyîb Erdogan ligel serekwezîrê
Spanyayê Jose Luis Rodrigez Zapetaroyî hemserektiya “Projeya Lihevanîna
Medeniyetan” û “Îttîfaqa Medeniyetan” ku di çarçoveya Yekîtiya Neteweyan de
hatine danîn û ji layê Yekîtiya Ewropayê ve têne destekkirin dike. Pirsa Kurd,
helbet di nav pirsgirêkên Tirkiyeyê de ya sereke ye. Serekwezîrê ku di vê mijarê
de xwediyê vê helwêsta hanê be, hingê ew rola wî ya di projeyeka wekî lihevanîna
medeniyetên Rojhilat – Rojavayê de tenê merivî dibişirîne. Digel vê yekê jî,
dîsa serekwezîr di axaftina xwe ya bi sernavê “Banga li Neteweyê” ya di roja 31ê
adara 2008an de digot, “Em nebûn yên ku ji hev dikin, em bûn yên ku li hev
tînin”. Lê helwêsta serekwezîr ya li hemberî Pirsa Kurd, van gotinên wî pûç
dike.
Serekwezîrî,
dema ku bona girtina AKP li dadgehê doz hate vekirin jî, wisa digot: “AKP di
hilbijartinan de nêzî 17 mîlyon ray wergirtine. Girtina partiyeka wisa, girtina
partiyek ku bi tena serê xwe şiyaye hukûmetê damezrêne, bi me dide nîşan ku li
hemberî vê partiyê tenê bi kîn û qerezê tevgeriyane.” Sîstemeka siyasî ku
azadiya ramanê mîna saziyekê têde rûneniştibe, ew ne sîstemeka demokratîk e.
Sîstemeka siyasî ku têde îdeolojiya fermî li ser jiyana ramyarî, zanistî, hunerî
û siyasî zal be, ew jî ne sîstemeka demokratîk e. Redkirina axaftina ligel
partiyeka siyasî ku di hilbijartinan de 2 mîlyon ray girtine, qebulnekirina
parlementerên vê partiyê, helbet ne helwêsteka demokratîk e. Ger tu rabî
partiyeka wisa ji nedîtî ve werî, vê partiyê red bikî, tu girtina vê partiyê
teşwîq bikî, hingê dê hêzeka ji te mezintir, hêzeka serdest jî rabe te red bike,
dê te ji nedîtî ve were, bona girtina te dê bikeve nav hewldanan. Ger di
sîstemeka siyasî de reftariyeka anîdemokratîk serdest be, hingê, siruştî ye ku
ev bûyerên wisa rû bidin.
Derbareyê
Pirsa Kurd de polîtîkaya bingehîn
Derbareyê
kurdan de, derheqê Pirsa Kurd û Kurdistanê de awir û polîtîkaya bingehîn a
îdeolojiya fermî, înkar û tunekirin e. Li Tirkiyeyê hemî hukûmet pêşî awirê
fermî di xwe de qebul dikin, dikin awirê xwe, hîn dibin hukûmet. Belgeya
Siyasetê ya Asayîşa Neteweyî (Milli Güvenlik Siyaset Belgesi) belgeyeka wisa ye
ku bi awayekî fiîlî di ser Qanûna Bingehîn re ye. Çi dema ku te pêwîstiya vê
belgeyê pêk anî, hîn tu dikanî bibî hukûmet. Ev jî, di esasê xwe de, siyasetê
teng dike, ev belgeya hanê belgeyeka wisa ye ku awirê fermî di ser jiyana siyasî
de zal dike. Di çarçoveya vê belgeyê de artêş, dadgeh û unîversîte di nav
hevkariyeka xurt de ne. Çapemenî jî berevaniya vê hevkariyê dike, vê hevkariya
hanê teşwîq dike, geştir dike. Lêbelê heta ku meriv li hemberî vê rewşa
antîdemokratîk tênekoşe, ne mumkin e ku meriv demokrasiyê saz bike. Ev hevkariya
hanê li Tirkiyeyê pêşiya siyasetê dixetimîne, geşedan û pêşveçûna siyasetê
asteng dike. Diyardeya sereke ya siyaseta tirk ev e. Pirsa Kurd ne ew pirs e ku
bi rêya vekirina pakêtan çareser bibe. Pirsa Kurd û Kurdistanê ne ew pirs e ku
li ser daxwazên Yekîtiya Ewropayê hindek guhertinên piçûk yên di qanûnan de
çêbibin û ev pirs çareser bibe. Di çareseriya vê pirsê de pêşî pêwîstî bi
guherîneka xurt a di warê hişmendiyê de heye, pêwîstî bi hişmendiyeka demokratîk
heye. Bona vê yekê jî divêt ev siyaseta antîdemokratîk bi têgehên zanist û
siyasetê ji binî ve bête rexnekirin. Hebûna partiyên siyasî, zêdebûna partiyên
siyasî, ji çendeyek carekê çêbûna hilbijartinan, bona demokrasiyê qîm nakin. Li
cihê ku azadiya ramanê, azadiya xweîfadekirinê mîna saziyekê nehatibe
rûniştandin, li wir demokrasî saz nabe. Çawa ku azadiya ramanê, azadiya
xweîfadekirinê şertên bingehîn yên zanistê ne, herwisa jî, yên demokrasiyê ne.
Hukûmet, Partiya Edalet û Pêşveçûnê bona ku pêşî li girtina partiya xwe bigrin,
dixwazin selahiyetên Dadgeha Qanûna Bingehîn kêm bikin, bi vê niyetê dixwazin di
qanûnan de hîn guhertinan pêk bînin. Ev ne reftariyeka demokratîk e. AKP çawa ku
hukûmetê ava kir, wê demê ger li hemberî van qanûnên antîdemokratîk biketana nav
têkoşinekê, hingê, dê gelek maqul bûya, lê tu hewldaneka wisa ya AKP, ya
hukûmetê çênebû. Heta ku di dema hilbijartinê de soz dabû ku dê hindek qanûnan
biguherîne lê piştî ku bû hukûmet, tiştê ku gotibû jî nekir. Herwisa, ev jî tê
zanîn ku dema li hemberî Partiya Civaka Demokratîk doza girtinê hate vekirin, ev
yek bi fehmeka wekî “oxweş”, bi hestên mîna “oxweş” hate pêşwazîkirin.
