|
cinayet û komkujiyan li dijî gelê
Kurd di vî parçeyê Kurdistanê de bûne. Wekî Qarnê, Qelatan, Xelîfan û dehan
nimûneyên din... Di vê nivîsê de, em dê lênihêrînê li ser aliyên cuda cuda yên
komkujiya gundê Gêçê bikin ku bi kêmî di medyayên Kurdî de hatiye baskirin.
26 salan berî niha û di destpêka
Bihara sala 1361’an a Rojî (Adara 1982)an de, anku roja 2’ê Xakelêweya wê salê,
cinayetek hov û nemirovane a din li dijî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji
aliyê desthilatdarên taze bidestgihîştî ên Komara Îslamî a Îranê ve hate
meşandin. Gundê Gêçê li devera Soma Biradost a bajarê Urmiyê di wê rojê de bû
armanca êrîşa hêzên kurdkuj ên Komara Xomeynî.
Xelkê Gêçê cotkar û pezdar in û
navçeyek bi tavahî çiyayîn e û xweza û hewayeke pirr xweş û dilhebîn heye. Ji
aliyê Rojhilat ve bi Çiyayê Şêx Bazîdê Bestamî, ji aliyê Rojava bi gundên Gunbed
û Cilqiran, ji aliyê Bakur bi gundê Bawan re û Başûr jî tevî gundê Heleqoşê re
cîran e. Ji qedîm zeman ve, xelkê vî gundî bi welatparêzî û azadîxwazî û
wekhevxwaziyê bi nav û deng bûne. Bi taybet piştî ku Komara Îslamî desthilat bi
destve girt, gellek fidakarî û gorî dane. Çendîn şehîd pêşkêşî tevgera
azadîxwaziya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi serkêşiya PDK Îranê kirine. Çendîn
caran gundên wê herêmê û nemaze gundê Gêçê ji aliyê hêzên Komara Îslamî rastî
êrîşên esmanî û bejahî hatiye û dehan kesên sivîl û bêguneh bi taybet jin û
zarok şehîd û birîndar bûne. Herwiha gellek xisar û ziyan heta niha gihîştine
gundiyên xizan, destkurt û kêmdahat ku bi ked û zehmetek zaf debara jiyana xwe
dikirin/dikin.
Gêçê herdem melbendeke
Pêşmergehezker û demokratperwer bûye, ji ber vê yekê berdewam ketiye ber ker û
kîna rayedarên azadîkuj ên Hikûmeta Îslamî a Xomeynî. Piştî şerê giran yê Pira
Cohniyê di 02.01.1362(1983)’an de ku gundê Gêçê şahidê êrîşa herî xurt û hovane
a topbaran û katyûşabarana Pasdarên Komara Îslamî bo ser hemwelatiyên sivîl ên
vî gundê bakurê Kurdistana Îranê bû.
Seet nêzîk 4 heta 5:30’ê serê sibê a
roja 02.01.1982’an bû – seetek beriya ku roj bihelêt û stêrk di esman de nemînin
– ku hêzên Sipaha Pasdaran bi alîkariya hinek kirêgirtiyên xwe ji aliyê Rojhilat
(Çiyayê Şêx Bazîd) û dundên Şikeftik û Sofî Kanûn ketin nava gund û di destpêkê
de mala Şehîd Ehmed Muceredî ku weke nexweşxane ji bo dermankirina
Pêşmerge û şervanên Kurdistanê mifah jê dihat wergirtin, hate dagirkirin û
piştre Idrîs Muceredî ku li ser sicac jimêja sibê dikir tevî xortê wî bi navên
Cergez (1341), Idrîs û Pêşmergeyek bi navê Hişmet Xîzî wekî rehîn girtin. Di wan
deman de bû ku Şehîd Siltan Seîdî - Pêşmerge bû - kurê
Ehmed, jidayîkbûyiyê sala 1313’an bi
êrîşa Pasdarên rejîmê bo ser gund dihese û bi dengeke bilind gazî ji gundiyan
dike: “Ey gundîno rabin, îro roja mêratiyê ye..”. Bi deng û hawara wî şer û
pevçûn dest pê dike. Di encama şer de, 13 kes ji xelkê gundê Gêçê hatin kuştin û
ji bo xwestekên neteweyî û berevanî ji şeref û heysiyeta xwe bûne gorî û jiyana
xwe ji dest dan. Xincî Pêşmergan ku di vê bûyerê de şer kirin, gundî bêy ku şer
bikin, hemû di malên xwe hatin derêxistin û piştre jî hatin gulebarankirin.
Lê xala balkêş û ecêb, awayê
Şehîdkirina gundiyan bi destê Pasdarên Komara Îslamî a Îranê bû, piştî ku çend
kes ji gundiyên sivîl û bêguneh bi rehîn tên girtin, bê tu pirs û bersivek û
heta dadgeh û mehkemeyek tên gulebarankirin ku eva ji hemû exlaq û pirensîpeke
mirovî bi dûr bû û ev cinayeta Pasdaran weke yek ji komkujiyên li dijî gelê
Kurd tê hesibandin ku di karnameya xwe ya tejî cinayet û mirovkujiya bê xal û
xerez a welatiyên sivîl tomar kirin. Pirraniya Caş û kirêgirtiyên ku di wê
komkujiyê de alîkariya Pasdarên dagirker kirin, kirêgirtiyên Gagarî, Mistefa
kurê Emê û Gorsêl bûn.
