Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Belavkirina Parazîtan Li Bajarên Kurdistanê Canê Mirovan Digire

 

Siyamend Terbî

Yek ji taybetmendiyên rejîmên ditator û serberedayî, bêparkirina xelkê bin desthilata xwe ji zaniyarî û torên cîhanî. Ev rejîmane her tim li gor siyasetên xwe dixwazin ku xelkê civata bin destê wan de, tev zaniyariyekê ji wan toran werbigirin ku li gor siyaset û îstixbaratiya wan hatibin darêtin.

Li hundira welat de jî ew rejîmane sansoreke xurt li ser  weşanan dimeşînin û berahiya her terze azadiyeke raman û raderbirînê digirin û li wê derheqê de mafên hevwelatîbûnê û mafên mirovan jî binpê dikin. Yek ji van rejîmane, rejîma kevneperest a Komara Îslamî ya Îranê ye ku dixwaze di serdemê enformatîk û cîhanîbûnê de desthilata sedsalên navîn a xwe li ser gelên Îranê birêve bibe û welat di bin perdê cehl û nezanînên xwe de li cîhana derve bê hay û xeber bike. Gişt kesek ji wê yekê haydar e ku ew rejîma kevneperest bona ber lêgirtin ji pêlên zaniyariyan û bêparkirina xelkê welat ji torên cîhanî, salane çendîn milyaran ji bo danana parazîtan li ser tora cîhanî a înternetê û şêlokirin û danîna parazîtan li ser torên televîzyon û radyoyan terxan dike. Li navxweyê welat jî, gişt belge şahidiya vê yekê didin ku heftî nebûye ku weşanek ji aliyê dezgeha sansora wê rejîmê ve nehê daxistin. Tîxa sansora wê rejîmê ji meha Rêbendanê heya niha, 21 weşan di sernaserê Îranê de girê dane. Rejîmek ku rêberê wê yek ji dijmin û neyarên çapemeniyê di cîhanê de hatiye nasîn.

 Van siyasetên rejîmê bona berbendkirina torên zaniyarî û pêwendiyan bo hundirê welat, serbarê vê çendê ku di warê aborî de, buhayek yekcar zaf bixwe ve digire, gellek caran ji bo jîngeh û saxlemiya mirovan jî ziyan û xisarên berfireh hebûne ku yek ji van avêtina parazîtan bona şêlokirina torên pêwendiyan bûye.

 Vekolînên bijîşkî yê dane zanîn ku belavkirina pêlên parazîtan li bajarên Îranê dibe sedema jidayîkbûna zarokên siqet û nekemil. Di van çend salên borî de, em şahîdê vê yekê li bajarên Kurdistana Îranê de ne. Bi sedema şopandina wê siyaseta gemar ji aliyê rejîma kevneperest a Melayan di bajarên Kurdistanê de, jidayîkbûna zarokên nivîşkan û nekemilî ber bi zêdebûnê çûye û roj li pey rojê jî hejmara zarokên han zêde dibe. Her li gor hin nûçeyan, liberçûna zarokan û mirina jinên ducan û pêgiran û zarokên van li gor salên borî ber bi zêdebûnê çûye. Piraniya bijîşkên pispor, sedema zêdebûna ji qasê zêde a jidayîkbûna zatokên nekemilî û her wiha diyardeya liberçûna zarokan û mirina jinan, di bajarên Kurdistanê de çavkanîgirtî ji bandor û kartêkirina dezgehên parazîtan li bajarên Kurdistanê ji aliyê rejîmê ve bona pêşîgirtin ji belavbûna torên satelîtî daye zanîn.

 Hêjayî gotinê ye ku di van gundên Kurdistanê de ku dezgehên han nehatine damezrandin, diyardeya bi vî awayî nahê mêzekirin  û ew faktore zêdetir raya bijîşkan di vê derheqê de îsbat dike.

 Pirsa sereke ku li vir tê holê, eva ye ku gelo ev rejîme bi siyasetên han dikare ber ji pêlên cîhanîbûn û torên televîzyonî bigire? Yan ji vê rêyên ve gelê Kurd û xebata mafxwazane a wî gelî biçûk de bîne? Gelo cinayetên rejîma Komara Îslamî a Îranê di heyama borî de mîna êrîşên leşkerî, îdamên bikom, îşkenceyên hovane, wêrankirina bajar û gundên Kurdistanê, belavkirina madeyên bêhişker û dehan û sedan cinayetên din bi wê siyasetê bigihîne armancên xwe yên gemar? Bêşik pêvajoya dîrokê daye hole ew rejîma kevneperwer li vê rêyê ve jî nikare bizava gelê Kurd û gelên din yên Îranê biçûk de bîne.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 22’ê Banemera 1387’ê Rojî