Em roja 9ê
sermaweza 2005an bînin bîra xwe. Li Şemzînan bombe avêtin dikana kitêbfroşekê.
Yên ku bombe avêtin ji layê xelkê ve hatin girtin. Yên ku hatin girtin
wezîfedarên dewletê bûn. Ew rûdanên piştî vê bûyerê jî têne zanîn… Vê diyardeyê
da xuyakirin ku dadgeh ne serbixwe ne, tu qiymeteka biryara dadgeran jî nîn e.
Vê bûyerê da nîşan ku serweriya huqûqê jî hîç nîn e. Endamên dadgehan hertim
derdikevin dibêjin “Dadgeh serbixwe ne, tu kes, tu meqam yan jî tu merciyek
nikane ferman, yan jî îlham bide dadgeran…”. Rexneyên hindek nivîskar û
rojnamegeran yên derheqê vê dozê de, di vê çarçoveyê de hatin dîtin û doz li wan
vebûn. De baş e, ew wezîfadarên dewletê ku li Şemzînan bombe avêtin dikana
kitêbfiroş, ew endamên artêşê, ku serekerkanê artêşê derheqê wan de got “Ev
zarokên baş in, ez wan nas dikim”, gelo dadgehê derheqê wan de çi kir? Dozgerê
Komarê yê bajarê Wanê bona ku di doznameyê de behsa hin generalan kiribû, ji kar
hate dûrxistin. Gelo van endamên dadgehê çima wê demê xwedîtiyê li wî dozgerî
nekirin? Ev yek derbareyê rewşa serbixwebûna dadgehê de fikrekî dide me.
AKP di bûyera
Şemzînanê de li hemberî dendika poladî ya dewletê têk çû. Nikanîbû li hemberî vê
dendika poladî ya antîdemokratîk têbikoşe, berevajî, AKP bi vê reftariya
anîdemokratîk re bûye yek. Vê yekê jî otorîteya hukûmetê, karîgeriya hêza wê ya
rêvebirinê kêm kiriye, hukûmetê lawaz xistiye. Li derekê ku otorîteya hukûmetê,
karîgeriya hêza rêvebirinê ewçend bête kêmkirin, aşkera ye ku dê “Çeteya
Ergenekonê” hêzdartir bibe. Çeteya Ergenekonê çawa ku hêzdar bû, bêguman hedefa
yekem ku dê berê xwe bidiyê, hukûmet bi xwe ye. Lêbelê têkoşîna biryardar a
hukûmetê ya li hemberî vê çeteyê dê hem hukûmetê û hem jî Tirkiyeyê hêzdar bike.
Sedemê
bingehîn yê antîdemokratîkiya jiyana siyasî ya tirk
Girîng e ku li
vir pirseka wisa bête pirsîn: Gelo çima ewçend siyaseteka antîdemokratîk hatiye
pêkanîn? Gelo çima pêwîstî bi siyaseteka antîdemokratîk û qedexeyên ramanê
hatiye dîtin? Bersiva van pirsan bi awayekî organîk ligel Pirsa Kurd peywendîdar
e. Bona ku kurdan û Pirsa Kurd di bin fişarê de bigrin, bona ku pirs neyête
fêmkirin, bona ku pêşî li têgihîştina pirsê bête girtin, bona ku di nav kurdan
de hêviyeka çareseriyê çênebe, bona ku pêşî li vejîna hêviyê bête girtin,
pêwîstî bi kiryarên antîdemokratîkiyê û qedexekirina ramanê tê dîtin. Sîstema
serweriya tirk sîstemeka wisa ye. Partiyên siyasî, sendîka, çapemenî û
hilbijartin ji vê diyardeya antîdemokratîk re dibin perde, rê nadin ku bi zelalî
bête dîtin.
AKP, ango
hukûmet, dixwaze bi rêya biratiya dîndariyê, bi rêya biratiya îslamiyetê ji
pirsê re çareyek bibîne. Ango dixwaze bi rêya biratiya dîndariyê, bi rêya
biratiya îslamiyetê pirsê bihelîne. Di nav hewldanê de ye ku pêşveçûna neteweyî
ya kurdî, prosesa geşedana neteweyî ya di nav kurdan de, têkoşîna bidestxistina
mafên wan ku ji destê wan hatine derxistin, di nav xurtkirina prosesa dîndariyê
de tune bike. Li Tirkiyeyê, dîn, bi tevayî di bin kontrola dewletê de ye. Ji vî
layî ve Komara Tirkiyeyê ne dewleteka laîq e. Li hemberî bizava kurdayetiyê
bikaranîna dîn û cereyanên dîndariyê yek ji girîngtirîn polîtîkayên dewlete ye.
Ev yek tê zanîn ku bizava Hîzbullahê ji layê dewletê ve hate danîn û endamên wê
di garnîzonên leşkerî de hatin perwerdekirin. Wekî mînak, di navbera Hîzbullaha
li Tirkiyeyê û ya li Lubnanê de ji layê raman, çalakî û amancê de cudatiyên
gelek mezin hene. Tê zanîn ku Hîzbullaha li Tirkiyeyê bi dîrektîfên dewletê li
bajarên kurdan yên mîna Batman, Farqîn, Diyarbekir, Bismil, Nisêbîn, Bidlîs,
Tetwan û hwd. li hemberî welatperwerên kurd, wekî mînak, li hemberî terzî,
berber, koşkar û esnafên mîna vana, li hemberî mela û dersdaran êrîşên tund
kirin, di van êrîşan de gelek kes hatin kuştin. Lêbelê ev jî tê zanîn ku
Hîzbullaha Lubnanê bi perwerde, tenduristî û debara xelkê re eleqedar dibe,
çalakiyên başkirina rewşa civakê pêk tîne.