Kesên ku di wê komkujiyê de jiyana
xwe ji dest dan bi vî awayî bûn:
1. Ehmed Muceredî, kurê
Mihemed, jidayîkbûn: 1284, sivîl û cotkar, zewicî û xwediyê 8 zarokan, awayê
Şehîdkirinê: Îdam bi rêya gulebarankirinê.
2. Riza Xelîlî, kurê Îbrahîm,
sivîl û cotkar, zewicî û xwediyê 8 zarokan, awayê Şehîdkirinê: Îdam bi rêya
gulebarankirinê.
3. Ebdulriza Mistefayî, kurê
Rostem, jidayîkbûn: 1333, sivîl û cotkar, zewicî û xwediyê 3 zarokan, awayê
Şehîdkirinê: Îdam bi rêya gulebarankirinê.
4. Kemal Mistefazade, kurê
Esed, jidayîkbûn: 1337, Xwendekar, nezewicî bû, awayê Şehîdkirinê: Îdam bi rêya
gulebarankirinê.
5. Cergez Muceredî, kurê
Ehmed, jidayîkbûn: 1341, Xwendekar, nezewicî bû, awayê Şehîdkirinê: Îdam bi rêya
gulebarankirinê.
6. Cehangîr Mihemedî, kurê
Ebdula, sivîl û cotkar, zewicî û xwediyê 12 zarokan, awayê Şehîdkirinê: Îdam bi
rêya gulebarankirinê.
7. Esed Mistefazade, kurê
Îsa, sivîl û cotkar, zewicî û xwediyê 11 zarokan, awayê Şehîdkirinê: Îdam bi
rêya gulebarankirinê.
8. Heqî Seîdî, kurê Elîriza,
jidayîkbûn: 1336, Pêşmerge, zewicî û xwediyê 3 zarokan, awayê Şehîdkirinê: şer û
pevçûn.
9. Mehmûd Husênzade, kurê
Riza, jidayîkbûn: 1336, sivîl û cotkar, zewicî û xwediyê 3 zarokan, awayê
Şehîdkirinê: Îdam bi rêya gulebarankirinê.
10. Siltan Seîdî, kurê Ehmed,
jidayîkbûn: 1313, Pêşmerge, zewicî û xwediyê 10 zarokan, awayê Şehîdkirinê: şer
û pevçûn.
11. Idrîs Muceredî, kurê
Ehmed, jidayîkbûn: 1325, Pêşmerge, zewicî û xwediyê 6 zarokan, awayê
Şehîdkirinê: Di şer de êxsîr hate girtin û piştre îdam kirin.
12. Îbrahîm Ehmedî, kurê
Casim, jidayîkbûn: 1333, sivîl û cotkar, zewicî û xwediyê 3 zarokan, awayê
Şehîdkirinê: şer û pevçûn.
13. Mihemed Dîrînî, kurê
Omer, jidayîkbûn: 1309, Pêşmerge û xelkê gundê Golegeniyê, zewicî û xwediyê 11
zarokan, awayê Şehîdkirinê: şer û pevçûn.
Ji bilî Şehîdên ku li jor navê wan
hate baskirin, hêzên rejîmê 35 kesên din digirin û rapêçî girtîgeha Navnendî a
bajarê Urmiyê dikin û bi xurtî tên îşkencekirin, ji ber îşkenceyên hovane
welatiyek bi navê Şekûr Ehmedî birayê Şehîd Îbrahîm Ehmedî di bin îşkenceyan de
aqilê xwe ji dest da, dîn dibe û heta dawiya jiyanê di dînatiyê de jiya. Di nava
13 Şehîdên komkujiya gundê Gêçê de, Şehîdanên nemir: Siltan Seîdî, Mihemed
Dîrînî, Idrîs Muceredî û Heqî Seîdî endam û Pêşmergên PDK Îranê bûn
ku tenê tawan û sûça wan, azadîxwazî û daxwaza maf û hiqûqên mirovî û demokratîk
ên neteweya Kurd li Kurdistana Rojhilat bûn. Şehîdê herî dawî yên vî gundî jî,
Cimşîd Kamran, Pêşmergeyekî çeleng û jêhatî yê PDK Îranê bû ku piştî
dîlgirtinê, sala 1989’an li girtîgeha bajarê Urmiyê hate îdam û Şehîdkirin.
Piştî vê bûyerê jî gundê Gêçê gellek
caran kate ber êrîşa helîkopter û topbarana Pasdarên kurdkuj ên Komara Xomeynî û
ziyan û xisarên zaf digihîjandin xelkê vî gundî.
Di 26’mîn salvegera komkujiya xelkê
gundê Gêçê de em dibêjin: Nav û bîranîna van Şehîd û goriyên serbilind dê herdem
di dîroka tejî rûmet û şanazî a xebata azadîxwaziya Kurdistanê de zindî û bilind
bimîne û ji aliyekî din, bûyera han weke xaleke reş û tarî û hovane di karnameya
tejî cinayet û kurdkujiî a Komara Îslamî a Îranê de bimîne û dê rojek were ku
rêveber û encamderên vê komkujiyê li hember mehkemeha heq, edalet û azadiyê
bersivder bibin... . |