Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Îran Çaremîn Girtîgeha Rojnamevanan Di Cîhanê De Û Xameneyî Û Ehmedînejad Rêberên Sereke Ên Dijminê Azadiya Çapemeniyê Ne

 

Ji sala 1993’an virde, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, roja 3’ê Gulanê weke Roja Cîhanî a Azadiya Çapemeniyan ragihandiye. Di vê rojê û bi vê hincetê ve rêz ji wan rojnamevanan tê girtin ku di dema bicihanîna erkên xwe de hatine kuştin yan birîndar bûne an bi sedema xebat û çalakiyên çapemeniyan di girtîgehê de ne.

Di vê derbarê de Civata Senfî a Rojnamevanên Îranê raporek weşand û serbarê bangewaza vê saziyê bona rêzgirtin ji vê rojê, diyar kir: “Roja Cîhanî a Azadiya Çapemeniyan di demekê de tê ku kêmbûna çapemeniyan di welat me de her didome û roj bo rojê astengên li hember rojnamevanan ji bo rêvebirina erkên pîşeyî û exlaqî ên wan zêdetir dibin”.

 Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî bi vê hencetê, zext û givaşên bo ser rojnamevanan bi xurtî şermezar kir. “PIC”, Kampayna Navneteweyî a Berevanî ji rojnamevanan, rêxistinek navdewletî ye ku binkeya wê li Jenevê ye û berevaniyê ji nûçegihanan di wan herêman de dike ku şer, pevçûn û tund û tûjî heye, derbarê rewşa nûçegihanan ya îsal ragihand: “Di cîhanê de rewş her weke berê aloz û tevlihev e. Ji destpêka sala 2008’an hetanî niha aliyê kêm 28 nûçegihan di 17 welatên cîhanê di dema bicihanîna erkên xwe de, jiyana xwe ji dest dane”.

 Li gor rapora vê rêxistinê, Mekzîk bi kuştina 6 nûçegihanan di meha borî de, welatê herî bitirs yê cîhanê ye û Îraq bi 4 nûçegihanên kuştî, welatê duyemîn e û Pakistan û Rûsiya jî sêyem û çarem in.

 Xameneyî yek ji dijminên sereke ên azadiya çapemeniyê ye

 Bi hinceta Roja Cîhanî a Azadiya Çapemeniyan ve, Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor ku binkeya wê li Parîsê ye, lîsteya dijminên Azadiya Çapemeniyan weşand. Di rapora nû a vê saziyê de, Elî Xameneyî, Serokê Olî yê rejîma Melayên Îranê, Mehmûd Ehmedînejad, Serok Komarê rejîma han, Rabert Mîgabe, Serok Komarê Zîmbaweyê, Hû Cîn Taw, Serok Komarê Çînê dijminên sereke ên çapemeniyan di cîhanê de hatine naskirin.

 Di vê raporê de, girûpên çekdar jî di vê lîsteyê de hatine bicikirin, ji wana girûp û destekên çekdar ên Îslamî li Îraq û Efxanistanê, hêzên ewlekarî ên alîgirê Hemasê li Xezeyê, hêzên Felestînî ên bin desthilata Mehmûd Ebas, Serokê Hıkûmeta Otonom a Filistînê.

 Vê dawiyê jî, Xaniyê Azadiyê (Freedom House) di rapora xwe a salane de ragihand ku azadiya çapemeniyê li sala 2007’an di cîhanê de, her wekî berê pêvajoyek serjêr hebûye. Li gora wê raporê, rewşa Îranê di vê derheqê de, di asta herî nizim de ye û eva jî vedigere bo serkut û çewisandinên yek li pey  hev ên ku rejîma Komara Îslamî a Îranê dimeşîne.

 Her wiha Rêxistina Parêzvanî ji Nûeçgihanan, Rêxistina Berevanî ji Maf Rojnamevanan ku binkeya wê li bajarê “New York”ê ye, di rapora xwe a salane de, Îran weke çaremîn girtîgeha rojnamevanan di cîhanê de nasandiye.

 Hêjayî gotinê ye, Îran yekemîn girtîgeha rojnamevanan di Rojhilata Navîn de ye û Kurdistana Îranê jî, girtîgeha herî sereke a rojnamevanên Kurd di Îranê de ye û heta niha rejîma Komara Îslamî, serbarê girtina çend rojanamevanên Kurd wekî Mihemedsidîq Kebûdvend, Îclal Qewamî û wd... û Ednan Hesenpûr û Hîwa Botîmar du rojnamevanên Kurd her di bin tirsa birêveçûna biryara daliqandinê de ragirtiye.    

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 22’ê Banemera 1387’ê Rojî