Fetullah Gülen
jî kesekî wisa ye ku di bin perdeya dîndariyê de netweperestî û nîjadperestiya
tirkayetiyê pêşde dibe, tirkayetiyê di nav xelkê de belav dike. Herwisa, ev jî
tê zanîn, berhemên ku Seîdê Nursî di dawiya sedsala 19an de derbareyê kurdan de
nivîsîbûn, ku wê demê bi navê Seîdê Kurdî dihate nasîn, bizava fethullahî, ango
civata Fethullah Gülenî van berheman tehrîf dike û şeklê wan yê tehrîfkirî belav
dike. Ji bilî ku di nav têgeha biratiya îslamê de kurdan aware bike, hişê kurdan
biçelqîne, hestên kurdayetiyê di nav kurdan de pûç bike, tu amanceka din a AKP û
hukûmeta wê heye? Herwisa, ev jî li ber çavan e ku dewlet bi xwe di nav
hewldaneka mezin de ye ku li herêmên kurdnişîn cereyanên dîndariyê geş bike,
wekî mînak, bi destê xwe Kursên Xwendina Quranê, Xwendegehên Îmam Xetîbê vedike.
Dîsa, ev jî tê zanîn ku, ev projeyên antîdemokratîk ku li hemberî kurdan têne
danîn û têne tetbîqkirin, li Tirkiyeyê pêşî li başbûna rewşa civakê digrin, ji
pêşveçûnê re dibin asteng.
Ji bingeh
de pêwîstî bi guherîna hişmendiyê heye
Niha divêt
bona vê pirsê em li ser çareseriyên tendurist bifikirin. Heta ku ji Pirsa Kurd
re çareseriyeka tendurist û mayinde neyête dîtin ne mumkin e ku demokrasî bête
sazkirin. Pirsa Kurd jî tenê di encama prosesa guhertina hişmendiyê ya di
bingehê de dikane bête têgihîştin, ango di prosesa demokratîzebûna hişmendiyê de
dikane bête fêmkirin û têgihîştin. Çareseriya pirsê jî tenê dikane di proseseka
wisa de bête axaftin û munaqeşekirin.
Veguhartina
hişmendiyê çawa çêdibe? Di dawîtirîn êrîşa bo derveyî sînor de (12-29 sibat
2008) dewletê da zanîn ku 240 PKKyî hatine kuştin. Çi dema ku di pevçûnan de
leşkerek jiyana xwe ji dest bide hingê tavilî karbidestên dewletê û hukûmetê,
partiyên siyasî û çapemenî şînê datînin, bi îfadeyên mîna “Hîn salek berê
zewicîbû”, “Ev salek e bûye bav”, “Dê sê roj paşê teskere bistendana”, “Dê du
meh paşê daweta wî çêbibûya”, “Dergistiya wî reş girêdaye…” hewl didin xwe ku
derbareyê leşkerê kuştî de sempatiyê çêbikin, sempetiya heyî zêdetir bikin.
Dîmenên ku fikr û hestên malbata leşkerî nîşan didin, derdixînin ekranên
televîzyonan. Lê ji layê din ve, çi dema ku di pevçûnan de bi dehan PKKyî jiyana
xwe ji dest bidin jî, hingê heman kes derbareyê wan de dibêjin, “Geber bûn”,
“Deh xayînên din jî hatin tunekirin”. Qet bala xwe nadin ser ku dê û bav û
malbatên wan hene. Evên hanê, ji nedîtî ve tên, tune têne hesibandin, qet pax bi
wan nayê kirin. Çi caran behsa fikr û hestên malbatên wan nayê kirin. Ev e, çi
dema ku ew jî wekî însan bêne dîtin, bête zanîn ku dê û bav û xwişk û birayên
gerîllayan jî hene, fikr û hîsên wan jî hene, pêwîstî e ku meriv wan jî fêm
bike, hingê wê demê veguherîna hişmendiyê dest pê dibe.
Piştî ku
leşker ji derveyî sînor vekişiya, serekerkanê artêşê bi hindek rexneyan re
rûbirû ma, hingê fetilî got, “De ka hûn jî herin 24 saet li wan deran bimînin ez
ê we bibînim!” Divê ev hîsên hanê jî bêne analîzkirin. Baş e, gelo çima gerîlla
bi salan e ku li wan deran e? Hêviya gerîlla çi ye? Ev e, veguherîna hişmendiyê
bi vê empatiyê, bi pêkanîna vê empatiyê ya di nav xelkê de dest pê dibe. Ev
gotina li jorê li ser hesabê gerîlla helsengandineka erînî ye. Ev jî girîng e ku
ev helsengandin ji layê hêzekî ku şer dike hatiye kirin.
Behsa vegera
bo malê, behsa çekdanîna PKK tê kirin. Helbet divêt li ser vê jî bête fikirîn ku
ev xortên hanê çima terka mala xwe kirine. Ev e, veguherîna hişmendiyê bi vê
fikirînê dest pê dibe.
Newroza
2008an
Ev mijareka
hêjayî lêkolînê ye, ku bê hela kurdan Newroza 2008an çawa pîroz kirin. Ya rast,
divêt prosesa piştî operasyona derveyî sînor bi baldarî bête vekolîn. Ji dawiya
sibata 2008an ve kurd li ser piyan e. Li bajarên mîna Diyarbekir, Bazîd, Wan,
Cûlemêrg, Batman, Qoser, Nisêbîn, Gever û Mûşê, car hebû ku bi sedhezaran,
carînan jî bi dehhezaran meriv li hev kom dibûn. Ev komcivîn wekî meş û numayîş
û mîtîngên protestokirina êrîşa li derveyî sînoran çêbûne. Di Newrozê de ev
numayîş, mîtîng û meş gihan bilindtirîn radeyê. Di Newrozê de li Diyarbekir nîv
mîlyon meriv li meydanê bû. Li Bazîdê li dora 20 hezar kesî Newroz pîroz kir.
Digel ku li bajarên mîna Wan, Sêrt, Cûlemêrg û Geverê Newroz hate qedexekirin jî
dîsa xelkê Newroz pîroz kir. Xelkê kurd Newroza 2008an ligel rêvebirên herêmî û
nûnerên xwe yên li parlementoyê pîroz kir. Digel teroreka tund a dewletê, digel
birîndarî û kuştinan, dîsa jî, xelkê Newrozê pîroz kir. Tîmên ku ji serî heta bi
lingan çekdar bûn, pêşî li jinên ku bi cilûbergên xwe yên neteweyî beşdariya
Newrozê kiribûn digirtin, dest diavêtin wan, bi qundaxên tifingan û bi pihînan
wan li erdê dirêj dikirin, wan di erdê de kaş dikirin. Zarokên ku kevir diavêtin
panzeran, hêzên dewletê gule bera wan didan. Ev hemî dîmenên seyr bûn ku divêt
meriv bala xwe bide ser. Li deverên ku Newroz bi awayekî normal dihate
pîrozkirin, bi girseyeka mezin û bi coşeka gelek mezin dihat pîrozkirin. Li
deverên mîna Wan, Sêrt, Cûlemêrg û Geverê ku Newroz li wan deran hate
qedexekirin, di dema pîrozkirinê de bûyerên gelek mezin rû dan. Bi zêdekirina
radeya terora dewletê re kuştin û birîndarî çêbûn. Qolê zarokên 15 salî hatin
şikênandin.
Serekwezîr
Receb Teyîb Erdogan dibêje, AKP bi 75 parlementerên xwe ve nûnerayetiya
Rojhelatê dike. Ev sloganek e. Ev yek rastiya civakê û prosesa heyî nîşan nade.
Tê zanîn ku derbareyê Pirsa Kurd û Kurdistanê de çi daxwazeka ciddî ya van 75
parlementeran nîn e. Wekî mînak, di rojên pîrozkirina Newrozê de digel ku terora
dewletê ewçend giha radeyeka bilind lê tu dengekî nerazîbûnê ji van 75
parlementeran derket gelo? Tew ji viya jî wêdetir hukûmet bi xwe ne berpirsiyarê
vê terora dewletê ya di radeyeka bilind de ye? Ma ev 75 parlementer jî ne şirîkê
vê terorê ne? Bi qasî vana pirseka girîng ya din jî heye: Gelo ev 75
parlementeran bi xelkê ku wan hilbijartine re Newroz pîroz kirine? Îro, partiya
ku li parlementoyê nûnerayetiya kurdan dike helbet Partiya Civaka Demokratîk e.
Partiya Civaka Demokratîk, digel gelek rîskan cardin vê yekê dike. Serekê AKP
Receb Teyîb Erdoganî di pey hilbijartinên 22yê tîrmehê re rabû got “Ez
Diyarbekirê jî dixwazim, ez Batmanê jî dixwazim”. Da zanîn ku dê AKP di
hilbijartinên adara 2009an de van bajaran jî bigre destê xwe. Pîrozkirinên
Newrozê dan nîşan ku, hûn dev ji girtina Diyarbekir û Batmanê berdin, AKP li
herêmê gelek paş ve çû, hindik maye ku bi tevayî biqede.
Di vê navberê
de, divêt em bala xwe bidin ser fikrê rêveberên Kurdistana Başûr yê derbareyê
AKP û hukûmeta wê de. Serekê Partî Niştimanî Kurdistan û serekkomarê Îraqê
Celal Talebanî bang li kurdan dike ku piştgirî bidin AKP û hukûmeta wê. Pêşniyaz
dike ku bila kurd rayên xwe bidin vê partiyê. Ev pêşniyazeka şaş e. Helbet
divêt kurd rayên xwe bidin partiyên kurd û namzedên ku partiyên kurd ew pêşniyaz
kirine.
Newroza 2008an
li bajarên mîna Qoser, Nisêbîn, Batman, Tetwan, Şirnex, Adena, Mêrsîn, Îzmîr,
Aydin, Manîsa, Edîrne û Çanakkaleyê jî li meydanan bi girseyî hate pîrozkirin.
“Êdî bes e”, slogana bingehîn bû. Herwisa, “PKK gel e, gel jî li vir e”
sloganeka din a bingehîn bû. Kurd di maweya mehekê de hertim bi van sloganan li
ser piya man. Jin, zarok, xort, kal û pîr, hema bibêjin ji her temenî xelk li
ser piya bû. Ev proses îşaret dike ku êdî kurd netewe ne. Ger meriv li ser vê
rabûnê bifikire, bona pêşxistina empatiyê, bona veguhartina hişmendiyê, dê ev
yek bibe destpêkeka ciddî.
Tirkiye
çima kurdan wekî muxatab qebul nake?
Ez ne di wê
qenaetê de me ku AKP û hukûmeta wê derbareyê Pirsa Kurd de, derbareyê kurdan de
gavên erînî biavêje. Gelo dê bikanîbe di maweyeka dirêj de tiştekî bike? Derheqê
vê yekê de ez nikanim texmînekê bikim. Ger meriv bibêje, ev partî di vî warî de
ne xwediyê îradeyeka siyasî ye, ez dibêjim qey dê mifaya xwe hebe. Dewlet û
hukûmet kurdan wekî muxatab qebul nakin. Sedemê bingehîn ku dewlet naxwaze
kurdan wekî muxatab qebul bike jî ev e ku, naxwaze tu mafekî bide kurdan,
naxwaze mafên kurdan nas bike.
Li welatên din
ku pirsa etnîkî di nav wan de hebûye, gelo wan vê pirsê çawa çareser kirine? Li
Afrîkayê, li Asyayê û li Amerîkaya Latîn ev pirsên wisa çawa hatine têgihîştin,
çawa çareser bûne? Wekî mînak, li Afrîkayê, piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, bi
taybet jî piştî salên 1960î ev pirsên wisa çawa çareser bûn? Em bibêjin, li
welatek ji welatan, bereya rizgariya neteweyî di merheleyeka têkoşînê de hindek
pêşniyaz bo dewleta emperyalîst yan jî ya kolnyalîst dikir, daxwazên xwe dida
zanîn. Dewleta emperyalîst yan jî ya kolonyalîst, bersivekê dida vê daxwazê,
digot “Em di filan û bêvan mijarê de hîç nakevin nav guftugoyê lê em dikanin di
filan û bêvan mijarê de guftugo bikin”. Ev e, di vê kêliyê de hevdîtinan dest pê
dikir. Van hevdîtinan bi demê re dewam dikir û axir digihan netîceyekê. Beriya
Şerê Cîhanê yê Yekem li Afrkayê 2-3 dewletên serbixwe hebûn. Îro ev hejmar li
dora 55 e. Ji vana tenê li koloniyên Fransayê Cezayîrê û li koloniyên Portekîzê
Gîne Bisseau, Mozambîk û Angolayê şerên çekdarî çêbûn. Li hemî koloniyên din yên
Afrîkayê, di koloniyên îngilîz, fransiz, belçîkî, spanî û îtalyanî de bi rêya
hevdîtinên qanûnî serxwebûn hatin bidestxistin. Îcar li Tirkiyeyê bi tu awayî
ligel kurdan peywendî nayête danîn, kurd wekî muxatab nayêne qebulkirin. Dewlet
ligel serekên koruciyan, ligel ewên ku dibêjin “em tirk in” hevdîtinan çêdike,
lê bi ewên ku doza mafê xwe dikin re hevdîtinan çênake. Sedemê vê yekê, li gorî
qenaeta min, ji ber ku çi caran niyeta Tirkiyeyê tune ku çi mafekî bide kurdan.
Derbareyê kurdan de polîtîkaya sîstema serwer a tirk ev e. Sedemê bingehîn yê
çaresernebûna pirsa kurd jî her ev e.
Ziman û
kulturê ku divêt bête jiyandin û peywirên bingehîn ku divêt bêne kirin
Hukûmet çi
dike bila bike, te divê bila bike yan neke, tiştên ku divêt kurd bikin hene.
Rasttirîn helwêsta kurdî ev e ku li hemberî polîtîkaya dewletê kurd xwedîtiyê li
ziman û çanda xwe bikin. Ev ne ew pirs e ku lş dora masayê bête rûniştin û
mesele bête helkirin. Ev, rewşeka wisa ye ku bi awayekî fiîlî tê jiyîn. Di nav
filîstîniyan de, di nav çeçenan de pirseka wisa nîn e. Kes ji wan re nabêje
“Xwedîtiyê li ziman û çanda xwe bikin”. Çunke, jixwe, di nav wan de ziman û
kultur tê jiyîn. Gelo çima pêwîstî pê heye ku meriv vê yekê ji kurdan re bibêje?
Ev yek, ji ber kêmasiyeka kurdan pêk tê. Kurdên ku bûne xerîbê zimanê xwe divêt
xwe bidin ber tîrên rexneyan. Bi zimanê neteweya serdest rizgarî çênabe.
Ne rast e ku meriv ziman tenê wekî amûreka peywendiyê têbigihê. Ev rastiyek e ku
sîstema serdest a tirkî bi rêya ziman belav dibe. Tu bi kîjan zimanî biaxifî,
tu yê bi têgehên bingehîn yên wî zimanî bifikirî, tu yê bi mentiqa wî zimanî
bifikirî, tu yê li ser hesabê îdeolojiya bingehîn ya wî zimanî bifikirî. Ev
tiştekî gelek aşkera ye… Di nav vê prosesa hanê de, hindek kurd bona ku bidin
zanîn ew ne cudaxwaz in, xwe helak dikin, bi Quran û mishefan sondan li xwe
diqelibînin ku ew ne cudaxwaz in. Ev helwêsta wan tenê merivî mehzûn dike. Çunke
ewên ku hatine jihevkirin, parçekirin û parvekirin tenê kurd in, Kurdistan e. Ew
kurdên ku ewqas zorê li xwe dikin da ku hêza li hemberî xwe îqna bikin ku ew ne
cudaxwaz in, niha ez ne di wê qenaetê de me ku ew hay ji bûyerên salên 1920î
hene ku bê hela çawa felaketeka mezin bi ser kurdan de anîne. Ev jî, dibe sedemê
huzneka din.
Helwêsta
kurdan, bi taybet helwêsta roşinbîrên kurd a li hemberî zimanê kurdî ne pozîtîv
e. Ne mumkin e ku meriv behsa helwêsteka erînî ya li hemberî zimanê kurdî bike.
Em wisa bînin ber çavê xwe ku roşinbîrên filîstînî li Xezzayê yan jî li Şerîaya
Rojavayê civînekê çêdikin. Di vê civînê de munaqeşeyeka mîna “Em îbranî yan
erebî biaxifin?” çênabe. Bi awayekî sirûştî erebî tê axaftin. Tu kes pêwîstî bi
axaftina îbranî nabîne. Yan jî em wisa bifikirin ku roşinbîrên çeçen civîneka
wisa çêdikin. Li wir jî munaqeşeyeka mîna “Em rûsî yan çeçenî biaxifin?” çênabe.
Bi awayekî sirûştî çeçenî tê axaftin. Tu kes pêwîstî bi axaftina rûsî nabîne.
Lêbelê di nav kurdan de ev proses bi awayekî gelek cihê ye. Roşinbîrên kurd, ne
ku tenê di civîneka çapemeniyê de yan jî ne ku tenê di mijareka polîtîk, civakî
û dîrokî de, dema ku derbareyê ziman û kultura kurdî de jî diaxifin, dîsa zimanê
wan tirkî ye. Ger pêşniyazek bona axaftina kurdî were jî, vê pêşniyazê dixin
dengdanê. Ev seqetî tenê di nav kurdan de, di nav kurdên Bakur de tê dîtin.
Gelek aşkera ye ku ev ne rewşeka erînî ye, îşaretî nexweşiyê dike. Divê meriv
bide zanîn ku bi zimanê neteweya serdest rizgarî çênabe.
Mijareka din
ku divêt kurd bi xurtî bikin jî, xebatên dîplomasiyê ne. Pirsa Kurd, li
Rojhelata Navîn pirseka navdewletî ye. Ji ber ku Kurdistan welatekî xwediyê
nefteka zêde ye, lewre jî, Pirsa Kurd di qada Ewropayê de, di qada cîhanê de
dibe pirs. Îro li her deverên cîhanê kurd hene. Kurd, roşinbîrên kurdan, divêt
li her welatê ku ew niha têde dimînin, derbareyê salên 1920an de, derbareyê
jihevxistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê de, bi roşinbîrên
welatên Rojavayê re bikevin nav munaqeşeyan, çapemenî û saziyên mafên merivan
rexne bikin. Bi taybet li Îngilîstan û Fransayê, divêt kurd bi awayekî berfireh
derdorên zanistê û organên çapemeniyê rexne bikin. Ev her du dewletên emperyal
yên wê demê di jihevxistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê de li
pêşiya gişan roleka mezin lîztine. Di roja îroyîn de jî ew terora dewletan ya ku
li hemberê kurdên ku doza mafê xwe yê neteweyî dikin pêk tê, ev dewletên hanê li
layê vê terorê ne, piştgiriya pelaxtina kurdan dikin. Li salên 1920an kirasekî
naletî li kurdan hate kirin ku di viya de roleka mezin, destek û teşwîqa van
dewletên hanê hebû. Te divê Îngilîstan be yan jî Fransa be, derdorên
unîversîteyan, derdorên çapemeniyê ji layê kurdan ve, ji layê roşinbîrên kurd ve
divêt bi awayekî xurt û berdewam bêne rexnekirin. Di vira de tu wateya wê nîn e
ku kategorîzekireneka wekî ev çepgîr e yê din rastgîr e, yan jî ew lîberal e û
yê din komunîst e bête kirrin. Derbareyê Pirsa Kurd de giş di heman radeyê de
xwediyê roleka neyînî ne, giş bi heman awayî, hemî di layê terora dewletê de ne.
Divêt durûtiya dewletên Rojavayê, durûtiya rêvebirên Rojavayê bête aşkerakirin.
Helbet hindek siyasetvan û endamên unîversîteyan, profesor, rojnamevan û hwd.
hene ku ji nêzîk ve bala wan li ser Pirsa Kurd e. Te divê li Ewropayê, te divê
li DYA yan jî li derên din ên dinyayê be, hejmara van kesan her ku diçe zêde
dibe. Lê yên ku em behsa wan dikin, dewlet û dezgah û sazî ne.
Doza
girtina AKP û Yekîtiya Ewropayê
Yekîtiya
Ewropayê li hemberî doza girtina AKP reaksiyoka mezin nîşan da. Yekîtiya
Ewropayê dema ku partiyên siyasî yên din dihatin girtin, wekî mînak, dema ku
partiyên ku kurdan ew danîne li pey hev dihatin girtin ew bêdeng dima lê niha
dema ku derbareyê AKP de doza girtinê hate vekirin hingê reaksiyoka tund nîşan
da. Ev yek dide nîşan ku YE AKPê tercîh dike. Lêbelê divêt Yekîtiya Ewropayê li
Tirkiyê piştgiriya demokrasiyê, piştgiriya azadiya ramanê ku bingeha zanist û
demokrasî û azadiya xweîfadekirinê ye bike. Divêt tercîha bingehîn a Yekîtiya
Ewropayê ev be. Astengiya bingehîn ya ku di pêşiya sazbûna demokrasiyê de ye, ya
ku di pêşiya azadiya xweîfadekirinê de ye, Pirsa Kurd e. Ew helwêsta
antîdemokratîk, ew fişardin û qedexeyên ramanê ku li hemberî Pirsa Kurd û
Kurdistanê têne meşandin, rê nadin ku demokrasî saz bibe, rê nadin ku azadiya
xweîfadekirinê wekî saziyekê bête rûniştin. Di vê babetê de çavdêriyeka balkêş
ev e: Derbareyê Pirsa Kurd û Kurdistanê de, ferqekî zêde di navbera fikr û
helwêsta AKP û hêza brokratîk, hêza bijareyên brokratîk ku derheqê vê partiyê de
doza girtinê vekirine de nîn e. Her du grûp, her du fehm, bi vî awayî yan jî bi
wî awayî, meyla wan li ser tunekirin û pelaxtinê ye. Bona her du grûpan jî Pirsa
Kurd tune ye. Serekwezîrê ku dibêje “Asîmilasyon tawaneka merivatiyê ye”, ev
gelek aşkera ye ku ew bi xwe vê tawanê li hemberî xelkê kurd bi awayekî
sîstematîk pêk tîne. Helbet divêt saziyên mîna Yekîtiya Ewropayê li Tirkiyeyê
berevaniya demokrasiyê û azadiya xweîfadekirinê bikin. Ev e, di vê nuqteyê de li
Tirkiyeyê divêt polîtîkaya kurd a dewlet û hukûmet û AKPê bête analîzkirin.
Behsa çêkirina
qanûneka bingehîn a nuh tê kirin, derbareyê vê yekê de hindek munaqeşe û goftugo
têne kirin. Ew qanûna ku têde behsa kurdan, behsa mafê kurdan neyête kirin, dê
çi “nuhbûnek”a wê jî nîn be. Piştî ku navê kurdan têde derbas nabe, hingê ne
pêwîst e ku qanûneka nuh bête çêkirin.
Bangewaziyên ku dixwazin bila PKK çek dayne
Hindek ji
nivîskarên tirkan hertim bang li PKK dikin da ku ew çek dayne. Dibêjin “Heta ku
PKK çek daneyne çi çareseriyek bona pirsê çênabe”. Lêbelê tu pêşniyazeka wan bo
dewletê nîn e ku bibêjin “Were dev ji polîtîkaya înkar û tunekirina kurdan
berde, mafên kurdan nas bike, derbareyê Pirsa Kurd de gavekê biavêje…”. Ev jî ne
helwêsteka tendurist e. Yên ku dikanin weşanên PKKê bişopînin, wekî mînak, yên
ku ROJ-Tv, rojname, kovar û malperên enternetî dişopînin, ew dikanin bi hêsanî
bibînin ku hertim behsa “aşitiyê” tê kirin. Ev tê vê wateyê: Ger dewlet di warê
çareseriya pirsê de gaveka piçûk jî biavêje dê PKK çend gavan biavêje. Lê di vê
merheleyê de jî dewlet ji bilî ku bibêje ez ê bipelêxim, ez ê tune bikim, ez ê
koka wan biqelînim, wekî din çi goteneka wê ya din nîn e. Ji vê çendê, beriya
her tiştî, pêwîstî pê heye ku nivîskar û saziyên civaka sivîl bang li dewlet û
hukûmetê bikin ku bila mafên xwezayî yên kurdan nas bikin, bila dev ji înkar û
tunekirina kurdan berdin. Nivîskar, hertim behsa wê dikin ku, bi rêya şîddetê
tiştek bi dest ve nayê, bi rêya şîddetê meriv nagihê tu derekê. Lêbelê,
nivîskar, vê yekê tenê bona PKK dibêjin. Divêt ew ji dewletê re jî bibêjin ku,
bi rêya şîddetê tiştek bi dest nakeve.
Niha kurd bi
awayekî hêzdar û bi xurtî rabûne ser piyan. Ji vê merheleyê û bi şûn de ne
mumkin e ku pêşî li kurdan bête girtin…
Newroz û
Nevruz
Newroz cejna
kurdan e. Ev yek gelek aşkera ye. Kurd bi eşq Newrozê pîroz dikin. Ji ber ku
polîtîkaya kurd a dewletê xwe dispêre înkar û tunekirinê lewre jî nirxên kulturî
yên kurdî jî têne tunekirin. Nirxên ku tune nabin jî, herwekî ku parçeyek ji
kultura tirkî bin, têne qebulkirin û bi vî awayî xesp dibin. Wekî mînak, tê
zanîn ku stranên kurdî, te divê melodî yan jî gotinên wan bin, werdigerînin ser
zimanê tirkî, dikin tirk û îcra dikin. Ev 14-15 sal in ku kanalên televîzyonê
yên kurdan weşanê dikin, folklora kurdî li van kanalên televîzyonan bi rengê xwe
yê otantîk tê pêşkêşkirin. Vê yekê hem wê polîtîkaya talankirinê aşkera kir û
hem jî kêmtir kir. Dewleta ku nikane pêşî li pîrozkirina Newrozê bigre, hingê
radibe xwedîtî lê dike da ku xwe ji vê pirsê xilas bike. Îcar, piştî ku dewletê
xwedîtî li Newrozê kir, pê re jî bû sedem ku du Newroz bêne pîrozkirin. Kurd bi
awayekî siruştî ji Newrozê re dibêjin “Newroz”. Lê dewlet dibêje “Nevruz”.
Nivîsa bi awayê “Newroz” qedexe dike. Sedemê vê qedexekirinê jî, nebûna herfa
“W” ya di alfabeya tirkî de nîşan dide.
Dibe ku di
alfabeya tirkî de herfa “W” nîn be, lê ew di alfabeya kurdî de heye. Jixwe,
peyva Newrozê peyveka kurdî ye. Bona herfên “X” û “Q” jî rewş her wisa ye. Di
rojên Newrozê de, çapemeniya tirkî hertim behsa Newroza kurdan kir lê tim bi
devê dewletê, ango wekî Nevruz nivîsî. Ev yek bi me dide nîşan ku tu hurmeteka
çapemeniyê bona nirxên bingehîn yên kurdan nîn e.
Helbet hindek
nivîskarên tirk hene ku peyva Newrozê wekî Newroz dinivîsin. Lê evên hanê gelek
kêm in. Beşeka mezin, zimanê dewletê, ango, vê peyvê, wekî Nevruz bikar tînin.
Gelek aşkera
ye ku çapemenî di vî warî de xwediyê helwêsteka li dijî kurd e. Du nûçeyên ku di
çapemeniyê de cih girtine vê helwêste bi awayekî gelek vekirî nîşan didin:
Manşeta rojnameya Halka ve Olaylara Tercüman a roja 15 adar 2008 wisa bû:
“PKKyî di Meclisê de ne, bona AKP doza girtinê vedibe.” Li hemberî vê yekê
derdikevin, ku AKP bête girtin, lê bona Partiya Civaka Demokratîk, girtin rewa
tê dîtin. Ji helwêsteka bi vî awayî ya bi cotestandard demokrasî derdikeve? Li
heman rojê li malpera Enternet Haber nûçeyeka wisa hate weşandin:
“Îtîrafkarê PKKyî got, 360 PKKyî hatin kuştin, 289 jî birîndar in”. Entennet
Haber serketina operasyona li derveyî sînor dihelsengîne. Herçendî
Serekerkaniya Tirk dibêje 240 PKKyî hatine kuştin jî lê Enternet Haber
dide daxuyandin ku ev hejmar 360 e. Çavkaniya nûçeya wê ya pêbawer û sehîh jî
îtîrafkar in! Ev jî rastiyek e ku bi awayekî giştî ev helwêsta rojnameya
Halka ve Olaylara Tercüman û Enternet Haberê, heman helwêst ya
organên din yên çapemeniyê ye. Li enternetê, di malpera Mynet de, li roja
31 adar 2008 sernûçeyeka wisa hebû: “We heta niha dîmeneka wisa temaşe nekiriye.
Kêliya tunekirina terorîstên ku li şikeftekê dor li wan hatiye girtin”. Li jor
me behsa wê kiribû ku li deverên mîna Gever, Cûlemêrg, Wan û Sêrtê di dema
pîrozkirina Newrozê de hêzên dewletê çawa li xelkê îşkence kiribûn, jin di erdê
re kaş kiribûn, qolên zarokên 15 salî hatibûn şikênandin. Ev dîmenên hanê ji
layê televîzyonên tirkan ve qet nehatin nîşandan. Ev dîmen ji layê ROJ-Tv ve
hatin nîşandan û ji layê çapemeniya Rojavayê ve bo cîhanê hatin belavkirin.
Çi exlaqek di
naveroka vê nûçeyê de nîn e. Ewên ku bona azadiyê têdikoşin, di prosesa vê
têkoşînê de mexdûr dibin, di merheleyeka vê têkoşînê de dor li wan tê girtin û
dikevin tenganiyê. Lê hinek jî radibin vê dîmenê bi keyfxweşiyê belav dikin. Ev
bi me dide nîşan ku di navbera kurdan û çapemeniya tirk de, hestên ji hev gelek
dûr ku bi hev naguncin, hene. Bi vê reftariya redkirin û piçûkxistinê gelo dê
çawa “birayetî” û “entegrasyon” pêk were?
Di van şertan
de, pêwîstiyeka gelek mezin e ku kurd xwedîtiyê li nirxên xwe yên neteweyî
bikin, di serî de ziman, ligel nirxên xwe yên neteweyî bijîn.
Konferansên
li ser kurdan
Li van salên
dawîn em dibînin ku te divê li Ewropayê yan li DYA yan jî li Tirkiyeyê
konferansên li ser kurdan têne sazkirin. Aşkera ye ku ji layê fêmkirina Pirsa
Kurd de rola van konferansan girîng û erînî ye. Taybetmendiyên girîng yên van
konferansan, divêt wisa bêne diyarkirin ku, di van konferansan de hîç nayê
behskirin ku di salên 1920î de polîtîkayeka çawa ya navdewletî li hemberî kurdan
û Kurdistanê hate meşandin, di dema danîna Yekîtiya Neteweyan de karîgeriyeka
çawa li ser kurdan û Kurdistanê çêbû, ev mijarên wisa li van konferansan hîç
nayêne axaftin. Di konferansan de hîn zêdetir li ser rewşa îroyîn, axaftin û
munaqeşeyên ku peywendiya wan bi çareseriyê re heye têne kirin. Ya duyem jî,
dema ku li ser çareseriyê tê rawestîn, ji kurdan re tiştên ku dê neyêne kirin bi
înad didin zanîn. Didin zanîn ku federasyon nabe, serxwebûn nabe. Jixwe, ev bona
kurdan ne sûdewar in û hwd. Taybetmendiyeka sêyem a van konferansan jî ev e:
Nabêjin ku di çareseriyê de dê ev çêbibe, çareseriyê bo hatina demokrasiyê
dihêlin. Yanî, ger demokrasî were dê pirs jî xweberî çareser bibe.
Bêçareserî hiştina Pirsa Kurd dê Tirkiyeyê bixîne
nav astengiyê
Tirkiye li hemberî kurdan û Pirsa Kurd polîtîkaya înkar û tunekirinê dimeşîne.
Ev polîtîkaya hanê kir ku di salên 1980yî de têkoşîna gerîla dest pê bibe. Di
maweya 25 salan a vê têkoşînê de kurd rabûne piyan, polîtîze bûne, ketine nav
hewldana bidestxistina mafên xwe. Polîtîzebûna jinan proseseka girîng e, ku hêza
têkoşînê dinimîne.
Dê çawa ev
têkoşîn bihatan rawestandin? Helbet bi dayîna mafên kurdan. Ger mafên kurdan
bihatana naskirin dê proseseka demokratîk bihatana destpêkirin. Lê dewletê mafên
kurdan nas nekir, bi rêyên antîdemokratîk dest bi pelaxtinê kir. Ev şêwazên
antîdemokratîk bo qaçaxçîtiya tiryakê, bo qaçaxçîtiya çekan, bo diziya di warê
ekonomiyê de, bo rantxwrî û sermayedariya diziyê rê vekir. Karbidestên dewletê
bi xwe jî di van karên kirêt de cih girtin, ku vê yekê karîgeriyeka xirab li ser
îtîbara dewletê kiriye. Bûyera Susurlukê, di roja 3 sermawez 1996 de, di nav
tora peywendiyên bi vî awayî de rû da. Mezaxtina ku bo çekan û şerî çêdibe, pêşî
li geşedana ekonomîkî girtiye, bûye sedem ku di warê darayî de di nav tebeqeyên
civakê de ferqên mezin çêbibin. Di vê prosesê de saziyên bingehîn yên dewletê,
yên mîna unîversîte û dadgehan ji naveroka xwe gelek tişt winda kirin, xirab bûn.
Bona ku pêşî li polîtîzebûn û pêşveçûna neteweyî ya kurdan bête girtin, bona ku
nehêlin kurd bi xwe bihesin, di warekî gelek berfireh de pêwîstî bi qedexeyên
ramanê hate dîtin. Qedexeyên ramanê kirin ku unîversîte, dadgeh û partiyên
siyasî ji rola xwe ya bingehîn bi dûr bikevin. Qedexeya ramanê kir ku ev sazî
tenê bibin nobedarên dewletê. Mafên merivan û azadî, hatin binpêkirin. Digel van
hemî hewldanan, dîsa jî têkoşîna kurdan pêşde çûye, berfirehtir bûye. Dewlet jî,
bona ku pêşî li vê pêşdeçûna kurdan bigre hîn zêdetir pêwîstî bi şîddeteka mezin
dibîne. Ev yek jî dike ku terora dewletê hîn zêdetir mîna dezgehekê bête
rûniştandin. Bi vî awayî, mîna dezgehekê sazbûna terora dewletê, ne ku tenê
îtîbara hêzên asayîşê û artêşê kêmtir dike, di heman demê de îtîbara tevayî
rêveberiyê, ya unîversîteyan, ya organên dadgehê, ya çapemeniyê jî kêmtir dike.
Çeteyên di nav saziya dewletê de jî di nav tora van peywendiyan de çêbûne. Dîsa,
di nav tora van peywendiyan de hindek generalên artêşê di salên 2002-2004an de
hewl dane xwe da ku derbe bikin û dewletê têxin destê xwe.
Ji vê çendê
pêwîst e ku êdî dewlet li ser pêşxistina polîtîkayên demokratiyê bifikire.
Polîtîkayên ku xwe dispêrin şîddetê, zêdekirina terora dewletê, dê dewlet û
hukûmetê hîn bêhtir bi rewşeka dijwar re rû bi rû bihêle.
Peyamaazadi.org
û
Zarathustra News
|